|
Serokatiya
Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ji ber
polîtîkaya înkar-îmhayê ya ku hukûmeta AKP
dişopîne pêvajoya bêçalaktiyê ya ku 13’ê Tebaxê
hatî destpêkirin bi dawî bûye. KCK’ê got; “Bê
nîqaş, berpirsiyarê bidawîbûna pêvajoya
bêçalaktiyê hukûmeta AKP ye” û ragihand ku wê
gêrîla bi awayek xurtir xwe li hemberî êrişan
biparêzin, lê êriş nakin.

Daxwiyaniya
KCK’ê ya der barê bêçalaktiyê de ku demek dirêj
bû li bendê bûn hat. KCK’ê bal kişand ser
biryara bêçalaktî ya 13’ê Tebaxê û pêvajoyên
berê yên agirbetstê û diyar kir ku heta niha
hukûmet tu pêngav neavêtiye.
Daxwiyaniya
KCK’ê wiha ye: “Pirsgirêka Kurd xwedî dîrokek
200 salî ye, niha hatiye asta çareserkirinê. Me
wek Tevgera Azadiya Kurdistanê her tim ji bo
çareserkirina vê pirsgirêkê ya bi riyên
aşitiyane û demokratîk gelek pêngav avêt û me di
vê yekê de israr kir û heta niha gelek caran
agirbestên yek-alî îlan kir. Rêberê Gelê Kurd ji
sala 1993 ve, di van 18 salan de gelek hewldanên
cidî û bêhempa da.”
Agirbestên
hatine ragihandin
Daxwiyaniya
KCK’ê wiha didome: “Tevgera me jî bersiva van
hewldanên Rêbertiya me da û ji bo ji hêviyên gel
û rayagiştî re bibe bersiv gelek caran agirbest
ragihandin. Ji sala 2002 û vir ve ango sala AKP
hat ser desthilatiyê û vir ve ji bo hukûmeta
AKP’ê gelek firsend hatin pêşkêşkirin. Di Tebaxa
2005, Cotmeha 2006, Berfanbara 2008, Nîsana 2009
û Tebax, Îlon û Mijdara 2010 de agirbestê
yek-alî hatin ragihandin. Li şûna AKP van
firsendan binirxîne, di nava civakê de wisa
nîşan da ku wê vê yekê wek serkeftinekê bi dest
xistiye û destihlatiya xwe bi xurt kir û
têkbirina tevgera me kir hedef, ji bilî vê tu
pêngavên erênî yên ji bo çareseriyê neavêt. Lê
tevgera me û gêrîlayên me yên di bin
berpirsyariyan de, di van 8 carên agirbestê de
bi awayek hêja û pêwîst tevgeriyan. Hukûmeta
AKP’ê bi hewldanên xwe vê yekê bê encam hişt û
bê wate kir”.
Daxwiyaniya
KCK’ê de tê gotin ku wan xwestiye rêya aştiyek
bi rûmet vebikin lê belê AKP’ê xwe ji hişmendiya
înkarê xilas nekiriye û wiha tê gotin: “Me xwest
bi projeyek a jiyanek azad, bi vîn û bi rûmet ku
di vê biharê de mizgîniya aşitiyek adil bide
gelê me, dilsoziya dîrokî ya gelê Kurd-Tirk bi
hêz dike, ji dil û can pêşkêş bikin. Lê mixabin
rizgarnebûna hukûmeta AKP’ê ya ji hişmendiya
înkarkirinê û berjewendiyên xwe li ser yên
Tirkiye û gelan re dît, vê yekê jî rê neda.
AKP’ê bi siyaseta û konsepta xwe ya ku dispêre
sîstema Gladyoya xwe ya nû, pêjaya agirbestê
piştguh kiriye”.
Tiştên piştî
bêçalaktiyê qewimin
Daxwiyaniya
KCK’ê wiha dibêje: “Me di dema hilbijartinên
Nîsan sala 2009 de ji ber îradeya demokratîk a
ku gelê me danî hole û em bi baldarî û hesas
nêzî bangawaziyên Rêbertiya xwe bûn û me di 13’ê
Nîsana 2009 de pêvajoyek bêçalaktiyê ya yek-alî
da destpêkirin.
Lê hukûmeta
AKP’ê rojek piştî biryara me, di 14’ê Nîsanê de
li dijî siyasemedarên Kurd ên zagonî-demokratîk
di bin navê KCK’ê de operasyonek a qirkirina
siyasî da destpêkirin. Li rexmê hemû nerazîbûnên
civaka Kurd operasyonên qirkirina siyasî
berdewam kirin û heta niha nêzî 2000 hezar
siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Ligel vê jî
dorpêçkirinên leşkerî û diplomatîk jî berdewam
kirin. Bi hincetên pûç endamên komên aşitî yên
ji Qendîl û Mexmûrê çûn hatin girtin. Nexeşrêya
Rêber Apo ji bo çareserî û aşitiyeke mayînde
amade kirî hat desteserkirin. Qirkirinên çandî û
lînçkirinê li dijî siyasetmedar, zarok, jin,
ciwan ên gelê Kurd berdewa kirin û zêdetir bûn.
Li dijî gelê Kurd polîtîkayek bişavtinê meşandin
û DTP hat girtin”.
Daxwiyaniya
KCK’ê qala destpêkirina qonaxa çaremîn a
tekoşîne jî dike û wiha dibêje: “Demek wiha ku
hemû qezencên gelê me û tekoşîna bi xeterî û
gefan re rû bi rû ne de, vekişîna Rêbertiya me
ya di 31’ê Gulanê de rewşek nû derxistiye holê.
1’ê Hezîrana 2010 de hêzên me bi armaca
parastina nirxên me yên azadiyê û gelê me, di
çarçoveya stratejiya parastina rewa de çaremîn
pêvajoya tekoşînê daye destpêkirin û pêvajoya
berxwedanê daye destpêkirin”.
Şert û mercên
ji bo aşitiyek mayînde
Daxwiyaniya
KCK’ê wiha didome: “Di dema atmosfera pêvajoya
berxwedana siyasî û leşkerî afirandî de dewletê
bi Rêbertiya me re hevîdtin û diyalog pêk anî,
me vê yekê girîng dît. Ji bo pêvajoya diyalogan
vegere danûstandinan me hewl da. Em bi awayek
textîkî nêzîk pêvajoyê nebûn, bi awayek
stratejîk nêzîk bûn û me pêvajoya agirbestê ya
13’ê Tebaxê da destpêkirin. Heta niha me du
caran dirêj kir û heta roja me ya nû hat. Ji bo
aşitiyek mayînde pêk were, me bi dehan pêngavên
ku divê AKP biavêje got û bi rayagiştî re
parvekir”.
KCK şertên ku ji
dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê daxwazkirine jî
cardin bibîr tîne. Daxwazên KCK’ê ev in:
1- Rawestandina
hemû operasyonên di warê leşkerî û siyasî de,
2-Serbestberdana siyasetmedarên Kurd ên girtî,
3- Ji bo Rêber Apo bikaribe beşdarî pêvajoyê
bibe, divê pêşiya wî were vekirin û diyalogên
tên kirin bikevin asta danûstandinê, 4-Ji bo
pêşketina pêvajoyê avakirin Komîsyona Lêgerîn
Rastiyan, 5-Daxistina benda ji %10 ya
hilbijartinê ya ku li tu derên cîhanê tune ye û
nahêle vîna gelê kurd têkeve parlementoyê.
Daxwiyanîya
KCK’ê wiha dirêj dike: “Ev daxwaz pir zelal in,
evan e ji aliyê gelek derdoran ve hatine
ecibandin û gûncaw hatine dîtin û AKP dikare bi
rehetî vana pêk bîne. Lê hukûmeta AKP’ê, digel
gavên ku dikaribû di çareseriya kêşeya pirgirêka
Kurd re bibe zemîn û rêxweşker neavêtin û bêyî
ku ji bo çareseriyê tu projeyê wê hebe wek heye
da ravekirin; zemîna aştiyane ya tevgera me ava
kiribû, xwest ji bo tesfiyekirin û jinavbirina
tevgera me bi kar bîne. Digel vê yekê Serokatiya
me, ji bo nêzîkatiyên çareseriyê yên derdor û
aliyên di nav dewletê de ne bi hêz bike, li
parlamentoyê pêşxistina vê vînê û pêşîvekirina
beşdarkirina bi wêrekane ya raya giştî bo
pêvajoyê, ji bo valaderxistina hesabên lobiyên
şer û aliyêj nijadperest, faşîst her çend pir
çetin be jî ji bo ev qonaxa bê dirêjkirin
hewldanên pir cidî hatin pêşxistin.
Tevgera me ya ku
nazikî û barikiya qonaxê berçav digire, ji bo
hewldanên Serokatiya me yên dîrokî cihê xwe
bibîne û bigihêje encamê, heya hilbijartinên
giştî yekalî û bişert biryara bêçalaktiyê
girtibû û diyar kiribû dê carna di hin navberan
de rewşê binirxîne. Bi taybetî dest nîşan kiribû
ku dê di meha Adarê de vê yekê ji nû ve bi raya
giştî re parve bike. Tevgera me bi dehan caran
ji bo kiryar û nêzîkatiyên nediyar, li demê
hatiye werkirin, di cewher û naveroka xwe de
pûçkirin, rizandin, xapandin, mijûlkirin û
jinavbirin kiriye armanc hişyarî daye hukûmeta
AKP’ê. Lê belê hukûmeta AKP’ê bi guhnedan û
bêberpirsyartiyeke mezin li şûna ku gavên
pêvajoyê nerm û hêmin bike bavêje, bi bikaranîna
hinek noker û xwefiroşên Kurd xwestiye civaka
Kurd bişehitîne, bixalifîne û di jinavbirina
Kurdên azad de pêdagir tevgeriyaye.
Di 6,5 mehan
de tu gavekê pêbawer neavêtin
KCK di
daxwiyaniya xwe de dide zanîn ku dewletê di vê
pêvajoyê de tu gavek berçav neavêtiye û wiha
dibêje: “Ji 13’ê Tebaxa 2010’an û heya niha, di
hundirê 6,5 mehan de, digel nebûna tu gavên
pêbawer û teahudên cidî yê hukûmetê, her wiha di
warê divêtî û pêdivêyên pêwîst e di serî de bê
kirin de jî ketiye nav helwesteke berovajî.
1- Her çiqas ji
ber şertûmercên demsalî rêjeya operasyon û
çalakiyan kêm bibe jî, li dijî siyaseta Kurd
operasyon bi berdewamî zêdetir bûn.
2- Doza
qirkirina siyasî ya zende, seyr û kirêt ya bi
navê doza KCK’ê, digel astengkirin û nehiştine
mafê xweparastina zimanê zikmakî, heta niha yek
kesek serbest nehatiye berdan û bi nêzîkatiyên
siyasî yên teqtîka mijûlkirin û mildanînê hatiye
pêşxistin.
3- Digel di
şertûmercên Serokatiya me de tu guhertin nehate
kirin, di diyalogên tê berdewamkirin de diyalog
veneguherîne muzakereyan û negihandine asta
encamgiriyê.
4- Digel her roj
gorrên komî tên vekirin û digel hemû pêdagiriyên
ji bo peresendina pêvajoyê Komîsyonên Lêkolîna
Rasteqîn û Dadweriyê nehatine sazkirin.
5- Hem bendava
ji sedî 10 a pêşiya vîna siyasî ya Gelê Kurd de
asteng e nehatiye daxistin, hem jî ji bo Kurd di
parlamentoyê de neyên temsîlkirin, AKP bi dek û
dolabên nû bi derxistina zagonên nû ji bo jimara
Kurdên li parlamentoyê ne bixe asta herî jêr,
her cûre hewl û dek bi pêş xistiye. Ji niha ve
tê dîtin ku parlamentoyekê ku lê vîna Kurd
temsîla wê tune be, dê makezagona ku çê bikin
eletewş be û wê nikaribe kêşeyê çareser bike”.
Destên ku me
dirêj kir li hewa ma
Daxwiyaniya
KCK’ê wiha didome: “Kesên ku vê qonaxê ji nêz ve
û bi baldarî dişopînin di serî de rewşenbîr,
nivîskar, derdorên demokrat, aliyên lîberal
dibînin ku ji demokratîkkirina Tirkiyeyê û
çareseriya kêşeya Kurd di çarçoveya xweseriya
demokratîk de agirbesta me ya yekalî û hewldanên
me yên cor bi cor, bê bersiv hatine hiştin.
Lewre pêvajoya bêçalaktiyê ya me ji bo
çareseriya demokratîk bi pêş xist, ji ber
polîtîkayên AKP’ê yên înkar û jinavbirinê bê
wate maye. Hukûmeta AKP’ê destên ku me dirêj kir
li hewa bê bersiv hişt û pêvajoya ku me pêş xist
bê wate kir û kotayî lê anî.
Hukûmeta AKP’ê,
ji bo bi riyên demokratîk çareseriya meseleya
Kurd, ne xwediyê hizr û ramanek cidî ye ne jî
xwediyê sepan û pratîkek cidî ye. Tenê teqtîka
xapandin û mijûlkirinê (bi destxistina demê) pêş
xistiye. Helbûkî ji bo çareseriya meseleya Kurd
hem şertûmercên hundir hem jî yên navneteweyî
gelekî guncav û lihevhatî ye. Lê ji ber
mantalîteya hukûmeta AKP’ê nêzîkatiya çareseriyê
bi pêş neketiye û hukûmeta AKP’ê bi sepan û
kiryarên xwe diyar kiriye ku bi awayekî
rasteqîne çareseriyê nahizirin û naxwazin.
Di şûna ku
gotûbêjên xweseriya demokratîk ên ji aliyê gelê
Kurd ve tê rêvebirin di çarçoveya nîqaş û
gotûbêjên çareseriyê de nêz bibe û bibîne, bi
tawanbariyên îxanet (xayînî) û sûîkastê bi
şêwazeke tehrîkkarî û provakatîf cewek (hewayek)
ku êrîşên faşîzane rewa dike hatiye afirandin.
Di rastiya xwe de encamnameya civîna Lijneya
Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya 29’ê Berfanbara
2010’an biryara me ya bêçalaktiyê ya îlankirî,
bê wate kiriye. Digel vê yekê tevgera me
pêvajoya bêçalaktiyê bi sebr û tebatek mezin bi
rê ve biriye. Bi van pêşketinan re, her çûye
xitimandinekê pêş ketiye û derketina jê kûr bûye”.
Ne êrîş, wê
parastin hebe
Serokatiya
Konseya Rêber a KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir
ku di van pêşveçûnan de fêm kirin ku pirsgirêka
esasî, nêzîkatiya textîkê, polîtîkayên êrîş,
hişmendiya înkar û îmha ya hukûmeta AKP’ê ye, lê
divê ev polîtîka bên rawestandin û daxuyanî wiha
dom kir: “Ligel rastiyên dewlet û hukûmetê em
nikarin hêviyek bidin gelê xwe. Rewşa niha ne
çareserî ye, miljûlkirin e û siyaseta tasfiyeyê
ye. Ev siyaset bişavtina gelê Kurd a di nav
neteweya tirk e, nenasandina hebûn, nasname û
azadiyê ye. Di bidawîkirina pêvajoya bêçalaktiyê
de hukûmeta AKP’ê berpirsyar e. Ligel wê hêzên
me li hemberî êrîşan dê xwe biparêze. Ger li
hemberî gel êrîş, operasyon pêk neyên, wê
çalakiyên leşkerî pêk neynin. Pêşeroj wê
karektereke çawa bigire girêdayî polîtîkayên
hukûmeta AKP’ê û hêzên dewletê ye.
Meha Adarê
girîng e
Di daxuyaniya
konseyê de hate destnîşankirin ku di meha adarê
de 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û Newroz ji bo
pêşketina moral girîng e û wiha hate gotin: “Di
vê mehê çalakiyên gel dê ser polîtîkayên
hukûmetê bi bandor be. Divê mijarê de divê hemû
derdor bi berpirsyarî tevbigere û ev berpirsyarî
girîng e. Hêzên navneteweyî der barê çareseriya
pirsgirêka kurd de hewldanên me, vîna gel û
israra neçareseriya AKP’ê divê bibîne û
piştgiriyê nede van hêzan. Divê derdorên
demokrat, şoreşger, welatparêz, oldar
polîtîkayên AKP’ê yên neçareseriyê baş bibîne.
Ji bo mîsogerkirina mafê gelê Kurd a di nav
makeqanûnê de têkoşîna xwe bilind bike.”
Têkoşîna
hevpar
KCK, di
daxuyaniyê de da zanîn ku em bangî welatparêzên
her çar parçeyên Kurdistanê dikin û dibêjin ji
bo hêzkirina yekîtiya netewî ya demokratîk û li
dijî polîtîkayên dewleta tirk û hukûmeta AKP’ê
divê têkoşîneke hevpar bê dayin. Di daxuyaniyê
de ev tişt hatin vegotin: “Gelê me yên
welatparêz a her çar parçeyên Kurdistanê dê
hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li
hemberî dewlet û hukûmetê bibîne û berpirsyariya
xwe bîne cih. Ev pêvajo pêvajoya azadî û aştiyê
ye. Ev pêvajo dê bibe Xweseriya Demokratîk û
Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, lê
divê her welatparêzek berpirsiyariya xwe bîne
cih. Divê bê zanîn ku di her merheleyên girîng
yên dîrokî de Tevgera Apocuyan bi piştgiriya gel
dê têkoşîna azadiyê teqes bibe serkeftine.”
|