|
Di
sala 1920’an de di konferansa Kahîre’yê de der
barê Kurdan de biryarên ji bo tunekirina Kurdan
de hatin wergirtin da ku Kurd mafên xwe yên
civakî tu carî bidest nexin û pirsgirêka Kurd
bibe weke kangrenê. Ev yek di bin pêşengiya
Fransa û Îngîlîstan de hate pêkanîn. Lewra tê
dîtin ku ev pirsgirêk ji sala 1920’an heta roja
îro didome. Ji ber vê sedemê piştî wê bi demek
kurt Kurdistan di nava sînorên dewletê
rojhilatanavîn de hate parçekirin û bi vî awayî
hemû cureyên înkar û tunekirinê li ser gelê Kurd
dane meşandin.
Kurd li gorî
berjewendiyên pergalên desthilatdar hatin bikar
anîn û bûn mijara bazarê. Ji ber polîtîkayên
dabeşbike, parçebike û rêvebibe, Kurd nebûn
xwedî îrade û ji çand û nasnameya xwe biyanî bû.
Li hember pergala desthilatdar û van
polîtîkayana her çiqas serhildanên Kurdan
bipêşketibin jî ev bi ser neketin.
Her wiha li
hember Kurdan polîtîkaya ‘seg bi seg dayîna
kuştin’ ango li ser mijarên herî basît û jirêzê
polîtîkaya brakujiyê xistin dewrê da ku Kurd
hevdu bikujin û yekîtiya xwe ava nekin. Di
encama vê polîtîkayê de dîsa yê qezenc dike,
dewletên dagirker bû. Sedemên vê yên herî girîng
jî gelê Kurd ji bîr û baweriya Kurdewarî û xetek
îdeolojîk û polîtîk a rast dûr mabû, ji zanîna
dîrokê û ji gihîştina kesayetek serkeftî biyanî
mabû. Desthilatdar wiha dihizirîn ku weke di
dawiya çewsandina îsyana Agirî de di rojnameya
‘Milliyet’ a tirkan de hatibû weşandin,
Kurdistan xistibûn nava gorê û beton kiribûn û
bi vî awayî pirsgirêka Kurd heta hetayê ji holê
rakiribûn.
Ji ber van
sedeman gelê Kurd ku li Rojhilata navîn hejmara
wan digihêje çil milyonî, heta roja îro nebûye
xwedî dewlet û nebûye serdest. Li gel vê
taybetmendiya gelê Kurd a balkêş, tişta ku herî
zêde gel an jî netewek pê tê nasîn û bingehê
hebûna wî ye, çand û ziman e, lê çand û zimanê
Kurdan jî hatiye qedexe kirin.
Kiryarên ku li
Kurdistanê pêk hatiye, heta derketina tevgera
azadiya kurd a di bin rêbertiya Rêber APO de
didome. Bi asta tekoşîna ku îro Kurd gihîştinê
ev polîtîkayana hatin pûç kirin û îro gelê Kurd
di rêya Kurdekî azad û bivîn de bi gavên xurt,
qewîm û rêkûpêk davêje. Tevgera ku bi du peyvan
û ji komek 5 kesan dest bi xebatê kir, piştî
pêngavên mezin ên weke damezrandina PKK’ê,
pêngava 15’ê Tebaxê ango şoreşa vejînê, îro bûye
malê bi milyonan Kurd û gihîştiye asta modela
xweseriya demokratîk pêk bîne.
Bi tekoşîna ku
Rêber APO û PKK’ê daye meşandin ve gelê Kurd
jinûve vejiya û xwedî li çand, ziman û nasnameya
xwe derket û gelê Kurd ê bi zihniyetek nû hatiye
rêxistin kirin, di nava gelên cîhanê de cihê xwe
yê rumetdar girt.
Di 26. salvegera
15’ê Tebaxê de gelê Kurd xweseriya demokratîk
îlan kir û gelê Kurd bi vê dide nîşan ku êdî ew
hatiye asta xwe bi rêve bibe. Bi taybet piştî
pêngava 1’ê Hezîranê coşa gelê Kurd a xweseriya
demokratîk daket kolanan û gelê Kurd nîşan da ku
ew di serdema çaremîn de ji bo çareseriya
pirsgirêka Kurd li hêviya dewletê namîne, wê
hebûna xwe biparêze û ji bo bidestxistina
azadiya xwe tekoşîna xwe ya bêhempa bidomîne.
Xweseriya demokratîk jî dibe modela çareseriyê
ya Kurdan. Gelê Kurd ev model pejirandiye, lewra
li kolanan xweseriya demokratîk silav dike û
herêmên xweser îlan dike.
Ji bo xwedî
derketin û pêkanîna xeseriya demokratîk divê
gelê Kurd rêxistinbûna xwe xurtir bike. Her wiha
divê gelê Kurd helwesta xwe li hember dûrutî û
polîtîkayên xapînok ên AKP’ê aşkera nîşan bide û
bi taybet referandûma di 12’ê Îlonê de pêk were
boykot bike.
Ji êniya Tirkiye
nîqaşên der barê xweseriya demokratîk de jî ji
fobiya ango ji tirsa ‘wê dewlet parçe bibe, wê
Kurd cuda bibin’ çavkaniyê xwe digre. Di sedeya
em ketinê de êdî zihniyeta yek ziman, yek al,
yek dewlet, yek netewe hatiye derbas kirin.
Li cîhanê êdî
serdema hemû çand, ziman, nasname, bawerî û hwd.
dikarin bihevre bijîn destpê dike. Divê tu kes
ji pirrengîniyê netirse, lewra pirrengînî
dewlemendî ye.
Dicle Xabûr
|