|
KANÎ MÎRAN
Ev
heştê û heşt salin ku bi rêbazên komkujî û bi
rêbazên xapandinê dixwazin kurdan bêdeng bikin.
Lê gelê Kurd bi pêşengiya PKK`ê perda bêdengiyê
tîş kir û dengê mafdariya xwe gihande heft
parzemînên cîhanê.
Ji ber wê, ev 33 salin ku
dewleta tirk û hemû hikûmetên wê di tunekirina
PKKê de, li tunekirina gelê kurd digerin. Bi
hemû rê û rêbazên li derveyî ehlaqê mirovahiyê
êrîşî pêşengiya kurdan dikin. Bi hemû hêz û
karîbûna xwe li tunekirina tevgera azadiya
Kurdistan, ya di bin pêşengiya PKK de digerin.
Ji roja pêşî ve dewleta
tirk û hemû hikûmetên wê bi piştevaniya dewletên
rojava û hêzên herêma rojhilatanavîn, êrîşên
xwe yên li dijî Kurdan û kêmnetewên din
didomînin.
Her wisa di salên
derbazbûyî de çar hezar gundên Kurdan hatinê
şevitandin. 18 hezar mirovên bê tawan bi
reşkujiyê hatine windakirin.
Li dijî zilm û zordestiya
dewleta Kemalîst, her ku diçû kurdan xwe nas
dikir û ji dewleta Kemalîst dûr diketin. Dewleta
dagirker vê care maske ya Kemalîstiyê danî û
maska demokrasiyê û misilmaniyê da pêş. Mixabin
gelek mirovên dilpak bi vê hîlê careke din
hatine xapandin.
Lê vê carê pêşengên kurdan
wê rê nedine vir û hîleyên wan yê nû û maskê wan
eşkerekirin. Ji bo wê dewlet û hikûmeta AKP mîna
gur ê har hero êrîşî kurdan dikin. Hemû êrîşên
wan ji bo ku kurd di nav pergala nû yê rojhilata
navîn de nebin xwedî mafe. Van êrîşên xwe gelekî
bi zanîn bi rê ve dibin. Ji bo ku ev êrîşên wan
di rojeva tirkiyê û dinya yê de cih negirê, hero
bi derewek nû rojevê diguherin û plana xwe ya
veşartî bi rê ve dibin. Mînak, roja ku li dijî
ronekbîr, siyasetvan û parêzvanên kurd operasyon
kirin, heman wê rojê de serokwezîrê tirk Erdoxan
ji bo rojevê biguherîne bi serê lêvan ji bo
komkujiya Dêrsimê lêburîn xwest. Ji komkujiya ku
li Dêrsim`ê bûyî lêburînê dixwazê, lê li aliyên
din jî komkujiya siyasî dike. Serokwezîrê tirk
Erdoxan, partiya wî AKP û dewleta ku bi temamî
kirî bin kontrola xwe, ji hilbijartinan û vir ve
bi her awayî li ser gelê kurd û vîna wî ya
pêşenga barxwedanê êrîşên xwe berdewam dikin.
Berî hilbijartinan AKP bi
maskeyeke cuda xwe nîşanî gelên ku li tirkiyê û
dinya yê dijîn dida. Ji hilbijartinan û vir ve
maska wan ya demokrasiyê, mirovperweriyê û ya ku
digotin emê pirsgireka kurd çareserbikin bi
temamî ji ser rûyên wan rabû û rûyên wan yê
faşîst hate dîtin.
Êrîşên li ser jin û zarokên
kurdan sinorê mirovahiyê derbaskirin e. Biqasî
ku di dema vê hikûmetê de zarokên kurdan hatine
kuştin, di demên cuntên leşkerî de nehatibûn
kuştin.
Bi qasî ku di dema AKP` ya
sextekar ku xwe misilman û demokrat dide
diyarkirin de zarokên kurdan hatine girtin, di
dema tu hikûmetan de nehatibûn girtin. Li
hemberê vê hovîtiyê deng ne weke pêwîst ji nav
tirkiyê û ne jî, ji dinya yê
ku xwe berpirsa parastina
mafê jin û zarokan dibînê derdikeve. Biqasî ku
di dema vê hikûmetê de rêberê gelê kurd birêz
Öcalan tecrît bû, di tu deman de wisa tecrît ne
hat bû girankirin. Bi operasyonên dawî dixwazin,
ji gelê Kurd re bêjin Ocalan ji bîrbike û em
çawa bixwazin, em dikarin wisa bikin. Tenê di vê
êrîşa faşîzanî de zêdeyî 50 parêzvanên birêz
Öcalan hatine girtin. Bi wan re zêdeyî sed
parêzvan, rojnamevan, siyasetvan û ronekbîrên
Kurd hatine girtin. Dixwazin gelê Kurd bêdeng û
bê parêzvan bihêlin. Bi kurtî dixwazin zimanê
kurdan bibirin û sere wan jêbikin.
Ji roja ku gelê Kurd got;
‘ez heme û ez dixwazim azad bijîm’ vê carê
rejîma faşîzan a dewleta tirk êrîşên xwe yê
hovane li dijî gelê Kurd û gerîllayan pêk aniye,
her çiqas dem dema ev êrîş kêm bibin ji, lê ev
çend mehin ku bi her awayî bombebaran dom dikin
û di van bombebaranan de çekên kîmyewî yên ku li
cîhanê qedexe ne bikar tînin. Xwazeya Kurdistan
û hemû zindiyên Kurdistanê bûne armanca çekên
wan yên kîmyawî.
Li ser partiya kurdan ya
siyasî BDP zextên cur bi cur berdewam in.
Parlementerên wê, şaredarên wê, endamên rêvbirên
meclîsan a bajaran û endamên wê heroj têne
girtin.
Bi van êrîşan nêzîkî 10
hezar xebatkar, kadro û rêvebirên kurdan ên ku
karê siyasî dikin hatine girtin. Heta ji wan tê,
nahêlin kurdên xwedî vîn û yên ku li derveyî
pergala dewleta tirk siyasetê dikin, siyasetê
bikin.
Bi kurtî li ser hebûna
kurdan êrîşeke gîştî heye û herkesî çav û guhên
xwe ji nedîtin û nebihîstina van êrîşan re
girtiye. Her ku diçe êrîşên xwe zêde dikin û
çekên ku di peymanên navnetewan de qedexe ye bi
kar tînin. Di şerê dawî de dagîrkarên tirk çekên
kîmyewî bikar anîn û 36 keç û kurên kurdan yên
ku li dijî dagirkaran li berxwe didan şehîd
kirin. 36 gerîllayên kurdistanê di vê hovîtiya
dewleta tirk de şehîd bûn. Ne medya tirk û ne
medya dinya yê li dijî vê hovîtiyê dengê xwe
dernexistin.
Dengê sazî û dewletên ku
xwe berpirsên demokrasiyê û mafê mirovan dibînin
jî derneket.
Bi kurtî hikûmeta AKP e,
ji hikûmetên berya xwe ne kêmtir, lê zêdetirê
wan zilmê li kurdan dike û bi dijwartir êrîşî
rûmeta kurdan dike.
|