|
|
MEHMET AYIK
Li Rojhilata Navîn dîktator dibêjin zilmê li gel
nekin lê li Kurdistanê sivîlan qetil dikin û
xwezayê talan dikin, ji bo aştiyê bangî cîhanê
dikin lê ji bo şerê qirêj ku li Kurdistanê tê
meşandin serfermandariyê dikin.
Ev 31 sal in di ser derbeya 12’ê Îlonê re derbas
bû, em pêvajoyeke ku êdî rehmetê li ruhê vê
darbeyê bîne re derbas dibin. Armanca vê darbeyê
di serî de, Tevgera Azadiya Gelê Kurd û
muxalefeta li Tirkiyê û Kurdistanê bitepisîne
her wiha êdî nehêle ev civaka muxalîf careke din
bi ser xwe de were. Di ser re 31 sal derbas bû
lê hê jî li ser vê erdnîgariyê tevgera azadiyê
zindî bûna xwe berdewam dike û tu tiştê xwe
winda nekiriye û wek şopa berfê bilind û mezin
dibe. Li Tirkiyeyê di serî de siyaset û hemû
beşên civakê yên wek aborî, leşkerî, çand, huner
û hwd de. Mirov dikare jehra derbeya 12’ê Îlonê
bibîne û li hemberê vê jî têkoşîn û berxwedana
Azadiya Gelê Kurd jî bi zelalî xwe dide der.
Pirsgirêk di virde ne hewce ye mirov di nêrînê
eletewş de bigere. Îro di şexsê hikûmeta AKP’ê
de li Tirkiyeyê bi rehetî derbeya 12’ê Îlonê xwe
dide der. Divê mirov îcraatên AKP’ê yên îro wekî
berdewama 12’ê Îlonê bibîne û hemî pratîkên wê
bi vî şeklî şîrove bike. Hêst, ruh, fikirandin,
feraset û armanc hemî berdewama derbeya 12’ê
Îlonê ye.
Îro li Tirkiyeyê û li Kurdistanê tiştên ku tên
jiyîn bi zelalî xwe di xuyakirin ku hê jî
derbeya 12’ê Îlonê zindîbûna xwe diparêze.
Dewleta AKP’ê û hemî şêwirmendê wê yê serî û
heta binî didin xuyakirn ku dê vî şerî bi
awayekî wehşetî bidin meşandin û van nêrînê xwe
bi zelalî tînin ziman. Medya tirk jî di dîrokê
de heya niha ew pêywîra ku li gorî wê hatiye
ferzkirin jî, piştgiriya serfermandarê xwe dike
û ev wehşetên ku têne jiyankirin jî wekî ku gelê
kurd heq kiriye meşrû dikin. Divê mirov heqê
medya tirk nexwe, di hêla meşrûkirina komkujiyan
de di sere tuneye. Ji demokratê wan bigire heya
lîberalên wan, hemî bi zimanekî êrîşkar,
tirsandin, tepisandin bûne seferber. Gelê Kurd
Azad heke li ber xwe bide dê zelal bibe ka
pirsgirêk wê çawa be xwe daye nîşandan. Ji vê re
jî modela Pilingên Tamîlî divêjin. Rejîma qatil
û medyaya wî ya çete ji bo berjewendiyê xwe bê
exlaqiya ku neke tuneye.
Vê bê exlaqiya xwe ya ku dide nîşan, dê wê
çiqasî berfireh bike jî emê di demê pêşde
bibînin.
Rejîma komkujiyê bi hêr se. Tayîp Erdogan her
roj li hemberî medyayê soro moro dibe û kîna xwe
vedireşe. Her tişt li aliyekî ev tiştên ku ew
dibêje zate guhê gelê kurd ji van gotina re ne
xerîb e. Divê yek jê re bêje. Yekî di dîrokê
piçekî be jî ders standibe jî divê lê bide
haydarkirin. Hersa wî ji ber ku di Rojhilata
Navîn de Tirkiye jî di mava de hin kevirên di
cihê xwe dileqin e. Ev buyerên diqewimin di
serîde DYE û hemî hêzên cîhanê rola sereke
dilîzin. Sîstema desthilat dar a cîhanê qirîza
ku dijî, dixwaze dîsa Rojhilata Navîn li gorî
berjewendiyê xwe bi kar bîne û vê erdingariyê
talan bike. Û dixwaze ku serhildanê gelên li
Rojhilata Navîn jî, di nava van lîstokên xwe de
bihelîne û tune bike. Rola ku dewletên rojava
dane dewleta tirk jî rola hespê Trûvayê ye.
DYE’yê ev bi zelalî anî ziman zate. Gotin
Tirkiye berdevkê me ye. Di bingeha vê berdevkê
de jî, dixwazin ku gelên li ser vê erdingariyê
bi sîstema kapîtalîst ve bidin girêdan. Armanc û
feraseta Erdogan û xeta wî ya îslama siyasî a
nerm, bi hêsayî dide xuyakirin ku, dê li gelê
Rojhilata Navîn re îxaneteke mezin bike. DY E’yê
li van gela çok neda şikandin, lê Erdogan wê bi
ser navê DYE’yê serî wan bide tewandin. Di van
planê qirêj de destkeftiyên AKP’ê jî, îktîdara
bê sînir be. Lingê vê feraseta AKPê jî cemata
Gulen saz dike. Armanca cemaeta Gulen û berdevkê
wê yî siyasî AKP jî ew e ku, ji bo berjewendiyê
xwe hemî nirxa bifroşe.
Feraseta AKP’ê di dîrokê de feraseta herî bê
exlaq a mirovahiyê redkiriye û ewê ji xwe re
xistiye bingeh e. Erdogan ruyê xwe sextekar ji
gelê cîhanê re û gelê Rojhilata Navîn re, wekî
kesekî mirov, dijberê rojava û bi exlaq dide
nîşandin. Çevkaniya hêrsa wî jî li virde
veşartiye.
Li Rojhilata Navîn dîktator dibêjin zilmê gel
nekin lê li Kurdistanê sivîlan qetil dikin, ji
bo aştiyê bangî cîhanê dikin lê ji bo şerê qirêj
ku li Kurdistanê tê meşandin serfermandariyê
dikin. Pirsgirêka mirovan ya birçîbûnê ji bo
domdarkirina erka xwe bi kar tînin. Di her
firsendê de xwe wekî rûyê Rojhilata Navîn ya nû
didin nasandin lê dema maskeya wan dikeve li
Kurdistanê statukoya herî kevn dixin dewreyê.
AKP dixwaze li Rojhilata Navîn şanoyekî pêşkeş
bike. Ger ev lîstik bê ecibandin dê rihê
Împaratoriya Osmanî bê zindî kirin û wekî wezîrê
împaratoriyê jî Tayyîp Erdoganê bê ser kar. Hêza
ku vê şanoyê teşhir û bê bandor bike jî Tevgera
Azadiya Kurd e. Gelê kurd wekî berxwedana 30
salên dawî ne dîsa ber xwe didin û îro jî
maskeya rejîma komkuj dadixin, derew û
sextekariyên wan nîşanî hemû cîhanê didin û
temelên îktîdara wan diderizînin. Di bingeha
êrîş û gefên hikumeta AKP’ê de û çeteya wan a
çapemeniyê de jî ev rastî heye. Rastiyeke din jî
ew e ku hikûmeta AKP’ê ditirse. Hikûmeta AKP’ê
ditirse ku pirsgirêka kurd dawiya wan bîne û vê
tirsê kûrahî dijîn. Wisa difikirin ku di
hilbijartina dawî de sedî 50 deng girtine, di
nav de artêş û hemû sazî û dezgehên dewletê
kirine bin destê xwe û wisa difikirin ku bi vê
hêze ve her tiştî bikin. Wisa fikirîn ku her
tişt li gorî xwe dîzayn kirine, tu hêz nikare li
hember wan bisekine, lê berxwedana gelê
Kurdistanê wekî şimaqekê rûyê wan ket. Bi tirsa
ku hemû planên wan têk biçe, îktîdara wan
biderize êrîşên xwe zêde kirine.
Di bin van êrîşan de xala herî girîng jî,
tecrîta li Rêberê Gelê Kurd e.
Bi salane ku Rêber APO keda ku ji bo aştî yê
daye, AKP’ê tu bersiv nedaye. Bi vê helwesta xwe
dê Tirkiyê berbi şerekî xetere de bibe. Ev gel
li hemberî hemî êrîş, tehdît û zordariyê dê bi
serbreke mezin li berxwe bide. Lê tişta ku wê
sebir neke, helwesta li hemberî serokatiyê ye.
buyerên berê qewimîn de jî da xuyakirin ku dê
gelê kurd serokatiya xwe neke amureke polîtikayê.
Divê kes vê neke amurekî van pêkanînan. Di dilê
AKP’ê de ji bo pêşeroja gelê Tikriyê qasî serê
derziyê berjewendiyê gelan tune ye û ev ne xema
AKP’ê ye jî. Nêzîkatiya Serokatiyê wekî
pirsgirêka desthilatdariya xwe dîtin dê bibe
şaşiyeke mezin. Wê Tirkiyeyê jî bi xwe re
bişewitine. Bila AKP, medya ya wane çeteya û
rewşenbirê tirk vênê bibînin: Ne gelê kurd,
kurdê berê ye, ne jî PKK, PKK’a berê ye. yê
sebra wî nemaye gelê kurd e. Êrîşek li hemberê
Serokatî divê baş were zanîn ku dê bibe sedema
hilweşandina pira di navbera gelê kurd û gelê
tirk. Gelê kurd pêvajoya xwe ya herî taybet dijî.
Di tu demî de ev qas gelê çar perçê Kurdistanê
neketine nava çalekiyeke hev par de. Ne êrîşên
Tirkiyê, ne darvekirinê Îranê, ne jî ne
statukoyên li perçeyê din û ne jî sîstema
desthilatdarên cîhanê tu hêz nikare têkoşîna
gelê Kurdistanê a azadiyê asteng bike. Divê li
hemberî sîstema AKP’ê ya derewkar, di hemî dema
zêdetir têkoşîn bê dayîn. Ev têkoşîn ne tenê ji
bo gelê kurd e. divê li hemberî sîstema cîhanê
ya kapîtalîs û hevkarê wê yên heremî têkoşîneke
bê hempa were dayîn û planê wan hemî vala bên
derxistin û maskeyê wan bê rûxandn.
|