* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


Civak, Çand û Ciwan

 

 

                       

Mirov weke hemu zindiyên din jibo tune nebe xwe parastiye. Jiber ku her zindiyek dixwaze bijî, hinek tiştên din heye ku mirovan ji zindiyên din cuda dike. Ev jî manevîyata wî ye. Ehlaq, hizir, bawerî, huner, hêz û hwd. cûdatiya mirov ji zindiyên din ew e. Ew manewyat jî jibo bi hevre jiyan kirina mirovan e. Ji xwe Mirov nikare bê civak jiyan bike, mirov nikare bê manewyat jî jiyan bike. Em temaşe dikin di roja me ya îro de, mirovbûyin kêm biye û meqanîkbûyin pêşketiye. manewiyat hêdî hêdî namîne. Wek  Rêber Apo dibêje sedemê vê pirsgirêka civakî Kapîtalîzm bi xwe ye. Kapîtalîzm çawa Erdnîgariya Kurdistanê Çar parçe kiriye, kesayeta mirov û jiyana civakî jî dixwaze wisa parçe bike. Ev parçekirina rastiya Kurdû mirovatiye. Eger nirxên civakî parçe bibe, giringiya manewyat jî winda dibe.Vaye Kapîtalîzm wisa dike û her tişt di firoşe. Ger tu Çand, felsefe, bawerî, nirx bi firoşî, weke te mirov firotiye. Em dizanin ku mirov bi kedekî bê dawî hatiye afirandin û kes nikare bi firoşe, weke hevaltî, welatparêztî. Lê belê kapîtalîzm ji bo berjevendiyê xwe jîn û jin difroşe. Wê demê mirovtî tê firotin. Ger civak bê Çand û bê felsefe bimîne kapîtalîz dikare wê weke ajalekî bifiroşe.Dewleta faşîst û kapîtalîst propaxandaya yek tîp, yek Çand, yek ziman dike. Eslê xwe de dixwaze bêje bê çand, bê ziman û bê mirov dike. Tayîp Erdoxan jî yek ji vane ye ku vî karî dike. Çawa ku Kurdistan hatiye dagirkirin, îro jî dixwazin mejî û dilê kurd wisa dagirbikin. Bedenê Kurd bûnê weke qada şer 24 seat bombe dibare û mirovê kurd jî weke erdnîgariya Kurdistan xira dibe. Dixwazin ehlaq, bawerî û çand wisa parçe bikin.

Ger dibêjin em mirov in,  pêwîste em jiyana Kapîtalizm nepejirînin û nekevin têkiliyê lîberal.Huner û ciwan jî bi xwe bîrdozî û manewî ye. Têkiliyê Çand û Huner çibe Civak û Ciwan jî ewe. Ciwantî û Huner îfadeyekê civakiye. Civakek bê ciwan û bê huner weke mirovek bê ruh û coşe. Guherîn û veguherîn jî wisa nameşe. Sedem ewe ku kapîtalîzm her wextê dixwaze ciwan û huner ji civakê qut bike. Em niha dibêjin Mexmûr ji dervey kapîtalîzmê ye!? Bi rastî wisa ye...? Em li ciwan û hunerê Mexmurê binêrin, em nikarin bêjin ji sedî sed derveyî kapîtalîzmê ye.

Şoreşa Kurdan de  çand û ciwan pir giringe. Di dîroka mirovatîyê de jî wisaye. Şoreşa Fransa û Rusya de jî xebatê çand û ciwan gelek pêşketî bû. Li Mexmûr  ciwan û huner çawa ye?

 Ciwantî û huner jibo gel jiyan kirine. Him kestiye him ehlaqî û  Polîtîk bûyîne. Rastiya civakê îro hatiye parçekirin, ger em bixwazin ji nûve rêxistin bikin pêdivî bi şoreşa çand û ciwan heye. Eger huner û ciwan biçe kapîtalîzmê  wê civak çi bike? Civakeke wisa mîsogere bê parastine. Ji bo parastina civakê pêşengtiyê  ciwan û huner pêwîste. Kapîtalîzm dixwaze civakê kole bike, hember wê ciwan û huner jî hertim dixwaze civak azad be. Lê gerîna azadyê huner û ciwan wek avekêye tenê bizanî ku Kuve di herîke. Eger bi herike çulê wê winda bibe. Lê bi herike baxçê gelan wê baxçe şîn bibe. cûdatiya navbera baxçê şîn û çulê zuha de çi be, ciwan û huner jî weke vê ferq diafrîne.

Di dîroka Kurdan de weke agirgeha Zerdeşt, bexçê ronahiyê ê manî heye. Mexmûr jî weke vana ye. Em Mexmûr çawa fam bikin? Mexmûr bi ked û  ronahiya Serokatî şîn bûye û wateyê wê heye. Mexmûr sembola pirsgirêka Kurde. Ki dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Gerîlayek, hozanek, ciwanek, derwêşek! Em hevre tevlî jiyanek demokratîk bibin, her saziyek  bibe bexçê ronahiyame. Çawa ku mirovek bi bawerî diçe cihê pîroz  îbadet dike, em jî eynî wisa ji bo demokrasî îbadet bikin. li hemberî sîstema kapîtalîzm jiyanek azad bijîn. Bi felsefa Rêber Apo re çolên Başurê Kurdistanê weke Mexmûr bikin şoreşa hunera ciwan a Mexmurê. li dijî qirkirina çandî bibe eniyek. Pêwîste ku ciwanên Mexmûr baş  biryar bide. Çi başe, çi xirabe, çi xweşe çi ne xweşe, ez dibêjim tiştên xweşik civakîye. jiber xweşikbûn cewheriye xwe nişan dide derve. Şoreşa çanda ciwan kareke pir mezin û bi wateye. jiber wê sedemê ciwanê Mexmûr jiyanê rast, xweşik bijî û bide jiyan kirin. Eşq ew e.

                            EkînRonî