* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


CİWAN ÇİYE?
 

 

 

Ciwan ew kese kû pêşengtiya civakê dike, kesê ku dînamîk û hertim dinava liv û lêgerînê daye. Ciwan hîmê bingehîn yê civakêye . Li hember her tiştî xwediyê refleks û rola pêşengtiya malbat û civakê ye.

Erkê ciwana çiye?

Mirov dikare wisa bîne ziman; erkê wan yê sereke ewe ku, divê xwe baş perwerde bikin diher awayi de xwedi rêxistin bin, dînamîk  û hertim dinava lêgerîn û lêkolînê de bin.

Divê li hemberî her bûyerekî bi refleksek xort û bi têgihiştinekî xort bibe bersiv.

Ciwan divê rêxistinkirî bin, xwediyê rêxistinek rast û pratîkek bin, herkes dikare wan bi hêsanî bin bixe, yanî tûne bike. Ev jî tê wateya civak jî pêre tune bibe.

Ciwan hêza civakêye, ehlaq jî stûna civakêye. Kesên ku ehlaqê civakê bi parêze ciwanin. jiber wê, divê ciwan ehlaq, çand û mejiyê xwe baş bi parêze. Ev jî bi perwerde kirina îdeolojîk ya liser fikrê Rêber APO di mejî, ruh, dil û hizrê xwe de bide cih kirinê dibe. Divê ev felsefa serokatî weke çerm û hestiyê mirov bibe.

Ciwan divê bibin xwedî  mîsyonekî ku, bi karibe rolê pêşengtiyê bike. Çawa ku Rêber APO jî dibêje ‘ Me bş ciwanan dest pê kir emê bi ciwanan serbikevin’.

Erkê ciwanan çiye?

Divê despêkê tiştê ku dikin, aliyê wan yên erênî û neyîne wê bi zanibin.

Ciwan azadîxwaze

Divê xwe perwerde bike

Divê xwedî rêxistinek xurt be

Divê mejiyê xwe li hemberî tiştên xirab bi parêze.

Divê teorî û pratîka wê xwe bi hevre pêşbixîne.

Divê bi berpirsyartî  tevbigerin.

Divê  nebe  sedemê  nakokiyan, divê  berjewendiyên  şexsi  ne hizirin.

Divê  herî  zêde  menawiyetê  biparêze.

Divê  tişta ji perwerda  îdeolojîk  ya Rêber  APO  girtî, despêkê  dinava  mejî, dil, hucre u xwîna  xwe de  bide  çandin  piştre, bide  pratikê.

Divê ciwan li xwe vegerin, êdî  çanda  takekesi  û sermayedar qebul  neke,  li hemberî  wê  çanda  welatparêzî  û çanda  tekoşînê  bide pêşxistin.

Ciwan  divê  demê de  pêwîste  di  her  aliyê  xwe de,  xwe  plan  bike û xwe  rêk bixe.

Ciwan çima bê berpirsyartî tevdigerin?

Ciwan pêwîste paşerojê bi nirxînin û pêşerojê jî avabikin. Ji ber ku civak, malbat û sîstema heyî her yek ji aliyekî ve, bandorî li ser ciwanan dike. Ev jî dibe sedem ciwan bê berpirsyartî tevgerbigerin. Malbat bingeha xwe naskirinê ye. Ciwan niha ji pirr aliyan xwe rojev dike. Ji ber kû sîstema sermayedar bi hemû hêlan ve him teknîkî, him çandî, him exlaqî û him bi hemû rêyên bişavtinê ciwanan bişavte dikin, wan ji rastiya wan dûrdixîne. Ji civakê qut dikin û nahêlin siyaset bikin. Siyaset karê pîrane û bi vî awayî pêşengtiyê ji destê ciwanan girtine. Lê belê, em dinava tevgerek wisanan dene ku, pêwîste ciwan her tim pêşengbe. Ji ber ku dema ev partî hatî avakirin, bi ciwanan destpêkir û hêjî bi agirê destê Kawa yan, bi pênûsa destê Mazlûman,  bi berxwedana zindana Amedê pêşve diçe.

Di wargeha Mexmûr de divê ciwan xwe nas bike, pêwîste ne li pey çanda rojane, takekesî, çanda kapîtalîst û çanda madî biçe. Divê di serî de maf û nirxê heyî di ferqa wan debe. Ji ber ku em bi saya van nirx û mafan hatine vê astê.

Bi kurtasî wek Rêber APO dibêje: “bila ciwan li xwe vegerin” ji ber kû mirov bi paşeroja xwe heye û bibe xwediyê jiyanek perwerde kirî be. Jiyanek bê perwerde jiyanekî bê wateye, jiyanek miriye.

 

                                                        Wesîla TEKÎN