|
|

Kurd asabîne, yanî xwe zû winda dikin. Xwe zû
diavêjin erdê, digirîn. Heta niha wiha bûye. Ev
xeterî li ser me hebû. Ji bo vê me çikir? Heta
ji me hat me wiha nekir. Hinek cihan bi sebir,
li hinek cihan pir bi lez kar kir. A giring em
gihiştin serê salê. Helbet milletek radibe, her
roj ez dinerim ku hişyar dibin. Gelekî xwe kom
dike, lêbelê parastina wana, tevgera wana, tu ne
li ser bê, wê bê şehitandin.
Ji bo vê em tên, dinêrin. Ne vir tenê, her roj
bi têlsizan bi telefonan hevalên di çiyê de
îdare bike, dostan îdare bike. Ango Kurd,
muessesatên xwe nînin. Kesî wiha xwe li ser
mesele yên xwe bizane bimeşîne kême. Ew jî
nikarin xwe îdare bikin. Ê divirde bar giran
dibe.
A giring, hesabê dijmin negihande serî. Demirel
bi xwe got, “Ev îsyana 29’ane. Heta niha vana 28
caran îsyan kir, hemû jî ketin, a 29’an jî wê
bikeve.” Tabi ev ne pirseke biçûke. Qerara wî
eve ku îsyana 29’an, a me ku PKK’ê pêşenkti yê
dike di vê salêde bişeitîne. Dinya pêreye,
xayinên me tev pêrene û hevalên me jî tev
zeyifin, bê tecrubene. Ji bo vê me ev sal xweş
îdare kir. Mirov lê binêre, di dîroka Kurdistanê
de sala çûyî, saleke mezine. Yekî ku di vê
salêde xebat bi serxist, mumkune carek din ketin
çênebe.
Mesele ne mirine, mirin herdem heye. Mesele ne
xwîn rijandine jî. Min got ku wiqas îsyan bûne,
ji berê xerabtir bûye. Vê carê min got mirov
firsendê nede dijmin ku carek din serberjêr
nekeve. Niha ji bo xweşiya millet xebata me bi
ser ket. Ku şerê mirov bisekine, wê çaxê mirina
xerab tê serê mirov. Ez dizanim ku xebata me
bisekine, wekê canê te di dilê tede bisekine. Li
alemê vê tesîrê çêkir. Pir hevalên me dibe ku
hay jê tunene, lê wihaye. Ku şer bisekine,
hereket bisekine, xwîna millet disekine. Ji bo
vê me şer, hem guhert, hem jî neket bi pir
aliyan.
Heviya gel, cejna gel domkirina vî şeriye. Ez
tim dibêjim, tirsa me ne ji xwîn rijandinê ye,
tirsa me ku xwîn rijandin bisekine. Min got ku
wê çaxê mirina tewra xerab tê serê mirov.
Min bi gel re çend civîn çekirin, min hinek
rexne jî kirin. Tabi em bêhtir li ser hevalan
disekinin. Niha millet bi mere pir rabûye,
dijmin lê dixe, gundiyan dikujê, însanê xurt,
welatparêzan dikujê. Berya vê min got, herkes
xwe bicivîne, rêkûpêk bike, li gorî dijminê xwe
haziriya xwe bike, di welatde. Dikin, ne wekê
berêye. Dîroka Kurdistanê nû çêdibe, ji bo vê
nikare xwe bi tevahî bide ser. Divirde millet
hinekî êşiya, diêşe. Hevalên me jî diêşin. Çima?
Di destpêkêde nizanin xwe li gorî dijminê xwe
hazir bikin. Em li ser şaşitiyan jî pir sekinîn.
Ewên ku zû şehîd dibin. Belê ev bîst salin,
dinya li ser mine, min hîn xwe ne gihandiye
şehadetê. Çima? Meseleya parastine pir dîqqat
dikim. Bêhtir jî bi karê xwe re me.
Ji bo vê millet jî dersên mezin girtin. Millet
baş bû, bi cesaret bû. Wê bimeşe. Hûn dûrî
welatin, lê dilê we li ser welate. Bêhtirî vê
xwe xurt bikin, xwe bidinê. Ferq heye. Berê ev
dost wiha nedihatin cem hev. Niha germahiya wana
ne hindike. Mirov li ser xwîna şehîdan wiha
civînan çêbike, mirov li ser armanca xwe wiha
kûr bisekine, ne hindike û di dîroka Kurda de nû
çêdibe. Bi sebir, bi qirar (biryar) mirov hebe
ne hindike. Jiyana me daye û li ser bîranîna
şehîdan tiştên me kiriye karê meye. Te çigas
kir, soza te ewe. Ku tu bi ser ket, te soz anî
cih; ên din tev derewin. Ku te tiştekî bi xêr
kir, bîranîna şehîdan hatiye cih. Ev tişt jî li
cem we dimeşin.
A tewra xerab mirov bê armancbe, berya her tiştî
mirov ji qediya xwe (doza xwe) dûrbe. Niha vana
tev li peşiya we tevan ketiye, yekî bû xwedî doz,
xwedî armanc wekê ku îmana xwe bigre. Ev karê me
dîn û îmane.
Mesele ne ku hûn bi çi awahîne, ne çi awahîne.
Mesele hemû millet tevde û bêhtir jî kare me,
şerê meye. Em tev pêrene, em xurt dikin, ji berê
bêhtir em hakimîn. Tiştê ji destê me bê helbet
em dikin. Ku vê carê Kurd bi aqil bin, esasa me
daniye, heta dawî bi durustî li ser bin, we bi
serkevin. Na, ku bî xwe xwe bixapînin, wekê berê
bi xwe bileyizin, wê ji berê xerabtir bikevin.
Ez tim dibêjîm, heta ku ez heme ne mumkune ev
xebat li paşkeve. Her roj, her şev, her gav wê
bi serkevê. Dijmin jî baş dizane ku mabûna me
serkeftine. Ev baş fêhm kiriye.
Me dixwest ku pir heval wiha bikin. Xwe dikin
rêka şehadetê, lê divê mirov bizanibe li ser
xeta serkeftinê jî bimeşe. Ji bo ve em li ser
xortan pir sekinin, ecêb sekinîn. Ji bo vê heta
niha jî em bi nefes nefes mane, me nikarîbû pir
bi rastî li ser wana hakîm bikrana, quweta wana
kêmbû, nikarîbûn xwe hebekî xurt bikrana. Ji bo
vê em diêşin. Dîsa jî bi xebatê radibe, mirov
bidomîne. Ku mirov bêje Kurd ne başin, pir li
paşketine, mirov nêzîkê nebe; vaya dibe lîska
dijmin, mirov wiha neke. Kurd çiqas ketibin jî,
xerab bin jî mirov bi xwe herê ser qedera xwe,
bi xwe derdê xwe derman bike. Em wiha dikin.
Heta niha ê hatiye, birîn mezin kir, kur kir.
Her yekî kêrek avêtye, bêhtir kir. Li ser vê
teşhîsa me dermanê me, siyaseta me rast bû. Ev
tiştin he, ne hindike. Belê dîsa êş heye. Wekê
nexweşekî ku ji mirinê rabe wê êş hebe, lê
derfetên saxiyê, dermanên saxiyê jî me daye we.
Mirov xwe biparêze -tabîî ne bi saxiya xwe
tenê, bi serxwebûn û azadiya xwe mirov dikare
jiyan bibe. A ku Kurda bike mirov eve. Ji bo vê
ez dibêjîm însanên me ji berê bêhter li ser
saxiya xwe bin, wekî din çare tuneye.
Li ser şehîdan jî mirov dikare tiştekî kin bêje,
di dîroka Kurdistanê’de şehîdên îslamîyet wexta
nuh radibe. Şehîden ewwel (ê yekemîn). Şehîdên
Medînê û Mekkehê. Şehîdên Bedir, en Ûhûd, ew
şerên nuh çêdibûn, wekê wan şehîdanin. Di dîroka
Kurdistanê’de cihê wana wihaye. Li ser vê ya
jime were xwestin, ji vê şûnde mirov ref bi ref,
pir bi xizmeta mezin îmkanên dijmin bişeitîne.
Yanî yekî dixwaze ji bîranîna şehîdan tiştekî
rast derxe, refê xwe xurt bike, hêza xwe xurt
bike, karê dijmin gêrke. Kare dijmin çiye? Karê
dijmin li gund û li bajarên me, li welatê me çi
quweta wî heye, mirov bi serde here, gêrke. Niha
ev jî hinekî dimeşe. Ku wekê em dixwazin nemeşe
jî, dîsa dimeşe. Mirov pir bi işq (êvînî) li ser
vî karîbe. Pir zahmetiya xwe heye, ji mirov aqil
dixwaze sinetekî nuhe. Berî her tiştî sineta
xwe, isûla xwe heye. Tu xwe ji ser isûlê
biavêje, tê here, bişewite. Ji bo vê pir
hassase. Em ji bo vê dibêjin roj bi roj li
serbin. Wekê tu li ser benekî bimeşe, li ser
sêla sor tu bimeşe. Ku tu deqqakê ma, te xwe
bada tê bikevê.
Başiya bûye, min got ku mirov dikare bi ser
dijmine xwede here, ji berê bêhtir lêxe û bila
wekê berê jî nekeve. Min got ne derfetekî
biçûke. Di dîroka Kurdan de ev tişt nuh çêdibe.
Heta niha hûn baş dizanin ku we nikarîbû du
kelîme bigotana, we nikarîbû destê xwe rakiraya,
cendermeyek dihate lê dixist, teslîm dibûn. Kî
rabû wiha kir. Li mehkemeyekê (dadgehekê) li
qereqolekê, li hemû deran nikarîbûn nefesa xwe
bikişinin. Niha me ev tişt tev hilanîn. Dijmin
pir tirsiyaye, çiya vala kirin, qereqolên xwe
tev rakirin, ji malên xwe nikarin derkevin.
Tirsa mezin, me li ser çêkir û mirov ji vê şûnde
bêhtir bike. Belê niha li ser şehîdan hûn pir
nagirîn, bilakis şehîdên me hene hûn jê quwetê
jî digrin. Ev nêrîneke raste. Mirov li ser
şehîda negirî, mejiyê xwe xurt bike, dilê xwe
fireh bike û cihê wana tiji bike. Bi kar. A rast
eve, wekî din ne mumkune mirov bîranîna wana bi
cih binê.
Berê tê bîra min ku yek ji malekê derdiket,
qîrewîr dikirin. Niha ku ji hemû maleke şehîdek
derdikevê tilîliyan dikin, wekê têkevin cejinan.
Wiha xwe didin ser. Ev jî tiştekî başe, di
jiyana Kurdande nîşane ku jiyan bi çive
giredayiye û çi qebûl dikin, vê îspat dikin.
Mirov şehîdan ji bîr neke û bêhtir jî wekê berê
li ser hemû zaroken xwe û li sar xwe jî
nesekine. Jiyana berê betal bû, jiyana berê pûç
bû, tu qiymeta xwe nîne û bê armance. Niha min
got ku li min binêrin, însanekî bi armanc, bi
kar dibe sebeba çi? Berê digotin kî min heye, çi
min heye? Wê kî çekan bide me, kî alîkariya me
bike? Niha derket ku alîkariya tewra mezin a me
ji xwere çêkiriye, alîkariya tu ji xwe re
çêbike, bedêla alemêye. Îspat bû ku hineka jî
dervede alîkariya me bikra em wiha xurt nedibûn.
Lê ku tu li ser lingê xwe bimeşe, di rûnê xwe de
tu xwe bibrêje, ev ji tevan baştîre. Wiha bû.
Ku yek herdem destê te bigre, te bimeşîne, dema
ku destê te berde, tê bikevê. Em tev ji bo ve
wekê zarokan kirine. Ango mirov nikare vêna ji
xwe re bike jiyan, bi peyatiya xelkê xwe peye
bihesibîne, na. Em li ser lingên xwe rabûn, baş
bû, vaye niha jî mirov dikare bimeşe. Vê rojê
ez dikarim bêjim hevaleke keç şehîd ket, Roza ji
Libnanê tev li me bûbû, di heyştê vê mehê de
şehîd ket, em dikarin li ser bîranîna wê jî
bisekinin. Bi tenê serê xwe ma. Dijmin dora malê
girtibû, digot “xwe teslîm bike.” Teslîm nebû,
tebanceke xwe, bombeyeke xwe hebû, ya dawiye bi
xwe ve teqand, li aliyê Bedlîsê. Berya wê bi sê
rojan ji min re digot, “Ez başim Serokê min.”
Heta dawiye bi welatparêziya xwe, ji Bêyrûdê tu
here wir, vê cesaretê li hember dijmine xwe, bi
tenê serê xwe nîşan bide û vê berxwedana mezin
bike, ne hindike. Yanî yekî wiha li ser
bisekine, tenê bese, ji bo mirov milletekî rake.
Eger mirov li ser bîranîna şehîdan xurt
disekine, mirov wiha qiymete bidêyê. Bi tenê
serê xwe, ji bo teslîm nebe, ruhê berxwedane
wiha mezin bike, ne hindike. Tev razane, tev
ditirsin û teslîma dijmin dibin, bi menfaeteke
biçûk teslîmî dijmin dibin, ew heta dawiyê li
ber xwe dide. Ji bo milletekî nîşaneke. Ên wiha
qahremanin ku gelê Kurd rabûye û li ser vê
qahremaniyêye. Mirov tev ji bo van şexsiyetan
pêwiste xizmetê bike.
Di sala ‘92’ande ji sedî zêde şehîdên keç çêbûn.
Belkî ji nêzîkî hezarî ji gel û ji hevalan
çêbûn. Vaye, Kurdistan eve. Ji bo vê ez dibêjim
ên mane mirine, ne yên şehîd. Li ser wana me
millet çêkir. Ku niha cesarete me, fedekariya me
heye, li ser van şehîdên mezine. Di dîroka
PKK’êde pir şehîd hene. Şehîdê meyê ewil Hakî
Karer ne Kurd bûjî, hevalekî me yê Tirkî bû. Ew
ji hemû Kurda baştir bû. Gavên bi cesaret wî
avêtin û bi çek bi ser dijminde çû. Dijmin wexta
ku ew şehîd kir, ji wana ku emê bitirsin û emê
careke din gava navêjin. Me çi bersiv da? Me
got, emê di bîranîna wîde partiyê îlan bikin. Me
bername çêkir, di sersala bîranîna vî hevalîde
me partî îlan kir. Di ‘77’ande şehîd ket, di
‘78’ande me partî îlan kir. Me got bersiva me ji
dijminre eve. Û her salê şehîdên çêbûne, me li
ser bîranîna wan gaveke din avêt.
Wexta Mazlûm, Kemal, Xeyrî şehîd ketin, li ser
bîranîna wana me got, emê vegerin welat, bêhtir
xwe bi welat û bi şerve giredin û em ketin
Botanê. Niha di Botanê’de dijmin nemaye.
Wexta Egîd şehîd ket, me got, emê ji bo bîranîna
wî Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan pênce pênce
li Kurdistanê belav bikin! Salek neçu, hîn bi
cesaretek mezintir me refên gerîlla wiha bi ser
welatde me şandin.
Her salên ku şehîd çêbûne me bîranîna wana mezin
rakir. Encam li ser şehîdan welat çêbû. Yekî
dibêje “ez bi şehîdan ve giredayîme” vî karî
dike. Bi rastî min li ser bîranîna wana ev kar
kir. Hevalê min bûn, min soz dabû, gotibû emê ji
bo bîranîna we û li ser armanca we bi serde
bimeşin, netîce niha şere, serhildan û partî bi
xweye, Arteşa Rizgariya Gel, Eniya Netewî
qûwetên esasîne. Mirov bîranîna şehîdan wiha
tîne cih. Ez ji bo hevalan jî dibêjim ku, hûn
dixwazin li ser bîranîna şehîdan bisekinin,
lazime hûn tiştna bikin, bi xurtî bikin. Wekî
din tev derewe. Her ji jiyana şehîdekî mirov
dersên mezin derxe. Piraniya wana me jê ders
derxistin û me meşand jî. Hate cih.
Ji bo vê ez dibêjim, mesele ne ku hûn nêzîkî
şehîdane, merivên wana ne, şehîd berya tevan ên
PKK’êne, ne yê wene. Hûn baş dizanin ku we
bixwesta jî, nexwesta jî wana partî xwest û
wesiyeta tevan jî partî bû. Wexta hemû şehîd
dikevin, wesiyeta xwe didin partiyê û dibêjin
şer wiha mezin bikin. Mirov tev li ser soza
dawiyê bimeşe. Wekî din derewe. Wekî din mirov
bi xwîna şehîdan bileyize, xerabiya tewra
mezine. Kes cesaret nake, li ser xwîna şehîdan
erzan bileyize. Gerku ji bo menfaeta xwe ya
şexsî her tiştî bike, bila vî karî nekin. Ew ne
şehîdên mene, ne yên wene, ew yên dîrokene, yên
gelekî windabûyî ku xwe nû çêdike. Ev jî ne
hindike. Ez jî, hûn jî em tev di xizmeta
wanadene. Ev raste jî. Li jiyana her şehîdekî
binêrin, xorteke, keçeke bîst salî, bîstûpênc
salî ji bo çi ye? Ji bo armanceke pir baş, ji bo
serxwebûn û azadiyê ye, ji bo sedî sad
fedekariya insaniyetêye. Li ser vê çûne. Ne ji
bo mal û milk, ne ji bo jiyaneke şexsî, na. Bi
tevayî xortbûniya xwe li ser vê feda kirin. Ji
bo vê mirov bîranînên wana mezin bigre. Hûn
digrîn, em digrîn. Nîşan bidin ku xwîna şehîdan
biçi awahî tê parastin. Û li ser însan bêhtir
hişîn bibe. Me hinek kir, hûn bêhtir bikin,
hevalên me yên wekî din bila ji me bêhtir bikin.
Em di nava bê îmkaniyêdene, cihê me pir tenge,
li gorî vê me ev tişt kirin, hûn bêhtir çêkin,
cihê we ji yê me firehtire. Başbûniya Seroktiyê
çibû? Armanca wana, şerê wana domand. Hûn gaveke
din pêşde bibin. Ev berya her tiştîye, berya
xwarin û vexwarinêye jî.
Em pêrene, heta dawiyê emê biparêzin. Heta ku
Kurdistaneke serbixwe û azad çêdibe û ji wê
şûnde jî insaniyet, beşeriyet, şerefa însan heta
dawiye em li ser vê rêka wana bilind bikin û
mirov bi quwet li ser vê rêkê bimîne, dawiyê
mirov wê xwe bi serkeftinê bi gihîne. Ji bo
bîranîna şehîdan jî ji serkeftinê bêhtir tiştek
nayne cih. Di karê xwede ku em bi ser ketin,
bîranîna şehîdan hatiye cih.
Nizanim hûn çawane, wekî din halê we çawaye, em
li we bipirsin? Pirsên we çine?
- Em tev fedayê partiyê û Kurda bin.
- Başe. Saya Xwedê û saya Serokê me başe.
---.: Kar bi pêşde dihere, ji berê baştire?
- Baştire înşallah.
---.: Tabîî merivên şehîdan ne wiqasin, bi
hezaran li wê hêlê hene, bi deh hezaran. Malên
Kurda niha her yek hazire şehîdekî bide. A mirov
xelas bike eve.
- Me berê pir şehîddan. Ev ji tevan çêtire. Çi
çax serkeftin çêbû, bi xêr, bi selamet, wê çaxê
em dizanin ku raste.
---.: Mirin tim heye, ev reka bê mirinêye.
Raste, rêka bê mirinêye. Ez berêji mirinê pir
ditirsiyam, mirina heram, mirina li ser şerê
eşîrtî, li ser çend bihost erd, çend qurûşan şer
têkirin, mirina li ser vana herame. Lê ji bo
armanca mezin, mirov nizane mirin heye, tuneye.
Ev raste.
Belê, wekî din? Pirsên we çine, hûn çi dikin?
- Serokê min xwedê emrekî dirêj bidê te, tu
saxbe bese.
---.: A ji destê min bê ez dikim. Ez ecêb li ser
karim.
- Avên me yên dirêj Dicle û Firat,
Çiyayên bilind Sîpan û Xelat
Bang dikin, dibêjin hat, serok Apo hat
Rojave û Rojhilat
Li Bakûr û Başûrê welat
Li her alî kir xebat
Rûstemê Zal xwediye gûrzê şeş per
Serok Apo’ye ji mere bûye rêhber
Gelê Kurd sûnd û peyman daye li
hember,
Ji bo azadiya Kurd û rizgariya Kurdistan
Can û mal bidin ser
Ji ser vê rêkê tuneye veger
Hey Serok Apo di Behdînanê di Heftanînê
Çi meş kir!
Serok Apo li Heftanîne çi meş kir
Dest û lingên dijmin peş (pûç) kir
Ruyê kedxwar û nokeran reş kir
Reng û ruyê Kurd û Kurdistan
geş kir.
Rojhilatanavîn; bihuşta cîhan
Bihuşta Rojhilatanavîn; Kurdistan
Bihuşta Kurdistan; Botan
Çiqas li Kurdistan bûye şer û ceng
Botan maye û dimîne û wê her bimîne
bi nav û deng.
Mêzekin li çiya yên Kurdistan
Bi xwîna şehîdan hatiye neqişandin
Hemû zinar û lat
Gelê Kurd sûnd xwariye bi Tewrat
Ji bo azadiya Kurd, emê herdem bikin xebat
Gelê Kurd sûnd xwariye bi Zebûr
Eme heza dijmin bişkinin lek bi lek
û tabûr bi tabûr
Li welatê me çarmedûr (çarhawêrdor)
Emê ala rengîn hildin jor
Gelê Kurd sûnd xwariye bi Încîl
Ji bo azadiya Kurd û rizgariya Kurdistan
Heta xwîna me biherike wek çemê
Nîl
Emê welat rizgar kin santîm bi santîm
u mîl bi mîl
Gelê Kurd sûnd xwariye bi Quran
Şerê me ne ji bo Botan û Behdînan
Li paş min maye şerê giran
Ji bo azadiya Kurd û rizgariya Kurdistan
Emê herdem bêjin “Berxwedan Jiyaaaan, Berxwedan
Jiyan!”
Gelo ji berya çar nivîsaran (ji berya çar
kîtaban)
Ji berya çar nivîsaran me sûnd xwariye
“Bi Zerdeşt û Zerdê Awîstan Bila dijmin bi tanq
û top
Eger em jî bimînin wekê berê
Bi rim û şûr û bi çekên hesta
Emê welat rizgarkin ji bin desta.
Gelo me li jor got şerê me ne ji bo
Botan û Behdînan
Belee, Botan hêviye şer û pilingan
Botan welatê ku tî û Kurdî û Kurdinya.
Botan welatê Mîdya û Mîtan
Niha li Botan, li Behdînan û li seranserî
Kurdistan
Emê bejin, “Bijî Serok Apo, Abdullah Öcalan”
Parçebûnê gelek em êşandin
Parçebûnê gelek em êşandin
Çend milyon yek bi yek ten şikandîn,
Lê ku çar dar bi yek bin
nayê şikandin
Gelê Kurd, bi hemû rengî bûye yek
bi dev û dil bûye yek
bi derd û kul bûye yek
bi dahol û dîlan bûye yek
Li çar alî welat deng bûye yek
Bi vê yekê jî Serok dilgeşe, gelek.
Mêzekin,
Çiyayê Botan di ser re berfe,
di bin re mij û dûman
Bi xeml û xîza giran
Bi sed salan ketin bin destê neyaran
Lê, li sal seda bîstan
Xwedanê Zemîn û Asîman (erd û ezman)
Ji mere şand kurê Keykûbatê Kurd Serok Abdullan
Öcalan
Li butun cihan em dibêjin;
“Berxwedan jiyan”
Li heps û zindan dibêjin;
“Berxwedan jiyan”
Li gund û bajaran dibêjin;
“Berxwedan jiyan”
Keç û xort, pîr û ciwan dibêjin;
“Berxwedan jiyan”
Dibêjin; “Bi can bi xwîn em bi terene
ey Serokê pêhlewan”
- Seata we xweş.
---.: Pir silav û pir sipaz. Herbijî...
Wekî din, yekî dixwaze çend pirsa bibêje.
Bibêjin, pirsên xwe hûn jî bibêjin. Ev pir xurt
dibêje. Ez ji şîîrên te razîme, te di qampêde jî
got.
- Belê.
---.: Baş bû. Em li ser vê dimeşin. Hûn çi
dibêjin reya we çiye?
- Heta mirinê em bi terene.
---.: Hûn jî bi merene, temam. Dayik bimerene.
- Erê, em bi terene, heta mirinê em bi terene.
- Bi xwîn, bi can, bi mal, bi gî em bi terene
- Bi gî bi terene.
---.: Dayik niha pir xurt bi merene. Bi rastî
hûn baş dizanin ku jinên Kurd jî nîvê nîv tev li
vê xebata mene. Hinek sebebên xwe hene. Ez tim
dibêjim, karê Kurdistanê karê jinên
Kurdistanê’ne. Ji zilaman bêhtir karê jinên
Kurdistanê’ye. Pir sebep hene. Ên niha
Kurdayetiya xwe ji bîr nekirine, bêhtir jinin.
Ên bêhtir di Kurdistanê’de mane jinin. Ên bêhtir
di Kurdistanê’de kar dikin jinin. Ên bêhtir li
ser heriya Kurdistanê digerin, jinin.
Zilam, bê kare, derdikeve der û tim bi dijminre
danûstandinên xwe hene. Jin zilame xwe
diguherîne. Mecbûre, ji bo vê dike. Lêbelê di vê
jiyanê de jî xerabiyê dibîne. Di dîrokede hata
niha ev tişt wiha bûye. Ji bo vê ez dibêjim karê
PKK’ê radike, mirov dikare bêje ku bêhtir jin wê
bêjin ev karê meye, rizgariya PKK çêdike, bêjin
bêhtir rizgariya meye, em jinên Kurdistanêne.
Wiha ye.
Mirov bi çi alîve lê binêre, di dîrokede û niha
lê binêre, mirov dikare bêje ku ev kar ji tevan
bêhtir ji were lazime. Dibê ku hûn niha
nezanin, pir xwendina we tuneye, siyaseta
partiyê, doza partiyê çiye, hûn nizanin, lê
rastî wihaye. Ji bo vê wiqas keç tev li me bûne.
Bi rastî egîdiya mezin çêkirin. Wekê lehiyê tên.
Ne xerabe. Dibînin ku azadiya wana bi vî karî,
bi vî şerî ve girêdayîye. Mirov jî bê azadî
nabe, bê welat nabe.
Hûn baş dizanin, wiqas zarok bê karin, bê
xwendinin, bê saxîne, birîndarin, nexweşin û
derman ev kare. Ne ev kar bûya, zêdeyî sîh
milyonî Kurd hene, wê ev herin ku derê? Waye,
peyayê Kurd çû ji xwere li derve cih girt, ziman
elimîn, hûnê herin ku derê, hûn nikarin. Bêhtir
welat ji were lazime. Divî welatîde ên dawiye
bimînin hûnin. Ên nerevin hûn bi xwene. Hûnê
birevin herin ku? Ewrûpa wê çi bide we? Hûn
nikarin li Ewrûpa bigerin, hûnê li dewletên
Ereban li çi bigerin? Li Enqerê, li Îstenbolê
hûnê li çi bigerin? Cih nadin mîrov. Bidin jî tu
qiymeta xwe tuneye. Hûn nikarin xwe bi Tirkkin,
nikarin xwe bi Erebkin, zahmete.
Ji bo ve ez dibêjim, ev karê serxwebûn û azadiyê
berya tevan ji were lazime. Jinen Kurd wê bi ser
kevin û merivên şehîdan, dayikên şehîdan niha bi
qahremanî jî dimeşin. Ji mere pir salox hatin,
bi rastî niha dayikên şehîdan ji hemû mirovan bi
wêrektirin û kar jî dikin. Ev ne hindike.
Ji me tiştekî dixwazin, dibêjin, bila vana zû
şehîd nekevin, bila demeke dirêj şer bikin.
Xwesteka bav û dayikan eve. Ev raste. Ji bo vê
jî ez pir karê mezin dikim. Berê bi rastî ne
dihiştin yek tevlî bibe, lê ku doz fêhm kirin,
her yek dibêje xwezî çend zarokên min en din
hebûna ku min bişandina. Carekê min yek dayik
dît, digot; ‘‘ez pir li ber dikevim ji berku tu
zarokên min tunene ku ez bişînin. Gihiştiye vê
derceyê, ku her yek kurekî xwe, yan keçeke xwe
rêke welatê xwe. Başe, wexta Kurd wiha dibin,
dayik wiha dibin, welat tê girtin. Di welat de,
te cih çêkir. Ev jî karê weye. Min got ku ev
berya tevan kare we jinane. Îspat dike ku ji me
tevan bêhtir ev kar ji were divî welatîde cih
çêdike, jiyaneke bi şerêf çêdike.
Hûn bidin meşandin, hûn me zilaman, me xortan
bidin pêş, bêjin bi pêşde herin. Heta ku em
nikaribin bikin, hûn bi xwe bikin. A rast eve a
niha dibêjî û pêwist ji eve.
Çima mirov li ser rastiya mezin nemeşê? Mirin
tim heye, ev rêka bêmirinêye. Em ji mirina xerab
ditirsin, ji mirina sedî sed mirov digihîne
serkeftinê ger mirov ne tirse. Ez dîsa jî
dibêjîm, şehîd nêzîkî wene, mirov we pîroz bike,
çima? Ku mirov bê şehîd be mirov li ber dikeve.
Mirov bi şehîd be, zengîn dibe, xurt dibe,
ronahî dibe. Û hedefe ku her maleke Kurd bibe
maleke şehîdan. Nîvê nîv bûye, ji vê şûnde jî wê
bêhtir bibe. Şehîd hemû yên wene. Ne, yek ji
yêwe bê, na. Wiqas şehîd hene, berya her tişti
hûnê bikin yê xwe. Hûnê li ser wana bistirên,
biaxivin, pir tiştan bikin. Ji wereye. Ji kîjan
alîve binêre, berya tevan ji wereye. Wekî din
mirov layîqê dayikan nabe, bi vî karî mirov
layîqê dayikan dibe. A me kiriye jî eve. Dayika
min jî hebû, hîn jî heye, dawiyê fêhm kir ku ev
rêka mezine. Bi salan nêzîki me nedibû, fêhm
nedikir, nezan bû, lê hûrmeta gel dît, rabûna
millet dît, bi xwe jî îşareta serkeftinê kir.
Niha hemû dayik wihane. Ku min çend quriş bi
dayika xwe dana, ez memûrekî biçûk bûma, min
jêre xizmet bikraya, ew ne jiyaneke baş bû, ne
xûrtbûniyeke baş bû, kurekî baş bû, bîlakîs ji
bo dayikekê jî, ji bo malbetê jî min got ku ez
vî karî wiha bi ser dixim û şerefa mezin eve.
Bavê min jî hebû; ditirsiya, digot; ‘‘Şex Seîd
nikarîbû ev tişt bikraya, Barzanî nikarîbû ev
tişt bikraya ma tê çawa bikê? Yek hevalê te yê
saxlem tuneye, qurişek pereyê te tuneye, eşîret
tuneye, tê cawa bikê? Lêbelê digot, di ruyê tede
jî fetih heye.’’ Vî zilamî ev pirs jî kir.
Nizanim, ez hîn zarokekî biçûk bûm, mirov heqê
wî bidyê. Digot; ‘‘tu herî kûderê tûyê fetih
biki.’’ Wî ez bi çi awahî nas kirim, ez nizanim.
Hîn di bîra mindeye, di bin darekêde got.
Baweriya xwe hebû, ev bawerî jî hebekî da min.
Ditirsiya, lê ev pirs jî ji devê wî derket.
Însanekî pir feqîr bû, pir karker bû û bi rastî
mala me jî, ji mala tevan bêçaretir bû. Em
feqîrê gund bûn û di gund de yê herî zeyif, em
bi xwe bûn. Di nava zarokan de jî ez pir zeyif
bûm, lê min xwe, ji tiştên nebaş dûr xist. Heta
ji min tê li ser tiştên baş, li ser çi xwendinê,
li ser Kurdayetiyê çi bi destê min ket, min xwe
da ser. Min nêrî ku rêka rast eve. İncamêde jî,
ji bo dê û bavê mirov jî tiştên baş çêbûn. Niha
em layîqê dê û bavan bûne. Hemû zarok, xort, keç
wiha işaretê bidin, bêjin em ji bo malbata xwe
jî baş bûn. Ez bûbûm memûr jî, min xwendin jî
baş dikir, ji wê şûnde min ev kar kir.
Li ser bîranîna wana jî mirov dikare wiha
bimeşe. Hûn tev wihane, ew şehîdên we tev
wihane. Ên di nava xebatêde tev vî karî dikin.
Na, ez nabêjim hûn tengin, hûn bi vana firehin,
hûn bi vana xwe pîroz dikin. Derdê min, hûn
bêhtir van însanên mezin bi çi awahî bi darên
welêtkin, bi darên serxwebûn û azadiyêkin, van
însanên qahreman em bi çi awahî ji bîr nekin.
Şûnê wana, dema yek şehîd ket, em dehan tevlî
bikin. Van mirovan, gel wana nas nake, em mezin
kar bikin ku bi gelê xwe, bi alemê bidin
naskirin. Derdê min eve. Li ser vê jî min got ku
kar dibe, me cihê wana tijikir. Şûnê şehîdan
tiji bûne û îsal jî wê bêhtir tiji bibe.
Sozên me dane hatine cih. Hûn jî bawer bin ku wê
ev kar bimeşe. Ku tev bisekinin, hûn dayik
nesekinin. Bidehfînin, bêjin bi pêşde herin.
Hemû dayikê Kurdistanê’re dibêjim. Ku tirs hebe,
bikin cesaret, sekinandin hebe, bêjin bi lez.
Menfeata şexsî hebe, bêjin, na, heta dawiyê
fedekarî. Hûn wiha bikin wê ev kar bi ser keve,
ev welat wê rizgar bibe, ev gel wê azad bibe.
Belê, wekî din ku pirsên we hebin bêjin?
- Serokê min saeta te xweş.
---.: Hûn ji Kurdiya min fêhm dikin ne?
- Belê.
---.: Bi piranî wekê Kurdiya Efrînêye, ne?
- Serokê min, şehîdên te jî serê te bilindi
radikin û heta demarên xwîne jî di wanade heye,
her yek dibêjin “Bijî Serok Apo.”
---.: Barê min giran dikin,
- Dibêjin, Serok Apo, em hatine heyfa Egîd û
Mazlum rakin.
---.: Raste, pirsa wana ya dawiyê “Bijî Serok
Apo”ye, lê barê mirov jî giren dikin. Herkes
nikare xwîna şehîdan rake.
- Serokê min kurmê me, ji me ye.
---.: Herkes nikare xwîna şehîdan rake. Meseleya
şehîdan mezine. Herkes nikare layîqa şehîdan be.
Û herkes nikare bibe rê hevalên şehîd. Kemal Pîr
hebû, ne Kurd bû jî, şêst rojî rojiya mirine
girt, hestî tenê man. Dijmin pir li ber digeriya,
digot, “Were ser jiyanê”, digot “Quweta we
tuneye hûn min bînin ser jiyanê, ez vê derfetê
nadim wê.” Ew hevalekî min ê min pir wîna
nedîtibû jî, lê heval bû. Helbet hevalên bi
mere, hevalên me yên şehîd wiqas mezinin.
Giraniya min eve ku eze çawa layîqê wana bibim.
Ne yeke, ne hezarin. Ji bo vê ez dibêjîm, hevalê
şehîdabin, xwediyê sehîdanbin. Bi karê xwe, bi
giraniya xwe, bi mezin bûniya xwe hûn dikarin
layîqê bin, wekî din ne mumkune mirov layîqê
şehîdan be. Ez vê car bi car dibêjim, dûbare û
dûbare dibêjim, ne însanekî pir mezin be,
nikare pirsa şehîdan bîne devê xwe. Dîsa ez ji
were jî dibêjîm, mirov layiq bibê.
Belê, wekî din? Pirsên we hebin, bêjin. Hûn çi
dibêjin?
- Di 15 Tebaxêde înşallah emê derbasî welat
bibin Serokê min?
---.: Na, mirov pir bê sebiriyê neke. Qirara me
eve ku emê di Kurdîstanê’de teqandinên mezin
çêbikin. Ne, ez herim, tu here, mesele ne eve,
em bawerin wê millet teqandinên hîn mezintir
çêbike. Serhildan û gerîlla wê di çar aliyê
welat de pir xurt bibe. Me ev tedbîr girtine. Ne
mumkune zeyif bibe. Min got ku jiyana min eve,
ku kar nemeşe ne xew tê û wekê mirov mirîbe. A
ez dibînim, wê xebat bi serkeve û di panzdehe
tebaxê de wê hîn xurttir bibe.
- Înşallah.
---.: Deqqe bi deqqe em li serin. Ez ji hevalan
jî dixwazim, ecêb li serbin ku di 15 Tebaxê de
mirov mezin pîroz bike, bi şerekî mezin pîroz
bike. Ne dijminekî ku mirov efû bike, ne
dijminekî ku mirov xwe li hember kêr bike û
mirov razê. Navê me ji ortê radike, koka me
dikole, ji bo vê ez dibêjim, çi ji destê we bê,
ecêb bikin. Dijminê xwe biçûk nebînin, dijminê
xwe wekê dijminan jî nebînin. Ez her roj dibêjim
bi mirinê kar dikin, dîsa jî hîn wekê ez
dixwazim kar nabe. Hay ji dijmine xwe tunene,
fenûfûtên dijminê xwe nizanin. Lê dîsa bi
qahremanî şer dibe. Bê tecrubene, nizanin, lê
şerê xwe dîsa dikin.
Hedef helbet eve ku mirov tev here welat. Hedef,
bi milyonan gelê me tev bi yekbin, bi hevre
bimeşin. Îsal nebe, saleke din nebe, qirara me
eve ku wê îlla bibe. Ez jî sozê didim, dibêjîm
heta ku ez heme emê xwe bi vê rojê bigihînin.
Tiştên heta niha bûne jî îspat dike ku mirov wê
bigihê yê. Her salê me xebat bi serxist. Li
hember zulma Tirka ne hindike, tu vê xebatê wiha
rake. Min di destpêkêde çi got? Çiqas serhildan
cêbûne û bi deh hezaran, li Dêrsîmê ketin, di
Şêx Seîd de ketin, yek insan nema ku navê vana
bîne ser devê xwe. Ji bîr kirindan, xwediyê vana
tev teslîm kirin. Gotin kevinperestin, çine,
çine, xeber jî ser wanade berdan, batil kirin.
Dixwestin li ser şehîdên me jî wiha bikin. Min
got ku me nehişt şehîdên me ji bîr bikin.
Şehîdên me ne ji bo eşîretekê, ne ji bo
malbatekê, ne ji bo erdan, ne ji bo milkan, ne
ji bo axatiyekê, na. Sedî sed ji bo
welatparêziyê ye, ji bo însaniyetê ye ku mirov
bêje ez layiq bûme, ji bo em navê xwe ispat
bikin, ji bo jiyaneke serbixwe em îspat bikin.
Ji bo vêye. A giring, mesele girane. Bi roj û
şev ez wiha li serim ku giraniya meseleyê ez bi
Kurdan tevan bidim fehmkirin. hincaran ez ji
xwere dibêjim ku tu bi tenê serê xwe tê çawa
bike, yanî tirsa min ne ji bo mine, dozeke mezin
heye, ha lingên min bişemite ez bikevîm, hevalên
min ne xurte, gel ne xurte, bimrim wê her tişt
ji dest here. Ez jivê ditirsim, ne ji ketina xwe.
Millet pir ne xurte, heval ne xurtin, wê doza
mezin ji dest here. Ev min pir ditirsîne. Mirov
netirse, xwe xurt bike, tirsê ji ortê rake.
- Berya tevan serokê min tê bi hevalan rebi û ê
duda jî sirriyet û hezkirin.
---.: Belê sirriyet hebe, ji hev hez bikin. Ez
vê pir dibêjim, Kurd heta niha wekê stiriyan
dikevin hev, sirriyetê radikin, xwe zû keşif
dikin. Wekî din jî pir şaşitiyên xwe hene,
kêmasiyên xwe hene. Ez deqqe bi deqqe li serim,
dîsa jî wiqas derdikeve. Tiştên hûn dibêjin, ez
deqqe bi deqqe dikim ar dişînim, dikim name
dişînim, dikim talîmat dişinim. Dimeşe, ne wekê
berêye. Mirov ranekeve. Tim dibeijim li dijminê
xwe binêre, xwe nas bike û wiha bi serde here.
Bila hişê we li serê webe. Hûn qasî min ne
westiyane û ji min bêhtir îmkanên we hene, bi
ser dijminê xwede herin, li ser van rastiyan
herin. Ger gotinên min di destpêkê de bi awayek
xweş û baş xistiban mejiye xwe, bi meşandana,
şehîdên ketine ger hezarin, dibêku deh bûna.
Helbet min got ku herkes nikare mezin bimeşe. Ji
bo vê serok lazime. Ji xwe serokatiya me jî wiha
çêbû. Me nêrî ku bar tê ser min, min xwe ba neda.
Ma qey min xwe kir serok, na. Wana wiha kir,
hevalan wiha kir. Gotin wiha tu ji mere lazimî,
wiha tu kar baş bike, wiha nekeve. Ez jî
însanekî bi gelve girêdayîme, bi hevalan ve pir
girêdayîme û min xwe jê dûr nexist, min xwe ba
neda. Encamê de, niha ev serokatî dimeşe, ji bo
gel jî karekî baş dike. Heta niha ez firsendê
nadim xeraban, qatiyen tu kes wê bi xwîna
şehîdan neleyize. Û kes wê bi vî karî neleyize.
Bêhtir jî çi başî, rindî heye ji bo însanê Kurd
be, hezkirin wê ji bo insanê Kurdbe. Lê wê ji
hev hez bikin. Wê xwe pak bikin. Wê heft caran
xwe bişon wê xwe pak bikin. Piçikek gemar di
qirikêde, di mejiyê wan, di dile wande hebe wê
pak bikin. Heta wiha nebe em dest ji qirika kesî
bernadin. dumahîya wan nayê, soza me dayê bi
hezaran şehîdan heye. Ev xwîn li ser vêye. Û
herkes wiha bike, ne ez tenê. Niha ez hebim jî
tunebim jî ez dibêjîm di tirbêde jî lazime ev
kar dîsa bimeşe. Di virde mirin nîne, ev karê em
dikin, karê bê mirinêye. Ji bo vê ez dibêjim ku
şehîd bê mirinin. Mirin çiye? Tu vala dibe, tu
pûç dibê ji bo vê tu miriyî. Lêbelê tu bi
armanca mezin, tu bi şerê mezin, tu bikevî, tu
şehîd dibi, tu namirî. Çima? Armanca te mezin
bûye, armanca te jiyana nûye. Jiyana rast jî
eve.
Serokatiya Partiyê
09.01.1993
|