* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


                                                     Roja Reş
 

 

        

Dema dibêjin 9 ê Cotmehê, rojekî reş û tarî tê bîra her Kurdekî. Ji ber ku wê rojê şahidî ji bûyerekî reş û xembar re kiriye. Ji lewra di dîroka gelê Kurd de roja 9 ê Cotmehê weke rojekê bi êş û tarî tê zanîn.

Hêzên dagirker û serdest digotin ku di 9 ê Cotmehê de em ê bi ewrek tarî ser gelê Kurd bipêçin ku ew êdî ti caran nekare şewqa rojê hembêz bike. Lê belê ev hesabê wan ê zexel û xasûk xelet zivirî û negirt. Ji ber ku ti caran ewr nikarin demek dirêj li pêşiya şewqa rojê bimînin û wê ti caran roj ronahî û şewqa xwe winda neke.

Raman û birdoziya Rêber APO jî ji gelê Kurd re mîna şewqa rojê ye. Gelê Kurd bi vê şewqê ronî dibe, rêka xwe û rêça xwe dibine. Çawa dema roj tîrêjên xwe dide û ti taritiyan nasneke, çawa ku zindî û xweza bê rok jiyan nakin, gelê Kurd jî bêyî Rêbertiya xwe jiyan nake. Ji ber ku gelê Kurd azadî û serfiraziya xwe di raman û birdoziya Rêber Apo de dibîne.

Rêber Apo dîroka gelê Kurd a ku serberjêr diçû berovajî kir, gelê Kurd ji nûve kir xwedî çav, raman û giyan. Rêber Apo gelê Kurd ji bin tirbên betonkirî derxist, rakir ser piyan û kir xwedî rêxistin. Ji lewra bû hedefa êrîşên dagirker û mêhtîngeran. Hêzên dagirker digotin çawa ku me di dîrokê de 28 serhidanên gelê Kurd tinekirine, em ê vê serhildana dawîn jî tine bikin. Di gotin me çawa Seyît Riza û Şêx Seîd û tevgarên wan tine kiribin, em ê vê ji wisa bikin. Armanca plana wan ew bû ku Rêber APO bigrin û wî jî gel û Tevgera Azadiyê veqetînin. Bi vê awayî ser ji gewde veqetînin. Ger ev plan bê serxistin wê cardin laş û gewdeya bê serî bikeve tirbê de. Lê Rêber APO bi raman û birdoziya xwe ev hesabên qirêj û dekûdolabên komplogeran vala derxist.

Rêber Apo bi pêşbîniya xwe rê neda ku ev komplo serbikeve. Bi helwestê xwe û bi xozaniya xwe tevahî listik pûç kir. Lê Rêber Apo tenê bi vala derxistina van planên qrêj re bi sînor nema, di heman demê de vegira pergala serdest bi kûrahî dahûran. Bi vî awayî paradîgmaya pergala modernîst bihûrand. Rêber Apo paradîgmaya xwe ya nû bi tekoşîna azadiya gelê Kurd re gehande pergalek rêkûpêk. Roja îro ev pergala nû alternatîfa pergala serdest û dewletparêz e. Di heman demê de ev pergal dibe malê tevahî gelên azadixwaz. Bêgûman ev yek bi berdêlek gelek mezin û bêhempa pêkhat. Li ser vê yekê ev destkeftî hatine bidestxistin.

Di roja me ya îro de jî hêzên dagirker di her alî de çi bi rêbazên eşkere û çi jî yên veşartî li hember Kurd siyasetek qirêj dimeşînin. Lê weke me li jor jî diyar kir, raman û bîrdoziya Rêber APO bûye malê gelê Kurd, mina pergalek nûjen bûye rêxistin. Wê ti hêz nekaribin vê pergalê û rêxistina gelê Kurd têk bibe. Wê ti palanên qrêj li hember rastî û têkoşîna gelê Kurd bi sernekeve.

Jibo em bikarin rojên reş ên weke 9’ê Cotmehê vala derxin û hesabê dijminan têk bibin divê em li erkê xwe xwedî derkevin. Divê her Kurdek li hember vê rûreşiya dîrokî bibe xwedî helwest. Tê xwestin em tekoşînek gelek girantir bikin. Eger ku weke gelê Kurd em tekoşîna xwe xurt nekîn, xwedî li rêbertiya xwe dernekevîn em nabîn xwedî pêşerojek azad û ronî. Rêber Apo ji bo me di taritiyê de bûye ronî û ji tunebûnê em anîne hebûnê. Jibo em di jiyanê de bê mafî û bê hûqûqiyan re rûberû neyên, pêwîste em erkên ku ji me tê xwestin bê kêmasî bicihbînîn.

Herwiha em weke jinên Kurd çiqas bi komploya 9’ê Cotmehê êşabin divê li hember hemû êrîşên derve û hindir em tekoşîna xwe geşbikin. Ji ber êrîşên pergala serdest û dagirker di heman demê de êrîşên li dijê azadiya jinê ne. Komploya li dijê Rêber Apo û gelê Kurd, di heman demê de koploya li dijê jinên azadîxwaz e. Ji lewra ta ku em bigehîn armancên xwe divê em roja reş a 9 ê Cotmehê şermezar bikin û lîstokên komlogeran vala derxîn.

    Selamet Erdogan