|
Cemîl BAYIK
Polîsê AKP’ê bi
bombeyên gazê terora li ser Kurdan didomîne.
Herî dawî jineke Kurd bû qurbana bombeyên gazê.
Hem jî di encama bombeya gazê ya avêtin
nexweşxaneya Şirnexê! Li ku dera cîhanê bûya dê
medya bi ser vê bûyerê de biçûya. Avêtina
bombeya gazê ya nexweşxaneyekê û bûyina sedema
mirinan ne tiştekî ji rêzê ye û ne bûyereke ku
ji nedîtî ve were ye. Ji ber ku nexweşxane cihên
ku mirovan vedigerînin jiyanê ne. Lê li Şirnexê
jinek li ber çavê her kesî li nexweşxaneyê bi
bombeya gazê hate kuştin. Êrîşên çekdarî, ji
aliyê panzêran ve kuştina mirovan, bi jop û her
cureyê amûrê îşkencekirina polîsan; bi bombeyên
gazê wergerandina kolanên Kurdistanê ya mîna
odeyên gazê yên Hîtler nîşan dide ka Tirkiye
dewleteke çiqasî faşîst e. Li cihekî din ê
cîhanê dewleteke ku ewqasî bêperwa êrîşî gel
dike tune ye. Gelek li ber xwe dide, dewlet û
hikûmeta dixwaze îradeyê bişkîne, tevkujiya
çandî bigihîne encamê jî rojane êrîşî gel dike.

Li hemberî van
êrîşan çapemeniya tirk bi tevahî li gel leşker û
polîsên êrîşkar cih digire. Dema ciwanekî di
temenê zaroktiyê de molotofekê diavêje cihekî
çapemeniya hevkarê hikûmetê û tevahiya
çapemeniya tirk vê yekê bê navber dike rojev. Bi
vê yekê jî êrîş û zilman rojane ya li dijî gelê
Kurd teşwîq dikin. Lê belê heman çapemenî
mirovên li Kurdistanê di encama êrîşên gazê de
seqet dibin, tên kuştin nabîne. Bi bombeyên gazê
bi sedan mirov heta niha birîndar bûye. Yên di
çapemeniyê de cih digirin ne ji dehan yekê
bûyeran e jî. Bombeyên gazê yê dewleta tirk vala
xilas nebûn. Ji ber ku mîna baranê li ser serê
Kurdan bombe dihatin barandin. Ji rojên êrîşî
Kurdan dikirin bi sedan qapsûlên bombeyan diman.
Heta gihişte asteke wisa ku zarokan digot, ‘bi
firotina fîşekên gazê em pereyan qezenc dikin’.
Bombeyên gazê ne tenê zarok û ciwanan qetil
dike. Zarokê yek salî Mehmet Uytun jî dikuje,
jina temen mezin jî dikuje. Çavê ciwanan derdixe,
kalan seqet dihêle. Çapemeniya tirk van ji
nedîtî ve tê. Li cihekî ku çapemeniyeke wisa
hebe gelo pirsgirêkek dikare bi wijdan û exlaq
çareser bibe? Dema nivîskar û rewşenbîr bêwijdan
bin û wezîfeya çapemeniyê sergirtina zilmê be dê
pirsgirêk çawa çareser bibin?
Li Sêrtê piştî
hilbijartinê gelê Kurd şahiyê pêk tîne. Ji
şahiya serkeftiyan a piştî hilbijartinê tiştek
xwezayîtir tune ye. Lê belê dewleta tirk
tehamûlî vê yekê jî nake. Ji ber ku ew tim
dixwaze Kurdên belengaz bibîne. Lewma jî zilm û
zextê li ser Kurdan kêm nake. Ev têgihiştin li
Sêrtê serê jina 75 salî jî parçe dike. 150 kêl
avêtin serê pîra 75 salî, lê ne van êrîşan ne jî
ev jina temen mezin a Kurd di çapemeniya tirk de
cihê xwe nagirin. Ji bo çapemeniyê nirxê nûçeyê
ya jina Kurd a li Şirnexê bi bombeya gazê jiyana
xwe ji dest dide tune ye.
Çapemeniya tirk
û nivîskarên alîgir ji bo maskeya AKP’ê nekeve
vê zilmê ji nedîtî ve tên. Îş û karê wan
sûcbarkirina Kurdan û bêguneh nîşandana AKP’ê
ye. Em nivîskarên alîgirê AKP’ê fêm dikin lê
belê yên xwe mîna demokrat an lîberal binav
dikin ku vê zilmê nabînin û ji bo rexnekirina
Kurdan ketina wan a nava tevgerê bi tu awayî
nayê fêmkirin. Her wiha AKP’a ku li Kurdistanê
vê zilmê dike ji bo xwe mîna partiyeke ku were
destekirin dibînin jî me fêm nekiriye. Divê
bersiva pirsa ‘çima pirsgirêka Kurd nayê
çareserkirin’ divê di van helwestan da were
dîtin.
Di dîroka
Tirkiyeyê de her tim polîs mîna hêzeke zilm li
gel dike hatiye dîtin. Zexta li ser gel ji aliyê
civakê ve nehatiye qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî
bûye saziyeke ku hatiye teşîrkirin û nayê
hezkirin. Lê belê ev karakterê faşîst ê polîs ku
li dijî Kurdan terorê dimeşîne nayê dîtin.
Nivîskarên ku pêwist bû terora polîs bînin
rojevê vê zilmê ji nedîtî ve tên. Heger hikûmeta
AKP’ê pirsgirêkê çareser nake divê were zanîn ku
sedem ev yek e.
Ne tenê di
êrîşên li dij gel de, di êrîşên li dijî siyaseta
demokratîk ya Kurdan de jî heman durûtî tê
nîşandan. Tevî ku BDP’ê bi neheqiyên mezin re rû
bi rû ye jî li dewsa polîtîkayên AKP’ê BDP tê
sûcbar kirin.
Boykota BDP’ê
mafdar e. Heger boykot nekira dê BDP biketa
dewsa fahîşeya siyasî. Diviyabû BDP li dijî
polîtîkaya şikandina îradeyî berxwedaneke
demokratîk nîşan bida. Helwesta BDP’ê mafdar e û
berxwedaneke demokrratîk e. Neyînî nêzîkbûna vê
berxwedanê tê wateya destekdayina faşîzma AKP’ê.
Niha li
Tirkiyeyê partiya dewletê ya rastî AKP ye. Hêza
desthilatdar a rast a Tirkiyeyê ku hêzên
navneteweyî dixwazin li Rojhilata Navîn bikar
bînin AKP ye. AKP êdî bi hêza esasî ya
Ergenekonê re bûye yek. Bikaranîna Erdogan û
AKP’ê ya zimanê koleyên berê yên desthilatdar
îsbata vê yekê ye. Êdî îdiayên AKP cuda, dewlet
cuda ye berovajî kirina rastiyê ye.
AKP beriya were
ser desthilatdariyê xwedî hin aliyê karakterê
muxalif bû. Hin daxwaz û gotinên wê ên bi vî
rengî hebûn. Lê belê di nava sîstemê de piştî
sûd ji derfetên dewletê girt hat fêmkirin ku AKP
tenê ji bo xwe misilman, ji bo xwe demokrat e.
AKP ne AKP’ya 2002’yan e. Aliyê xwe yê muxalîf û
gotina xwe daniye aliyekî û berovajî vê yekê
rola çewisandina hêzên muxalîf û demokratîk
girtiye ser xwe. Êdî dixwaze ku her kes ji bo
feraseta nû ya dewletê bîat bike.
Hin derdorên ku
xwe mîna lîberal û demokrat nîşan didin hêna jî
zexta li ser gelê Tirkiyeyê, hêzên siyaseta
demokratîk nabînin. Ev kevneperestiya nû ye.
Heta ku ev kevneperestî neyê şikandin û rastî ji
bo civakê neyên nîşandan partiyên mîna AKP’ê dê
di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de israr
bikin. Heger zextên li ser gelê Kurd neyên dîtin
û teşîrkirin, li hember zextên li ser tevgera
siyaseta legal neyê sekinîn û ji bo çareseriya
siyasî ya demokratîk destek neyê dayin dê ji bo
gelê Kurd jî tu rê ji berxwedana li hember
bêçareseriyê pêde nemîne.
|