|
Biryara vetoyê
ya YSK'ê dijhiqûqî ye. Ev biryar, nifrîna li
dijî yekitî hevkariya Tevgera Azadiya Gelê kurd
a bi
hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re bû. Berteka li
dijî yekitiya gelê kurd bû. Dewleta tirk, heta
niha nexwest gelê kurd û tirk nêzî hev bibin. Bi
hewldanên cûdakariyê û aloziyê xwest polîtîkayên
înkarê pêş bixe. Polîtîkayên tasfiyekirinê di
pêvajoyek wisa de tê meşandin. Piştî dewletê dît
ku Tevgera Azadiya Kurd ev astengî rakir ket
nava tirs û panîkê. Ji ber vê yekê der barê
namzetên Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ku BDP
piştgiriyê didê veto kir. Bi vê yekê xwest
destûrê nede ku BDP di meclîsê de komê ava bike.
Lê li ser têkoşîn û berxwedana gelê kurd, neçar
ma ku gavan bi paş ve bavêje.
Gelê kurd bi vê
têkoşînê careke din aşkera kir ku li dijî
binpêkirin, neheqî û zilmê dê li ber xwe bidin.
Neheqî dibe sedema raperîn û bilindkirina
têkoşîna gelê kurd. Êdî neheqî dê gelê kurd têk
nebin. Ev rastî jî dide nîşan ku gelê kurd di
nava guhertinek mezin de ye.
Ev raperîna gelê
kurd, dewleta tirk zêde hêrs dike. Devlet
Bahçelî ji ber vê yekê êrîş dike. Serokwezîr
Erdogan û nasnameya rastîn a AKP'ê Cemîl Çîçek
ji ber vê yekê êrîşî BDP'ê dike. Li gel ku di
çalakiyan de 2 jê bi giranî 5 zarok birîndar bûn
jî ciwanê ku li hemberî polîsan li berxwe dan
hatin tawanbarkirin. Li gel ku hemû bajar bûn
odeyên gaza AKP'ê ya ku wekî Hîtler nêzîk bû jî,
ciwanan bi kevir û molotofan bersiv da polîsan.
Li gel vê yekê ciwan tên tawanbarkirin. Di
rastiyê de ji ber ku ciwan li hemberî terora
dewletê li ber xwe didin dewlet hêrs dibe.
Ji bilî 1-2
rojname û televîzyonan, çapemeniya tirk zarok û
ciwanê ku bi gule û bombeyên gazê yên polîsan
birîndar bûn nedan. Mixabin ne rojnameger, ne
nivîskar û ne jî kesên ji xwe re dibêjin
rewşenbîr, ev zarokên ku bi bombeyên gazê
birîndar bûn tu delevîzyon û rojnameyan de
neanîn ziman. Ger ku kevir û molotofên ku
ciwanan avêt polîsan, polîsek birîndar kiribûya,
dê bikirana manşet û bi kar bianîna. Lê ya rast
ew e ku polîs 2 meh in bi ciwan û gelê kurd
îşkenceyê dike û xwînê bi wan dide verişandin.
Li hemberî vê yekê çapemeniya tirk bê deng
dimîne. Ev jî rastiya çapemeniya mêtînger û
dagirker e. Tu cûdahiya vê çapemenyê û
çapemeniya salên 1990'î ya leşkeriyê ji hev tune
ye. Niha jî ji bo hemû rojname û televîzyonên
tirk talîmata ‘nûçeyên ku dewleta tirk têxin
zorê neweşînin’ didin çapemeniya tirk. Ger ku ne
ji vê rastiyê bûya bawer im dê hinekî wijdan bi
çapemeniya tirk re çêbûbûya.
Dewleta tirk,
piştî her êrîşê, li şûna kesên êrîş kiriye,
kesên rastî êrîşê hatiye tawanbar dike. Kesê li
ber xwe dide sûcdar dike. Ji wan êrîş maf e û
berxwedan sûc e. Cemîl Çîçek û Serowezîr jî bi
vê hişmendiyê har bûne û êrîş dikin. Hikûmeta
AKP'ê ji peywirdarên çapemeniyê re dibêjin
‘êrîşa polîsan û birîndarkirina zarokan
nebînin.’Tenê dema ku ciwan molotofan diavêjin
nîşan bidin ’ û talîmatê dide çapemeniyê. Ev
polîtîkayên qirêj ên bi 10 salan in didome îro
bi destê AKP'ê tê meşandin.
Ger ku li
welatekî din ê cîhanê gel wisa li dijî zilmê
rabûya ser piyan, dê hemû ajans û televîzyonan
di manşetan de bidaya. Dê hemû ajansan zilma
dewletê bida pêş. Dê bi şev û rojan berxwedana
gel di manşetê de bidana.
Lê mixabin
çapemenî ji ber berjewendiyên aborî û siyasî vê
rastiyê nabînin. Ji bo wan îhaleya helîkopterên
bi milyar dolaran girîngtir e.
AKP'ê ji bo
çapemeniya rojava vê rastiya zilmê nebîne Îzmîr
kir baregeha NATO'yê û li dijî Lîbyayê bi kar
anî. Ji bo piştgiriya zilmê xurt bikin li gel
NATO'yê beşdarî êrîşa li dijî Libyayê bû. Ji ber
vê yekê Bajarên Gazê yên AKP'ê nayên dîtin.
Ma li tu deverê
cîhanê hatiye dîtin ku polîsan êrîşî wesayîtên
ku xizmetê dide gel kiriye? Li Kurdistanê
polîsan bi nifrîn û hêrseke mezin êrîşî
wesayîtên şaredariyê yên xizmetê kir. Wesayîtên
xizmetê yên şaredariyê parçe kirin. Ji ber ku ev
wesayît ên şaredariyên BDP'î ne. Dema ku kurdan
dibînin wekî gayên ku êrîşî potên sor dike, êrîş
dikin. Polîsên tirk jî bi vî rengî êrîş kir. Em
di wêne û dîmenan de bi hêsanî vê rastiyê
dibînin.
AKP, li hemberî
hevkariya Tevgera Demokratîk a Kurdan û hêza
demokratîk a li Tirkiyeyê hêrs bûye. Li hemberî
nimêjên bê dewlet hêrs bûye. Ji ber vê yekê har
bûye û bi kurdan dikeve. Ji ber vê yekê amûra
dawî ya siyasetê ji destê kurdan derdixe û rê li
pêşiya wan a siyasetê digire. Polîtîkaya
Serokwezîr a ‘Tenê em ê gelê kurd bixapînin’ bi
vê raperîna gelê kurd pûç derdikeve. Ev hêrs û
nifrîn ji ber vê yekê ye.
Erdogan dizane
ku li Kurdistanê winda bike dê tu qîmeta wî
nemîne. Ji ber vê yekê berê tîrên êrîşan dide
BDP'ê. Ji ber ku tenê raqîbê wê BDP ye. AKP, dê
li cihên din li hemberî CHP'ê û MHP'ê bi ser
bikeve, lê dê li Kurdistanê têk biçe. Ji ber vê
tirsê ketiye nava qurfê. Ji ber vê yekê talîmata
‘propaganda bikin’ dide çapemeniya tirk Dixwaze
hemû li dijî kurdan bibin yek û êrîş bikin.
Dixwazin daxwazên kurdan ên mafdar ji gelê tirk
û cîhanê bidin veşartin. Dixwaze êrîşên xwe rewa
bide nîşan. Sedema ku polîs bajarên kurdan li
kurdan dikin zindan jî ev in.
Terora polîsan
bajar kirin qada îşkenceyê. Bi hezaran kurd
avêtin zindanan. Hêj her roj kurd tên girtin.
Dixwazin bi vê yekê kurdan bitirsînin. Hemû
derfetên dewletê li her derê bi kar tîne. Lê li
hemberî vê yekê ji ber ku BDP û gelê kurd serî
natewîne, BDP'ê sûcdar dike.
|