|
|
RUBAR PÎRAN
Cemaeta Fetullah Gulen di
çarçuva pîlan û li hevkirina ergenekona tirk û
giladiyo ya NATO yê de hatiye damezirandin.
Fetullah Gulen tê gotin ku esle xwe Kurd’ e û
demekê li berdestê SEÎDÊ Kurdî li medresan ders
dîtiye.
Tê zanîn ku Seîdê Norşînî
ji ber oldarek rast û nîştiman perwer bû û di
çarçuva dînde mafê gelê Kurd di anî ziman û di
parast, ji ber vê helwesta wî ya netewî û oldarî,
tiştek nema ku dewleta tirk bi serê Seîdê Kurdî
ne anî.
Piştî ewqas koçberî, girtin
û îşkince kirin, Seîdê Kurdî ji qehir, kul, zexit
û zora ku dewletê lê kiribû jiyana xwe ji desda,
ji bo qebra wî nebe weke ziyaret û gelê Kurd
neçê serdana wê zîyaret gehê, dewleta tirk
cenazê Seîdê Kurdî, ji malbat, nas dostên wî
stand û bi dizî li deverek ku heta niha ji
nehatiye zanîn veşartin yan ji hatiye avêtin.
Fetullah Gulen weke ku
xwe şopdarê Seîdê Kurdî dide nîşan û gotinek ya
xwe de dibêje; ‘‘ji berku mirovek zanabû min
dixwast ez tişta ji wî fêrbibim, dema her kes
diçû destê wî maç dikir lê min tucara destê wî
maç nekir, ji berku min qet ji wî hezne dikir.’’
Başe dema Fatullah Gulen
vê tiştê dibêje, dixwaze çi peyamê bide û
pêwîste em weke Kurd û oldar vê çawa fêmbikin.
Ya yekem tê diyarkirin ku, ka Fetullah û cemaeta
xwe çiqas bi kuranî dijmin û dijberê Seîdê
Kurdîne, ya duyemîn ji, Fetullah Gulen di vê
gotina xwede dide xwûyakirin ku, ka çiqas bi her
şêweyî dijminê Kurd û Kurdistane û bi her awayî
dijminê hebûn û mafê gelê Kurd e.
Ya sêyem jî cemaeta
Fetullah, dîndarên sextekarin, dijberê ola
îslamêne û tenê wê weke gotin bi kartînin, ji bo
armanç û daxwazên xwe xelkê dixapînin.
Ger ev tiştên ku me li
ser Kurd û ola îslamê gotine ne rast bûna, wê
Fatullah û cemaeta xwe ew qasî dijminatiya Seîdê
Kurdî ne dikir. Ji berku Seîdê Kurdî, qasî ku
oldarek rast û paqij bû, ewqas jî nîştîman
perwerek bû. Di bin her şert û mercade mafê gelê
Kurd yê civakî û siyasî di parast.
Ji ber wê jî F.Gulenê ku
niha dilxwede dibêje ez şopdarê Seîdê Norşînî
me, xwe û cemaeta xwe weke dîndarên rastî dide
nîşan û carna jî pir bi sextekarî bêji, behsa
Kurd û hebûna kurd dike. Her wisa li herdevera
cîhanê dibistan û zanko yên ku vekirine,
perwerdê di dibistan û zanko yên zimanê wê
civakê û çend zimanê din perwerdê didin
xwendekarên xwe, ev cemaeta F. Gulen; dibistan û
zanko yê li herêma Kurdistan ê vekiriye, ziman ê
kurdî nasnakin û perwerdê bi zimanê kurdî nadin
xwendekaran. Hetali hemû dibistan, zanko û cihên
wan yên xwendekar lê dimînin axaftina bi kurdî
qedexeye, kesek baxivê ji lêdanek gelek xirap
lê dikin û ji nav xwe di avêjin. Ji berku ewqas
dijminê hebûna kurdin ku debara wan nayê ku
gotinek kurdî ji bibihîzin.
Yadin ji Gulen ê ku xwe û
cemaeta xwe parazvanê ola îslamê dide nîşan, li
Emerîka alyê parêzgeha(eyaleta) pensilvanya yê
rûniştiye û ola îlamê li gorî berjewendî û
daxwaza Emerîka yê di parêze. Ger parazvanek
rast yê ola îslamê ye çima ne li welatek yê
civaka wê îslamê namîne? Lê li welatek yê ku
niha ji bo têkbirina îslama rastî hertiştî dike
dimîne? di virade tê diyarkirin ku çiqas oldarek
sexteye û ola îslamê ji bo armanç û daxwazên
ketxwarên cîhanî bi kartîne, çawe dibe ku cemaet
û F Gulan ê evqas dijminê kurd û îslamê bin û
bêjin em li ser şopa Seîdê Kurdî ne.
Ji bo Gulen û cemaeta wî
dibe, ji berku cemaetê F Gulen bi vê sextekariya
xwe ji nemaye, ewqas dijmintîyek kur, bê pîvan û
bê ehlaq dikin ku mînaka wê tu deverê cîhanê
tuneye. Yêk ji van mînaka ewe ku hemû gotinên ku
di pirtûkên Seîdê Kurdî li ser Kurd û Kurdistan
û rastiya îslamê hene, lê gohartine, li şuna wan
gotin û hevûkan tiştên pir cûda nivîsîne, bi vî
awayî ew pirtûk ji nûve çapkirîne û li oldarên
îslamî û bi teybetî ji li gelê kurd, bi navê
Seîdê Norşînî hatîye belavkerîn. Vî karê xwe yê
sexte jî di bin navê heskirin û şopandina Seîdê
Kurdî de dike. Bê guman ger kesek pirtûkên Seîdê
Kurdî yên resen ne xwandibin, yan ji nexwînê
nizane ku evê cemaetê ev pirtûk çawa bi bêbextî
û bi dijminane gohartiye. Bi vê xiyaneta xwe ya
li himberê Seîdê Kurdî dike, dixwaze bi vê yêkê
daxwazên xwe yên xirap bi civaka û bi teybetî jî
bi civaka kurd bide pejirandin.
ji berwê jî fikir û ramanên
kesayetên kurd, yên ku di nav civaka kurd de tên
naskirin û hezkirin, berevajî dikin û pêşkêşî
civakê dikin.
Bê guman ev cemaet ne tenê
di mijara Seîdê Kurdî de rastiya berevajî dike,
di hemû mijarên de armanca wan berevajî kirina
rastiyane. Mînak dibêjin mala hezkirinê û
zarokên kurd yên ku dewletê bi zext û zora xwe
ew perîşan kirine, digirin wan mala û
bişavtinêre derbas dikin û dikin tirkek wisa ku
dijminatiya eslê xwe bike, di encamê de
kesayetên bê esîl û bê ehlaq derdixini holê.
Dîsa li gelek welatên cîhanê, qaşo zankoyên vê
çeteya Fetullah hene, ev zanko ji bo belavkirin
û pêşxistina pan tırkîzmê bi kartînê, di wan
qaşo zankoyan de jî, ne zanist û zanînê dide
xwandekaran. Despêkê xwandekarên feqîr, bi
teybetî jî yên kurd di bin navê bors de, pere û
derfetan didin wan, piştî demekê wan şagirtan
weke dîlên destê xwe dibînin û dixwazin her yek
wan weke qadroyek yê cemaetê bi kar bînin, yên
ku piştî demekê bi vêyêkê di hesên, dixwazin
derbikevin jî, lê şert û mercên wisa datînin
pêşiya wan ku qet nikarin xwe bi hêsayî ji wê
çete yê rizgarbikin. Ji berku di despêkê de
peymanê bi wan didin îmzakirin, ew kes jî
dizanin ku ev zankoyek asayî ye û wê xwandina
xwe bidomînin, lê nizanin ku ew cihê perwerda
qadro çêkirina cemaetê ye û zankoya ku tirken
spî çêdike(kesen ku ji netewên din bûne tirk) û
pantirkîzmê li cîhanê didin belavkirin.
Pantirkîzim jî armanca xwe ewe ku her kesî bike
tirk û deshilat, çanda tirkîtiya spî(tirken
sexte) li cîhanê serdest bike, yêk jî xebata vê
çeteya Fetullah gulen ya herî bingehîn jî eve,
jî bû bigihêji vê armanca xwe, li ser du beşan
dileyîze, yêk ola îslamê ye, ya din ji têkbirin
û tûnekirina gelê kurde. Ji berçi van herdu
beşan dike armanç, ji ber sedema ku dewleta tirk
û dewletên yekgirtî a Emerîka li hevkirin û ev
çete damezirandin, ji bo dewleta tirk milê herî
girîng, tûnekirin û têkbirina gelê kurde, her
wisa bilavkirina pantirkîzmê ye, ya duyem ji bi
karanîna ola îslamê ye. Emerîka jî bi vê cemaetê,
hem îslama ji derveyî kontrola wê maye bê bandur
bike û kedî bike, hem jî bi rêya vê çeteyê xwe
li asya navîn bi cihbike û destê xwe bavêji nava
Rusiya û Çînê. Li ser vî bingehî Emerîka bi deh
milyaran dolar derfetên madî pêşkêşî vê çeteyê
kirine. Dewleta tirk, ya ku di salên 80 de ji
aliyê faşîzma Kenen Evren ve dihat meşandin, wan
derfetên xwe rêxistin kirin û bi destxistina
endaman wê bidaya vê çeteyê. Bê goman ev derfet
bi teybetî ji li kurdistanê ji vê çeteyê re
hatine dayîn, ji bo dewleta tirk hevkariya xwe
ya bi çeteya Fetullah gulen re veşêrê û vê
cemaetê bi civaka dijî û sîstema tirkiye yê bide
heskirin û bawerkirin, ev çeta ku di bin navê
Fetullah gulen de hatiye avakirin. Li tirkiyê
weke qedexeye û li dijî dewleta tirke, dadgehên
sexte, biryarên derew dan û propaganda kirin ku
Gulen û çetê xwe li dijî dewleta tirk û tirk
bûnêye. Bi van derewên xwe, xwastin vê çete yê
bi civakê û bi teybetî jî bi civaka kurd bidin
hezkirin, ji berku ev dihat zanîn ku kes,
rêxistin û cemaetên dijî vê pergalêbin, gelê
kurd bi çavek erênî lêdinêri, jiber wê yekê jî,
vê cemaetê xwe weke dijî vê pergalê û derveyî vê
pergala dewleta tirk xwest bide diyarkirin, ji
alyê dinve jî derfetên pir mezin yên madî di des
wande hebûn, bi vî awahî xwe di nav civaka tirk
û kurd de heta asteki bi cihkirin. Dema ku El
qayîde li Afganîstanê ji bo dijî Artêşa Rusa
şerbike hatibû amadekirin, ev çeta F gulen jî di
wê demê de dihat amadekirin, ev çeta gulen jî,
hat amadekirin ku ji bo cihên cûda û bi rêbazên
cûdatir xizmetê ji siyaseta Emerîkayê re bike.
Emerîkayê jî dixwest bi vê cemaetê bandora Rusa
ya li ser Asya Navîn bişkînê û siyaseta xwe li
Asya Navîn bi cih bike, piştî wê jî bi rêka vê
cemaetê deste xwe bavêji kêmnetewên ku îslamîne
û di nav federasyona Rusya yê de dijîn, rêxistin
bikin û li dijî dewleta Rusa rakin, bi vî awahî
Rusya yê li gorî xwe bê bandor bike. Ji alyê din
ve jî kêmnetewên îslamî yên dinav komara Çînê de
hene,rêxistinbike û vana jî li himber dewleta
Çînê bi karbînê, bi vî awayî herdû dewletên ku
bandora wan li ser cîhan û bi teybetî ji li ser
Asya Navîn heye, bê bandor bike û siyaseta xwe
li wê herêma ku xwedî dewlemendiyêk zêde ya gaza
xwezayî ye dixwazê xwe serwer bike û bixê bin
deshilatiya xwe.
Ji ber vê yêkê ye ku
federasyona Rusya yê hemû kar û xebatên vê
cemaetê qedexe kirin û pirtûkên Seîdê Kurdî yên
ku naveroka wan li gorî xwe goharti bûn qedexe
kirin. Di encama têkoşîna gelê kurd de, pergala
tirkiyê ya li ser tunehesibandina kurd hati bû
avakirin, hêdî rizyabû û têkçûnek mezin dijiya,
yan wê şûna wê pergalê, pergalek azad û
demokratîk bihatiba damezirandin, yan ji wê
pergala kevin bi rengê cûda bihatiba reng kirin,
ev rengê ku nû li ser pergala kevin hatiye
xistin, wê rengê kesk bûya, temsîla vê îmaja nû
ji AKP’e ya ku Erdogan serkêşiya wê dike wê
bikira.
Bê goman her çiqas navê vê
hikûmetê, hûkmeta ‘akp’ ê bejî û navê serok
wezîrê wê jî Erdogan be, lê em baş dizanin ku yê
vê hikûmetê bi rêvedibin, Fetullah gulen û çetê
wêne. Bi vê çetetiya xwe ji, bi girtina
siyasetmedar, şaredar û wekîlên gelê kurd didin
girtin, bi hêcetin cûda û derew nîvê şevê
çeteyên xwe yê polîs ajotin ser mal û saziyên
kurda û her kesê ku bikevê pêşya wan digirin û
bê dadgeh bi salan diavêjin zîndanan. Ev ji dide
xwiya kirin ku ev çeta ku bi peymana tirk û
Emerîkayê hatibû damezirandin çawa li tirkiyê
bûye serdest, dewletên yekgirtî yên Emerîka jî
dixwazê, yan ji wisa dide nîşan ku di kesayeta
T. erdogan de, ji bo goharînên ku di cihana Ereb
de dibin bikin nimûne. Çawa ku salên 2000 ê bi
serkêşiya Erdogan, bi navê ‘AKP’ ê pêşî li azadî
û demokratîkbûyîna tirkiyê girtin, vêcarê ji
dixwazin bi vî rengî pêşî li şoreşên civakî yên
gelên Ereb bigirin û vê goharînê li gorî
berjewendi yên xwe araste û encam bikin. Lê ev
hêdî misogere ku maske vê çeteyê ji aliyê
tevgera kurd û gelê kurd ve hatiye xistin û hêdî
hemû derew û sextekariyên wê di kesayeta
Erdogan û gulen de derketiye holê. Çawa ku yê
Bînladîn û Elkayîde derxistin û bi karanîn,
piştî ku kare xwe pêqedandin, yan jî dema ku
hêdî kêrî kare wan nehat, ew weke terorîstên
herî mezin û xeter bi navkirin û li dijî wan
şerkirin, encama ku ev çeta gulen jî biçê wê ji
vê cûdatir nebe. Çawa ku li Afganîstanê hikûmet
Telîban bû, lê gotin ya Elqayîdê bû, li tirkiyê
jî hikûmet ‘Akp’ ye lê gotin proje yê cemaeta F
gulen e. Emerîka jî, ji rewşa BînLadîn
pêzanîn(tecrûbe) girtine, ewan Bînladîn avêtin
Afganîstanê û gotin ji mere xizmet bike, lê
dîtin ku ji însiyatîfa wan derket û heta astek
ji wanre bû bela, ji bo ku ev di çeta Fetullah
gulen de dûbare nebe, Emerîka ew li pensîlvanya
yê dîl girtiye û rojane di bin destê wandeye û
ji wî hesabê deh milyara dolar dixwazin û jêre
dibêjin ‘‘ka te bedêla deh milyaran dolar çi
xizmet kiriye û tuyê çi xizmet bikî’? ji ber wê
jî ew niha dîl û xulamê ber destê modernîta
kaptalîst e, ji wira jî fetwa li ser fetwa yê
dide çetên xwe yên ku Erdogan serkêşiya wan dike
û dibêji kurda û misilmanên rastîn qir bikin. Ji
berku kesayetek bê esle, van fetwa û daxwazên
xwe jî, bi rih û nefretek mezin dike û bi vî
rengi xulamtiya xwe, ji modernîta kaptalîst re
peyt dike.
|