* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


                                               

              BANDORA CIVAKA ZAYENDPARÊZÎ LI SER ZIMANÊ KURDÎ

EGÎD CÎLO


 

 

        

Zimanê Kurdî; zimanekî tewangbare. Ji ber vê jî ji bilî hinek peyvan, tevahî peyvên hene zayenda wan heye. Yanê peyv yan mê yan jî nêr e. Lê belê hin peyv hene netar in. Ev peyvên wiha bi alîkariya parekên(qertafên) tewangê ji aliyên zayendî ve ji hev tê cuda kirin. Bo mînak parezer netar e. Dema ku ”parêzera min”  were gotin, ev tê wateyê ku parêzer jin e. Lê belê heke “parêzerê min” were gotin ev tê wateya ku parêzer mêr e.

Di hin herêmên Kurdistanê de ji di rêziman de şkestin çêbûye bi giranî di zimên de zayenda nêr tê bikaranîn. An jî di hin cihan de divê hem mê, hem jî nêr bê bikaranîn tenê nêr tê bikaranîn. Bi giranî bikaranîna zayenda nêr, hin rastiya me dide nasîn.

Niha gelê Kurd ji bo ku serdema neolîtîkê jiyan kiriye, bêguman taybetmendiyên wê serdemê girtiye. Mirov vê herî zêde dikare di zimanê Kurdî de bibîne. Ji ber serdema neolîtîkê bi pêşengtiya jinê hatiye pêşxistin, teşe dandina zimane Kurdî ji aliyê jinê ve hatiye kirin. Lê belê heke ziman îro bi giranî di bin zayenda nêr de be, ev bi pergala ku heyî ve girêdayî ye. Bi pêşkeftina pergala desthilatdariya zilamtî, her ku çû zihniyeta wî jî di qada jiyanê de serdest bû. Ev zihniyet hem di zilêm de, hem jî di jinê de hate rûniştin. Çawa ku zihniyeta desthilatdarî ya zilamtî, di beşê jiyanê ya mirovahî de bandora xwe kiriye, li ser zimên jî kiriye. Ev jî dihêle ku ziman bi giranî bi zayenda nêr bêbikaranîn. Kesên ku nû fêrî zimanê Kurdî bibe, van xeletiyan bike, mirov dikare wateyê bide. Lê belê piştî demekê ku fêrî zimanê Kurdî bibe, dîsa van xeletiyan bike, wê demê bi zihniyeta wê/wî mirovê/î girêdayî ye.

Ji bo em bikaribin zimanê Kurdî rast bikarbînin, divê berî her tiştî em zihniyeta xwe rast bikin. Heke zihniyeta me ne li gorî zihniyeta civakê ya xwezayî be, dê di zimanê me de xeletî çêbibin.

Ji bo bi tenê fêrbûna xwendin û nivîsandinê ya bi zimanê Kurdî têr nake. Divê bi zimanê Kurdî xwendin, nivîsandin, axaftin û fikrandin bibe hinceta em zihniyeta xwe jî biguherînin. Dema ku bi fêrbûna zimanê Kurdî ev jî pêşbikeve, watedar e. Di pêngava yekem de fêrbûna xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî girîng e. Lê pişt re heke ev gihişte asta guhertina zihniyetê, bêguman girîngtirîn tişt ev e. Ev ji ji bo me, netewa me, zimanê me, gelê me û mirovahiyê rumeteke. Werin em hemû xwedî li vê rumetê derkevin.