|
|
BEŞA-I-
Çanda Gelê Kurd
ya Gund û Çandiniyê, Etnîsîte û Eşîretgeriyê;
Kurd wek gelekî
herî kevin ê dîroka civakî, di her aliyekî de
mîrateyên mezin ji mirovahiyê re afirandiye .
Pêşketina civakî di encama ceribandin û
tecrûbeyên ku bi keda gelan hatiye bidestxistin,
kom bûye, hatiye asteke çandî û mirov fêrbûne ku
xwe bidin jiyandin. Pêvajoya dîrokî a ji
Neolîtîk re dayiktî kiriye û şoreşa Neolîtîkê di
erdnigariya Mezopotamyayê de destpêkiriye. Di
cewher de şoreşa Neolîtîkê şoreşa çandinî ye.
Serdemeke mîna Ronesansa di Ewrûpa de pêkhatiye
û şoreşa sanayî, di Mezopotamyayê de weke şoreşa
Neolîtîk, Ronesans û şoreşa çandiniyê a yekemîn
hatiye jiyankirin.
Civaka xwezayî
ku weke reaksyonekî li hemberî dema ziwabûnê,
piştî dema cemedê ya dawî û di derdora salên BZ.
11 hezar salan de ku tê texmînkirin jiya ye. Tê
fêm kirin ku li rêzeçiyayên Toros-Zagrosan de
destpêkiriye.
Di kolandinên li
kêleka çemê Xalana Batmanê, çemê Kotê û di gelek
girên ax ên Rihayê de ew jêmayên Neolîtîkê
hatine dîtin û me dibe dîroka 11 hezar sal BZ'
ê. Hemû dîrokzan hemfikrin ku şoreşa herî mezin
a dîrokê derbasbûna ber bi vê jiyana neştî ye.
Komcivakên gerok ên paleolîtîkê ku ji 20-30 kesî
pêkdihatin ev forma civatî bi hezar salan
berdewam kiriye. Lê pey xwe kêm şop hiştine û
kapasîte û çanda wan pir lewaz bûye, ji
taybetmendiyên bilezkirina dîrokê jî dûr bûne.
Derbasbûna jiyana nîşte, ango şoreşa çandinî û
xwedîkirina ajalan, di bilezkirina çerxa dîrokê
de serdema herî bi berhem pêktîne. Bêguman ev
rol, jêdera xwe ji bidawîkirina karîgeriya bi
hezar salan a yeknesak (tekduze) digire. Dîrok
ji vê ya şûn de derketineke xurt dike. B.Z ber
bi 6 hezar salî ve çanda neolîtîkê bi awayekî
belavkirî di vê herêmê de sazî dibe. Yek ji
mînakên serketî yên hatine keşfkirin ji ber cihê
bicihbûna Tel Xelaf e, ji vê demê re serdema Tel
Xelaf tê gotin. Ev çanda ku ji Rojhilatê
Behraspî dirêjî heta Zagrosan dibe û hîn zêdetir
jî weke Mezopotamya tê binavkirin, kûr bûye. Di
qadeke berfireh de hevşibînî pêşkêş dike û
kêm-zêde heta B.Z çar hezar salan roleke sereke
dilîze û di berfirehiya cîhanê de reseniyekê
temsîl dike. Di vê dema du hezar salî de ew
teknolojî û agahiyên di wê demê de hatine
çêkirin, encax PZ. di Sedsala 16. şûnde li
Ewrûpayê hatiye pêşxistin û bi vê re dikare bê
qiyaskirin. Tê dîtin ku gava herî bi kok a
mirovahiyê û hemû dahênanên şaristaniyê ji aliyê
çanda vê qadê ve hatiye afirandin. Dikare weke
serdema zêrîn a yekemîn ya dîrokê bê nirxandin.
Serdema
Neolîtîkê, di aliyê wext û berfirehî ve serdema
herî bingehîn a çêkera ruh û zihniyeta
mirovahiyê ye. Qalibên yekemîn ên fikrandinê,
bilindbûna ruhî, agahîbûn, rêvebirin, bîrdariya
bûyîna civak, têgîna xwedawend, hêmanên bîrdozî
ên bingehîn bi vê serdemê re pêşketinên girîng
têkuz dikin. Di dîroka mirovahiyê de çêkera
jorîn a bîrdozî taybetmendiyên xwe yên dayiktî
ango bingehîn di mercên civaka Neolîtîk de
bidesxistine. Mîna zarokek destpê meşê bike û
biaxive, wateyekî xwe heye. Di aliyê din de
cûmkerî (dokumacılık-çêkirina cil û berg, rêsîn,
tevn û hwd) li xwe kirin, bi destarê ar û dahn
hûrandin, di qurûqaf (çanak çomlek) de xwarin
çêkirin û veşartin, bi şikandina kevir û
kerpîçan re mal çêkirin, saziyên madî ên
bingehîn berhema vê pêvajoyê ne. Nebatên ku îro
tên bikaranîn û qismeke mezin ê lawiran dîsa di
vê serdemê de hatine çandin û hatine kedî kirin.
Teraşkirin û ji kevirê sifir, bivir, lenger,
qûsik (saban), teker û parxêl, dahênanên
bingehîn ên vê demê ne. Weke hîm ne tenê serdema
dergûşê ya mirovahiyê, qonaxa destpêkê ya
zaroktî û ciwaniyê jî pêktîne. Hemû têgînên
bingehîn ên ol û mîtolojiyê jêdera xwe ji vê
serdemê girtine. Pêşketina yekem car civak ji
cîhana lawiran cihê kir, ji aliyê mirovan ve
weke rewşeke awarte û mucîzeyî hatiye fêm kirin.
Ol û mîtolojî, di rastiyê de weke teyîsîna
zihniyeta pêşketina şoreşane a mezin ya civakê
dibe nasname jê re. Raveya felsefî û zanistî
çawa ji bo zarokan şêwazê ramaneke zû be, ji bo
mirovahiya wê demê jî encax di asta pêşxistina
ramana mîtolojîk û olî de dikare pêşbikeve. Di
şêweyê civakên beriya vêya de li rastê
nasnameyeke bîrdozî a di vê alî de nehatiye;
dibe ku derfet ji gihiştina têgînên pîroz ên pir
bi sînor re hatiye dayîn. Şoreşa çandin û
kedîkirina lawiran riya ol û mîtolojiyê heta
dawiyê vedike û zemînê wê ya madî çêdike.
Di vê cûreya
civakê de li rastê siyaseta hoveber (prîmîtîf),
kakilê wê yê seretayî ango yê destpêkê jî tên.
Civaka ku gihiştiye mezinahiya çend qebîleyan,
rû be rûyê pirsgirêka rêveberiyê dimînin. Kesên
di nava qebîleyê de herî xwedî ceribandin ango
tecrûbe û pêşketinê çêdikin bi awayeke xwezayî
dibin pêşeng, di vê bingehê de di şêwazê şaman û
efsûnkarî de çûyîna dabeşînekî çêdibe. Pêşengiya
polîtîk û arîşen ango manewî cihêbûna xwe ya
yekemîn di van mercan de digire. Ji ber ku
şoreşa çandinî û xwedîkirina heywanan bi giranî
di derdora jinê de teşe digire, demeke dirêj
taybetmendiyên civaka dayiksalarî serwer e.
(didome)
|