|
|
Beşa-II-
Jinoyî
bûn mîna tê zanîn ne tişteke zayendperest a
xwerî ye. Taybetmendiyeke biyolojîk bi bîr naxe.
Jinoyî bûn, di cewher de taybetmendiyeke civakî
ye. Hemû helwest û tevgerên ku divê exlaqa
azadiyê red bike yên mîna; koletî, stû xwarkirin,
buhartina heqaretê, girîn, fêrbûna derewkariyê,
bê angaştbûn, xwe pêşkêş kirin û hwd. ji pîşeya
jinatî têne hesibandin. Bi vî aliyê xwe ve,
zemîneke civakî ya hatiye xistine. Zemîna
bingehîn a koletiyê ye. Zemîna saziyî ya ku hemû
koletiyên herî kevin û bêexlaqan li ser bi
kargînî dibe ye. Vaye civaka şaristaniyê, bi
derdana vê zemînê li ser hemû beşên civakî re jî
têkildar e. Weke giştî jinoyî kirina civakê, ji
bo rêveçûna pergalê pêwîst e. Desthilatî, bi
zilam re hevyek e. Wê demê jinoyî kirina civakê
misoger e. Ji ber ku desthilatî, rêgeza azadî û
wekheviyê nasnake. Berevajî vê pêk nayê.
Dirûveya di navbera desthilatî û civaka
zayendperest de cewherî ye. Di Yewnaniyan ku yek
ji qonaxên mezin yên şaristaniyê tê hesibandin
de, ciwan bi awayeke fermî weke “qûnde” pêşkêşî
zilameke biezmûn dikirin. Min demek dirêj
nekarîbû sedema vêya dahûrînim. Feylesofeke mîna
Sokrates jî dibêje: “A girîng ne hertim
bikaranîna lawik e, ji efendiyê xwe dîtina edebê
ye.” Vaca li vir, armanc ciwanan weke lawik
hertîm bikaranînê wêdetir amadekirina
taybetmendiyên jinokî ye. Weke ravedartir jî
şaristaniya Yewnan jî civakeke jinoyî bûye
dixwaze. Heya ku ciwanên bi esil hebin, ev civak
pêk nayê. Ji bo ku pêkbê, divê tevgerên jinokî
bipejirînin. Di hemû civakên şaristaniyê de
mêlên dirûveyî vê hene. Lawiktî di vê civakê de
pir berbelav e. Rewşeke wiha standiye ku, her
efendî bûyîna xwediyê lawikan hatiye
kevneşopîkirin. Lawiktiyê ji nexweşî û ji
xerifîbûna zayendî ya kesî wêdetir, weke
diyardeyeke civakî ya ku civaka çîndarî û civaka
desthilatî rê li ber vekiriye bi wate kirin
girîng e. Zayendîtî û desthilatî di civaka
şareza de, nexweşiyeke civakî ye. Him jî
pênceşêr e. Mîna ku bêyî hevûdin nekarin,
hevûdin zêde dikin. Heman mîna zêdebûna şaneyên
pênceşêrê.
Koletiya zilam,
piştî jinoyîkirina jinê û pê re hertim di nava
hevûdin de hatiye birêvebirin. Koletî û jinatiya
ku li ser jinê hate pêkanîn û encam hate standin,
paşê wê bi zilaman û çînên bindest bidin
pejirandin. Ev pêvajoya ku bi şaristaniyê re
pêşket, bi nûjentiya sermiyandarî re digihîje
lûtkeyê. Faşîzm, di pêvajoya jinoyîkirina civakê
de, xwedî wateyek taybet e. Civaka hatiye radest
girtin, rave dike. Nûjentî, civaka jinatî a
giştî ya ku jin hatiye jinoyîkirin û zilam bi
xesandinê hatiye jinoyîkirin, rave dike.
Berhevkirina sermiyanê ya ku bidomdarî dibe, bi
awayek din qasî ku fersendê nade civakê
êrîşkariyê û barbartiyê pêwîst dike. Qadeke ku
di bin navê namûsê de koletî û destavêtin, him
tê rewakirin, him jî bi kûrahî tê pêkanîn e.
Xefik ku zilamên
vedane, ew bi xwe jî ketinê ne. Çiye, ew xefik?
Wisa zanînê ku bi anîna rewşa mijara milk a jinê,
wê baş bikine malê xwe. Ji bo ku jin heyîneke
zindiye, ji bo ku ne heybere bertekekê nîşan
dide. Ew bertek raveya çi ye? Zayendîtiya xwe,
tam weke maleke dinirxîne û bi xwe sipartina wê
re pêşxistina planên jiyanê ye.
Di eslê xwe de
zilam ji jinê jintirin. Jixwe, hûn ê ji jinê
bêhtir jinbûyînê çawa fêm bikin? Jin bêkare, ew
ji jinê bêkartir e. An jin dîl e, ew ji jinê
dîltir e, bêçare ye. Yanî jin jina wî ye, ew
jina her kesî ye. Em bibêjin; jinek, jina zilame
ne wisa? Ji aliyê zilam ve hatiye jinkirin. Lê
zilam jî, bûye jina dinya alem ê. Zilamtî li gel
me ne têgehek zayendî ye, zilamtî, bûyîna
xwediyê egîdî-mêrxasiyê jî dihewîne. Ma ji wî
nirxî tiştek maye? Na! Wê gavê jin e. Cemsera
din a koletiyê jî, mina serdest xuya bike jî
zilam e.
Em jibîrnekin ku, jin sedî
sed amûra serdestiya siyasî, daringî, aborî,
exlaqî, civakî û çandî ye. Serdestî di heman
demê de bi kirîn û firotinê re têkildar e. Jin
rewşeke ku ew qasî xwe ji azadiyê mehrûm kiriye
jî, dijî. Qels e, gava tê xwestin bê girêdan ev
xwe xistina bin serdestiyê ye. Ev, dibe ve
encamê; “ji bo ku ez bijîm, ez ê xwe bifroşim”.
Ez tenê di wateya pereyî de nabêjim; pirsgirêka
“ka ez ê xwe çawa biqimet bikim, li ser vê
bingehê bi bûhayeke mezin çawa bifroşim e” ye.
Rewşa hatiye êxistinê, misoger vê pirsgirêkê
derdixe beramberî wan. Heke nirxên civakî û
siyasî ji dest hatibe standin, şûnde çi dimîne?
Serdestiya sedsalan, serdestiya çînatî,
newekheviya civakî û rewşa di roja me de
derdikeve holê. Weke yek tiştê ku bifroşe, ew di
dest de dimîne. Çima jin xwe difroşin? Çima ji
bo jinan hertim qelen? Çima ya ku hertim neçare
xwe bide ecibandin jin in? Vaye di bin vê de ev
têkilî veşartiye. Asta hatiye êxistinê ya
sedsalan, di dest de weke çekekê mijara
zayendîtiyê dihêle.
|