|
Hilbijartinên
2011’an polîtîkayên nû yên AKP’ê dixe teşeyê.
Serokwezîr got ku ‘Pirsgirêka kurd tuneye,
nemaye’ Hin derdor bi gotinên wekî ‘Serokwezîr
wisa negot, wiha got’ xwestin ku civakê
bixapînin. Encax serokwezîr li dû gotina xwe ya
asîmîlasyon nemaye, qediyaye sekinî. Ji ber ku
mirov bibêje asîmîlasyon nemaye normal e ku
mirov bibêje pirsgirêka kurd qediyaye.
Erdogan rastiyê
nabêje, rastiyê berovajî dike. Ji ber ku
asîmîlasyon neqediyaye. Li dijî vê bi awayekî
rêk û pêk û zêdebar berdewam dike. Ji ber vê
sedemê vegotina pirsgirêka kurd qediyaye di
esasê xwe de derew e, vir e. Di roja îroyîn de
gotina pirsgirêka kurd nemaye, tê wateya
înkarkirina gelê kurd, jê wêdetir jî nayê tu
wateyê.
Çawa ku
asîmîlasyon bi zêdebarî berdewam dike, qirkirina
çandî jî bi heman awayî bi zêdebarî berdewam
dike. TRT 6, çapkirina hin pirtûkan û
serbestbûna albumên muzîkê û hwd. asîmîlasyonê
naqedîne, li dijî vê ev bûne arguman û amûrên
aşê asîmîlasyonê ku di çaxê ragihandin û
teknolojiyê de bi lez û bez tên bikaranîn û
texankirin. Di dema herî dijwar a ku şerê qirêj
dihat meşandin de sefîr û balyozên Tirkiyeyê di
gerên xwe yên li Ewropayê rojnameya Azadiya
Welat di çenteyên xwe de digerandin. Ew sefîr û
balyoz digotin; ‘Li Tirkiyeyê rojnameyên kurdî
tên çapkirin, em li hemberî terorîzmê ne.’
Ev çil
televîzyon, çil rojname, çil radyo, gelek
malperên înternetê aşê asîmîlasyonê ji demên
borî zêdetir leztir kirine. Di qada cemaweriyê
de kurdî qedexe ye, jiyana du zimanî nayê
qebûlkirin. Ev pêkanîn bi serê xwe ve ji bo dana
jibîrkirina kurdî û serdestkirina tirkî ne.
Jixwe AKP’î radibin û rûdinên progagandaya
‘Kurdî ji tu karî re nabe, kar û piyaseya wê jî
nîn e’ dike.
Bi zimanê dayikê
perwerde tuneye, perwerdeya esasî bi zimanê
tirkî ye. Niha jî li Kurdistanê bi pêşxistina
dibistanên kreşî û pêşdibistanan zarokên ku hêj
li berdilê dayika xwe ne kurdî bi wan didin
jibîrkirin. Asîmîlasyon û qirkirina çandî li
cihekê ku perwerde bi tirkî be, bi vekirina TRT
6’yê û serbestiya weşan û albumên muzîkê gelo
mimkûn e ku bê sekinandin? Niha ku mirov bibêje
ku asîmîlasyon tuneye, ji nedîtî ve hatina
qirkirina çandî ye, jê pê ve nayê tu wateyê.
Îro roj
asîmîlasyon û qirkirina çandî ya ku li Tirkiyeyê
tê jiyîn li tu derê cîhanê nayê jiyîn. Dewleta
tirk jî ji bo vê asîmîlasyon û qirkirina çandî
bidome û bi ser bikeve ango kurdan tune bike
amûr û derfetên xwe bi tevahî xistiye dewrê.
Erdogan li Wanê got me vê razemeniyê kiriye.
Razemeniyên ku kiriye jî bi tevahî ji bo
pêşxistina asîmîlasyon û qirkirina çandî ye. Ev
jî bi bendavan wêrankirina xwezaya Kurdistanê
ye. Razemeniyên xwe yên asîmîlasyonîst û bi
çêkirina bendavan wêrankirina xwezaya Kurdistanê
wekî tiştên pirbaş be vedibêje û pesnê xwe bi
wan dide. Lê belê ev bi tevahî ji bo serketina
Plana Islahatê ya Şerqê ya ku di sala 1926’an de
hatibû amadekirin, tên kirin û pêşxistin.
Tiştên ku
Erdogan wekî gavên baş destnîşan dike; bi
têkoşîna gelê kurd ku asîmîlasyon û qirkirina
çandî bi vê têkoşînê hatin teşîrkirin hatin
rojeva Tirkiyeyê. Nikaribûn asîmîlasyon û
qirkirina çandî wekî demên borî pêşbixistana.
TRT 6 û li zanînngehan beşên Kurdolojiyê jî di
vê demê de hatin rojevê. Ev bi tevahî ji bo
nixumandina polîtîkayên asîmîlasyonîst û
qirkirina çandî hatin kirin û xwestin ku bi vê
awayê polîtîkayên xwe bidomînin.
Îdiaya qedandin
an jî tunebûna asîmîlasyonê bi kurdan delxe
derbaskirin e. Zîhniyeta ku dibêje bi zimanê
dayikê perwerde nabe, jiyana du zimanî nabe,
kurdî di qada cemaweriyê de nabe ku bê bikaranîn
ger ku rabe û îro bibêje asîmîlasyon tuneye yan
ew pê nizane bêka asîmîlasyon çî ye yan jî vê
vegotinê ji bo xapandina kurdan dike.Yekî ku
biçe Almanyayê û bibêje ‘asîmîlasyon sûcê
mirovahiyê ye’ ne minkûn e ku bi wateya
asîmîlasyonê nizanibe.
Tiştê ku asta
hebûn an tunebûna asîmîlasyonê destnîşan dikin
ew e ku bê ka gelê kurd çiqas dikare kurdî bi
kar bîne. Di vê warê de daxwaza gel ka bi çi
rengî ye ev girîng in. Di jiyanê de asta
serwerbûna kurdî ye. Bêguman mirovên welatparêz
û perwer bi zanebûn di jiyana rojene de bi
kurdî diaxivin û dixwazin vî zimanê vejînin. Vê
jî li dijî polîtîkaya asîmîlasyonîst a dewletê
pêş dixin û bi vî awayê li ber xwe didin. Yan na
polîtîkayên asîmîlasyonê û qirkirina çandî ji
berya deh salan ji berya bîst salan zêdetir û bi
zanebûntir tê pêşxistin û domandin. Dibe ku
beriya 50 salan qedexe hişktir bûn. Lê aşê
asîmîlasyonê ewqas zû nedigeriya. Lewma jî, hin
serbestiyên di aliyê çapkirina pirtûkan û
firotina kasetan de,nayê wateya xilasbûna
asîmîlasyonê. Di roja me de ji bo rawestandina
asîmîlasyonê, divê kurdî jî bi amûrên ku bi qasî
amûrên asîmîlasyonê bi bandor in, bêne
belavkirin. Berî her tiştî, divê di jiyana
civakî, aborî û çandî de, ji bo kurdî qîmet bê
dayîn. Ger ku ev pêk neyê, mîna ku AKP’î jî
dibêjin; kurdî bê fêrbûn jî, dê bi kêrî tiştek
neyê. Ev rewş dê bidome. Mirov bêje asîmîlasyon
xilas bûye, ev dê bê wateya ku asîmîlasyon dê
zûtir bidome. Jixwe heta ku Xweseriya Demokratîk
pêk neyê, asîmîlasyon jî naqede. Heta ku gelê
kurd xwe bi xwe birêve nebe, ev dewlet dê
qirkirina kurdan a bi riya asîmîlasyonê,
bidomîne. Tiştê ku diqewime jî, ev e. Tenê,
Xweseriya Demokratîk dikare ji asîmîlasyon û
qirkirina çandî re bêje rawest e. Ji ber ku tenê
dema ku Xweseriya Demokratîk pêk bê, dê kurdî
pratîze bibe, dê kurdî bibe zimanê jiyanê yê
civakê.
Serokwezîr
dibêje ku di serdema Îsmet Înonu de kasetên
kurdî hatine qedexekirin, Mem û Zîn nehatiye
çapkirin. Dibêje niha ev qedexe rabûn,
asîmîlasyon qediya. Ev jî, metodeke xapandin û
berovajîkirina ramana mirov e. Hin raporên din
jî hene ku di serdema Înonu de hatine amadekirin.
Ger ku Serokwezîr diwêre, bila wan aşkera bike.
Bila Fermana Islahata Rojhilatê deyne holê û
bêje ku bi tevahî li dijî wê ye. Nikare van
deyne holê! Ji ber ku niha jî hikûmeta AKP’ê
polîtîkayên dişibin wê, dimeşîne.
Dema ku tenê
serdema Înonu û CHP’ê wekî qedexeya kasetek û
pirtûkek deynin holê, ev dibe xapandinek,
lîstikek. Tenê van dibêjin û her wekî dixwazin
ramana “me ev qedexe rakirin, wê demê
asîmîlasyon qediya, pirsgirêka kurd çareser bû”
di hişê mirovan de bicih bikin. Ji ber ku karê
tekane yê Serokwezîr xapandin e, çend dokumanên
serdema Înonu jî, bi vê qurnaziyê bi kar tîne.
Tirkiyeyê
îradeya gelê kurd tune hesiband. Bi salan ji bo
ku îradeyeke siyasî ya wisa dernekeve pêş
polîtîkaya zext û zordariyan pêk anîn. AKP jî
niha bi komkujiyên siyasî di heman rê de dimeşe.
Komara Tirkiyeyê perwedeya bi zimane dayikê
qebûl nekir. Perwerdeya tirkî ferz kir û
asîmîlasyon belav kir. AKP jî niha heman tiştî
dike. AKP van polîtîkayên komarê rexne nake.
Niha tenê li hemberî aşê asîmîlasyonê ku wateya
wan nemaye behsa çapkirina kaset û pirtûkan dike
û rastiya xwe vedişêre.
Serbestkirina
hin pirtûk û kasetan asîmîlasyonê ranawestîne?
Na ranawestîne. MGK dibêje ku ‘Hin pêngavên ku
yek netewbûnê asteng nake dikare bê avêtin’ û ji
bo TRT 6 û beşên Kurdolojiyê vebe bersiva erê
daye. Ev yek ji bo ku komkujiya çandî piştperde
dibe hatiye vekirin.
Wekî ku
Serokwezîr dibêje Mem û Zîn cara yekemîn di dema
hikûmeta AKP’ê de nehatiye çapkirin. Di salên
1970’yî de Mem û Zîn di pirtûkxaneyan de dihate
firotin. Azadiya Welat ji salên 1990’î ve tê
weşandin. Ev yek jî vê dide xuyakirin ku
çapkirina van pirtûkan û hebûna wan pêşî li
komkujiya çandî û rawestina asîmîlasyonê nagire.
Baweriya kurdan
ya beriya îslamiyetê Zerduştî bû. Ya tirkan jî
Şamanîzm bû. Niha vê rastiyê berovajî dikin û
dereweke wekî ku ola kurdan a niha Zerduşte tê
kirin. Her kes jî vê yekê dizane ku gelek kurd
muslumanin. Beşek elewî û beşek jî êzîdîne.
Dema ku ev tên ziman bila neyê vê wateyê
baweriya kurdan Zerduştiye. AKP’ê ev demagojî
aniye asteke eletewş.
AKP di her
mijarê de civakê dixapîne û di mîtîngan de jî bi
dîmenên nerast yên kamereyê civakê dixapîne. Sed
kesî wek hezar kesî nîşan dide. Bi kamerayan
dîmenan dirêj dike. Bi vî awaykî hejmarê zêde
dike. Dema ku mirov bi baldarî li dîmenan
binêrin mirov vê yekê bi hêsanî dibînin. Ya herî
baş jî di wêneyên Wan û Colemêrgê de derket
holê.
Li Colemêrgê
hinek memur û cerdevan komkirin û ev dîmenan de
wekî ku bi hezaran kes berhev kirine nîşan dan.
Lê di vê mijarê de serkeftî nebûn. Rastiya AKP’ê
ev e. Di her mijarê de şerê taybet û xapandin
kirine wekî polîtîkayekê.
|