|
|
Beşa-IV-
Di ol de û di
mîtolojiyê de ezman ji gihînekan çêdibe.
Pirtûkên mûqaddes didin xuyakirin ku ezman ji
heft qat an pêk tê. Qat a herî jor, weke qat a
xweda di tê de dirûnin tê pênase kirin. Ango
gerdûn xwedî çalakî, desthilatî û pergaleke ji
jor bi berbi jêr ve ye. A herî jor cihê yê
dişopîne û birêve dibe ye, ên ku di qadên jêr de
ne jî, li gor çalakiyên xwe di van qat an de bi
cîh dibin. Di pergalên yek xwedayî de dema xweda
li jor in ên din li jêr in, di mîtolojiy ku jê
re bûye weke mînaka model de jî hemû xweda di
jor de ne. Di desteya (panteon) xwedayan a
dinavbera xwe de avakirine de hiyerarşiyeke wan
heye. Xwedayên hêza xwe ya afirînê hene û
xwedayên di pileya duyemîn de. Va ew pergala ku
rahiban weke pergaleke bê kêmahî bi civakê dane
qebûl kirin ev e.
Çînçînî bûn;
heta ku pergal neyê rûnişkandin, ciyawazbûn weke
bîrdozî bi civakê nedin qebûl kirin û ev jî weke
biryareke xweda heta nedin qebûl kirin,
hiyerarşiyeke dispêre çînayetiyê ne dihate
sazkirin. Dê nirxên demokratîk ên komînal ku
mîna zarekî civakê pêçaye were parçe kirin ku,
pirsgirêk ji hiyerarşiyê re neyê derxistin û bê
derbas kirin. Ev jî ancax bi serkeftina ku di
qada bîrdozî de bidest xistin de were têkûz
kirin. Heta ku di qada bîrdozî de serweriyeke
tam neyê têkûz kirin, tene bi darê zorê civak/komcivaka
ku azad jiya ye, xistina bin çavdêriyê û zextê
gengaz ne dibû. Dema ku Rêbertî dide xuya kirin
heta desthilatiya bîrdozî nebe, bi darê zorê “
dem dirêj lawir jî di govan de nayê girtin”,
prensîp û nêzîkatiyên bingehîn ên pêkhateya
dewletparêz hiyerarşîk bi şêweyeke wecîz aniye
ziman. Feraseta pergalê weke berhema vê
nêzîkahiyê.
Xweda afiraneke
hişê mirov e. Di civaka xwezayî de mirovên herî
bi bandor dikarin bihizirin ku jixwe ev dibin
mirovên zana yên civakê, rahibên wanin- bi
qutsiyet bar kirina tiştên di derdora xwede
dibîne re serpêhatiya afirana xweda destpêkiriye.
Ev bûyera afiranê hema di bêhnekê de pêknehatiye,
dinava para wext de ya berbelavê çaxan bûyê dê
pêkhatiye, ji herî pêkhateya wê ya gihaştî re jî
ji nava têkiliyên zindî û candar ya jiyanê bi
derketinê re, li ser bingehê razberkirina wê
gihiştiyê. Hemû civakên çînî û têkiliyên
girêdayî vêya heta bûyera afirana xweda neyê
pêkanîn, wê nehatiba meşandin. Mêtîngehkirina
mirovan, xistina bin zextê, têkûz kirina
cûdahiya civaka jêr û jor, serwer û serdestbûna
hindek qisman li ser qismên din, bûyerên civakî
yên girêdayî afirana xweda çêbûne ne. Pergala
rûyê erdê weke pergaleke xwedê pênasekirin,
rêveberên pergalê weke nûnerên xwedê yên ser
rûyê erde û berdevkên wî dayîna nîşan, ji bo
sîstema mêtîngehiyê ya hatiye afirandin bêy
kêmahî têde çêbibe û ji bo bêyku li rastê
zehmetiyek wiha were meşandin afirana xwedê şert
bû. Dê xweda heba, eger neba jî diviyabû were
afirandin. Wê pergal girêdayî vêya hatiba saz
kirin. Ev keşfa mezin û bûyera afirana mezin
rahib pêkanîne. Sedema Rahib kesayetekî herî
rêzdar û bi bandor ya civakê bû jî, girêdayî
vêya bû. “gengaze ku hemû awantaja rahib çeka
xwedê bikaranînbû. Va di vir de yek ji
karîgeriyeke muhteşem ya rahib dikeve dewrê:
wezîfeya SAZKİRİNA XWEDÊ. Mijar pirr girîng e.
Eger di vê wezîfeyê de bi serkeftî nebe, dê
bajar û civak, ji lewra jî berhema pir çênebûba.
Çima rêveberên destpêkê yên dewletê rahib bûn,
ev mînak pirr baş rave dike”.
Em Bi Awayekî
Berfireh Li Karên Bingehîn Ên Rahib Binêrin
“Yek ji karên
girîng ên sereke yên rahib avakirina olekî nû û
xwedayekî ye. Li gorî şîroveya min, cewherê
vedîtina ol a rahibên Sumeran girêdayî perestina
‘totemên’ berê ne. Ev vedîtina ol ya rahibên
Sumeran xelekek e ku têkiliya xwe bi olên
Brahîmî re heye, olên Brahîmî jî ji pûtperestiyê
bihurîbûn. Vedîtina olê rahibê Sumeran û dînên
Brahîmî ji hev qut xuya dikin, lê ez bawer dikim
ku di nava wan de têkiliyek heye. Ango weke
têgîna hêzê xwedayê bi nîzama ezmanan re mijûl
dibe û olê totemîk ê nasnameya civakê diyar dike
di nava hev de xuya dikin. Şîroveya dibêje;
‘totem nasnameya klanê û şiklê wî yê berfirehtir
qebîleyê îfade dike’, bi giştî tê qebûlkirin.
Her çi objeyeke di jiyana klanê de girîng be,
dikare bibe totem. Bi pirranî objeyên hêzê îfade
dikin têne hilbijartin. Di navê eşîr û bavikan
de em îro jî rastî navên mîna şêr, baz, mar, gur,
roj, ba, baran, dar û nebatên girîng tên. Ev nav
ê ji wê demê mane. Hêza dînamîk a neolîtîkê
jin-dayik e, û tiştên pîroz li dora wê çêdibûn.
Ev yek rewşa rahibê mêr bi bîr dixe. Nîşaneyên
xwedayên ezmanî û totemîk, sembolên bereket û
zêdebûnê bi navê jin-dayikê girîng dibin”.
(Abdullah Ocalan/Manîfestoya Civaka Demokratîk)
Ol û xweda bi
zanistî û rêbertiya rahib re weke rastiyên
civakî yên herî girîng ku li ser hezar salan
hûkim bike hatine sazkirin. Ev afiran û rastiya
sazkirinê bandora xwe li ser tevahiya têkiliyan
kiriye. Civak anîne asteyekî rêxistî, bi awayeke
birêkûpêk hêzan birine hilberanê, bi bîranîna
navê xwedê re bi nîdayên ku berz dibûn re di
hilberînê de zêdebûneke felaket hatiye pêkanîn.
Zêdebûna di hilberanê de, zêdebûna berhem di
pêşketina ji hevqutbûn û cihêbûna civakî de
roleke girîng lîstiye. Civak wek jêr-jor hatiye
ji hev cûdakirin, qismeke civakê weke evdê xwedê,
qismekî wê jî weke nûnerên xwedê di çêkirina
pergalê de ristike çalak girtine. Yên civakê
birêve dibin, yên vîna bikaranîna berhemê ya
xerçkirina zêde xistine bin çavdêriya xwe,
binavê nûnerên xwedê yên derketine pêşberê
civakêne. Rahibên ku sazkirina xweda û ol daye
çêkirin û qismê herî zana yê civakê pêktînin
weke şexstiyetên nûneriya vî karî dikin
derdikevin pêş. Civak dikeve rewşeke êdî
nikaribe yekser xwedê bibîne. Li cihê wana yên
têkilî bixwedêre çêkirine, binavê wana efû
xwastin yan jî bicîhanîna daxwazên wana weke
qasidan, rahibên sazûmankarên ol û xwedane
derdikevin pêş. Bandora Rahiban li ser civakê di
vê bingehê de pêşdikeve. Rahibên ku rêveberiya
destpêkê yê dewletê kirin, bûyîna Qralên
destpêkê, wer hiwa bûyîna Qralên-xweda yên
destpêkê bi ev çalakiyê wan ve pêwendîdar e. Ev
sazbûna civakî dê çînayetiyê bixwere bîne.
|