* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

 

             Dewleta Tirk ya dagirker xwe dispêre hêzên derve yên hegomonîk
 

 

  
YGK

Xwendevanin hêja tevgera azadiya gelê Kurd pêvajoyek tenik û ziravre derbas dibe, her wisa tecrîdek giran û şidandî li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan tê meşandin. Em jî wek xebatkarên siteya ‘‘Yekitiyê Gaziyên Kurdîstan’’ derbarê pêvajo ya ku gelê Kurd di navde ye, me gaziyên şer ê têkoşîna azadiyê de bedêlin herî giran û parçeyek ji bedena xwe daye, ji bo rûmet û azadiya gelê xwe têkoşiye, me ji bo xwendevanin heja hevpeyvînek li gel gaziyên şer ê tevgera azadiya Kurd pêk anî, nêrin û nirxandinin xwe yê hêja bi mere parvekirin.    YGK      

  • Di vê pêvajoyê de ji her demê zêdetir li ser tevgera azadiyê û gelê kurd êriş hene hûn van êrişan çawa dinirxînin?

Dişat WAN: Bê guman têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê ji her dem û dîrokê de zêdetir ,xetertir di kêliyeke pir zirav û firsendeke erênî re jî ru bi ruye. Em  dizanin ku têkoşîna azadiyê ya bi rêber APO dest pêkiri qasî çil sale têkoşina leşkeri,siyasi,çandi û politik rêve dibe helbet ev bi berxwedana şehîdên qehreman û felsefeya Rêber APO gihişte vê astê. Lê belê di nava vê diroka çil salan de têkoşina gelê kurd bi dehan caran li gel êrişên tasfiyegeriyê bigre heyanî êrişên tunekirinê re ru bi ru hat, li rexmî vê yeke jî her deme bi strateji û hemleyek nû xwe da jîyan kirin û ji nûve vejînek derxist holê. Tevgera Apo cî di rojhilata navîn de jiber ku ne tene ji bo gelê kurd ji bo gelen herêmê yên bindest jî strateji,felsefe û politikayek xwe hebû, ev yek ji bo hêzên hegomonîk bûye wek şurê Hz Eli li ser dilê hêzên modernîteya qapitalist. Jiber ku ji bilî tevgera kurd di rojhilatanavîn de yê dengê bindest,kedkar û bê nasnameyan ne di bihist. Yani jiber vê yê mirov dikare bejê hertim li hemberî tevgera gelê kurd û kurdistan êrişên cur be cur tên meşandin. Di bingeh de ne tenê vê gavê hema beje di dîroka têkoşîna me de her demê, pergala serdest ji bo emrê xwe dirêj bike alikariya xwe ji dewletin ku Kurdistan dagirkirine kêm nekiriye, rojameya îro ji Dewleta Tirk ya dagirker xwe dispêre hêzên derve yên hegomonîk û qapitalist. Taybet hîn ev bi komploya navnetewi ya li ser rêber Apo  99 da bi radest girtinê xwestin bigihîjin lutkeyê. Lêbelê dema Rêber APO komplo a fiziki vala derxist vê carê bi êrişên birdozî û tasfiyegerî cur be cur êrişên xwe meşandin, dema ku ditin ev jî bê encam dimîne plansaziyek nû hate danîn. Ku bi riya cemaeta  gulen (lê bingehê aborî û birdoziya xwe ji moderniteya qapitalist digre) û bi pratizekrina Hukumeta AKP ê hem bi rojava re hemjî bi hinek dewletên rojhilatanavin yên ku kurd tê de dijîn wek stratejiyek ji xwe re dane diyarkirin.  Bi taybet ev hîn di sala 2009 an de dema operasyonên siyasi yên KCK destpêkirin hatibûn plankirirn plansazi ew bû ku bi riya têkiliyên bi hêzen başurê kurdistanê û têkiliyên li ser berjewendiyên tasfeyegeriya tevgera kurd yên bi İran û Suryê re li her çar parçê kurdistanê tevgerê ji aliyê siyasî,birdozî û leşkerî ve tune bike. Li qada bakur siyasetmedaran bi riya girtin û binçavkirinê çavtirsandî û bêdeng bike. Divê rewşê de hemleya Rêber APO bi şandina grubên aştiyê dayî destpêkrin hinek planên dijmin û mejiyê wan tevlihev kir.

Li ser vê yekê neçar man ji bo sozên dane hîn derdoran da ku binîn cîh ji bo stratejiya xwe berdewam bikin  xwestin hin gavan bavêjin, lê hewildana wan ya dagirkirina başurê kurdistanê vala derket û nekari di aliyê leşkerî de bikeve başurê kurdistanê. Tenê yek alî ma di dest wî de ew jî berdewamkirina qirkirina siyasî û domandina zextên li ser gel. Ango ji bo di aliyê derunîde civakê bandor bike, ji kuştin bigre, ji tecawûz û heya çavsoriyên bê hempa hemû li ser gelê Kurd da meşandin. Lê li rexmî viya gelê Kurd ji tevgera xwe ya serhildanê tu gav paşve ne avêtin û raperinên xwe dan berdewam kirin. Ji xwe hema duv vê yekê re kelijina li rojhilatanavin destpê bû. Li rojhilata navîn gelên bindest û xemdarên demokrasiyê herçiqas bi destê hêzên derva jî be dest bi raperînên guherîn û veguherînê kirin. Ji xwe hîn di sala 2003 yan de Rêber APO ji bo van raperîna goti bû li rojhilata navîn Bahara gelan wê destpê bike.

Dema ev dest pê bûn, dewleta Tirk xiste nava metirsiyan, li gel têkiliyên xwe yên İsraîl û DYA yê, vê carê li gel hêza bi vanre nakok li ser bingehê tasfiyekirina tevgera azadiyê di aliyê leşkeri de bi dewleta iranê re kete nava stratejî û têkiliyan û hemleyek leşkerî dane destpêkirin. Bê guman mirov nikare bêje ev hamleyeke leşkerî ya biçûk bû rastî jî êrişeke berfireh û mezin bû, lê berxwedaniya gerîllayê azadiya kurdistanê li ser navê berxwedana Qendîlê dane nişandan. Li gel paşveçuyînê derbekî mezin li dewleta îranê hate xistin. Neçarî li xwe mikurhatina binkevtinê kir. Bê guman di encam de ev plansaziya dagirkeran vê carê jî bi berxwedaniya gerîlla û gelê Kurd vala hat derxistin. Vê carê dema ku dît di aliyê leşkerî de taybet Dewleta Tirk binkeftine jiyan kir, (bê guman aloziya di nava artêşê de û xwesteka serdestiya hukumeta AKP cemaeta gulen bi avakirina artêşa  polîsan de di vê yekê de bandoriya xwe kir) vê carê neçarî politikayên şerê piskolojik xiste meriyetê.  Bê guman ev pêşi li ser Rêber APO hate meşandin. Di qada siyasî de bi çewisandinê û pêla girtin, binçavkirina hate tuj kirin, ev gihandin rewşenbirên dostên kurdan û demokratan jî. Her wisa êriş birin li ser parêzerên Rêber APO jî. Li gel vê yeke jiber ku nekarî di aliyê leşkerî de êrişî gerîlla bikin vê carê disa serî şixulandina madeyên wek kimyawî û êrişên tekniki bê navber li ser şervanin azadiyê bi kar anîn. Mirov di encam de dikare bêje bingehê van êrişan nemaye jiber ku tenê bi derûniye, ango hêza gelê kurd ya berxwedaniyê di aliyê birdozî û tevlihevkirina mejî de ye. Her wisa ev kelejana li rojhilata navîn firsenda ji bo gelê kurd di rojava, rojhilat, başur û bakurê kurdistanê de xulkandinê çêke afiriye û ev yek ji dagirkeran ditirsînê. Lê em dikarin bêjin pêvajo di destê tevgera gelê kurd de ye, tenê rast şixûlandin, karkirin wê puçkirin û vala derxistina van êrişan be. 

  • Wek tê zanin Rêberê gele kurd gelek caran agirbesta yek ali îlankir lê rexmi vê yeke her carê ku agirbesta yek ali hatiye ilankirin jî dewleta tirk êrişên xwe yên hovane domandiyê û deste aşitiyê ku hatî dirêjkirin li hewa maye. Di vê pêvajoyê de jî hinek derdor disa agirbesta yek ali dixin rojevê hûn vê yeke çawa dinirxînin?
  •  

Dilşat WAN: Eslê xwe de raste Rêber APO hîn di salên 90 i de ev hewildan dan destpêkirin. Lê hîn agirbest ne tenê yek alî jî bûn, pirek van agirbestan li ser daxwaza dewlata Tirk bûn, ev bi navbênkariya hinek derdûran re hem ji rêber Apo, hem jî, ji tevgera Azadiyê re hate ragahandin. Heta em bêjin hinek her çiqas bi nivîski û vekiri nebe jî, mirov dikarê bêje hevpeymanek bû.  Lê vace dewlet û pergala dagirker yê li ser bingehê tune û înkarkirinê hertim ev hewildan wek firsendeke ji xwe re demê qezenc bike, bi awayekî hovane êrişî gelê kurd, tevgera azadiyê û rêberê gelê kurd Rêber APO dike. Em bala xwe bidin, her di van pêvajoyên agirbestan de bi mabesta ku ji aliyê tevgera kurd ve hatiye xirab kirin hecetek û politiqayek hatiye afirandin. Ji bo ku ev hewildan vala bên derxistin. Her dema agirbestê de zilm û êrişên li ser gelê kurd hatine zêdekirin û li ser gerîlla yên di pozisyona parastinê dene, wek firsendek  xayîn ji xwe re nirxandine û ji aliyê dewleta tirk ve êrîşên hovane dane destpêkirin. Rastijî em dikarin bêjin hîn kirêtahiyên ku di dema agirbestan de  hatin meşandin di dema şer de nehatine meşandin. Ev jî dihêle ku temarên gelê kurd bi xetimin û misoger dema temarê te bi xetimin tu neçarî ji bo nefes bigrî refleks nişan bidi û li berxwe bidi. Ev ji ne bi awayeki agirbest xirakirinê bi awayekî parastina rewaye, gerîlla û gelê kurd neçare xwe bi parêze û pêwiste bi parêze ji. Lê dijmin ev hemû ji bo gelê kurd dike hincet qaşo agirbestê tevgera kurd xera dike. Lê tu li aliyê din dinêri di van pêvajoyan de opersyonên leşkerî ji dema şer bêhtir bêyi ku bên sekinandin domkiriye û êrişên li ser rêberti û gel bi awayekî qirêjtir bêyi ku bisekinin hatin meşandin. Lêbelê dijmin dibêje, Stûyê xwe dirêjke ber kêrê, birîna min xêre ji boy te. Kê vê yeke qebul bike? Tevgerekî ku xwe dispêre tecrubeya 40 salan gelekî ewqas bi rêxistin bûyî bi hezaran şehîdên xwe heyî, wê piştî ewqas berxwedani yê û qirêjahiyê ku te bi serê wî anî, çawa stûyê xwe li ber kêra te dirêj bike. Ger ev di dema lûtkeya serkeftina têkoşîna xwe de be û serdemekî s.s 21 de be ? niha jî tevgera kurd disa di rewşeki agirbestê de ye û tucaran jî xirab nekiri ye şer îlan nekiriye. Li ser bingehê dîtinên rêber APO yên ji bo agirbeste kî mayîn de hewildanê xwe berdewame, lê di rewşeke tune kirinê de, di rewşeke êrişên li ser gelê te tên meşandin de û di rewşeke li ser Rêbertiya te tecrît tê meşandin, tê çawa bisekinî tu neçarî xwe bi parêzî rumeta xwe , şerefa xwe, namûsa xwe û hebuna xwe bi parêzi. Ango dibêjin hem emê êrişi we bikin hûn jî, wê çeka we li milê we be ne daynin û tenê li me temaşe bikin? ev tê wateya zivirîna pergala koledariyê û pejirandina kokledariyê ye.

            Li ser agirbesta ku hînek derdor dixwazin li ser tevgera kurd raber bikin jî ez dikarim vana bêjim wek min li jor jî got tevgera Kurd agirbest xira nekiri ye da ku ji nûve îlan bike bila yek kes bêje heya niha tevgera kurd bi daxûyaniyekê fermî gotiye ez agirbestê xira dikim şer didim destpêkirin ? wê demê mafdarin, lê tuneye tevgera kurd daxûyaniyek wisa nedaye şer ji nedaye dest pêkirin da ku agirbestê îlan bike. Dîsa ev hat dîtin ku agirbesta yekalî tu wateya xwe tuneye, ne ji bo gelê kurd ne jî ji bo gelê tirk xizmetê nake. Heyanî agirbest nebe dualî wê tu watedarî û qezanca xwe tune be, ev bi tecrubeya salan û ilankirina agirbestên yekali êdi diyar bûye ku wiha ye. Jiber wê ez dibêjim divê daxwaz dualî be, ger wisa be tevgera kurd tucaran gav paşve ne avêtiyê wê navêje jî. Divê ev derdor di vê yeke de zelalbin.

 

  • Tecriteke şidandi li ser rêberê gelê kurd heye bi vê tecrita girankiri a li ser rêberê gelê kurd tê meşandin armanca hikûmeta AKP ê çiye?

Dilşat Wan:      Helbet em dikarin bi dilekî rihet bêjin ku ev tecrît ne niha hîn di sala 2002 an de bi hatina hukumeta AKP ya serdestiyê re hat destpêkirin. Jiber wê mirov dikare bêje tecrîda AKP ya li ser rêberê gelê Kurd. Belê raste hinekdin rêbertî radest girtin, lê dîroka tecrîdê bi AKP ê destpêkir. Jiber ku AKP hema bixwe ne derkete holê ev wek hêzeke nû ya bîrdozi ye. Ergenekona kesk û îslama nerm, ji aliyê hêzên rojava û pergala modernîteya qapitalist ve hate afirandin û anîn ser text. Bê guman berya AKP were serdest êdi, ji bili stratejî û bîrdoziya rêber Apo ji bo hêzên rojava ku di rojhilata navînde hem xwedi pergal bin hem jî Tirkîyê wek qada meşandina xwe ya stratejik û bîrdozî bi meşînin.

Ev  bicihkirina DYA yê de ya fetulah gulen aliyê wê yê birdozî hat meşandin û pratizekirina wê jî li ser Erdoğan û AKP hate rêvebirin. Ji bo wê ev dîroka tecrîdê dan destpêkirin.  Em baldarbin hevdîtinê li gel Reber APO ji dihatin rêvebirin ne bi destê AKP, ne jî bi riya AKP ê bû, hin derdorên sivil û fermî yên di nava dewletê de ev hesasiyet dîtin û hevdîtin bi rêber APO dane çêkirin. Bê guman dema van hevdîtina Rêbertiya me eşkere kir, AKP ê vêcarê dîsa êrîşi rêber APO kir. Jiber ku pergala îmrali yê  di destê wezareta Dadê deye, ew jî girêdayi AKP ê ye. Ji xwe rayedarên AKP bi vekiri gotin emê vê tecrîdê bimeşînin. Mabestekî din ya ji girankirina tecritê de jî ewe ku di gihaştina gelê kurd ya hinek mafan de di derbarê kelejandina di rojhilata navîn de ji Rêber APO peyam neyê girtin. Da ku hem hêzên modernîteya qapitalist hem jî AKP polîtiqayên xwe yên kuştin û tunekirinê bi awayekî rihet rêve bibe. Ango bi kurtahî armanca AKP hem serdestiya xwe rihet rêvbirin e hem jî di dema diyarkirina statuya gelê kurd ya di rojhilata navîn de bê Rêbertî hiştin û bê stratejî hiştine’ yanê wê ji Reberti peyam neyê girtin (di nava vê de elimandina gelê kurd ya bê Rebertî bûn hiştinê ji heye) liser gerîlla êrişên hewayî bên meşandin, li ser gel û xebatkaran bi girtin û binçavkirinê, di aliyê derûnî (piskolojîk)de gelê kurd were çewisandin û tirsandin, da ku di vê dema dîrokî û awarte de jî, serê xwe ne rakin û bi tewînin.

  

  • Wek gaziyek yê vê tevgerê helwesta we li hemberî vê tecrîta şidandî çiye?

 Dilşat WAN:          Rastî jî dema mijar Rêber APO be ne gotin ne hest ne jî xemginî têra vê nake ! tecrida niha tê meşandin ne li ser şexsê Rêber Apo ye ez bixwe wekî li ser mejî û jiyana xwe dibînim. Ez dikarim bêjim ku rojek tenê ji fizîkî dibe manewî dibe giyanî dibe çi dibe bila bibe ez bixwe nikarim bê Reber Apo jiyan bikim îdare bikim. Rastî jî wek şexsek yê ku zanista mirovahî, takekesî bi minre daye çêkirin ez kirime mirovekî xwedî vîn, xwedî hêvî û aso Rêber APO ye. Bê guman li rexmî van hemû qenciya bê, beramberî wek peykerekî sekinîn û temaşe kirin gelo wê ji bo min ne xiyanet be? Belê ne carek ewê hezar caran xiyanet be, hem ne tenê li şexsê rêber APO wê li namûsê, li rumetê, li civakê  xiyanet be û li şexsê xwe xiyanet be. Ji bo wê jî ez dizanim ku ez hîn ne bû me tu bersivekî ku xwedi bertekek tûj ku bandor li dijmin bike. Ji bo vê pêwiste di seride ez em xwedî helwestek û bertekek hîn bi xurtir bibin da ku ne tenê bandori rakirina tecride çêke azad kirina Rêber APO misoger bike. Ji bo vê di kijan qadê de dibe bila bibe di kijan xebatê dibê bila bibe soza me ya girêdayina fedayane û her saetê bi rêber APO re jiyan kirinê bi awayekî bi rumet bi şeref û bi namûs wê berdewam bike! Heyanî xwe bigijîne Azadi û serkeftinê. Ji bo wê ez dibêjim bi rêber Apo re jiyan kirin û dayina jiyankirin erka min/me ya herî sereke ya mirovahiyê ye

  

  • Wek gaziyek bangawaziya we ji gelê kurd û raya giştîre çiye?

Dilşat WAN.    Niha em hemû dizanin ku tecrida li ser Reber APO ji her demê bêhtir û zêdetir  hatiye şidandin. Hema  bêje ev pênc heyve em ji Rêber APO agahî nagirin? Ne  di aliyê jiyanî de, ne jî di aliyê tendurustî de, bê guman êdî ev ji gumana hinek tiştên derbas bûye wek xeteriyek berbi çave, çawa çêbû her car xerab bûna koster didin pêş? Gelo ma ev pênc heyve ew erkdarên li Îmraliyê  nayên naçin? Tiştek naxwûn  û na vexwûn? Ev hemû ji bo me êdi nakokiyen giranin. Jiber wê,  bi taybet ji bo ku rê lî ber xeteriyek din ya mezin li Tirkiyê neyê vekirin. Hemû rewşenbîr û derdorên demokrasî xwaz û çepgir divê li dijî rabin. Jiber ku ev xeteriye  ne  ji bo gelê Kurd tenê ye, ji bo dahatûya gelê Tirk jî xeteriyek mezine. Tirkiye ke bê Reber APO wê ne di aliyê abori, ne di aliyê manewî, ne jî di aliyê stratejk de wê nikaribe jiyan bike. Rastijî  ji bilî Reber APO di Tirkiyê de kesek qenciya gelê Tirk na parêze, yekbûn û yekitiyê na parêze, divê  raya giştî jî bêyi ku dibin bandoriyên neyini de biminê vana vebêje berteka xwe ya herî tûj nişan bide.

    Wek  gelê kurd li hemberî vê tecrida şidandî ya tê meşandin de divê em herî zêde di vê demê de jiyanê ji xwere heram bihesibînin. Çima? Rastijî dijmin dixwaze temara (reh)  me ya jiyanê Reber  APO ji me qut bike, bi vê yekê re bi temamî me di aliyê siyasi û leşkerî de ji, ji  holê rake. Ev ne wek gotineke rojane ye, rastijî ev hatiye plankirin. Ji bo wê, divê em rê nedin vê yekê, çi ji destê me tê ji bilî zerar dayina sivilan, em bikin û bidin kirin . ji girtin û binçavkirin, çewisandinên dijmin çi dibê bila bibê emê tucaran gav paşve ne avêjin. Ji xwe bi salane di hemû aliyan de êrişi me dike wê demê emê jî di vê dema dîroki de bersivke dîroki bidin dijmin. Banga min ewe ku li ser vê giyana fedayiyane em hemû bi awayek girseyî û takekesî xwe  bikin yek, da ku em vê politiqayê qirêş û gemar vale derbixînin, tecrida li ser Rêber APO bidin rakirin. Ev berxwedan ji bo me rumete, şerefe, namûse û hebûna jiyanê ye, em hemû bi vî awayî rabin ser piyan, serhiladan û çalakiyên xwe xurt bikin û dijmin vala derxinin. Dîsa bi vê boneyê wek şexsek ez hemû rêzdariya xwe nişanî gelême yê niha di çalakiyan de yê li berxwe dide pêşkeş dikim, berxwedana wan ji dil û can silav dikim.