|
Gelek
girîng û pêwîst e ku têkoşîna demokratîk roj bi
roj bilindtir dibe. Ji ber vê Viyan Soran û
beriya wê jî gelek rêhevalên mîna heval Rojbîn,
Berwar, Zîn, Şeristan, Bêrîtan, Kurdê, Rotînda,
Taylan, Serdar bi çalakiyên xwe yên fedaîtiyê
pêtala tekoşîna azadiyê hilgirtin. Di kesayeta
van lehengan de û herî dawî çanda berxwedêriyê
di asta herî jor de di kesayeta Viyan de
bilindbûna têkoşînê carekedin dereket holê.
Viyan bi çalakiya xwe ev xet bilind kir.
Viyan Soran ku
di rêvebiriya HPG’ê de jî cih digirt, li dijî
konsepta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
di 1’ê Sibata 2006’an de, li qada Heftanînê
çalakiyeke fedaî pêk anî û gihîşt şehadetê.
Hevalên wê di wê şeva çalakiyê de dirûşmên ku
hevala Viyan qîriya bihîstin, xwestin agirê
bedena wê bitefînin lê belê vê hewla wan encam
negirt. Ji ber ku Viyan berî ku agir bi bedena
xwe bixe benzin vexwaribû û ji bo çalakiya wê bê
sekinandin tu vebijarkek din nehiştibû.
Bêrîtanan ji bo
radestî xiyanet û hevkariyê nebin xwe ji
kendalan avêtin û ber bi azadiyê ve firîn, li
dijî komployên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Ocalan Zîlanan di mêjiyê dijmin de xwe teqandin,
piştî wan û piştî Semayan rêhevala Viyan bi
çalakiya xwe destnîşan kir ku ew ê tu carî rê
nedin jiyaneke bê Rêbretî û jiyanek din yê bê
wate.
Hevala Viyan
Soran di sala 1981’ê de li başûrê Kurdistanê li
bajarê Silemaniye çavên xwe ji ronahiya jiyanê
re vekir. Heta ku di sala 1997’an de tevlî
tevgera azadiyê bû jî li vî bajarî jiya. Dema
dibistana xwe ya lîse terikand û gav avêt
çiyayên azadiyê hîna 16 salî bû.
Ji ber hêza wê
ya têgihîştinê zêde bû di demeke kurt de di
tevgera azadiyê de di qademeyên cuda de erk û
peywir hilgirt. Hema hema di tevahî jiyana xwe
ya têkoşînê de li qadên herî zahmet de ma, li
cihên ku tasfiyekarî û çareseriyên bê Rêberê
Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat ferzkirin de tu
tişt ji bawerî û biryardariya xwe winda nekir û
bû têkoşerekî PKK yê ku her kesî dilê xwe
dibijand vê têkoşeriya wê. Ji ber di tevahî dem
û zemînên xebatên xwe de di navbera xwe û Rêberê
Gelê Kurd de girêdaneke kûr avakiribû. Ji tevahî
rêhevalan re û ji gelê me yê welatparêz re riya
sekinandinê ya bi hêzdar raber kir.
Xebatên
serkeftî
Piştî guhertina
stratejîk û modela nû ya rêxistinê derbasî
başûrê Kurdistanê bû û di xebatên PÇDK’ê de erka
koordînasyonê bi serkeftî meşand. Dema xebatên
başûrê Kurdistanê bi rê ve dibir, li başûrê
Kurdistanê di tevgera TJAK’ê de ku têkoşîna
azadiya jinê dide, erka koordinasyonê meşand.
Rêhevala me Viyan Soran di yekemîn Kongra-Gel de
ji bo erka konseya rêvebiriya giştî ya Kongra
Gel hate hilbijartin û xebatên xwe di vê qadê de
domand.
Rêheval Viyan di
tevgera jinê de her daîm wekî têkoşereke xwedan
mîsyon û rol bû û di koordînasyona PJAK’ê de bi
rengekî çalak erk û peywir hilgirt. Di
damezirandina ji nûve avakirina PKK’ê de ku
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev mijar wekî
temînata xeta azadiyê cardin xist rojevê, cîh
girt. Rêheval Viyan di komîteya ji nû de
avakirina PKK’ê de cih girt û heta yekemîn
Kongra PKK’ê di vî warî de xebat kir. Beşdarê
dewreyên perwerdehiya Ocaxa PKK’ê bû.
Çalakiya
fedayî
Piştî konferansê
di xebatên YJA-STAR de jî cih girt bi israr ji
bo li bakûrê Kurdistanê tevli şerê pratîk bibe
raporên pêşniyariyê nivîsand. Dûre vê yekê re di
rêvbertiya qada Heftanînê de hate peywirdarkirin
lê belê wê dîsa jî hewldanên xwe yên ji bo çûna
bakûr domand.
Piştî ku tecrîda
li ser Rêberê Gelê Kurd hate girankirin û bi
rengekî tunekirînê ev tecrîd hate şidandin û
domandin, rêheval Viyan Soran wekî endamekî
rêvebiriyê mîna bi sedan mîlîtanên HPG’ê di vê
pêvajoyê de ji Konseya Fermandariya HPG’ê re
rapora pêşniyariya çalakiya fedaî kir. Viyan ku
qada Heftanînê wekî rêvebir û fermandara hêzên
YJA-STAR kar dikir, bi gotina, “Ez ê Sibateke
din bi vî rengî derbas nekim” çalakiyeke fedaî
kir û gihîşt şehadetê.
Wê êdî çiyayên
Kurdistanê Viyanê bijîn. Agirê ku wê di bedena
xwe de pêxist, wê hêzên komploger ên navneteweyî
bişewitîne. Di vî temenê xwe yê ciwan de di
demeke kurt de ji mîlîtanên HPG’ê re rih û
jiyana têkoşînê hişt, bû keseke nemir û wekî
xeteke jêveneger di dîroka PKK’ê de bi tîpên
zêrîn cihê xwe girt.
Azadiya
rasteqîn dikaribû rê li îxanetê bigire
Nameya ku
rêheval Viyan ‘di kesayeta hêza YJA-STAR a li
Haftanînê de ji bo tevahî hêzên YJA-STAR’ ê!’ re
hêlişt wiha ye: “Gelê Kurd bi giştî û jina Kurd
bi taybetî di riya avakirina vîn û nasnameya xwe
ya azadiyê de gelek bedelên mezin daye û hîna jî
vê didomîne. Ji vir û pê ve jî wê wek çandekê
rojên dîrokê bixemilîne. Di nava tevgereke wekî
YJA STAR de endambûyin bi rastî heysiyet,
serbilindî û rûmeteke mezin e.
Ji ber ku her
roj giyanên pîroz ên mirovan di nav de xwe feda
dikin. Yên ku dijîn jî dixebitin ku li dijî
koletiyê xwe bi hêz bikin. Rêxistina YJA-STAR bi
xwîna bi hezaran keçên bedew re hatiye avdan û
rêxistineke cewherî ya jinê ye. Lewra îro hêviya
jinên dil bi êş û pêşenga wêrekiya jinê ye….
Pêwîst e bi awayekî dem dirêj YJA-STAR û ew
jinên ku bi dil û can li azadiya rasteqîn
digerin xwe bikin temînata parastina xeta
bîrdoziya azadiya jinê û nehêlin tekoşîna wan
bibe mezhebeke sîstema desthilatdar a zilam.
Eger ne wisa be
em nikarin bi misogerî xwe ji xefka sîstema
zordar û derewîn a zilam rizgar bikin. Ji ber ku
di vê sîstemê de tu tiştek di berjewendiya jinê
de nîn e. Ango çiya ji bo jinê tenê nayê wateya
xwe parastineke çekdarî ya çors û armanca wê jî
tenê çareseriya pirsgirêka netewî nîne…
Ger binêrin di
sala 2003-04’an de derfeteke girîng bidest me
ket ku em ji rewşa siyasî ya herêmê sûd wergirin
û ber bi çareseriyê ve gavan bavêjin. Lê belê
koma çete û teslîmkar a di hundurê tevgerê de
pêşî lê girt û em bi metirsiyeke mezin ve rû be
rû man.
Li azadiyê
digerin
Di nav vê komê
de hejmareke jin jî hebûn. Heke wan jinan li
azadiya rasteqîn bigeriyana û hinek wijdan,
exlaqa jina Kurd di wan de hebûya, wê sedî sed
bandora xwe li wê komê kiribana û wê rê li
pêşiya vê xiyaneta mezin bigirtana. Lê
berovajiya vê yekê tevgeriyan û xiyanet gihandin
lutkeya herî jor…Her yek ji me wekî jinên ji
civakê hatiye û me xwe avêtiye hembêza çiya, di
vê jiyanê de li azadiyê digerin.
Ango di civakê
de fahîşetî, zewac, xwekujî, xwendin û hwd.
gelek rêkên din hebûn. Lê belê bi zanebûn an jî
bê zanebûn me wan rêkan hilnebijart û em tevli
vê jiyanê bûn. Di vir de nakokiyek heye û pir
girîng e ku bê çareser kirin. Ew jî ev e ku tevî
vana xiyanet û rev rastiyeke jiyana me ye an jî
di bin navê hezkirin û evînê de em xwe dikin
ayîdê zilamekî û hewl didin ku zilamekî jî bikin
ayîdê xwe. Her wiha dibe ku hinek heval jî di
nava lêgerînêkê de bin ku gelo hezkirin çi ye û
çawane?..
Ji ber ku
dizanim wekî jinekê, wekî Kurdekî dikarim
şoreşgerekî pêşbixim, lê mafê min nîne ku
mirovekî ji xizmeta têkoşînê dûr bixînim. Di
dawiyê de wekî jinekê li hemberî rastiya Rêberê
Gelê Kurd, gel, tevahî jinên azadîxwaz û li
hemberî we hevalên delal, wekî hêza jinê yên li
Heftanînê û tevahî hêzên YJA-STAR û hemû hevalên
xwe yên têkoşînê rexnedana xwe Didim. Ger
kêmasiyeke min hebe, yan jî min we aciz kiribe,
lêborîna xwe dixwazim. Di vir de nameya xwe ya
vê beşê bi dawî dikim û bi hêviya serkeftina
konferansa kadro û tevahî tekoşînê, we hemûyan
bi hestên jintiyê ji dil silav dikim û we yek bi
yek maç dikim….
Rêheval Viyan
Soran destpêka nameya xwe de ji Rêberê Gelê Kurd
Abdullah Ocalan re wiha dibêje;
Ji ronahiya
şevên tarî Rêber Apo re
Ji roja ku min
navê te bîhîst û naskir, jiyanê hîs dikim,
dizanim ku ez kîme û divê çawa bijîm. Yanê hizir
û ramana te min, bi min da nasîn û ez hîn kirim
ku bi wate bijîm. Te ez fêrî alfabeya azadî û
serbestiyê kirim. Di dibistana te de çi qas min
zahmetî jî kişandibe, tu rojek ji rojan min
dudilî û poşmanî jiyan nekir. Ji ber ku min tê
de hêza wateyê kiif kir, hêza raman û hêza mirov
jî. Pir kêm be jî min fêm kir ku tu tiştekî ne
pêkan nîne û bi şertê ku mirov di armanca xwe de
cidî be û pê bawer be, dê mirov her dem bigihêje
armanca xwe. Min wek jinekê û wek Kurdekî azadî
kir armanc û ji dil pê bawer kir. Ji bo vê jî ez
bi hesreta vê bûm ku tenê ji bo keliyekê be jî
te ji nêz de bibînim, te hembêz bikim û bêhnek
bidim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye di
derbarê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re
guftûgo bikim. Lê belê di sala 1998’an de
qomploya qirêj a navnetewî ji hundur û derve de
ketin navbeyna te û min û bi hezaran kesên wekî
min ku ji bo dîtana te di heman hest û heviyê de
bûn.
Rêberê min! Ev
çalakiya ku ez li dardixim tevî ku nerazîbûn û
serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê
dewletên serdest ve li hemberî we û gelê Kurd tê
meşandin, di heman demê de rexnedaneke hevaltiya
kêm û lewaz e û li pêşiya dîrok û gelê xwe ji
hesta şermezarî û bêrûmetiyê rizgarbûna min e.
Dixwazim vê jî bêjim ku pir bi hêvî û moral im.
Bi taybetî jî dema ku ji bo diyarkirina komîta
ji nû de avakirina PKK de te navê min anî ser
zimên û pirsa min kir, min hîs kir ku te xelata
herî mezin daya min. Ez vê wek rûmetekî pir
mezin dibînim. Her dem perspektîfa we ji bo
şoresa başûr ku we weke ‘Şoresa Jinê’ behs dikir,
di min de moralekî mezin çêdikir û meyl dida
têkoşîna min. Niha jî di nava vê bêdengiya
mirinê ku li başûr heye de, dixwazim wek jineke
ji başûr pir kêm jî be deyin û berdêla ked û
qenciyên we bidim. Pir şad dibim ku encamekî
serkeftî bi destbixim. Di dawiyê de silav,
hezkirin û hesreta dîtina te ya xwe pêşkêşî te
mirovê bêhempa dikim. Ji bîr nekin, em pir
bêriya we dikin, pir bêriya we dikin…
Ligel Silav
Rez û Hesrata xwe
21. 01.2006
|