|
|
Mazlûm
Dogan ji aliyê kurdan ve wek Kawayê Hemdem tê
nasîn roja 30’ê îlona 1979’an li navçeya
Wêranşarê ya Rihayê hat girtin. Mazlûm Doxan di
pêvajoyê girtîgehê de tiştên jiyabû nivîsandine
û ragihandine. Mazlûm Doxan bîranînên xwe yên di
dema girtinê de vedibêje.Yek ji pêşengê Tevgera
Azadiya Kurd, Mazlûm Doxan, ku ji aliyê gelê
kurd ve wek Kawayê Hemdem tê nasîn, di girtîgeha
Amedê der barê îşkence û pêkanînên li girtîgehê
de gelek bîranîn nivîsandiye. Mazlûm Doxan
girtina xwe wiha digire pênûsê “Em der dora saet
8-9’ê şevê de hatin girtin. Ekîba em girtibûn
bûyer wekî jinrevandinê fêm kiribû û biryar da
bûn ku me radestî cendirmeyan bikin. Li ser
Yildirim nasmameyeke bi navê Alî Ozer hatiye
çêkirin derket. Polîs ji ber vê nasnameyê kete
gumanê û li dewsa ku me tev radestî cendirmeyan
bikin, birin qereqola polîsan. Li qereqolê
nasnameya min û ajokar jî girtin, Yildirim û
Aysel birin hundir. Piştî 15-20 xulekan em jî ji
wesayîtê derxistin û birin beşeke din a qereqolê.
Komîserekî trafîkê ji min pirsî. Li ser hevalê
me nasnameyeke sexte derketibû. Her wiha hevala
jin jî zewicî bû. Got: ‘Ji bo vê yekê çi dibêjî?’
Di destpêkê ji bo ku ez bikaribim wan îkna bikim
hin hewldanên min çêbûn. Min got: ‘Ez wan nas
nakim.’ Li ser min jî nasnameyek bi navê Îbrahîm
Şenol hebû. Fêm kiribûn ku nasnameya min jî
sexte ye... Ez, ajokar,Yildirim û Aysel anîn ba
hev û agahî dan şubeyê ku em girtine.
Pîştî me anîn
dîsa wesayîta me vekolan. Hin dokuman bi dest
xistin. Li Alî Ozer (Yildirim) 15 hezar TL, li
ser ajokar 3 hezar DM, li ser min jî 800 TL pere
hebû. Markên ajokar xwarin. Ji 15 hezar TL’eyên
Alî Ozer girtîname amade kir. Dest bi dijûnan
kirin. Di vê navberê de polîsên sivîl li odeyekê
li ser belgeyên siyasî lêkolîn dikirin. Polîsên
din jî destê xwe li ser me nerm dikir.
Pêvajoya
Binçavkirinê
Piştî li vir
dilê xwe li me ‘hênik’ kir her yek ji me birin
qereqolekî. Ez birim Qereqola Çarşiyê. Heta 2’yê
cotmehê ez li vir hatim girtin. Di vê navberê de
bi qasî 2-3 saetan derfetê min ê razanê çêbû.
Saet di 14.00’ê polîsên siyasî ez birim Tugaya
Rihayê. Dera ku ez radestî kiribûm, qismê
muhabereyê bû. Piştre Alî, Bekîr û Aysel jî anîn.
Her yek ji me birin odeyekê. Li ser deriyên me
nobedar danîn û axaftin û îşaretdayîna me
qedexekirin. Demek şûnde ez û Bekîr birin
odeyekî. Pişta me dan hevûdu, ji ber ku axaftina
me bi hev re qedexebû. Ligel vê yekê min îfadeyê
xwe yê destpêkê bi îşaretan amade kir. Destpêka
evarê îfadeyên Alî hate girtin. Demek şûn de
serbazê ku îfadeyên wî digirtin derket derve û
min bihîst ku navê Kadîr Merkît bang kir. Tiştê
ku min fêm kirî Alî Ozerê ku nasnameya sexte li
ser min ev bû. Dema em hatine girtin hevala ku
navê wê Ayşe bû, Aysel bû. Herduyan jî digotin
‘em ji Dêrsim û Çewlîkê hatine’. Min Yildirimê
ku gotibû navê min Kadîr Merkît e, nas dikir. Lê
min cara yekem bû ajoker û Aysel dîtibû. Piştre
doz gihîşt min. Ji min re gotin; ‘bûyerê vebêje’.
Min got, Ozer û Ayselê nas nakim. Min got; ‘Ji
Wêranşarê ji bo ku ez kar ji xwe re peyde bikim
çûm Serêkaniyê û piştre jî hatim Rihayê. Min got
ku: ‘Ajoker, Aysel û Alî min di rê de dîtine’.
Îfayên min de nota nehatin girtin, nehatin
notkirin. Min îfadeyek jî îmze nekir. Piştî min
jî îfadeyên ajoker hat girtin. Heta îfadeyên wî
hatine girtin, çavên me hersîyan hatin girêdan.
Di demek şûn ve jî me li siwarî erebeya
girtîgehê kirin û birin girtîgehê. Odeyeke
girtîgehê ji bo me valakirin. Lembe vekirî
hiştin. Lembeya odeyê diviyabû nehatiba
vemirandin.
Anîna Ji Bo
Amedê…
Roja paştir saet
di 9.00’ê de em li wesayîtekê siwarkirin û anîn
Amedê. Leşkerên ku bi me re bûn di navbera xwe
de dijûn ji komandoyan re digotin û qala
serdagirtina gundê Xelfetiyê dikirin. Di vê
navberê de cigareyek dan min. Texmîn dikim ku
saet di derdorên 19.00’an de em gîhîştin Amedê.
Em birin Qereqola Navendê ya İnzîbatan. Kelepçe
û çavên me vekirin û em birin hucreyan. Ji bo
her yekî jî nobetdarek danîn û hatin û çûna ba
hev hatibû qedexekirin. Li vir betanî û xwarin
dan me. Êvarê jî min û Kadîr anîn ba hev. Roja
paştir 5 kesên ji TOB-DER’ê jî anîn li cem me.
Dema ji bo lêpirsînê hatîn, aciz bûn ku
TOB-DER’î jî anîne cem me. Destpêkê Kadîr birin
lêpirsînê. Piştî saetek ji lêpirsînê hate
derxistin û birin hucreyeke din. Demeke dirêj
rawestiyam. Lê min nebirin. Piştî 5-6 saetan
serbazekî qefteke kaxizan anî û ji min xwest ku
ez çîroka jiyana xwe binivîsim.
Mazlûm Çi Nivîsî
Bû?
Mazlûm di kaxitê
de wan peyvan dinivîsîne.‘Navê min Îbrahîm Şenol
e. Di sala 1955’an de li gundê Ovacika Hîlwana
Rihayê hatimê dinyayê. Di sala 1962’yan de min
li gund dest bi xwendinê kir. Di sala 1968’an de
mezûn bûm lê min nekarî xwendina xwe bidomînim.
Di sala 1976’an de çûm leşkeriyê, di sala
1978’an de vegeriyam. Min Li gund de alîkariya
bavê xwe kir û her wiha ji bo xwe li ez karekî
digeriyam. Li roja ku bûyer pêk hat ez diçûm
Serêkaniyê da ku ji bo xwe karekî peyde bikim.
Ez hatim girtin û anîm vir.’
Nav Çawa Aşkera
Bû?
Di 12’ê cotmehê
de ez birim dozgeriyê. Dozgêr got: ‘Li Hîlwanê
kesekî bi navê Îbrahîm Şenol nîn e. Ev karekî
çawa ye?’ Min jî got, ‘xeletiyek çêbûye. Divê ev
nav li Hîlwanê hebe. Got; ‘baş e, em ê vekolin’.
Piştre ez birim odeyekê. Du caran wêneyê min
hate kişandin. Di 21’ê kanûnê de ez careke din
derxistim dozgêriyê. Dozger ji min re got;
‘Mazlûm we re rûne’. Wisa xîtabî min kir. Ji ber
ku yên berê li Hîlwanê hatibûn girtin ji min re
gotibûn nasnameya te hatiye tespîtkirin, ev yek
jî ji bo xerîb nebû. Dozger got; ‘me gotibû em ê
nasnameye te vekolin. Te çima em wisa mijûl
kirin?’ Piştî nîvro nêzî 5 saetan em li ser
Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurdistanê axivîn. Li
vir çayek îkramî min kir û cigareyek da min.
Dozger digot, ‘dewleta tirk mezin e û têk naçe.
Min jî jê re got; ‘erê rast e dewleta tirk
hêzdar e lê di hundirê xwe de lewaziyen wê jî
hene û dê wê vegêrîne. Zeîfiya me jî dê veguhere
hêzdarbûnê’. Piştî nîqaşa 2 saetan dozger tiştek
bi dest nexist û got; ‘niha serê min pir
tevlihev e, em sibê bidomînin’ û ez şandim
girtîgehê... |