|
|
Beşa 1
Çîroka darê her
çiqasî Berfîn xemgîn dikir jî, ji bo têkoşînê,
wê hêzeke xurt distend. Qet nedixwest navber
bikeve nava çîrokê. Wê dipirsî û darê bersiv
dida. Sihbeta wan dirêj dibû. Bihar vejîna
xwezayê ye. Xweza di vê demê de hemû
dewlemendiyên xwe radixe ber çavan. Çawa dema
cejn tê zarok cilê nû li xwe dikin û rûkeniyeke
germ tê ser çavên wan, di biharê de jî xweza
cilên xwe yên nû li xwe dike û germahiyek,
kêfxweşiyek, rûkeniyek dikişîne li ser rûyê xwe.

Rojek ji rojên
biharê bû. Sorahiya rojê di asoyên çiyan de hêdî
hêdî xuya dikir. Tîrêjên rojê wekî ku bixwazin
xwezayê neêşînin, bi nermahiyeke tenik û nazik
xwe bi ser çiyan ve berdida. Zinar, lat, gelî,
newal, dar, kevir, çûk, nebat, kulîlk… hemû tişt
bi tîna rojê germ dibûn. Bi tîrêjên rojê re liv
û tevgera xwezayê jî dest pê dikir. Berfa li
serê çiyan bi tîna rojê re diheliya û
herikandina avê zêde dibû. Xuşe xuşa avê di nav
zinaran de deng vedida. Çîre wîra çûkan, qebe
qeba kewan, şire şira avê, vîze vîza kêzikan,
mizgîniya rojeke nû didan. Hemû ajal û nebat di
nava ahengê de pêşwaziya roja nû dikirin.
Rojeke biharê bû.
Bayekî hênik dihat. Bayê ku bi xwe re bêhna
endeko, beybûn, şilêr, pilpizêk û binefşan dianî.
Bayê ku bêhna xwezayê jê dihat, te digot qey
naxwaze vê ahengê xera bike; wekî fistanekî
heftrengî xwe li koka daran radipêçand û hêdîka
çiqilên daran, pelê kulîlkan û bişkokên gulan
dihejand.
Xweza bûbû derya
rengan. Di nav van rengan de rengên herkesî/ê
hebû. Ji bo wênesaziyekî dîmeneke bê hempa bû.
Ma gelo kîjan wênesaz dikarîbû dîmeneke wisa xêz
bikirana? Ma gelo dê çawa çîre wîra çûkan bidana
hîskirin? Ma dê çawa bêhna endekoyê jê
bifûrandina? Ma dê çawa xuşe xuşa avê di dilan
de bilavandina? Ma dê çawa bi wî bayê hênik rûyê
mirov bidana alastin? Tenê ne ew jî, ma dê çawa
evîna xwezayê bidana jiyandin.
Di wê biharê de
mîna ku tîpê peyvan, peyv hevokan, hevok ramanan
biafirînin, rengên xwezayê wate diafirandin,
evîn diafirandin. Her reng bi serê xwe wateyek
bû. Her parçe bi serê xwe evîndarek bû. Pirpirok
evîndarê kulîlkê, kulîlk evîndarê çiyê, çiya
evîndarê avê, av evîndarê newal, best û geliyan
û gelî evîndarê darê, dar evîndarê çûkê bû. Ma
jixwe evîna heqîqetê jî ne ev bi xwe ye? Di nav
wê ahengê de du evîndar hebûn ku evîna wan bûbû
destan û çîroka wan li ser zimanan digeriya.
Evîna darekê û şervanekê…
Dareke kevnar a
berûyê di qontara çiyê de rayên xwe berdabûn
binê axê. Bi rastî jî dareke pir kevnar bû.
Qurmê wê riziyayî, çiqelên wê şikestî, rayên wê
qewîn bûn. Ji dîmena darê dîrok difûrî. Mîna
kalekî ku bi zorê li ser lingan bisekine, dar jî
bi zehmetî li ser qurmê xwe disekinî. Lê ew ji
wî halê xwe razî bû. Berovajî vê kêfxweşiyê,
serfirazî hebû di sekna darê de. Te digot qey
xwestekên wê hemû hatine bicihanîn. Çend pelên
di serê çiqilan de mîna ku bêjin “dar nemiriye,
ew dijî”, kesk dikirin. Vê kêfxweşiya darê bi
naskirina berfînê dest pê kiribû.
Berfîn şervaneke
tevgera azadiyê bû. Keçeke pir zîrek bû. Porê wê
qehweyî, çavên wê şîn, bejna wê lihevhatî bû.
Keçeke rûken bû. Tu carî ken ji ser rûyê wê kêm
nedibû. Mîna stêrkan dibiriqîn çavên wê. Bi
çalakbûna xwe hevalên wê ew dişibandin xezalê.
Jixwe ew xezalek bû, xezaleke azadiyê. Berfîn li
serê wan çiyan dişibiya xwedavenda azadiyê. Ew
hêj di temenekî biçûk de tevlî nav refên
şervanên azadiyê bûbû. Çiya wê wekî miqnetisekê
kişandibû ber bi xwe ve.
Çi çaxa ku keys
lê bianiya, Berfîne dihat, li binê dara sedsale
rûdinişt, pala xwe dida qurmê wê. Ew bi dara
berûyê re bûbû heval. Hevaltiyeke xurt di
navbera wan de pêş ketibû. Berfînê ji darê
hêzeke menewî distand. Dema li qurmê darê dinêrî
tevgera azadiyê dihate bîra wê. Tevgera azadiyê
li gorî qurmê darê pir ciwan bû lê hêj di wê
ciwaniya xwe de weke rayên darê di nav civakê de
şax vedabûn.
Hevaltiya wan
gihiştibû asteke bilind. Êdî beyî ku li tiştekî
bi aliqin hestên xwe, ramanên xwe, daxwazên xwe
bi hev re parve dikirin. Her yekî çîroka xwe
digot. Berfînê behsa zarokatiya xwe, behsa
serpêhatiyên xwe dikir. Ji darê re dûvûdirêj
qala şervanên tevgera azadiyê, qala şerê azadiyê
dikir. Dara berûyê jî çîroka xwe digot. Dar bûbû
bîrdariya dîrokê. Lewma behsa serhildanên kurdan
dikir. Behsa Bedirxaniyan, Agirî, Xoybûn, Şêx
Seîdê Kal û Dersimê dikir. Qala xayintiyê dikir.
Behsa Harpagos,Yezdan Şêr, Bekoyê Ewan dikir.
Çîroka komkujiyên li ser welatê xwe vedigot. Ji
Sargon dest pê dikir heta dagirkerên hemdem.
Qala Dêrsimê, Newala Qesaban, 33 Gule dikir. Dar
bûbû şahidê gelek bûyeran. Gelek tişt hebûn di
hişê wê de. Ew dîroka şaristaniyê ya pênc hezar
sal bû. Dema ev bûyer dianîn ziman şewat bi dilê
wê diket. Xemgîniyê xwe di rûyê wê de dida der.
Nedixwest bi van çîrokan Berfînê aciz bike. Lê
rastiya dîrokê ev bû. Dilê darê tijî kul û keder,
tijî jan bû. Belê ev çîroka bêyom a bi hezar
salan mîna pizotek agir ketibû dilê darê. Her ku
qala xayintiyê dikir, qala welatê xwe yê bindest
dikir, ew dibû hezar parçe û her yek bi darekê
ve diçû.
Gelek caran
kesên ku welatê wê dagir kiribûn, agir berdabûn
van daristanan, bûbûn sebebê komkujiyan, pirî
caran ew bi xwe jî di nav agir de mabû û gelek
çiqelên wê jî şewitîbûn. Lê ew bi van zêde
nediêşiya. Tiştê ku êşa mezin xistibû dilê wê
kurmê nava wê bi xwe bû, dibêjin; “Ku kurmê darê
ne ji darê be, dar narize.” Ev gotina pêşiyan ji
bo darê pir bi wate bû. Kurmê di nava darê de
hinavên wê dikeritandin. Çîroka darê her ku
didomiya hêsir ji çavên darê dihatin. Ew
kelogîrî dibû. Lê wê jî dizanibû ku girî ne
çareseriye, lewma sond xwaribû ku li ber wan
kurman serî daneyne û li ber xwe bide. Daxwaza
wê ew bû ku van tiştan ji nifşê nû re bêjê.
Lewma jî ev çîrok bi berfînê re parve dikir.
Ew çîrok her
çiqasî Berfîn xemgîn dikir jî, ji bo têkoşînê,
wê hêzeke xurt distand. Qet nedixwest navber
bikeve di nava çîrokê de. Wê dipirsî û darê
bersiv dida. Sihbeta wan dirêj dibû. Hezar û yek
çîrok li ber wan hindik diman. Demê têrî gotinê
nedikir. Ji ber vê carnan bi çavên xwe, carnan
bi jest û mimîkên xwe jî diaxivîn. Mîna ku bi
demê re têkevin pêşbirkê lez didan gotinan. Dema
dar dibetilî û disekinî, Berfînê dest pê dikir.
Çîroka Berfînê
jî sosret bû, wê ji zarokatiya xwe dest pê
kiribû. Hestên zarokatiyê hêviyên zarokatiyê
digot ji darê re. Jiyana zarokatiya Berfînê
bandoreke mezin li ser darê çêdikir. Darê her
tim dixwest ku Berfîn qala zarokatiya xwe bike.
Bi sedsalan bû ku tu kesî jê re qala zarokatiyê
nekiribû. Wê zarok ji bîr kiribûn. Lewma, dema
ev çîrok dibihîst ji kêfa dikir bifîre. Lê
hinekî jî, dilê wê diêşiya.
Berfîn keçeke
zîrek bû. Di biçûkatiya xwe de xwestibû bibe
mamoste. Bi vê hêviyê dest bi dibistana seretayî
kiribû. Digot: “Ez dê bibim mamoste û hemû
zarokên kurdan perwerde bikim.” Berfîn bi salan
bi vê hêviyê çûbû dibistanê. Lê xebatiyek ango
nakokiyek hebû. Welatê Berfînê bindest û zimanê
wê yê dayikê qedexe bû. Dibistana ku diçûyê bûbû
parçeyek ji pergala dagirkeran di biçûkatiya wê
de tu kesî qala wan tiştan nedikir. Berfîn mezin
bibû û tegihiştibû hinek tiştan. Lê dikir
nedikir nizanibû dê vê nakokiyê çawa bişkîne.
Êdî Berfîn wekî berê bi kêfxweşî nediçû
dibistanê.
Rojekê dema
Berfîn li dibistanê bû. Hevalên wê jê re qala
tevgera azadiyê û armanca wê kiribûn. Wê jî bi
baldarî guhdar kiribû. Mîna ku bêje: “Tiştê ku
ez lê digeriyam min dît.” Rehet bûbû. Çawa ku
dahênerek dema tiştekî nû diafirîne pê serbilind
dibe, Berfîn jî wisa dilgeş bûbû. Berfînê riya
ku dê ew ji xelatiyê, ji nakokiyê xilas bike
kifş kiribû. Çavên wê ronî bibûn. Mina ku barek
ji ser milên wê rabe sivik bibû.
Berfîn di
aliyekî din de jî zelal bibû. Li ber Berfîne
gelek astengî hebûn. Berfîn jin bû û di civakê
de li xwendina jiyan baş nedihat nihêrtin. Ango
jin di civakê de li pişt perdeyê bûn. Ji hevalên
xwe bihistibû ku di nav têkoşina tevgera azadiyê
de gelek jin jî hene û ew ji bo rizgarbûna jinê
têdikoşin. Piştî ku Berfînê ev tişt bihîstibûn
bêyî ku di dudiliyê de bimîne biryar dabû û
tevlî gerîla bibû. Piştî tevlibûnê di demek kurt
de dara berûyê nas kiribû… (didome)
|