* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


       AKP’a Reş û Kesk
 

Dîrok xwe gelek caran dubare dike, wiha tê gotin… Lê di rastîya de ên ku dixwazin dîrokê di heman rêyê de bibin hene, ew jî AKP’ê ye .

Gava mirov li dîroka tirkan binêre, ji dema Osmanliyan û vir ve ,her tim li ser derxistina nakokiyên di navbera civak–ol û çandan xwe birêve birine û desthilatdariya xwe ava kirine. Dema ji sûrên Çînê bi şûn ve vegeriyan bi şûnveberê xwe dan Mezopotamya û Rojhilata Navîn, ji ber hêzbûna ola Îslamî neçarî pejirandina ola Îslamî bûn, ew jî ne weke rastî tenê weke qilifeke ku karibin bi rîya wê xwe bigihînin desthilatdarîyê bû. Vê bi derxistina nakokîyên di navbera Emewî û Abasîyan de weke gava yekemîn pêkanîn, di heman demê de bi dagirkirina Bîzansan ango Xiristîyanan ji Qudsê re di bin navê ol de piştgirî dane Selahedînê Eyyubî. Bi vî rengî tenê dikarîn xwe hetanî Misir û Yemenê belav bikin û piştre Împaratoriya Osmanliyan ava dikin û ve li ser ked–nirx–çand û hevbûna gelan pêk tînin.

Di dema hilweşandina Osmanliyan û qaşo şerê serxwebûnê de di bin rêbertiya Îttîhad Elterakî de hemû hebûn–ol–netew–çand û nirxên ku bi sedan salan li ser vê axê bi hev re dijîn hatin tune kirin. Li ser navê serxwebûn–ol û netewîbûnê, li ser navê dijminên xweda bi sed hezaran Ermenî hatin kuştin, li ser navê paqijiya welat bi hezaran Asûrî, Sûryanî, Laz û Çerkez ji holê atin rakirin. Belê Enwer Paşa di rê ve diçû û herkesekî Kurd, Ermenî, Laz, Çerkez, Arnawot û hwd. ji netew û kêm netewên din ên ku li ser vê axê dijiyan, gava rastî wan hatiba bi gotina …hûn xayînên welatin, devê xwe vekin … û bi çend guleyan devê wan de diteqandin û ev jî li ser navê paqijiya welat dihate kirin . 

Belê ..gava mirov li rewşa ramyarî ya tirkiyê binêre û li ser rastîyên dîrokî  lêhur bibe mirov dikare bi rengekî baş û zelal rastiya AKP’ê derxine holê, di bin navê Îslamiyeta kesk di Rojhilata Navîn de dixwaze xwe bi bandor bike ango bi ala Emewîyan   dixwaze vê tiştî bi rêve bibe, di heman demê de di bin ala reş a Abasîyan de ango yê anha bi destê Îranê daye  dixwaze li ser pişta Kurdan Rojhilata Navîn radestî Îsraîl û Emerîkan bike, lê Ereban hezar carî mixabin rastiya dîrokê berevajî fam û nas kirine  ku Osmanliyan çi anîbû serê wan ,ji alîyê din ve di hundirê tirkîyê de polîtîkaya kut tê meşandin bi heman rêbaza Enwer Paşa ye. Belê AKPê li hemberî helwesta sîyasî a nûnerên kurd a demokrasî û aşitiyê  dixwaze bi rêbazên Enwer paşayê tirsonek herkesî bêdeng bike, mînakên wê yên herî ber biçav Înegöl û Dortyolê ne, bi wateyekî din li kurdistanê bi ala Abasîyan a reş derdikeve operasyonan û li metrepolan jî bi ala kesk a Emewîyan  dadikeve qadan. Ger îro meriv ji wan kesên ku êrişî kurdan dikin bipirse, gelo di rastîya xwe de hûn tirk in an na ?.. Wê bersîv ev ba… Na em ne tirk in... Lê çima ev êriş pêk tên?... Ji ber ku sosyolojiya civakê hewqas hatîye xirakirin ku ew kesên ji qefqasan û asya navîn hatine ji Azer–Çeçen û hwd. ji tirsa ku tiştên AKP’ê daye wan ji destê wan biçe  ji tirkekî nîjad-perest zêdetir nîjad-perestir in, ji aliyekî din ve ji ber ku civak hewqas bi derûniya wê hatîye lîstin ji başî û nebaşî re dikare bibêje erê û na. Di heman demê de ango her tiştekî weke heyî dipejirîne bê ku li rastîya wê binêre an lê bikole. Belê gava meriv li vê tabloyê dinêre ev êrişên ku têne kirin ne ji tirsa parçebûna welatê ye, ji tirsa AKPê a wendakirina desthilatdariyê ye. Ji ber vê Erdoxan dikare li ser xwîn û nirxan polîtîkayê bike, ji ber ku li holê ne berjewendiyên netewe û kêmneteweyên di nava sînorên tirkiyê de ne, armanca bingehîn berjewnediyê desthilatdariya AKP’ê ye ,ji bo vê yekê pêwîstî bi balkişandina li ser gotinên rêberê gelê Kurd Rêber APO heye, Rêber APO wiha dibêje; “ger dethiladariyek, sîstemek, civakek û takekesekek li gorî van hîman Aborî, Ramyarî, Leşkerî, Dîrokî, Çandî û Civakî bi taybetî jî Mirovatî û Bîrdozî  pîvana wî yê pejirandin û ne pejirandin (kabul û red  ) ne dîyar be ew ehlaqsize”… Li ser bingeha vê tesbîtê gava meriv li sîyaseta Erdoxan û AKP’ê bi giştî binêre  sîyasetekî bê ehlaq e ji ber wê tu hêvî meriv nikare ji desthilatdariyek wiha bike. Tenê bi helwest, ked, berxwedanî û serhildan û rêxistinbûyîna xwe meriv ber bi serkeftinê ve biçe...

Bi hêvîya welatekî azad  bimînin di nava xêr û xweşîyê de

    

                                                            Metîn Zîndan .