|
|
Beşa 5
Ji Pirtûka
Parastina Gelekî
Heke weke ku tê
gotin yek ji pirsgirêkên sereke yên femînîzmê
radîkalîzm be, wê demê divê di serî de pêwendiya
xwe ji hînbûyîn, şêwaz û jiyanên raman û hestên
liberal ên kûr qut bike, şaristanî û nûjentiya
ku dijminê jinê ye ya li pişt vê dahûrîn e. Li
ser vê bingehê, divê giranî bide riyên
çareseriyê yên watedar.

Bi pêşketinên nû
re lêkolînên femînîzmê, têrkariya girîng didin
ku rastiya jinê derbikeve holê. Lê ez di vê
baweriyê de me ku, di rêjeyek mezin de ev
xebatana dibin mercên serdestiyê ya hişê zilam
de tê birêvebirin. Zêde-zêde reformîst e.
Nêzîkatiya di nava hemû ji rehbûna wê li mijarê
kirin, girîngiya jiyanî dihilgire.
Zilamê bihêz û
fêlbaz rêyeke pir bi bêbextî, gêjgerink û dirêj
a ku ji derbasbûna zilamê serdest despêkiriye û
heya yên di navendên hêza super a roja me de
bicihbûne, dişopîne. Lêkolînkirina cîwar û cihên
ku car caran eşkere carina nepenî ev zilam an jî
zilamana xwe lê vedişêrin girîng e. Wana weke
hêzeke stratejîk a hertimî ku di nava tektîk û
pêngavên (aborî, siyasî, leşkerî) civakî yên
domdar de hizirandin, wê me zêdetir nêzî zanînên
wan bike.
Mîna dizekî kete
aboriya malê ya jinê. Bi talanê qîma xwe neanî.
Ya tirsnaktir jî, jinê di bin destavêtina xwe ya
timî de ragirt û ocaxa malbatê ya pîroz
veguherand doşeka çil heramiyan. Tu carî rewşa
giyana xayînekî ku dizane çi dike neterikand. Di
van her du cîwaran de tovên berhevkirinên
sermiyana despêkê hate avêtin. Ji nêzî aboriya
malê dagirkirina malê bi xwe, ya duyemîn li
hemberî yekdestiya dewletê ya fermî û rewabûye
bi awayê yekdestiya taybet di navend an jî nêzî
bargehên çil heramiyan de cîwar girtin. Ji bo ku
ji çavdêriya civak û dewletê ditirsiya ji zû ve
bi rûye birûpoş û bidek di nava cîwarên wan de
geriya û kemîn veda. Gava ku fersend dît xwe kir
şêr û xwe avêt ser nêçîrê. Carina bi fêlbaziya
rovî nêçîra xwe girt. Mîna margîse yê li gorî
her nêvengê ji reng dayîne paşde nema. Di xalên
marjînal de xwe kir pîsporê bazirganiyê. Qada
bajar û çolterî ku şaristanî nekarî bigihîje di
bin çavnêriya wî ya xurt de bû. Di bicihbûna
xalên ku civak qelişiye de hosta ye. Rista
hevsengiyê dileyîze û dizane her du aliyan jî
bişelîne. Pir baş lê hayilbûye ku ji bazirganiya
rêya kurt kêm, ji bazirganiyên rêya dirêj ji
herî zêde qezenc bike. Qadên bikar mîna ku bi
pozê xwe bêhnê bigre naskirin û berê xwe dayin
ji rêzikên bingehîn ên pîşeya wî ne. Weke
keleştiya stratejîk a van rêyan nirxandin fêrker
e. Gava tê gotin welatê sermiyanê tuneye,
dixwazin vê rastiyê vebêjin.
Mijareke ku ez
hewldidim hertim bînim bîra xwe: hêzeke mîna
jinê, di destê zilamê ku zêde nehilberîne û
taybetmendiyekî wî yê afirîner tuneye de kete
rewşek ew qasî reben û mehkûm bû. Bersiv ji xwe
rista zorê ye. Gava ku aborî jî ji dest hate
girtin, dîltiyeke tirsnak misoger dibe. Ger tu
zarokek kur dayne ser serê wê, qasî ku hatiye
qayilkirin ku çil salî hunereke pir ketî yê mîna
jinatiyê pêkbîne, ji xwebûnê derketiye. Ji xwe
jinatiya zilamê bihêz tirsnaktir e.
Lêkolînên
biyolojîk, di nifşê mirovan de rista kok a jinê
ronî dike. Yê ku ji gewdeya esasî qutbûye ne jin
e, zilam e. Hestiyariya jinê, çavkaniya xwe zêde
ji rê derneketina diyalektîka pêkhatina gerdûnê
digre. Bi taybetî jî di heyama şaristaniyê de ku
di wûçana xwe ya herî jêr de hatî hiştin, vê
avaniya xwe heya roja me anînê de, bibandor e.
Ji hêla hişê zilam ve hertim tê xwestin ku hişê
jinê yê ku bi hestan tijiye weke ‘kêm’, weke
rewişta jinê bi xwe ye bidin der.
Piştî ku hişê
zilam (hişê ku bi hezaran dek û dolab, derew,
cinawiriya şer, çelexwarîtiya bîrdozî, bikurtî
hişê ku civak û hawirdora xwe dihilweşînê, hişê
analîtîkê ku ji bilî dengê tenekê tu dengê din
dernaxe) ê ku şaristaniyê ew kiriye cinawir vê
kiryarê ji jina ku bêyî wê nikare bijî rewa
dibîne, ma wê li civaka mirovan û hawirdora xwe
çi neke! Rawestandina vî hişî, tenê exlaq û
polîtîkaya civakî ya ku hilweşandiye di despêkê
de li cihê wê bicihkirinê, gengaz e. Ya rastî,
tenê li ser vê bingehê dikare destpêkek bê
çêkirin. Tenê ji ber sedema rista astên ku hişê
analîtîk gihîştiyê ye, girîngiya pêşxistina
pergala şaristaniya demokratîk ya li hemberî
pergala şaristaniyê careke din bi hemû
şewatkeriya xwe weke erk li pêş me rawestiya ye.
Nirxa mezin dayîna hiş esas e. Hişê civakî
rastiyek e. Civak bi xwe qada ku hiş lê gurdibe
ye. Tu wateya bêhêvîbûyînê tune ye. Dengeke din
a ku ji hemû pîrozweriyan diherike heye û dibêje:
“me hiş da we, bes ne di riya xerabî, di riya
xêrê de bi kar bînin. Wê demê her tiştê ku
pêwîstiya we pê heye bi dest bixin!”. Bi rastî
divê em vî dengî bigrîn û fêm bikin. Dengê
wijdan ku jê re tê gotin rastbîniya (=aqlî
selîmtî) civakê jî, dengê exlaqî yê civakê ku
dest jê naye berdan jî vê dibêje. Hunera azadiyê
ya ku jê re tê gotin ‘polîtîkaya civakî’ dengê
ku dixwazê pêdiviya bihîstîna wê bicihbîne jî vê
dibêje. Xebatên civaka demokratîk kirdariya vî
dengî ye. Pergala şaristaniya demokratîk teoriya
vî dengî ye.
Pirsgirêka jinê,
encama çanda destavêtinê ya pênc hezar saliye.
Ez hê jî li vir gava ku vê mijarê lêkolîndikim û
dixwînim dikevim tirsnakê. Jinan di rewşeke ku
hê jî ev pirsgirêk fêmnekirine û çaresernekirine
de ne. Divê jin pirsgirêka xwe fêmbikin û
çareser bikin. Hûn ê li zayenda xwe hayilbin û
hûn ê xwe nasbikin.
|