|
Rumet Qoser
Têkoşîna gelê Kurd ya di 27 mijdara 1978 de
destpêkir di cîhanê de bû têkoşîna gelerî ya
bingehîn û gelek veguhartin bi xwe re dan
avakirin. Bi nave vîn, azadî, wekhevî û
serbilindiya gelê Kurd ev têkoşîna bingehê xwe
ya yekem ku vê demê da avakirin de, di asta
cîhanê de û bi taybet di nava pergala dewletî de
berbi veguhartinên neçar de pêvajoyek mezin da
avakirin.

Têkoşîna gelan bi pêşeng û lehengên xwe di asta
pêş de cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de
digirin. Têkoşîna gelê Kurd jî bi pêşengên xwe,
sîstema xwe û nirxên xwe yên manewî cihê xwe da
çêkirin. Di bingeha avakirina vî cihî de keda
herî mezin di rêvebiriya wê de derketiye holê.
Ev di serî de bi keda mirovê azad ya RÊBER
APO ye. Cardin bi keda lehengên vê dozê ku
derveyî canê xwe di xwestin gelek hêjayên wan
hebûna feda bikirana şehîdên xwe cihê xwe daye
çêkirin. Bi keda gelê xwedî feraseta wekhevî û
azadiyê ku dibêjin AN MİRİN AN AZADÎ cihê xwe
daye çêkirin. Ji bo ev hilberîn û dîroka gelan
ji holê were rakirin û cardin ev gel weke bêheş
û lal bimîne hemû hewildanên dij mirovahî
pêşketine.
Bi taybet ev êrîşên dij mirovahî di şexsê Rêber
APO de hatiye xwestin ku li ser hemû gelê Kurd
were ferz kirin. Cardin dibin dext, tehakûm,
lêdan, kuştin û qirkirinê de were bêdeng kirin û
tinekirin.
Li hember van êrîşan di her pêvajoya kirîtîk û
tengav de lehengên tevgera azadiyê bi feda
kirina canê xwe bersiva xwe ji bo hemû raya
giştî ya cîhanê dane. Di roja îro de ev yek
hatiye ispatkirin ku ti kes, sazî-dezgeh û
sîstem ne di vê hêzê de ye ku hebûna gelê Kurd
tine hesab bike. Bêyî tevgera azadiya gelê Kurd
ti pergalên di nava herêmê de rexmî rêxistina
gel nikare ti biryarê bide û pêlansaziyeke
demdirêj bide çêkirin. Ji ber gel Kurd di vê
derbarê de hemû hêza xwe raber kiriye, armanca
xwe bi awayeke eşkere daniye holê û hemû talebên
xwe yên siyasî û leşkerî ji bo raya giştî daye
ragihandin. Ev yek di nava cîhanê de ji bo
gelekî weke gelê Kurd pêwîstiyek bû û ev pêwîstî
bi awayeke eşkere û serkeftî pêk hatiye. Di
berdêla pêkhatina vê armancê de bi qasî ku vê
mirovahiyê heq nekiriye xwîn hatiye rijandin.
Keda ku ji hemû hêza mirovbûnê derbas dibû
hatiye dayîn. Xebata ku hemû cîhanê bikaribe
dorpêç bike hatiye xerckirin. Di encam de îro
roja 27 mijdarê ya sala 32 mîn tê pîrozkirin.
Ji ber van rastiya pîrozkirina vê rojê ne hêsane.
Li gor her pêvajoyekê polîtîkayên li ser
rêxistina gelê Kurd yên dij mirovahî hatiye
pêşxistin. Bi taybet di vê demê de polîtîkayên
rizandin-pûçkirin û tinekirinê tên bikaranîn. Lê
belê berî niha jî tê zanîn ku ev polîtîka û
nêzîkatî hatin pêşxistin. Li hemberî van
polîtîkayên demî parazvanên qehreman yên van
dema jî derketine holê. Di her pêvajoyek tûndiyê
de qehremanên demê yên van pêvajoyan bilind
dikin û berbi pêşveçûnên mezin dibin derdikevin.
Weke rêheval sema, rêheval zîlan, rêheval
rêheval kemal, rêheval mazlûm û hemû rêhevalên
me yên pîroz.
Ji ber van rastiya di her demê de alternatîfên
nû û bi wate derdikevin holê. Ji ber PKK hêza
xwe ji nirxên xwe yên madî û çalakiyên xwe
digire.
Cardin di salvegera rêxistina azadiyê de li
hember hemû kevneşopî, paşverotî û
zayendparêziya civakî weke çeka herî çalak
rêxistina azadiya jinan bi hemû hêz û armancên
xwe di her demê de bi gavên berbiçav û
veguhartinên dane avakirinê ev pêvajo gîhandiye
asta herî bilind. Rêxistina azadiya jin di heman
demê de bi hemû hizirînên xwe daye eşkere kirin
ku bi felsefa azad ya RÊBER APO jin dikare di
her devera cîhanê de bibe hêza guhartin û
veguhartinê, hêza biryardayînê, hêza
birêxistinkirinê. Avakirina PKK ê û têkoşîna
gelê Kurd bi armanc û rêxistinbûyîna jinan ve
gîhaştiye encamên ku Rêber Apo xwestiye. Ev
xwestek di gelek aliyan de kêm maye. Weke
armanca sereke li ser van kêmasiyan rawestîn ji
bo têkoşîna azadiya jinan dibe biryara herî
mezin û bingehîn. Di van rojên pîroz de bi
armanca pîrozkirina salvegera damezrandina PKK ê
ya 32 ye mîn de weke jin ez roja 25 mijdarê ya
şîdeta li hemberî jinan jî bibîr tînim. Wan
jinên di sala 1960 ku hatine qetilkirin û hemû
jinên di bin dext, lêdan, recm, tundî,
destavêtin, tacîz ê de hatine qetilkirinê bibîr
tînim. Sozê xwe yê têkoşîna azadiya jinan
bilindkirinê bi hemû jinên azadîxwaz re
parvedikim.
|