* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 



Armancên Şerê Gel ê Şoreşgerî (beşa-1)
 

 

   

Heke ku çareserî xilas bibe, KCK ê bi giştî bikeve dewreyê. Heya niha KCK ê tenê milê xwe yê siyasî derxiste pêş.

Armanca şerê gel ên şoreşgerî, erkên wê yê pêwîst ên ku pêk bîne û serbixîne çi ne, dive di der barê van hemiyan de nirxandin werin kirin.  Heke em nizanibin, em ê çi bikin, wê demê em ê nizanibin çawa jî bikin. Her tim tê gotin tektîk tektîk, lê tektîkek teqez tuneye. Tenê yek tektîkekî gerîla ya teqez heye, ew jî tektîka 'lê de, bireve' ye. Ev tektîka wî jî ji ber ku hêzek biçûk û lewaz e, dijminê wî mezin e, ew bixwe lewaz e, tenê bi vî şêwazê  lêdanê ve dikare li hember dijminê xwe hebûna xwe biparêz e. Ji ber vî jî, vê tektîkê ji bo xwe esas digire. Li derveyî vê tiştekî din ê teqez tuneye. Di hindurê tektîkê 'lêde bireve' de hinek şêwazên çalakiyê hene. Kemîn davêje, serde digire, sabotaj, sûîkast û sizma dike. Çekên cuda pêk tîne. Van hemiyan di hundirê hev de bi kar tîne. Lê li kuderê wê çi bi kar bîne, çi bike wê encam bigire û ya ku pêkanîna rast esas diyar dike, dixwaze çi bike û ji bo kîjan armancî kar dike ye. Te, ji ber rehetbûna leşkerî hewl da tiştek bikî, xweşa te çû, ji te re hêsan hat, te kir û te jê encam girt. Heke ku ev çalakî ne gorî armanca te be, te çiqas encam girtibe jî, ew encam ne encamekî bes û encamek rast e. Ev nabe serkeftin, herwiha dibe zirar jî bide.

Ji ber vî, berê ku em xebatên leşkerî û çalakiyê diyar bikin, pêwîst e di despêkê bizanibin em ê çi bikin û ji bo çi bikin. Em dixwazin kîjan erkî bînin cih? Em ji bo çi şer dikin? Em ê ji bo çi Şerên Şoreşgerî ya Gel bikin? Em dixwazin bi vî şerî ve kîjan erkî bînin cih? Em ê li gor kîjan programa siyasî şer bikin? Ev şerê wê kîjan armancên siyasî pêk bîne? Pêwîst e ev werin zanîn. Ez bawerim tenê ji bo şer, şer nayên kirin. Tenê ji bo xwîn birêj e û ji kefê anjî şer tê hiskirin jî şer nayên kirin. Ne wek civak û ne jî wek rêxistin rewşeke me ya wiha tuneye. Em ne ji bo ku evîndarê şerin, ne jî ji ber bêhna me derbikeve em nakevin pêvajoyek wiha ya şer de. Em dixwazin hinek erkên bingehîn û karên jiyanî bikin. Ji bo ku werin kirin jî li pêşiya me tu çareseriya cuda, rê û şêwaz namîne. Tenê ji me re riya şer dibîne. Ji ber pêwîstiya vî jî em dikevin şer. Ev di despêkê û heya roja îro wisan e. Di sala 1977 an vir ve PKK wiha tev diger e. Her kes êriş li ser me dike, em nikarin xwe baş biparêzin jî. Rastî ev e.

Niha di rewşa heyî de ku em dibêjin tenê çara me şer maye, lê ji bo çi tenê ev care ye? Tiştên ku em dixwazin bi r'yên cuda ma qey nabin? Tenê bi şer ve dikarin bikin? Wê demê heke ku em ê şer bikin, bi vî şerî ve em ê kîjan pirskirêkan çareser bikin, em ê kîjan erkan bînin cih? Şerê ku em ê bikin, ew ê ji bo çi xizmet bike? Wê çi biafrîne? Wê çi hilweşîne, çi ava bike? Pêwîst e ev werin diyar kirin. Pêwîst e em di rewşa bersiv bidin van pirsan de bin.

Heke ku em rabin şerekî ku ne girêdayî van be û tu armanceke wî tuneye bikin, ev dibe çetebûyîn. Bi kar anîna şîdeta ku ji armanca îdeolojîk û siyasî qut bûye, çetebûyîne, şêlandine. Şerekî xwe parastinê wiha nabe. Şerê xwe parastinê; şerê, girêdayî hinek nirxan diyar biparêz e, him jî nirxên civakê yê herî pîroz û erkê wî parastinê ve girêdayî ye. Heke ku wisa be ji xwe jê re tê gotin, şerê parastina rewa. Ne wisabe tu nikarî ji jî re bêjî, şerê parastina rewa. 

Ji ber vî, heke em ê bikevîn şer, wê demê pêwîst e em bizanibin em ê di vî şerî de kîjan armanca pêk bînin. Em rêgez û armancên xwe bizanibin. Pêwîst e em rêgezê xwe yên îdeolojîk û amancên xwe yên siyasî bizanibin. Pêwîste em di xeta îdeolojîk û programa siyasî de serdest bin. Yên ku vî nizanibin, nikarin şer bikin. Nikarin tektîkîbin û nikarin biryara rast bidin. Em ê li gorî çi biryar bidin, heke hewl bidin tiştekî bikin, em ê li ser çi esasî bikin? Em bêjin, em ê biçin çalakiyekî, em ketin pevçûnekî, em ê vî ji bo çi bikin? Em nikarin vî bê armanc bikin. Dema bê armanc jî were kirin, lê ev dibe çetebûyîn. Heke ku em ê bi armanc  bikin wê demê, em ê li gor kîjan armancê bikin? Wê  armanceke wê hebe. Wê girêdayê programa siyasî be, heke ku ji wêre xizmet bike, em ê jî bêjin ev armanca rast e. Heke ku ne girêdayî wê be, li gor armancên cuda be, wê demê di despêkê de şaş be, çiqas dixwaze bila di warê leşkerî de serkeftîbe, li dijmin bixe, bixwe encamên leşkerî yên mezin dest bixe, lê wek îdeolojî û siyasî ji armancên me re xizmet neke, ew şer şerekî şaş e, şerekî derveyî xetê ye. Şervantiya wisa çetebûyîne. Çetebûyîn; ji şerkirina ku xeta îdeolojîk û siyasî qut bûye, bi armancên siyasî û îdeolojîk ve ne girêdayî, xizmet nake, pêkanîna şîdetê ya ku wan pêşnaxe re tê gotin. Ji rê derketina şer re çetebûyîn tê gotin. Ji nav me herî zêde ev ji rê derketin derdikevin holê. Ev ji rê derketin, ji ku derdikevin? Dema ku di şer de armacên siyasî û îdeolojîk tên winda kirin, dema ku rêbertiya wî ya îdeolojîk û siyasî, pêşengên wê ji holê tê rakirin ev ji rêderketinên wiha derdikevin holê.

Ev jî tê wê wateyê ku şer tenê ne ji bo şer were kirin tê kirin. Ji bo serkeftina erkên dîrokî, siyasî tê kirin. Herwiha erkên îdeolojîk û siyasî yên ku em dixwazin serbixînin çine? Rêbertî got; 'hebûna xwe parastin û azadiya xwe qezenç kirin' Em bêjin hebûna xwe parastin û azadiya xwe qezenç kirin, lê ev pênaseyek giştiye. Em ê hindurê vê çawa tijî bikin? Emê hebûna xwe çawa biparêzên û azadiya xwe çawa qezenç bikin? Hebûna xwe parastin û azadiya xwe qezenç kirin tê çi wateyê? Em çawa bibin ku em ê azad bibin û hebûna xwe biparêzin? Çi hebûna me ji holê radike, çi diparêz e? Pêwîst e em van zelal bikin. Ev mijaran, mijarên niqaşkirinê ne. Tişta ku em jêre dibêjin ji holê rabûn, hinek din jêre dibêjin hebûn. Tişta ku em jêre dibêjin hebûn, hinek din jêre dibêjin ji holê rabûn û ji ber vî jî me wek xeterî dibînin. Çavkaniya nakoki û niqaşên me bi gelek herkan (akım) re ev e. Ji ber vî jî pêwîst e em van mijaran zelal bikin. Ev bi şêwazekî cuda ve nabe.

Rêbertî di vê çarçoveyê de armancên şerê gel ê şoreşgerî çawa pênase kir? Di hevdîtina xwe de Rêbertî dibêje; 'heke ku çareserî xilas bibe, KCK ê bi giştî bikeve dewreyê. Heya niha KCK ê tenê milê xwe yê siyasî derxiste pêş. Wê vir şûn ve wê sîstem bi hemû dimenên xwe ve bikeve dewrê. Yanî wê hemû programa xwe bixîne pratîkê' Ev têgîn û bêjeya Rêbertî tê çi wateyê?

Me di vê dema stratejîk de tenê siyaseta demokratîk derxist pêş. Me got; stratejiya têkoşîna siyasî. Me wek şêwazê wê ya rêxistinkirinê, xweseriya demokratîk pêş dît. Me rêxistina partiyên siyasî, têkoşîna siyasî û hilbijartin derxistin pêş. Ev ji bo ku afirandina çareseriya siyasî ya pirskirêka Kurd bû. Ji bo ku gihiştina hinek biryarên siyasî yên ku bi diyalog ve, bi muzakerê ve pirskirêka Kurd, diyardeya Kurd qebûl bike, herwiha ji pirskirêka Kurd ya heyî re çareseriyê bîne bû. Me pêşanî da vî. Ji xwe me têkoşîna siyasî dida meşandin. Me got, em bi şêwazê diyalog û muzakere ve pirskirêkê bi siyasetê ve çareser bikin. Heke me ev pêk bianiya, çareseriya siyasî ya pirskirêka Kurd, bi dewletê re bi riya muzakereyê ve zelal bikira, sîstemek hûqûqê li gor vê me derbixista holê, me yê hinek biryar derbixistana hole. Me piştre hindurê vê çareseriya ku hatiye diyar kirin çi jê bikira? Me yê qadên sîstema KCK ê yên din li gorî van biryar û çareseriya bi rêxistin bikiraba. Mînak; me yê aborî, perwede, tenduristî, qada civakî, spor, çand, ziman, dîplomasî û parastina cewherî bi rêxistin bikiraba. Bi vî awayî me yê çareseriya pirskirêkê pêşbixista. Me rêxistinkirina demokratîk a civaka Kurd pêk bianiya û li gorî vê jiyana xwe bidomanda. Lê nebû. Dema mirov bêje, çareseriya siyasî encam neda, ev tê wateya ku derxistina siyasetê ya pêş, di qada siyasetê de despêkirin, di dîmena siyasetê de despêkirin derfetên çareseriyê dîtin, derfetên wê tuneye û tê wateya ku winda kiriye. Dema ku me çareseriya siyasî derxiste pêş, me dîmena siyasî kiribû serî. Ev heke çareseriyê nede, wê demê tê wateya ku êdî, dîmena siyasî çareseriya despêkê nîne. Wê demê em dibêjin, sîstema KCK ê wê bikeve dewreyê û şêwazê vê jî şerê gel ê şoreşgeriye. (didome)