* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


DESTANA ÇİYAYÊ QENDİL
 

 

   

MAHSUM BAGOK

Îtîfaqa Îran û Tirkiye lî dîjî gelê kurd îstanê gihiştiye asta bilint. Ev îtîfaq bala dinyaye dîkişine. Raya giştî ya cîhanê bi goman û meraq dişopîne. Ji her ali û herkesê zêdetir bala gelê kurd dikişine.

Ji ber ku ev îtîfaqa faşîza lî ser bîngeha dîjminatî, înkar û tunekîrîna kurdaye. Bê guman gelê kurd ji li hemberî dagirkeriyê bi şîyarî berpîrsîyarî û fedatî nîzîkî vê îtîfaqa qirêj dîbe. Ji ber ku xeterîyê hîsdîke û hema demê jî dîbîne û famdîke.

Dîsa diyar dîbe ku van herdu dewletên dagîrker alîkariya hêzên derodur û hînek ji ên navnetewî jî girtîne. Jî ber vê çendê hew qesê jixwe bawer , çav sorî û har hûcum dikin

Dewleta dagirker jixwe naxwazin hebûn ,îrade û azadîya gelê kurd nas bikin .hêzên navnetewî ji çareserkirina pirsgirêka kurd li gora berjewendîtîya xwe nabînin . Bi virengî heyî û halê hazir ji bo xwe baştîr di bini .jibu vêna dibinine şirikê  terora dewleta li ser gelê kurdistanê dama ku ji bo berjewendîyên xwe pêwîst dibinin ji li diji van dewletan pêrta kurd jî di pişt derîyên girtî û tarî de bi kar tîne . di virde bi ahlaqî û bê  wijdanîyek  mezin heye

 Ji ber van sedeman îttifaqa cumhuryeta îslamî ya îranê û cumhuryeta Turkîyê gelek xirap û qirêj û bi xeterî û faşîzane tevdigere .  Dîjmintî dibe lê lê ewqajî nabe . Dijmintîya bivî rengî li ser ruyê erdê nîne eleqeya wan bi îslam demoqrasîyêyêre nîne ev navend ji xwere kirîne ji bo ku faşzma xwe pê veşêrîne. Di heqîqeta çanda îslamê û di cewherê demoqrasîyê de ev tişt nîne ev dewlet çanda îslamî û çanda demoqrasî berovajî dikin u di xwazin civakan jîbi xwapînin

Gelek pirs hene  ; îran dewleteke şîaye hesabên xwe bi taybetî li ser rojhilata navîn esas digire . Turkîye dewletekî sunîye û dinava îttfaqa NATO ‘yê de  cihê xwe girtîye . heman demê jî qereqola Emerîkayê jî û berjewendîyên Amarîka li rojhilata navîn di parêze weke din nakokîyên Amarîka û îranê ji dinyayê tev dizane . gelo dinava jîyanêde ev rewş çawaye? Ew lî vane temaşe bikin; şev û roj balefirên keşfa Amarîka li ser herêmên gerîla di gerin encama van keşfande didine Turkîyê turkîyêjî didine îranê û îranjî herêmên gerîla bombebaran dike em şîrova wan ji were pêşkêş dikin ...

Tiştek dinjî heye û gelekî balkêşe dama mijar dibe hereketa azadîya kurdistanê , demaku mijar dibe kudên azad ev çawa dibeku ev dewlet dibin yek û li diji gelêkurd şer dikin . eger mijar ne kurd bin ev dewlet belku silavjî nedin hev di bingeh de ji dîrokê heyanî îro jî ji hevdu hez nakin hevdu biçuk dibînin û ji hev nefret dikin demaku nefreta dinava wande dibi kurd tu dibêjî kû qet pirsgirêkên wan nîne û birayê hevin .Di serîde gelê me û gelê Rojhilata navîn van tiştan baş fam bike jiber ku ev leyîstok mijarawan jî eleqeder deke  .

Bila di serîde cumhuryeta îslamê û ya îranê û cumhuryeta Turkîyê vana baş  zanibin ; ji îro û şunde kî dijminayetîya gelê kurd bike haman demîde dijmineyatîya xwejî dike . ji berku kurd heqîqetekin û herî gelekî qedîmîn  ku liser vê xakê bi hezar salan jîyan dikin . Heman demêjî bi hezar salin hestên dapîr û bapîr^n wan xuşîk û birayên wan zarok  û mirovên wan di nava van xakan dene înkar û qirkirina gelê kurd tiştekî derveyê mîrovatîyêye .Di van stratejî û polîtîkayan de israrkirin wê bi wan gelek tiştan bide windakirin jibo dema pêş û demdirêj berjewendîyên welatên wan û gelên wan têda tuneye .Eger bi israr înkar û qirkirinê bi ser gelê kurde weri n pêwîste gelek tiştan hesabjî bikin hesabên ne heq û ne rast wê li wan bi zivire. Bedelên wêjî bê guman wê giran be bila ev dewletên dagirker van baş bizanibin gelê kurd ne kurdên berêne kurd bindestî neheqî bê rumetî qebul nake kurdan welatê xwe çanda xwe dîroka xwe şaşitîyên xwe baş naskirine û fam kirine kurd xwe di rêbertî rêxîstinî û zanistîyane jiberku heqiqetan dibine rihê wan û çalekîyên wan hatîye asta fedatîyê  ji bo azadîya xwe çi bedel pêwîst be amedeye pêşkêş bike jibo vêne kurd dibêje “An azadî an azadî “ ev  şîar biryara wane û jibo wê çi pêwîste jêre em hazirin ev têgihiştin rih ûbiryar tê çi wateyê pêwîste depêkê baş lêkolîn bikînû baş fêm bikin. Eger ne xwazin fêm bikim û basît bigirine dest û di înkar û qirkirinêde bi îsrarbin wî çaxî gelê kurd wê bi wana baş bide fêmkirin eger naxwazin fambikîn ka haqîqat çîye? Bê guman gelê kurd û hereketa azadîyê naxwaze rewş têkeve qonaxekî zor û zehmet lê ew şer tînin ber derî me xwe parastin û berxwedanjî dibe parame

Dijminê gelê kurd li hemberî gêrila azadiyê bizanin ji wan gelek nefret dikin. Ev nizikbûnên wan tê famkirin gelê kurd jî gêrîlayên azadiyê rûmeta xwe dibine. Moral hêvî û azadiya xwe di şexsê wan de dibinin; ki jan hêz dibi bila bibe, ku wan anîne li ser çîyayê kurdistanê û gerîla wisa ne hêsane ewên ku hewce mabin bê guman wê desê xwe jê bigir û bedel jî bidin dama ku ders ditin bedel jî dan bila şaş neminin û qusurêjî ne nêrein

 Gerîlayên kurditanê bi havaltîya xwe bi gelê xwe û bi çiyayê xwe re buye yek weke mînaka goşt û neynoka.

Wê salê li dijî hucumên artêşa Turkîyê li zapê îro jî li dijî hucuma artê îranê li çîyayê qendîlê destana qendîlê hatîye nîvîsandîn ev destana qendîlê weke pelê baharê wê li ser kurdistanê û bi taybetî jî wê li ser gelên me yên başur û rojhilatê başur wê bandorîyekê erêni pêş bê xwe dîsan wê destana çîyayê qendîl xwe berpirsyar dîtin rihên yekitiya netewîji pê xistiye . Û wê hînjî pêş bêxwe dîsan carekdin bala dinyayê kêşandin ser kurdistan

Divê qonaxa dîrokê de cesaret fedekarî û kedekî mezin dîyarbu keç û xortên kurdistanê ji bo xaka xwe azadîya gelê xwe xwe feda kirine û tevlî karwanên şehîdên bê mirin bun . encamên berxwedan û şahadetan û li çîyayên  qendîl berxwedaneke serkeftî pêk hat ev berxwedan bi lehengî li kurdistanê û cîhanê deng vedan .

Bila herkes baş bizanibe ; gerîlayên azadîyê jibo gelê xwe mirovatî û welatê xwe ji her tiştî re amadeye û can fedaye bi ziman û nivis tenê na tiştên ku di jîyanê de pêktên îspatên wane encamên berxwedana evin di nava hereketa azdîyêde gotin û kirin pir nêzîkî hevin û bi piranîjî dibin yek

Ji bo vê çenê hezên navanetewî ewên ku çareserîyên asteng dikin û hêzên dagîrker yên ku pirsgirêka kurd înkar dîkin dev ji van fêrbunên xwe yên klasîk berdin bi hêzên leşkerî îstirbarat polîs şerê pîskolojîk û hwd pirsgirêkên çareser nabin bi vê rêbazên şer û şîdertê berdin lê heyanî niha meşan wê çi encamên serkeftî û çareserî pêk anîye ? ma mehasebeya wê ne pêwîste ji bo têkevin nava hewildanan hereketa azadî bi giştî gelê kurdistanê ji bo ev pirsgirêka  dîrokî çareser bibe bi her awayî samînîya jîdile û biratiya gela di xwaze em dî sedsala 21 an de mirovatiya gelek tecrube jîyan kirîye îro jî şahidê gelek buyerane dîtîn û fêmkirina mirovajî pêş dikeve û pêşiya xweji texmîn dike anjî di bine di vê qonaxêde bi rêw û rêbazên dîalog , muzakere bi avakirinek  yasayek ya giştî demoqratîk dikare pirsgirêkan bigihînin çareser bibin û şer  bi dawî bibe .Aştîyek bi rumet dikare pêk were ev mumkune lê belê bi hewildanên yek milî çênabe .Heyanîn milên cuda tiştên kete ser mila wê pêk anîye fedekarî kirîye bedelên mezin dane pêwstî heye daxwaz hebe û herdu alî gavê biavêje bi gotin tenê na gotin û haman demêdejî bi pratîkî gav avêtin pêwiste