|
 1
hezîranê ji bo Tirkiyeyê rojeke girîng
e. Wateya ku hêzên demokrasî û azadiya
kurd dane vê rojê û tercîha rejîma
siyasî ya tirk kiriye girîngiya vê rojê
mezintir dike. Hêzên azadiya kurd bi 1
hezîrana 2004n re, weke wê rojê wateyeke
taybet lê bar kiriye.
Di warê lezdayîna rêxistinî, siyasî û
têkoşînê de destpêka hemleyeke nû îfade
dike, di heman demê de xala werçerxekê
jî îfade dike. Tasfiyeya li ser têkoşîna
demokrasî û azadiya kurd hatibû
ferzkirin bi îlana 1 Hezîranê re, bi
misogerî têk çû. 1 hezîranê ku ji hêzên
demokrasî û azadiya kurd xala werçerxê
îfade dike, ji bo dewleta tirk jî ku
aştiyeke mayînde pêk bîne û ji bo
pirsgirêka kurd çareseriyeke demokratîk
bibîne tê wateya derfet û şansekî nû. Vê
pêvajoya ku Rêber Apo nêzîkatiya wî ya
bi israr şansdayîna ji bo aştiyê, heta 1
hezîrana 2010n berdewam kiriye.
Ji 1 hezîrana 2004n heta 1 hezîran a
2010n, 6 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê
de hêzên azadiya kurd bi îlankirina
pêvajoyên mîna girbest rewşa
Bêçalakîbûnêû hwd hewl dan ji bo aştiyê
bingehek biafirînin, dîsa bi
deklerasyonên hatin weşandin nerînên xwe
yên der barê rê û rêbazên pêkhatina
aştiyê de jî ragihandin.
Beranberî van gavên ji bo aştiyê ji
aliyê hêzên azadiya kurd ve hatin avêtin,
tu nêzîkbûneke erênî ya dewletê nehate
dîtin. Şert û mercên tecrîdê yên Rêber
Apo tê de hatiye hiştin hêj girantir
kirin, nehiştin bi mehan agahî jê bê
girtin. Dîsa di pêvajoyeke wisa de Rêber
Apo hate jehrdayîn û êrîşê wî kirin. Her
wiha xwestin amadekirina parêznameyan
asteng bikin û rexşerêya ku amade kiribû
hate desteserkirin û ji raya giştî re
nehat aşkera kirin. Bi guhertina cih a
di 17 mijdarê de jî ew avêtin ala mirinê
Li Kurdistanê operasyon nehatin
rawestandin û her çû operasyon
wergeriyan xwedî taybetmendiyeke herêmî
û navneteweyî.
Bi beşdariya Tirkiye, Îran û Sûriyeyê
hevkariya dij-kurd hate avakirin û
êrîşên hevdemî û bi koordîne hatin
destpêkirin. Herî dawî li Îranê
bidarvekirinên giştî yên siyasî pêk
hatin. Bi fermana DYAê ya dîrekt li
dewletên Ewropayê li hemberî saziyên
siyasî û demokratîk ên kurd, dezgeh û
siyasetmedaran êrîş pêk hatin û
kampanyayên têkbirinê hatin meşandin.
Hat xwestin ku hêzên başûrê Kurdistanê
jî beşdarî van hêzan bikin.
Êrîşên dewletê bi van jî bi sînor neman,
helwesta hêzên azadiya kurd a ji bo
aştiyê mîna lawazî hate dîtin û hat
xwestin ku vê yekê îstîsmar bikin. Di
rewşa heyî de ji bo pêkanîna aştiyeke
mayînde û dîtina çareseriyake demokratîk
a ji bo pirsgirêka kurd atmosfera ku
hate afirandin ji aliyê dewletê ve weka
dihate xwestin nehate nirxandin. Di vê
encama heyî de rola hikûmeta AKP
diyarker e.
Di hilbijartinên mijdar a 2002an de ku
bû hikûmet û vir ve AKP pêvajo ji bo
aştî û demokrasiyê negirte dest.
Berovajî vê hewl da ku di nava
desthilatdariya dewletê de cihê xwe
misoger bike. Soz da ku bi
îstîsmarkirina ol û baweriyê ew ê karibe
têkoşîna azadiya kurd ji holê rake. Şerê
taybet ê qirêj berfireh kir û wergerande
asteke giştî. Li Kurdistanê tevkujiyeke
siyasî, civakî û çandî da meşandin.
Dikare bê gotin ku mîna şopdariyeke
cûntaya faşîst a 12�
Îlonê îmzeya xwe avête binê pêvajoyeke
ku qat bi qat dema cûntayê derbas dike.
Di encamê de di 8 salên ku AKP hikûmet e
gelê Tirkiyeyê winda kir.
Rêber Apo û hêzên azadiya kurd hem
pêvajoya piştî mijdara 2002an hem jî bi
pêvajoya 1 hezîrana 2004n re tim rewş û
pêşveçûn nirxandin. Israra xwe ya ji bo
aştî û çareseriya demokratîk a
pirsgirêka kurd tim parastin, aşkera
kirin ku tiştê bikeve ser milê wan dê bi
cih bînin û samîmîbûna xwe ya di vê
mijarê de îspat kirin. Lê belê vê yekê
bersiva xwe nedît. Tevî vê yekê jî gelek
caran bang kirin. Di rewşa heyî de jî ji
van bangan bêbersiv man.
Ev pêşketin tev bûn sedem ku Rêber Apo
destnîşan bike ku hemû gav û hewldanên
heta roja me pêk hatin bên encam man.
Destnîşan kir ku heta 31 Gulanê heger
bangên wî bê bersiv bimînin dê vekişe.
Di notên hevdîtinê yên 26 gulanê de
têkildarî mijarê helwesta xwe aşkera kir.
Ji ser 1 hezîrana 2004n re şeş sal
derbas bûn. Piştî pêvojoyeke ku bi dawî
bû wateyên nû lê hatin barkirin. Bi vî
rengî be jî Rêber Apo û hêzên demokrasî
û azadiya kurd berpirsiyariyên xwe yên
dîrokî bicih anîne.
Tevî vê yekê jî ji bo aştiyeke mayînde
bê sazkirin û pirsgirêka kurd bi rêbazên
demokratîk çareser bibe tim ji bo
muzakereyan amade ne, lê ji ber
polîtikaya tevkujiyê ya tê ferzkirin û
şerê giştî yê taybet-qirêj ew di asta ku
karin xwe biparêzin de ne û pêwîst dîtin
vê yekê îlan bikin.
Bijarka hikûmeta AKP bû sedem ku
pêvajoyeke bi vî rengî dest pê bike. Bi
rengekî xwezayî jî êdî diyar dibe ku
berpirsê pêvajoya em ketinê hikûmeta AKP
ye. Her wiha divê yên bi rastî aligirê
aştî û demokrasiyê ne jî vê rastiyê wisa
bibînin.
|