|
|
Berivan HEREKOL
Dewlata
dagirker û hikûmeta faşizan, dîsa li ser karin û
bi awayek hovane bê ehleq, vêcarê êrîşê li ser
çapemeniya azad dike û dixwazê dengê gelin
mazlum û azadî xwez qûd bike. Di dîrokê de
pergala serdest û dagirker ji bo temenê xwe
dêrêj bike hertim hewldaye ku dengê gelin mazlum
û azadî xwaz qûd bike. Bi vî awahi ji raya
giştî a cîhan ê, êrîşên faşîzan û hovane,
îşkencê dij mirovî, bê ehleq û bê hiqûqi yên li
ser gelê Kurd dide meşandin ji bo veşêrê çi ji
destan tê dixê meriyetê. Tevgera azadiya gelê
Kurd ev 34 salin têkoşîna mafdar a azadî yê bê
navber dide. Bi bedêlin gelek giran heta roja
meya îro anî. Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe
yê hovane û faşîzan de tu sînoran nasnake,
kal,jin û zaroka dike hedefa êrîşin xwe yê dij
mirovî. Dewleta tirk xwedî dîrokek tarî yê û ji
bo vê tarîtiya xwe veşêrê her carê cihek xwe
pîne dike û hedî tu cihek wê bê pîne nemaye.
Gelo dîrokê de ma hindik qatlîam aniye serê Kurd
û kêm netewindin, rû yê xweyê qirêj û destin
xweyê bi xwîna milyona mirovan de wê çawa bikarê
paqij bike. Bêgoman cewhera dewletin
desthilatdar de înkar kirina gelan heye, çiqas
tûne bi hesibêne ew qas temenê xwe dikarê dirêj
bike. Gelê Kurd, ji qiraxê tune bûnê xwe rizgar
kir û ji xweliya xwe ji nûve xwe afirand, bi
hezaran caran rû bi rûyê êrîşên gelek xirap û
kirêt hatiye, lê tucaran li himber êrîşin
dagirkeran serî netewandiye. Tevgera azadî yê û
gelê Kurd li himber her cûrê êrîşên pêş ketine
bûye xwedî seknek bi rumet û berxwedêr. Bi
hezaran gond hatin şewitandin, bi hezaran
rewşenbîr û siyasetmedar’ê Kurd bê pirs û îfade
qetilkirin. Zaroka 12 de salî, 13 de gule
berdan bedena wê ya biçûk, bi hezaran zarokên
kurd bi awayek hovane û fajîzan qetil kir, her
wisa bi hezaran jî ji mirinê xerabtir li wan
hatin kirin. Di her bûstek axa kurdîstan ê de
gorin komî hene. Ev êrîşên dij mirovî, polîtika
yên qirkirin û tune kirina gelê Kurd ya eşkere
dike û raya giştîre radigihêne bêgoman
çapemeniya azad a gelê Kurd e. Gelek caran ji bo
tune kirina netewa kurd konseptên nû amede kirin,
lê çapemeniya azad a gelê kurd her carê van
leystuken qirêş û êrîşên faşîzan a hikûmeta
akp’e eşkere kirye û nehiştiye bigihejê armanca
xwe. Ji ber vê sedemê ye ku bi awayek hovane û
çav sorî êrîşê rojnamevanê kurd dike. Dewleta
dagirker û hikûmeta akp a faşîzan di vê pêvajo
yê de, şerê teybet û şerê pskolojik bi riya
çapemenî ya xwe, li ser tevgera azadiyê û gelê
Kurd bi awayek bê sînor dide meşandin.
Çapemeniya alîgir û derewker, nûçeyin bê bingeh
di weşêne û fermanê girtina
rewşenbîr,siyasetmedar û çapemeniya azad dide.
Ev qas êrîşa hovane û bê hiqûqî ger li ser
çapemeniya Kurd dike, tirs û bêçaretiya hikûmeta
faşîzan a akp dide diyar kirin. Çapemeniya azad
xwedî mîrasek bihêz û qedîmê, her wiha xwe
dispêre gelin mazlum. Ji bo bibe denge gelin
azadî xwaz gelek bedelin giran daye û vê riyê de
gelek cangorî daye. Lê tucaran gav paşte ne
avêtiye, yek çûbê şûna wê hezaran dagirtiye. Ji
berku hêza xwe, bîr û baweriya xwe ji gelin
azadî xwez digre. Gelo li himber vê êrîşa
faşîzan çima, çapemeni ya ji xwere dibêje
demokrat û bê alîgirim, bêdeng dimîne? Ango
bêdengi gelo nayê wateya piştgirî dayina van
êrîşin çav sorane. Êrîş û binçav kirina
rojnamevanan tê wate ya raman’in azad û
ragahandina azad dixwazin dîl bigrin. Çapemeniya
li tirki yê bi teybet rojnama ZAMAN, STAR, AKŞAM,
HÛRİYET, ŞAFAK Û h.w.d ji xwe bûye dufkê
Fetullah gulen û bîstûçar saetan, di bin emir û
nêrinin wêde amede ye, bi yek fermana Fetullah
gulen hemû çapemenî û qanalin tv. li ber
amadeye, bi yek dengi bêku rûyê wan sor bibe
dikevin dinava pêşbaziyek kirêt û nûçeyin deraw
û bê bingeh pêşkêşî gelê tirk û Kurd dike. Bi
girtina rojnamevanê Kurd, hikûmeta akp dixwazê
gelê kurd ji mafê ragahandinê azad bê par bimîne.
Lê hikûmeta akp tiştek ji bîr dike ku gelê Kurd
ne Kurd ê berêye, bi qirkirina siyasî, çandî,
civaki û leşkerî wê hêza rejîma faşîst têre nekê
ku vîna gelê kurd bişkine û tucaran wê nekarê ev
gelê ku rabûye li ser piyan, di her şert û
mercan de ji bo azadi ya xwe têdikoşê, dîl bigre.
Her ku êrîşin faşîzan pêş dikevê gelê kurd hîn
zêdetir bihêz dibe, bi coş û bi wêrekiyek mezin
tevgera xwe, siyasetvanin xwe û tevahî saziyîn
xwe xwedî derdikevê. Çawa ku demin derbaz bûyî
ji bo ziman, çand û raman bedelin giran hate
dayîn, îro jî, ji bo xweseriya demokratîk jiyanî
bibe çi ji destê gelê kurd werê na, jî vê
zêdetir û bi tevahî hêza xwe li himber êrîşa top
yekun wê berxwedan û têkoşînek top yekun bide
destpêkirin. Gelê Kurd ji her demek zêdetir
xwedî vê hêzê û bîr baweriyê ye.
Li Welat, derveyî welat hemû Ciwanin Kurd endamê
çapemeniya azade, ango rojnamevane û nûçe gîhane.
Li himber girtin û binçav kirina rojnamevan û
nêçegîhanê kurd,bersiva herî bi wate û giring jî
dayikin Aşîtiyê hat. Em bênin bîraxwe dayîkin
Aşîtiyê jî raya gîşti û hikûmeta Erdoğan re çi
gotibû? Dayîkin meyê jîr, fidakar û wêrek gotin
ku; ‘‘ger bê xwestin emê rejin Qamêra û dîmenê
êrîşin hikûmeta ‘akp’ a diş mirovî bikşînin, her
wiha rûyê wê ya qirêş û faşîzan raya giştîrê
ragihînin.’’ Ciwanin Kurd mînakê herî baş
pêwiste jî dayîkin Aşîtiyê bigrin û van êrîşin
çavsorîre bersiva herî xurt û bihêz bê ku dereng
bimîne, rojek jî rojek zûtir pêwiste bide
hikûmeta faşîzan a akp’e.
|