|
|
Şevîn
Murad Bîngol-Medya Dêrsîm
Me li
ser komploya 15’ê Sibatê bi Endamê Konseya
Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik re hevpeyvînek kir.
Em ê beşa duwem a vê hevpeyvînê bi we re parve
bikin
-Nirxandina
Birêz Ocalan a der barê koployê de ku gotibû, “
Komplo di 12’ saliya xwe de vala derket” divê
çawa bê nirxandin?
Cemîl Bayik:
Armanca komploya navneteweyî ew bû ku Rêbertî,
gel û tevgerê ji hev qut bike. Rêbertî ji gel û
tevgerê qutkirin û weke destgîrkirina kesek bû.
Bi vê jî rewşa Rêbertî têde ye çê kirin û
xwestin di warê siyasî de tune bikin. Dîsa gelê
Kurd û tevgera azadiyê bêrêbertî bihêlin. Di
dîrokê de tê zanîn, yên rêbertiyên xwe çê
nekirine û yên çê kirîne lê neparastine, her dem
winda kirine. Sedemê windakirina Kurdan ya
dîrokî jî ev e; Kurdan her dem Rêbertiya xwe
winda kirine.
Îro di
cîhanê de tu gel nîne ku weke Kurdan bêrêber
mirov çi dijî û çi tê serê mirov, dema rêbertî
hebe mirov çi dijî, çawa dijî fêm kiribin. Ji
ber vê di roja îroyîn de gelê Kurd dibêje; “ Bê
serok jiyan nabe û bê serok jiyan li me heram
e”. Ger gelê Kurd îro ji wê rewşê derketiye û li
ser piyan ji bo azadiyê dimeşe, hemû bedelan
dide berçavên xwe, xwe bi azadiyê ve qufil
kiriyê û derveyî jiyaneke azad jiyaneke din
qebûl nake ji ber vê yekê ye. Ji ber gelê Kurd
dizane ku hemû tişt bi riya rêbertî û vê tevgerê
bi dest xistiye, ger ev rêbertî û tevger winda
bike ew ê her tiştî winda bike. Gelê Kurd ev yek
baş fêm kiriye, ji ber vê çendê çarenûsa xwe û
rêbertiya xwe kiriye yek. Dibe ku tu gelî ev
rastî weke gelê Kurd fêm nekiriye, fêmkirin jî
azadî ye.
Gelê
Kurd di rastiya Rêbertiyê de rastiya xwe û
rastiya neyarên xwe baş fêm kir. Gel dibêje; “An
jiyaneke azad an jî wê nebe” Dema Rêber Apo got;
“komplo têk çûye” ji ber hedefa ku komplogeran
dabûn pêşiya xwe nikarîbûn pêk bînin. Dixwestin
Rêbertî di warê fîzîkî de jî îmha bikin. Lê gelê
Kurd û tevgera azadiyê rê nedan wan, ji ber vê
nekarîn di warê fîzîkî de Rêberê me tine bikin.
Rêber Apo hem li dijî îmhaya fîzîkî, hem jî li
hember îmhaya siyasî, îdeolojîk pir tûnd sekinî.
Gel û tevger jî Rêber Apo tenê nehîştin û
komploger vala derketin. Rêber Apo, gel û
tevgera azadiyê yekbûnek pir xurt bi hev re
avakirin û nehîştin ti qutbûn bikeve navbera
wan. Ji ber vê çendê Rêbertiyê got; “Komplo têk
çû.”
Binketina komployê têkçûna siyaseta înkar û
îmhayê ye, têkçûna siyaseta qirkirina neteweyî
ye. Ji ber ku dixwestin bi komployê siyaseta
înkar û îmhayê bi ser bixin. Her çiqas ji bo
komplo bi ser bikeve kar jî kirin, lê belê
nikaribûn bi ser kevin. Rêber Apo, tevgera
azadiyê, gelê Kurd ev siyaset pûç kir û ev li
ber çavên her kesî raxistin. Bê Rêber APO, PKK û
gelê Kurd tu siyaset li Kurdistanê bi rê ve naçe
û nabe. Dema ku bi Rêber Apo, tevger û gelê Kurd
muhatab girtin û bi wan re runiştin, pirsgirêk
li ser bingehê azadî û demokratîkbûnê
çareserkirin, wê demê siyaset li Kurdistanê
dibe. Heta ev pirsgirêk çareser nebe, ne ji bo
Tirkiyeyê ne jî ji bo Rojhilata Navîn û sîstema
modernîteya kapîtalîst rehetî çê nabe.
Îro di
siyaseta xwe de guhertin çê kirine. Lê di
hişmendiya dagirkeran de, guhertin nîne. Ev
guhartin jî dîsa ji bo gelê Kurd bi rêbazên cûda
îmha bikin, pêk anîn. Bi taybet di aliyê textîk
de, di warê stratêjîk û hişmendî de guhertin
nîne.
-Ev
guhertin çi ne?
Cemîl Bayik:
Weke berê nabêjin Kurd nîne, dibêjin; ‘Kurd hey
e’, lê Kurdên çawa? Kurd weke gel napejirînin.
Kurdan weke kes digirin dest û li gorî xwe
dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Û dibêjin ‘Me
pirsgirêka Kurd çareser kiriye, me TRT6
vekiriye, me hinek gav avêtine, di bingehê de me
çareser kiriye, dibe ku hinek xalên biçûk mabin;
em ê wan jî çareser bikin; tenê li holê terorîzm
hey e’. Wê ‘terorîzm’ jî ji holê bê rakirin,
siyaseta xwe ya berê ya xapandinê dixwazin bo
careke din pêş bixin û encam bigirin.
Ger
Kurd hebin, wê demê gelê Kurd hey e, ger miletek
hebe wê demê neteweyek hey e ku ev gel hey e. Ev
gel yeko yeko çawa hey e?! Gelek bê takekes nabe,takekes
jî bê gel nabe (gel ji takekesan, takekes jî ji
gel pêk tên). Eger Kurd hene wê demê mafê wan ê
gelî hene, ne yên takekesî. Di vir de lîstokên
pir zirav dilîzin û dihûnin, her wiha ev
lêstokana pir sivik in. Wisa didin diyarkirin ku
dest ji siyaseta înkar û îmhayê berdane, Kurd û
vîna Kurdan qebûl dikin; siyaseteke nû dane
pêşiya xwe û bi vê siyaseta demokratîk bi temamî
dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Dixwazin
hemû kesî bi vê siyaseta xwe bixapînin. Tenê vê
nahesibînin, Kurd, ne Kurdên berê ne, çiqas bi
siyasetên xwe yên zirav bixwazin Kurdan
bixapînin jî, nikarin wek berê Kurdan bixapînin.
Kurd
êdî di azadiyê de pêdagir in û dest ji azadiyê
jî bernadin. Pêwîst e hemû dewletên dagirker û
pergala modernîteya kaptalîst û hemû hêzên ku
nûnertiya vê pergalê dikin vê rastiyê baş
bibînin. Îro AKP wiha dide diyarkirin ku Kurdan
qebûl dike, di siyaseta xwe de qaşo dixwaze bi
rêbazên siyasî û demokratîk vê pirsgirêkê
çareser bike, li ser vê bingehê propaganda dike.
Di
hedefa AKP’ ê de çareserkirina kêşe û pirsgirêka
Kurd nîne, her wiha di hedefa wê de
demokratîkbûna Tirkiyeyê jî nîne. Li Tirkiyeyê
jiyanek, civakek û kesayetek demokratîk avakirin
û pêşxistin di nav armancê AKP’ê de nîne. AKP bi
xapandinan û bi bilîkirinê dixwaze demê qezenç
bike, leyîstokan dihûne û dixwaze her kesî bi
van lêstokên xwe bixapînin û bi vê
desthilatdariya xwe berdewam bike.
-Birêz Ocalan dibêje; “bi hukûmeta AKP ê ‘
Komploya kesk’ tê pêşxistin” di vî warî de
nêrînên we çi ye?
Cemîl Bayik:
AKP rêxistineke Emerîkayê ye. AKP sîxûrê Emerîka
û pergala modernîte kapîtalîst e. Piştî ku
Sovyet belav bû û şûnde stratêjiyek nû pêş ket,
ew jî stratêjiya îslama siyasî ye. Ango îslama
nerm. Dixwazin Rojhilata Navîn bi tevahî li ser
vê stratêjiyê ji nû ve birêsin û rê bixin. Bi
îslama nerm jî hemû herêmê bixin di bin xizmeta
xwe.
Dewleta Tirk dewleteke NATO’yê ye. NATO jî
saziyeke pergala sermayegeriyê ye û stratêjiya
wê di pratîkê de pêk tîne. Berjewendiyên
nûjeniya sermager diparêze. Di nav dewletên
Rojhilata Navîn de dewleta ku di nav NATO yê de
cih digire, dewleta Tirkiyeyê ye. Hîn di salên
1980’ an de bi înqîlaba leşgerî ya faşîst,
Emerîka, Îngilîz û Îsraîl bingehê stratêjiya
NATO’yê li Tirkiyeyê avêtin. Hetanî 2000’î ji bo
bingeha wê, li Tirkiyeyê amedekarî kirin. Li ser
vî bingehî operesyonek di warê aborî û siyasî de
li ser hikûmeta Ecevît hat pêşxistin. Hikûmeta
Ecevît xistin û partiyên heyî jî belav kirin. Di
sala 2002’an de jî AKP anîn ser hikûmetê. Ev bi
destê NATO’yê çê bû; bi taybetî li ser bingehê
derbeya 12’ê Îlonê hate pêşxistin. Lê yên ku bi
Peymana Lozanê di 1924’ an de bi destûreke
bingehîn Tirkiye avakirine û yên xwe xwediyê
Tirkiyeyê didîtin, nedixwestin AKP were ser
desthilatdariyê. AKP û îslama siyasî ya nerm
nedipejirandin. Ev îslama nerm li dijî
berjewendiyên xwe didîtin. Lewra heya sala
2005’an jî li dijî wê sekinîn û ber xwe dan. Lê
belê bi bûyara Şemzînanê ew berxwedan hinek hate
şikandin. Di sala 2007’an de jî hevdîtîna
Erdoxan û Buyukanit ya Qesra Dolmabahçeyê çê bû
tifaqek pêk hat. Bi vê tifaqê cih dan AKP’ê . Li
ser vê bingehê hevdîtin di navbera Erdogan û
Bush de pêk hat. Di vê hevdîtinê de biryar
girtin ku PKK’ê ji holê rabikin, ji ber vê Bush
got; “PKK neyarê Tirkiye, Iraq, gelê Iraqê û
neyarê Emerîkayê ye.” Ev bi aşkera îlan kir.
Xwestin ku di 2008’an de PKK’ê tasfiye bikin û
bi vê jî stratejiya xwe pêk bînin. Bi
tasfiyekrina PKK’ê tifaq û stratêjiya xwe li
heremê berfereh bikin, encam bi dest bixin.
Piştî vê tifaqê êrîş anîn ser Zap’ê, êşkence
birin ser Rêber Apo. Ger îro AKP li ser îxtîdarê
ye; ev hemû bi destê NATO, Emerîka, Îngilîz û
Îsraîlê pêk hatiye. Bi vê Tirkiye amede kirin ku
di herêmê de rola xwe pêk bîne û stratêjiya
îslama siyasî pêş bixîne. Li gorî vê stratêjiyê
Emerîkayê tifaq pêş dixistin, ew tifaq sê alî
ne. Di nav vê tifaqa sê alî de Tirkiye, Iraq –digel
Kurdên Başur jî- û Emerîka têde cih digire.
Emerîka ji bo ku îslama sîyasî li Rojhilata
Navîn serdest bike û bi riya vê siyaseta îslama
nerm dixwazin hemû herêmê têxin jêr xizmeta xwe.
Dixwazin wisa bikin ku bi vê siyasetê tu kes
nikaribe li dijî vê stratêjiya wan raweste.
Di
demên Sovyetan de Emerîka û NATO Kimbera/xeta
Kesk li dijî sosyalîzmê pêş xistin. Tevgerên
îslamî li dijî sosyalîzmê bi kar anîn, bi vê jî
sosyalîzm belav kirin. Wê demê jî Tirkiyeyê
roleke mezin lîst. Di vê çarçoveyê de di
Tirkiyeyê de înqilaba/derbeya lêşkerî pêk hat.
Piştî hilweşandina Sovyetan îslama nerm pêş
xistin. Li hemberî Sovyetan îslama hişk pêş
xistibûn, lê niha îslama nerm pêş dixînin. Ev jî
bi destê AKP’ê li Tirkiye û Rojhelata Navîn pêk
tê. Lewre AKP, sîxurê pergala nûjeniya
sermayeger (modernîteya kaptalîst) e. Her tişt
bi destê AKP’ê tê pêşxistin. Divê hemû kes vê
bizanibin û bibînin. Ev siyaseta wan hîn bi
encam nebûye, lê dixwazin vê bi makezagonek ya
nû bi cih bikin, li gor wan ew guhertin wiha dê
temam bibe. Ji ber vê çendê girîngî didin
hilbijartinan. Ger serkeftî derkevin wê demê li
gorî xwe dikarin PKK’ê tasfiye bikin.
AKP’ê
hevkarî û tifaq bi Gladîo re çê kir. Li
Tirkiyeyê, NATO’yê berê pergala Gladîo
pêşxistibû, her tişt di bin xizmeta wê Gladîoyê
de bû. Piştî tekçûna Sovyetan Gladîo belav
kirin. Sedemê belavkirina Gladîoyê jî ew bû ku
stratejiya NATO’yê li dijî Sovyetan bi ser ket;
ji ber vê li gelek weletan ew pergala Giladîo
belav kirin û di hin aliyan de jî guhertin. Lê
li Tirkiyeyê Gladîo belav nekirin. Ji ber
têkoşîna PKK’ê li Tirkiyeyê hebû, ji ber vê
belav nekirin. Desthilatdarên Tirk digotin; ‘li
Tirkiyeyê PKK hey e, em nikarin Gladîoyê belav
bikin, ger em hilbiweşîne û belav bikin, wê demê
em ê têk biçin û em ê nikaribin xwe û pergala
NATO’yê biparêzin’.
Dema
ku PKK’ê siyaseta dagirkeran û hevkarên wan a li
Kurdistanê, da îflaskirin, siyaseta wan kete nav
xeteriyan, wê demê di siyaseta xwe ya li hemberî
Kurdan de guhertin çê kirin, di pergala xwe ya
Gladîoyê de jî hinek guhertin çê kirin. Ew
Gladîo ya kevn li Tirkiyeyê nîne, Gladîo nû hate
pêşxistin, ew jî Gladîoya kesk e. Ji ber ku
stratejiya kesk hate pêş xistin, sermaye, sazî,
rêxistin, siyaset û polîtîkaya kesk hate
pêşxistin. Di Gladîoyê de jî Giladîoya kesk pêş
xistin. Niha ew Gladîo û AKP di nav tifaqekê de
ne, bi hev re li hember PKK’ê di nava tifaqêkê
de ne û siyaseta înkar û îmhayê li ser gelê Kurd
dimeşînin.
-Gelê Kurd li hemberî vê helwest û têkoşîneke
çawa bide raberkirin?
Cemîl Bayik:
Niha AKP dibêje, ‘Me li hemberî Ergenekonê
darizandin da destpêkirin, derveyî dewletê çi
hêz hene em derdixînin holê û ji wan hesab
dipirsin û hêzên ne rewa bin, em hesab ji wan
dipirsin, wan belav dikin û hesab ji wan
dixwazin’. Bi vê darizandinê xwe wek demokrat û
azadîxwaz didin nîşandin. Gelek kes jî ji wan
bawer dikin.
Li
Tirkiyeyê Gladîo ji bo stratejiya Emerîkayê pêk
bîne hate pêşxistin. Ev tifaqa bi destê pergalê
pêk hat. Erka Gladîoyê ew e ku stratêjiya
sîstema kapîtalîzmê ya NATO’yê daniye, bimeşîne.
Sratêjiya îroyîn, îslama siyasî ye ango îslama
nerm e. Gladîo û AKP ji bo vê kar dike. AKP îro
li gorî vê stratêjiyê senteza îslam-tirk wek
esas digire. Weke berê Tirkê reş, Tirkê spî esas
nagire, li gorî stratejiya xwe ya nû Tirkê kesk
esas digire. Di çarçoveya vê stratêjiyê de gelek
gav avêtin ev gavana hîn jî temam nekirine.
Tirkiyeyê di demek navberî de derbas dibe, dê bi
hilbijartinan û destûrek bingehîn temam bike.
Ger vê temam bike wê demê Tirkiye di bin
xeteriyê de derbikeve. Ger Tirkiye û AKP'ê
hilbijartin bi serkeftî bi dawî kir, wê li gorî
xwe destûreke bingehîn pêş bixîne û wê destûrê
bikin bingehê tasfiyekirina PKK’ê û gelê Kurd.
Bi vî awayî, xwe ji pêvajoya xeter ya navberî
derbixîne. Ger Tirkiye li gorî vê stratejiyê
bimeşe rola ku pergala NATO’ ê daye wê di heremê
de pêk bîne. Pêwîst e mirov fersendê nede wan.
Dema AKP keys û fersend nebîne, nikare vê
stratejiyê jî bimeşîne, her wiha pergala
modernîteya kapîtalîst ya NATO’yê jî nikare vê
stratejiyê bimeşîne. Ev stratêjiya wan pêk neyê
wê demê dê derbeyek mezin bigirin, ev jî dê
bikeve jêr xizmeta gelê Kurd û hemû gelên
Rojhelata Navîn. Dema wisa be wê Rojhelata Navîn
de riya azadî û demokarasiyê pêş bikeve.
Îro em
dibînin li Rojhelata Navîn li Tûnis û gelek
dewletan hinek tevger li gorî wê stratejiyê çê
dibin û pêş dikevin. Sîstem û rejîm êdî îflas
kirine, tiştekî bidin gelan nîne. Gel ji vê
nerehet e; lewra dest bi têkoşîn û berxwedanê
dike. Pergal jî dixwaze ev rejîm tasfiye bibin û
tevgerên ku hene têxe bin kontrol û xizmeta
sîstema xwe. Bi vê jî gel nikaribe xeteke nû li
herêmê pêş bixîne. Belkî xeta gelan ya azadiyê
lewaz e, bê rêxistin e; lê derfetên wan hey e ku
pêş bikevin, ji ber hêviya gelan ne ji rêjîman
ne jî ji pergalê maye. Pergal jî vê bi xeter
dibîne û dixwaze bi stratejiya îslama nerm
pêşiya vê bigire û di vir de jî roleke mezin jî
dide Tirkiyeyê.
Ger em
dixwazin komployê bi temamî pûç bikin û vala
derxînin, qirkirina neteweya Kurd bi dawî bikin,
azadî û demokrasiyê pêşve bibin; pêwîst e em li
dijî mijûlkirin, xapandin û lêstokên AKP’ ê
rawestin û nehêlin weke ku ew dixwazin di
hilbijartinan de serkevin û encam dest bixin. Em
nehêlin ku ew destûrek bingehîn li gorî dilê xwe
derxînin. Dema ev pêk were, wê demê ne tenê AKP,
NATO û sîstema sermagerî jî dê ji vê encaman
derbixîne. Ji ber ku dê sîstem û stratêjiya
îslama siyasî îflas bike. Kengê ev stratêjî
îflas kir, wê demê meseleya Kurd çareser dibe.
Wê demê dê azadî û demokrasî pêş bikeve. Heta ku
em li Kurdistanê vê stratejiyê vala dernexînin,
hemû tevgerên wê vala dernexînin û hêviyên wan
vala nehêlin; tu caran çareseriya pirsgirêka
Kurd qebûl nakin û nayên muzekereyan. Pêwîst e
hemû mirovên Kurd û aliyên demokrat û sosyalîst,
lîberal û yên welatparêz vê rastiyê têbigihên.
Bi
boneya roja qirkirina neteweyî pêwîst e hemû
Kurdên xwedî şeref bêjin, êdî bes e, êdî em bi
vê şermê najîn. Ji ber ku dîlgirtina Rêbertî;
dîlgirtina gelê Kurd, dîlgirtina mirovahiyê û
Kurdistanê ye. Kesên ku dibêje em mirov in, Kurd
in û ez naxwezim qirkirin û koletî wêndabûnê
bijîm, ez dixwazim azad bijîm; pêwîst e êdî bi
vê şermê nejîn. Bi rastî ev şermeke mezin e, îro
Rêberê me li Îmraliyê di bin hovîtiyê de dijî.
Ji bo ku em xwe ji vê şermê xilasbikin pêwîste
em li dijî stratejî û saziyên îslama siyasî
bisekinin û vala derxînin. Pêwîste em li xwe
xwedî derbikevin û xwe biparêzin. Em ji bo
azadiya xwe têkoşîn û serhildanên mezin bikin,
têkoşîna bîrdozî, siyasî, dîplomatîk, rêxistinî,
civakî, çandî, exlaqî di hemû qadên jiyanê de
pêş bixînin. Li ser me, ne tenê qirkirineke
leşkerî hey e, qirkirina hişmendî bigire heya
qirkirina çandî, jiyanî, madî û manewî hey e.
Pêwîst e em li dijî vê bi her awayî rawestin.
Êdî em koletiyê nejîn, em bi şermê re nejîn. Ya
azadî! Ya azadî! Ya azadî! Wê demê em ê bikarin
encam werbigirin. Dibe ku em bedelan bidin, lê
em ê encamê hêja bi dest bixin. |