|
Edban KARA
Weke tevger PKK di nava rêxistina ciwanên
şoreşger de derkete holê. Di cîhanê giştî de
tevgera ciwanên şoreşger ya 68’an tê zanîn.
Ciwanên ku PKK damezrandin jî di nava vê lehiya
tevgerên ciwan ên şoreşger de dest bi kar û
xebatan kirin. Lê belê ferq û cudatiyek wan hebû.
Ewan ji bo gelekî ku di kûrahiya dîrokê de
jiyayî lê hînê statûya wî nediyar û navê wî
wendayî dest bi tekoşînê kiribûn. Kurdistan
welatek bû ku hatibû dagirkirin û mêhtîngeriyek
kûr li ser dihate meşandin. Dagirkeriya leşkerî
û siyasî, mêhtingeriya civakî û aborî, qirkirina
çandî di asta herî jor de bû. Ji xwe bi gotina
dagirkeran Kurd mirîbûn û ew xistibûne nava
tirbê û li ser jî hatibû betonkirin.
Di serdemek wisa de tu kesî ne diwêrî qala Kurd
û Kurdistanê bike. Gotin di cîh de be wî wextî
li Kurdîstanê ji bo têkbirina vê rewşê belgek jî
nedilivî. Ger kesekî/ê jî qala tekoşîna azadiya
Kurd û Kurdistanê bikira weke mîrovek şêt û dîn
dihate ditîn. Ma qey mumkun bû ku ev rewşa
dagirkerî û mêhtîngeriya bi qetmer were guhertin?
Jixwe ji bo tekoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê
jî tu hîmek li holê nemabû.
Lê belê beriya niha 32 salan, çend ciwanên dilêr
û wêrek ji vê çarenûsê re gotin “êdî bes e”. Van
ciwanan bi navê Kurdên ku ji qirkirina sor re
derbazbûne, hemû serhildanên wan hatine
pelixandin û bê hêvî hatine hiştin ev çarenûs
nepejirandin. Ew bûne nûnerê daxwazên gelê xwe.
Ev rihê tolhildana bi hezaran salan bû ku vî
gelî di dilê xwe de mezin kiribû û di kesayeta
van ciwanan de êdî zindî dibû.
Dema yekem car gavên xebat û tekoşînê jî avêtin
tu kesî ew weke rêxistin nas nedikirin, ji wan
re digotin xwendekar an jî digotin Apocî. Ev
binavkirin xwedî wateyekî kûr e û heya niha jî
tê bikaranîn. Ciwanên Apocî di 27’ê Mijdara sala
1978’an li gundê Fîs a navçeya Lîce ya Amedê xwe
gehandin biryara damezrandina partiyê. Bi vî
pêngava mezin di dîroka Kurdistanê de rûpelek nû
vebû. Ev rûpel di heman demê de ji bo gelê Kurd
dibû destpêka mîladek nû.
Tekoşîna 32 salan di Kurdistanê de gelek tişt
guhertin. Encamên gelek girin derketin holê.
Vinekê ji pola û azad avabû. Vînekê wisan bû ku
dijmin û neyaran ne bi îşkence û ne jî bi sozên
derew nekarî vî vîna azad, di zîndanan de têk
bibe û teslîm bigre. Vînekê wisa bû ku li hember
tevahî êrîşên dijmin û neyaran çiyayên
Kurdistanê ji xwe re kirin çeper û liberxwedan.
Vînekê wisa bû ku li tax û kolanan bû raperîn û
serhildan, hemû astengiyên dijmin û neyaran
hilweşandin û ji bo azadiyê meşiyan.
Di 32 salên vê meşê de şoreşa vejînê pêkhat.
Gelê Kurd di pêşengiya ciwanên Kurd de bû xwedî
rêxistin. Di her qadê jiyanê de li gorî
pêdiviyên xwe xwe bi tevgerkir û gehande
rêxistinan. Rêya siyaseta xwe vekir û gehişte rê
û rêbazên xwe rêvebirinê. Dîsa bû xwedî hêza
xweparastinê. Em tev jî behremê vê tekoşînê ne û
vê tekoşînê ji me re mîrasek mezin avakiriye.
Divê em bi giyanek ciwantî vê mîrasê bilind
bikin.
Rastiyek vî tevger û tekoşînê heye. Ev tekoşîn
bi ruh û giyana ciwanan dest bi şoreşêkir. Bi vî
ruh û giyanî dimeşe. Ciwantiyê tu caran weke
temen nagre dest û nanirxîne. Ciwantî diyardeyek
jiyanî ye û rastiyek felsefî ye. Ciwantî ruh e û
giyan e. Ciwan mîna xwîna nû ye. Di gewdeya her
zindiyê de her tim pêdivî bi xwîna nû heye. Ger
xwîn xwe nû neke ew gewde û beden jî nikare li
ser lingan bisekine. PKK’ê jî ev rastî dît û li
ber çavgirt. Lewma hertim mîna xwîna nû û taze
xwe ciwan dike û bi ciwantî dimeşe.
Rastiya felsefeya partîbûnê jî di nava vê
formûla nûbûn, guhertin û veguhertinê de
veşartiye. Ger em xwe weke ciwanên Apocî dibînin
divê em ji xwe bipirsin ka gelo em çi qas xwe
dikin xwîna nû û li gorî pêdiviyên rêxistinbûna
civakî tevdigerin. |