|
|
Wateya jiyanê çiye? Ev pirs her tim
hatiye pirskirin. Lê belê şiroveya wê nehatiye
kirin. Lewra ger em
bipirsin gelo rastiya jiyanê çiye? Hinekan
gotiye ya ku, li ber çava ne û hinekan jî gotiye
ya ku, nayê dîtine. Jixwe pirsa ku destpêkê
mirovan ji xwe kirî, gotin ku jiyan çiye? Ev
pirs, pêşveçûna mejiyê mirov dide diyarkirin.
Dema ku zihnê mirovan pêş ketin, pirs û bersivên
mirovan jî zêde bûn. Û di xwezayê de her tişt ji
bo mirov watedar bû û di heman demê de nav lê
hat kirin. Pirsyarên mirovan, xwe dispêra
civakbûnê. Lewra wê civakbûnê jî xwe dispêra
xwezaya mirov. Xweza jî, zanista mirov e.
Zanista mirov jî, nirxên civaka mirov e.
Gelo, em dikarin vê pirsê ji xwe bikin;
girêdana min çendî bi dîrok û civaka min ve heye?
Ji ber ku mirov aliyê xwe yê civakî nîşan dide û
derdixe pêş. Lewra, divê xwe jî baş binase… Heke
xwe nenase dê di wê gerdunê de winda bibe û wê
nebe xwediyê tu hest û nirxan. Loma her lêgerîn,
lêgerîna xweşîkbûnekê ye. Lêgerînên me lêgerînên
dayîka xwedawend a civaka xwezayî ne. Lewra
dikare hemû hestên mirov bê rûxand in lê,
xeyalên mirovan tu caran nayên hilweşand in. Ji
ber ku xweşikbûnên ku em lêdigerin xeyalên me ne.
Heke civaka xwezayî parçeyek ji xwezaya mirovê
wê demê ne, divê mirov zerarê nediyê û weke
parçeyek ji canê xwe biparêz e. Ji ber ku xweza
ciyê çêbûna mirovahiyê ye. Ya herî girîng jî ew
rast parastin û bidest girtine. Ji ber ku
xeyalên me li şûna ku me azadiya xwe lê winda
kirî de, veşartiye.
Pergala kaptalîst û desthilatdar hemû
nirxên mirovan dizî û kir malê xwe. Çanda
kaptalist a ku li ser derewan hatiye avakirin
xwe, li ser çanda dayîka xwedawend, bi awayeke
hovane birêxistin kir. Weke ku wê civak
afirandiye rûpêc danîn ser rûyê mirov an. Pirsa
ku ez kî me û ji kur hatime, di mejiyê mirovan
de tune kirin. Civak xizan û belengaz kirin,
weke lawiran hewceyî xwe kir û kirin koleyê ber
diriyê xwe. Ev rewş bi sala ne bi heman rengî
têbirêvebirin û domand in. Nirx, xiyal û
lêgerînên mirovan, bêdeng kirin û fetisand in.
Lê ne dawiya dinyayê bû. Prometes nîv xweda bû.
Ji bo mirovan agir ji xwedeyan dizî. Gelo, dema
ku agir dizî dizanibû ku dê çibê serê wî? Na.
Ji bona ne dizanî xwe, feda kir. Weke din di
rastiya îro ya Rojhilata Navîn de mînakê herî
rasteqîn û hemdem jî ronahiyek derket û ji
civaka desthilatdar re got, bes e. Ev jî zarokê
bi navê Abdula Ocelan ê ku, di 4’ê nîsana
1949’an de hatî dinyayê bû. Yên ku jiyan,
felsefe û feraseta wî ya jiyanê pejirand in, di
serî de jî jinên Kurd bûn. Civaka ku jin tune
kirî û weke amûrekê ji xwe re bikar anî, kir
zayenda herî ketî. Ev zayenda ku nirxên wê bin
pê kirîn, êdî şiyar dibû. Ew tayê ku li situyê
wê hatî pêçan qetand û tavêje. Zincîrên li dest
û lingên wê hatibûn girêdan îro, bi hêrsa dilê
xwe qut kir. Êdî ne qeyd û ne jî zincîr dikaribû
wan bigire. Riya azadiyê li pêşiya wan vebûye.
Çiya ji bo wan bû riya azadiyê. Azadiya xwe ji
dil hemêz kirin. Li dora roja ku riya azadiyê ji
wan re vekirîbû, bûn xelek. Xwe li dora Rojê bi
rêxistin kirin, bi hezaran jin berê xwe dan vê
riyê. Bi hezaran di vê riyê de çûn ser
dilovaniya xwe û bi sedan jî, ne bi gotin bi
parçeyên canê xwe bersiv dan pergala
desthilatdar. Bi hezaran jî di şopa wan de û bi
gihiştina xeyalên wan têdikoş in.
Gelo ma ne kulîlka Meletiyê Zilan, bi
parçeyên canê xwe bû bersiv. Zilan bi gotinan
şer nekir bi parçeyên canê xwe bersivda pergala
desthilatdar û paşverûtiyê. Derfetên herî baş di
destê keça Kurd de hebûn. Lê ev derfet wê têr ne
dikir. Dizanibû ku xweşikbûn û tiştên ji van
derfetan zededir hene, ew jî azadiya wê û
azadiya bi hezaran jina ne. Gelek caran tê gotin
ku, em di avê de li kevirê herî xweşîk digeriyan
lê, her kevirê xweşik ku me dîtî, me têr nedikir,
gelo çima? Ji ber ku yên ji wan xweşiktir hebû.
Ji ber vê çendê bû ku, yên di destê
kulîlka çiyan de wê têr û rehet nedikir. Ji ber
ku yên ji wan xweşîktir hebûn. Zilan bû wateya
me ya jiyanê û bû nîşana me ya azadiyê. Ger
azadiyek hebe wê di riya rê haval Zîlan de çêbe.
An jî wê qet nebe…
Silav û Rêz
|