|
Endamê
Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu anî ziman
ku AKP bi paketa makeqanûnê ve li pey hesabên
erzan ketiye û Hikûmeta AKP’ê wekî hikûmeta şer
bi nav kir. Karasu got ku di paketa AKP’ê de
kurd tune ye.
Endamê Konseya
Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu diyar kir ku kurd
paketa makeqanûnê ya AKP’ê cidî nagirin û wiha
got: “AKP dixwaze bi serkeftiya erzan ve biçe
hilbijartinê û careke din bibe hikûmet.”
Mustafa Karasu
destnîşan kir ku heta li Tirkiyeyê pirsgirêka
kurd hebe, demokrasî pêk nayê û wiha axivî:
“Dibe ku di gelek mijaran de pêşveçûn hebin lê
dema mijar bibe pirsgirêka kurd hemû gotin û
nirxandinên demokratîk ên erênî û neyînî bê wate
dibin. AKP piştî ku bû desilatdar cihê ku
pirsgirêkê çareser bike kurdan înkar dike.”
Karasu da zanîn ku piştî ku Tevgera Azadiya
Kurdan daxwazên demokrasiyê da pêşiya AKP’ê rûyê
AKP’ê yê rastîn derketiye holê û wiha pê de çû:
“Ger îro jî Tirkiyeyê li dijî pêşketina
demokrasiyê sekinîbe sedema vê yekê ew e ku
dibêjin ‘bila kurd ji vê pêşketinê sûdê negirin’
e. Piştî ku Tevgera Azadiya Kurdan daxwazên xwe
yên demokrasî û azadiyê anî ziman, li cihê ku
AKP daxwazên demokrasiyê bîne cih, serî li zext
û zordariyan da. Dixwaze hem Tevgera Azadiya
Kurdan û hem jî dewletê bixapîne. Piştî
hevdîtina Dolmabahçeyê ya Erdogan û Buyukanit ku
beriya hilbijartinên 22’yê Tîrmehê pêk hatibû
AKP’ê qebûl kiriye ku dê bibe hikûmeta şer.
Erdogan li vir soza ku wê li dijî kurdan zextan
bimeşînin û bi vî avahî pêşiya serokomariya
Abdullah Gul hatiye vekirin. Piştî hilbijartinan
bi destê AKP tezkereya şer hate derxistin û li
dijî Tevgera Kurdan hem operasyonê hewa û hem jî
yên bejayî pêk anîn. AKP piştrast kiriye ku
hikûmeta şer e. AKP’ê bi girtina DTP’ê û avêtina
zindanan a siyasetmedarên kurd re rûyê xwe yê
rasteqîn nîşan daye.”
Karasu diyar kir
ku dema dewlet li dijî Tevgera Azadiya Kurdan
tengav dibe serî rêbazên wekî vekirina TRT 6 û
beşa kurdolojiyê dide. Karasu bilêv kir ku ji
ber ku AKP sozên ku daye nayne cih her diçe
dengê AKP’ê kêm dibin û bi referandumê dixwaze
serkeftineke erzan bi dest bixe û bi vî awayî
careke din bibe hikûmet. Karasu têkildarî mijarê
wiha got: “Sedema anîna rojevê ya makeqanûnê ew
e ku AKP bi vî awayî têkçûnên xwe bide ji bîr
kirin û rojevê biguhere. AKP dixwaze bi
serkeftinên erzan ve biçe hilbijartinê û careke
din bibe hikûmet.”
MAKEQANÛN
KOMPLO YE
Endamê Konseya
Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu anî ziman ku
paketa guhertina makeqanûnê ku ji aliyê AKP’ê
hatiye amadekirin wekî makeqanûnên din li dijî
kurdan komplo ye û wiha got: “Tirkiye ji sala
1924’an heta niha pirsgrêka makeqanûnê dijî.
Makeqanûn peymana neteweyî îfade dike. Makeqanûn
wisa li ser maseyan nayên amadekirin. Makeqanûn
li gorî dengeyên siyasî, hewcedariyên çandî û
hesasiyetên civakê, mîna peymaneke ku civak
qebûl bike tê çêkirin. Tirkiyeyê di sala 1921’an
de ev tişt pêkaniye. Lê makeqanûna 1924’an li
gorî vê nehatiye amadekirin û ji ber vê yekê ev
li dijî gelên Tirkiyeyê komplo ye. Zihniyeta ku
di sala 1924’an de destpê kiriye heta îro didome.”
AKP QURNAZIYÊ
DIKE
Karasu diyarkir
ku AKP daxwazên kurdan li ber çav negirtine û
got: “AKP pêşniyarên nûnêrên kurdan yên siyasî
berbiçav û cidî negirtiye.”
Karasu diyar kir
ku helwesta AKP’ê hem li dijî demokrasiyê ye û
hem jî AKP dixwaze rihê makeqanûna 12’ê îlonê
biparêze.
Têkildarî
helwesta BDP’ê de jî Karasu wiha axivî: “AKP’ê
pêşniyarên BDP’ê berbiçav negirtine û bertek
nîşanî BDP’ê daye. Divê hemû kes bizanibe gelê
me jî îrade ye. Gelê me nabe duvîka tu hêzê û
îradeya vî gelî jî heye. Heta daxwazên kurdan ên
demokratîk berbi çav neyê girtin piştgiriyê nade
vê paketê. Gelê me jî piştgriyê nade vê paketê.
Ji ber ku di guhertinan de derbarê kurdan tiştek
nîne. Heta gelê kurd û nûnerê gelê kurd neyê
nasîn ev tê wê wateyê ku derbarê kurdan de
tiştek nîn e, tu mafek nîn e, tu hiqûq nîn e û
hebûna kurdan nayê qebûlkirin.” Karasu bilêv kir
ku AKP’ê daxwaz û hêviyên guhertinê yên
demokratîk sabote dike. BEHDÎNAN - ANF
|