|
|
Beşa II
Duran Kalkan
Ya ku bi şerê gel a
şoreşgerî re derdikeve pêş çiye? Bi siyaseta
demokratîk ve ya ku me dixwest em bikin, bila
encamek siyasî bibe çareserî, sîstema KCK ê û
civaka demokratîk li gorî vî rêxistinkirin bû.
Herwiha ew nebû. Niha şerê gel ê şoreşgerî, wê
demê tê wateya ku berevajiyê wî dê pêşbikeve.
Esas girtina
rêxistinkirina civaka demokratîk, pêşxistina wî,
xalên din ên KCK ê bi rêxistinkirin û xwe
spartina wî ve û bi hêza ji wir girtinê ve, bi
têkoşîna li wir tê kirin, çareseriya siyasî ya
pirskirêka Kurd pêk anîn bû. Di xala siyasî de
jî gihiştina siyasî û çûyîna çareseriyê bû. Ev
jî tê wê wateyê ku Şerê Şoreşgerî a Gel ne
şerekî ku ji bo çareseriya demokratîk tê dayîne.
Herwiha têkoşîna ji bo rêxistinkirin û
pêşxistina hemû xalên konfederalîzma demokratîk
dayîne. Ji bo pêşxistin û rêxistinkirina wan
xalan jî, pêwîst e astengiyên li pêşiya wan
werin derbaskirin. Astengiyên li pêşiya wî
rakirin jî bi şerekî dijwar ve, bi berxwedaniyê
ve, bi têkoşînê ve dibe. Şer wisa dikeve rojevê.
Di vî milî de me bi siyasetê li pêşiya
rêxistinkirina KCK ê venekir. Em dixwazin bi
rêxistinkirina KCK ê ve çareseriya pirskirêka
Kurd a siyasî pêşbixînin. Ji nû ve avakirina
guhertinên stratejîk, wek programa siyasî, ji bo
pêşaniyên wan guhertin wiha dibe. Em di bernama
xwe de, di programa xwe ya siyasî de pêşaniyên
xwe diguherînin.
Sîstema KCK were
rêxistinkirin
Herwiha ev jî tê vê wateyê
ku li pêşiya şerên şoreşgerî a gel erkên cidî
tên dayîn. Ev ne wisa bûyerek hêsan, teng a
leşkeriye. Tenê ne bûyerek hilweşandinêye jî.
Şerekî îfadeya hinek tiştan hilweşandin, hinek
tiştan jî avakirin e. Pêwîst e wisa were
nirxandin. Ji ber ku em hinek tiştan hilweşînin
û tiştekî din nexin şûna wî, dîsa em nikarin
çareseriya siyasî pêş bixînin. Em nikarin hêzeke
siyasî derbixînin holê. Te yek hilwaşandiye, lê
li şûna wî alternatîfa wî daneaniye, wê demê ev
tê wateya ku te bingehê çareseriyê ava nekiriye
û xwe nekiriye hêza çareseriyê. Ji ber wî, wek
erkek bingehîn a gel, pêwîst e rêxistinkirina
sîstema KCK ê were kirin. Ji bo ku hemû xalên
sîstema KCK ê werin rêxistinkirin, astengiyên ku
li pêşiya rêxistinkirina xalan çêdikin jî,
pêwîst e bi têkoşînê ve hilweşandina wan were
nirxandin. Him hilwaşandina wî heye, him jî
avakirina wî heye. Wê demê sîstema şerê taybet a
mêtîngerî û nijadkujer hilweşandin û li şûna wî
sîstema KCK ê ava bikin. Wê qadên cûda
birêxistin bike, qada aborî û civakî birêxistin
bike û qada rêxistinkirina qada civakî çavnêrî
bike û pişgirî bidê. Qada dîplomatîk bi rêxistin
bike. Parastin, ji xwe qada parastina cewherî bi
rêxistin dike, wê hê zêdetir bihêz bike û bîne
asta ku têra xwe bike. Rêbertî ev wek heft xalan
da nîşandan. Herwiha ev heft xalên me, herf
armancên me yên bingehîn îfade dike. Di projeya
xweseriya demokratîk de ev wek 8. xalan hatibû
danîn.
Bernama me ya siyasî,
armanca me ya bingehîn e
Xala ekolojîk hatibû
nivîsandin. Rêbertî, xala ekolojiyê bi benda
aboriyê re hildide dest, wek perçeyek aboriyê
dinirxîne. Xalên li derveyî wê, xalên di
xweseriya demokratîk de nin. Ev xalana armancên
me yên siyasî yên bingehînin. Bernama me ya
siyasî, armanca me ya bingehîn e. Heke ku
dibêjin xala aboriyê, wê demê di qada aboriyê de
pêwîs te çi were kirin? Di hundirê wî de jî
gelek xalên wê û bendên wê hene. Sîstema KCK ê
ya aboriyê wê çawa bibe? Kîjan sîstema aboriyê
qebûl dike, kîjanê red dike. Wê di warê aboriyê
de kîjanê hilweşîne, kîjanê ava bike? Wê kîjanê
rast bibîne, qebûl bike, bipejirîne, kîjanê
qebûl nake? Di qada civakî de, wek perwerdê wê
çi bike, wê çi neke? Wek tenduristî wê çi qebûl
bike, wê çi qebûl neke? Îfadeya zelalkirina van
dike.
Hilweşandina zirar dide
civakê napejirinê, vê dike armanca şer.
Hilweşandin yên zirar armac dike, yên nû ji
civakê re xizmet dike dixinê di dewsa yên xirab
de. Tişta ku ji civakê diparêze û ji civakê re
xizmet dike û dikeve di bin xizmeta civakê de,
berjewendiyên civakê bingeh werdigire esas
digire û digire di di nav xwe de.
Em şer ne bo şer bikin…
Ev jî tê wateya ku em ê şer
ne ji bo şer bikin, ji bo van sîstema
konfederalîzma demokratîk bikin. Dîsa em ji bo
ku hinek tiştan xira jî bikin nakin. Herwiha ne
ku avabûneke bi tenê serê xwe kirin jî nîne. Ji
ber heya astengiyên li pêşiyê neyên rakirin,
hinek tişt hilneweşin avakirin jî ne gengaz e.
Ji xwe cihên ku valatî di tê de hene pêwîst e em
ava bikin. Lê valatî tuneye, çi jêye û ya çi jê
faşîste, paşverûye, şerê taybet dide meşandin,
komkûjere, wê demê tu yê wî hilweşînî, li şûna
wî ya demokratîk, azadîxwez ava bikî. Siyaseta
demokratîk ev nekir.
Siyaseta demokratîk xwe
sparte çi? Me heya niha di têkoşîna siyasî de çi
kir? Dema me şer jî kir, me wek armanc çi danî
pêşiya xwe? Hertim ``werin em li hev bikin,
derfet bidin me. Yanî em li hevhatinekî bikin,
çareseriyê bibînin, em çareseriya xweseriya
demokratîk pêk bînin`` got. Bi dewletê re
têkîliya demokrasiyê, ya KCK ê û çalakiyên di
qada civakê wê çawa bibe? Em van bi li hev
hatinekî diyar bikin. Heke ku me ew diyar
bikirana, di wir de qadek bidana KCK ê, piştî wî
me di nav aştiyê de hangava dest bi avakirina
wan bikira. Kesek jî ji vê re nedibû asteng. Wê
çareseriya siyasî em bibirana wek rêxistinkirina
civaka demokratîk û qadên din aborî, civakî,
çandî, dîplomatîk û hûqûqê. Lê niha ev nebû. Wê
demê ev nebû em ê çi bikin? Tişta ku em dixwazin
bi şer bikin çiye? Gav bi gav, perçe perçe di
hemû qadan de ya ku mêtîngeriye, ya ku
nijadkujiyê hilweşînin. Li şûna wî jî pergala
demokratîk ava bikin.
Em çima vî bi şer ve
dikin?
Em çima vî bi şer ve dikin?
Ji ber ku paşverûtî heye û li her derî ye.
Pêwîst e ew were hilweşandin. Ev jî tenê bi şer
ve tê hilweşandin. Heke ku bi siyasetê re li hev
nehatiye, te nikaribûye wî paşde bikişînî, wê
demê ya heyî tenê tu dikarî bi şer ve hilweşînî.
Tişta ku tu li şûna wî ava dikî, yê din dixwaze
wî hilweşîne. Pêwîst e tu vî biparêzî. Heke ku
tu neparêzî, avahiya ku te kiriye tu wateyê wê
namîne. Wê demê ji bo ku tu biparêzî, parastin
jî çalakiyek leşkeriye. Herwiha tu yê
rêxistinkirina xwe ya demokratîk, jiyana wî ava
bikî, biparêzî ewlekariya wî pêk bînî. Bi qasî
ku tu ewlekariya wî pêk tînî, diparêzî tu yê ava
bikî. Tişta ku tu bikaribî biparêzî li ser
lingan dimîne. Yeke din tu ava bikî jî, ê
dijberî te jî wê lê bixe, te hilweşîne, dîsa
bixe dest xwe. Heke ku tu bikaribî biparêzî, tu
wî nadî û tu yê wî bidî jiyan kirin. Şerê
Şoreşgerî ya Gel jî têkoşînek wiha ye. (didome)
|