* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


AMED XEWNA MIN A HERÎ ŞÊRÎN

 
 

AMED

        Berî ku ez Amedê nas bikim Min Efsaneya wê nas kir.

Hem jî ne carekê û du caran.

Sedan carî mine w çîrok ji bavê xwe guhdarî kir.

        Kê kubêhemdî  jî  bigota Diyarbekir, gotbihuşt digot: “ hun çîroka Diyarbekirê û fetha wê dizanin?”

Û destpêdikir.

       Di dema artêşa islamê de bajar tê dorpêçkirin. Lê serdarê bajêr deriyan digire. Wek hun jî dizanin car deriyê Qela Diyarbekir hene. Derê Çiyê (Derê Xarpêtê, Derê Ruhayê, Derê Mêrdînê û Derê Nû) bi rojan leşkerê artêşa Xalidbîn Welîd li dora Amedê diçin û tên nikarin di hundirê Qela Amedê kevin.          Xalid Bîn Welîd aqilmendên xwe dicivîne, didin ser hev, didin ber hev çareyekê nabînin.  Rojekê yek kuçikekî li der dibîne. Û hema bazdide ba Hezretî Halid.

       Dibêje : “Xêra Xwedê li ser tebe, fermandarê min. Min îro kuçikek li der dît. Bivê nevê ew kuçik ji hundirê vê qeleyê derketiye. Bi destûra we be ezê kuçikê bişopînin. Ger ku min encamek bi destxist ezê cenabê we agahdar bikim.

       Belê ww camêr ji sibê heta êvarê ji dûr ve kuçikê dişopîne. Û dinihêre ku kuçik çû nêzî derê çiyê xwe di qulikê ke re kir û çû hundirê qelê.

       Leşkerê Artêşa Îslamê hema diçe huzûra Hezretî Halid û dibêje min rêyek dît. Ez dizamim emê çawa têkevin vê Qeleyê. Belê çare tê dîtin. Qumandar pêlewanên xwe yê herî xwurt di wê qulikê derbasî  hundir  dike û pêlewan diçin nobedarên ber derî dikujin û derîyan vedikin û  bi vî awayî Amedê fetih dikin.

        Belê berî ku ez Amedê nasbikikim min çîroka wê  naskiribû. Helbet çûna Amedê ji bom in xeyala herî mezin bû.

        Bi sedan caran di xewna xwe de ez diçûm Amedê, li ser sûrên wê digeriyam û bi taybetî  beyî ku ez di deriyê vekirî  re derbasî nava sûran bibim ez  di wê qulika ku kuçik tê re derbas bû re diketim hundir. Li ber Mizgefta mezin min bi zerikek  sifir a zincîr pê ve girêdayî  av vedixwar û min hespê xwe li Xana Hesen Paşa girê dida. Ji bo xwe ji Nişoyê file bilûrek distand û tevî cotek çaroxan ez vedigeriyam malê.

Xewna min jî weke çîroka bavê min bû. Min tim heman çîrok didît.

Piştî gelek salan ku êdî çîroka Sîniya Sifir jî li çîrokên bavê min zêde bû. Di payizek zipî zer de min Amed naskir.

        Lê ez çi bêjim ew deriyên ku bi şev û biroj nobedar li ber bûn vekirîbûn. Li nêzî Deriyê Çiyê 1935 de bi destura Waliyê wê demê ku goya bajar ba nagire dîwarên sûran hatibû hilweşandin û neqebek mezin li derê çiyê hatibû vekirin. Bivê mudaxaleyê helbet neqeba herî mezin di dîroka gelê kurd de hatibû vekirin.

Li Xanana Hesen Paşa ne hesp mabûn, na nalbend, ne jî nalekî hespan. Dikana Nişoyê Bilurvan bibû dikana dendik firoşiyê.

Û li bajêr bajarekî din zêde bibû.

Carşiya Şewitiya ku bavê min sêniya me ya ku deh serî mirov bi rehetî  dikaribû li ser xwarin bixwarana ji vê derê sitandibû.

         Digot : “min ev sînî bi panotekê sitand. Em ji bo tirpanê çibûn deşta Wêranşarê. Piştî ku em vegeriyan min ev sinî ji Çarşiya Şewitî stand. Belê niha jî hîn qelaçî û hostayên alavên  sifir û bafûn çêker hene. Lê ew jî weke sîniya me ya sifirin ji qelayê de ketine, kevnare bûne, behna kûrê yê ji wan tê.

         Ez hîn wê xewna xwe dibînim.

Xalidbîn Welid weke kul i dor sûrên Amedê kon vegirtibe ji min re tê.

Hay zemane ku kuçik derbasî hundirê sûran bibibe.

Tevî ku ez 20 sal e li Amedê dijîm hîn jî hesreta Amedê di dilê min de ye.

Ez ji Amedê tevî silav û hurmetên xwe qevdek Gulên Mihemdî ji we re bi rê dikim.

 

Nivîskar Mem Mîrxan
Çavkanî Kovara Hawdem