* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Dewleta Tirk JI Vexwarina Xwîna Ciwanê Kurd Têrnabe.
 

 

   
                 Berivan Herekol

Rastiya dewletin dagirker û xwînmij, kêlî bi kêlî rûpelin dîrokê de hatye nivîsin û tu çar nikarê werê windakirin. Her çiqas ev dewletin barbar û dagirker ji vexwarina xwîna gel ê mazlum têrnebê jî, lê rojek ev gelên mazlum bersivek heq wê bidê van cinewiran. Îro dîsa gelê Kurd xwîn digirê, rûpelin dîroke îro bi xwîna ciwanin Kurd hate nivîsandin, dîrok îro jî şahîdiyê ji kuştina ciwanin Kurdre kir. Ev qatlîama dewleta dagirker û barbar ne cara yekeme ne jî cara dawiye, zarokin vê xaka ku şaristaniyê ji bo mirovahi yê pêşxist û tevahî cihanê belavkir, îro ru bi rûyê qirkirin û tunebûnêye. Lê mirovahî û cîhan sê meymûna dileyzê ango ker, kûr, lal, çima? Ji berku pergala Moderniteya Kapîtalist civaka ji civak bûnê, mirov jî ji mirovtiya wê derxistiye. Nirxe civaka ehleqî û polîtik bin pê kirye, her wisa civak berbi rizandinek mezin ve tê herikandin. Yaku li hember rizandina civake û beruvajî kirina dîroka şaristaniya demokratik bi têkoşinek mezin sekinî, bêgoman tevgera azadiya gelê Kurd bû. Gelê Kurd li xaka Mezepotamya yê gelek kêm netewan re di nava jiyanek hevpar de jiya ye û daye jiyan kirin. Ne zilmê li ser tu gelan pêşxistiye ne jî zilma ku li ser hatye ferzkirin tu caran ne pejirandiye. Ne êrîşe li ser rumeta tu gelan kirye ne jî êrîşin li ser rumeta xwe tu caran qebûl ne kirye. Lê ev barbartî û wehşîti çima li ser gelê Kurd tê meşandin ango raya giştî çima li hember vê faşîzmê û qirkirina gelê Kurd û ciwanê Kurd bêdeng dimînê. Çima qîrîna gelê Kurd a hezar salan jî nedîtive tên. Di komara faşîst de gelek hikûmet hat û çû, lê her hikûmeta ku hatine li ser desthilatiyê polîtîqayên qirkirin û tunekirina gelê Kurd bê navber xistine meriyetê. Hikûmeta AKP’ê jî berya ku werê li ser desthilatiyê got ku; ‘‘pirsgirika Kurd pirsgirika minejî ’’ lê dema hat li ser desthilatiyê ji hikûmeta berya xwe hîn jî xiraptir û faşîzaniyek bê sînor li ser gelê Kurd da meşandin. Her carê dema vebûna demokratîk tênin ser zimanê xwe, wêdemê qatlîamin nû li ser gelê Kurd tên pêkanîn. Gondê Roboskî û Bêje du gondin ku nêzî sînorê Bakur û Başurê Kurdîstanê ye. Bi salane ev her du gond debara xwe li ser qaçaqçitiyê dikin, tabûra leşkerî a gondê Bêje û Qereqola leşkerî a gondê Roboskî jî pir baş dizanin ku bi salane ev her du gondê nêzî ser sînor û bi destûra wan qaçaqçitî dikin. Rojek ji rojan, bê ku hayawan ji plana qetilkirina wan hebê, leşkerin di herêmê de ji wanre dibêje ‘‘ li ser sînor vekiriye hûn dikarin biçin mazot h.w.d ji xwere bînin.’’ Çilî zêdetir ciwanin Kurd ji bo debara xwe bikin derbazî sînorê Başur dibin û vegerandinê de leşkerin barbar pêşiya wan digrin û nahêlin derbaz bibin. Piştre kordînat didin balafirin şer û çar balafirên şer bombê napalim li ser ciwanin Kurd dibarêne. Encama êrîşa hovane de 35 ciwanin Kurd jiyana xwe ji destda. Her carê ku rayadarên hikûmeta faşîzan hin daxwûyaniya dide, oparasyonin qirkirina siyasî, girtin kuştin û qatlîam dixin meriyetê. Abdullah Gul’ê  qaşo serok komarê got ku; ‘‘wê tiştin baş biqewmê, lê wek her car dîsa oparasyona qirkirina siyasî, girtin, kuştin, binçavkirin, hin dijwartir li ser gelê Kurd dan meşandin. Her wiha berya qetlîama 35 fîdana, em gotinên Bulend Arınç jî bînin bîra xwe ka meclîsê de çi gotibû, got ku; ‘‘Kurd çi dixwazin ziman, çand, perwer de dixwazin emê bidin.’’ Piştî demek kin ev qatlîama Roboskî hate kirin. Erdoğan û şêwirmendin wê fermana Kurda dide, leşkerin tirk ya barbar û xwînmij pêktinin. Mijarek herî balkêş û pêwîsti pê heye ku mirov li ser bisekinê, biştî qatlîama girêdayî navçeya Qileban a  gondê Roboskî pêkhat û 35 fîdanê ku hîna ti tam ji ciwantiya xwe ne dîti, hîn temenek zêrîn de ketin hemêza xaka xwe de. Qatlîam her ku diçe hîn baştir zelal dibe û nû,nû kevrin esasî rudinê cihê xwe. Gelek pirs û nakokiyên serê mirovade çêdi bû, yek bi yek mirov bersiva wan pirsê xwe dibîne. Havîna 2011’ de şerek dijwar di navbera hêzen gerilla û artêşa tirk de diqewmê û encamê vê şerê dijwar de 12 gerillayên Kurd jiyana xwe ji dest dide. Wê demê gelê meyê Botanê, rexmî ji alyê leşkerin tirk ve gef li wan tê xwarin jî, lê dîsa bi qehremanî,  fîdakarî û wêrekiyek mezin, bi girseyî xwedî ewledin xwe derket û cenazê gerillayan bi mêrasimek heybet sipartin axa ji dayîk bûne. Dewleta dagirker û barbar, jî berxwedana gel û bi girseyî xwedî derketina gerillayan  pir bi hirs û bê tehamûliya xwe bi awayek eşkere da der. Bi teybet serfermandarê tabûra li gondê Bêje, ku xwedî cenazeyin gerillayan derketibûn, li gondiyan gef dixwê û ji gondiyên wê heremêre dibêje; ‘‘Ezê hesabê vê yekê jî we bi pirsim.’’ Pir eşkereye ku ev qetlîama gondê Roboski, bi awayek zelal diyardibe ku ev demeke hatye plankirin. Artêşa dagirker bi zanebûn 35 ciwanê Kurd, xist hedefa êrîşin xweyê hovane. Gelo pir ne balkêşe ku çapemeniya tirk a alîgir, pişti 35 saet li ser qetlîamêre derbas bû, bi devê serfermandarê giştî, nûçeyin derew û bê bingeh wek nûçeyin deqîqe dawî weşandin. Çapemeniya şerê teybet, dema gerillayek Kurd jiyana xwe ji dest dide bi yek dengi, bi awayek lezgin nûçeyan di weşînin. Çi balkêşe ku li himber qetlîama Roboskî bêdeng man û ji bo rastiya qetlîama gonde Roboskî dernekevê çi jî destêwan hat xwestin qetlîamê berûvajî bikin. Lê çapemeniya Kurd a azad, deqîqa despêke heta saeta dawî, vê qetlîama hovane ji raya giştîre bi awayek lezgin ragihand.  Ji ber vê ye ku dewleta dagirker û faşîzan her çiqas hewl da, li ser vê qetlîame bigrê, lê ji ber çapemeniya kurd a azad û berxwedana gelê Kurd ne karî bigîhijê armanca xwe yê qirêj û gemar. Rastiya dewleta dagirker û hovane wek her car vê carejî, rûyê wê yê reş û faşîzan derket holê. Carek din em berxwedan û serhildana gelê xwe a herçar parçê Kurdîstan û derveyî welat silav dikin.