* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


 

Jİ BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GÎŞTÎ

 

 

 

 

     Wekî saziya Yekitiya Gaziyên Kurdistan; em di serîda roja jinên kedkar ê cîhanê roja watedar 8’tê Adarê  tevahî jinên kedkar û jinên êş kişandî pîroz dikin. Wekî kû Rêberê jiyana Azad, (“rêber APO dibêje; “azadiya ciwakê bi azadiya jinêva girêdayiye.”) Em jî wekî tekoşer û Gaziyen PKK’ê ev raman û nirxandina Rêber’tî esas digrin û li gorî vê yekê tevdigerin. Em hêvî dikin ev roja kû bi ked û xwîna jinên êş kişandî û AZADÎ xwaz hatiye afirandin; di şexsê jinande bibe roja azdiya tevahî jianan û ciwkên azadî xwaz. Em bi vê bîr û baweriya heyî jibo bi gîştî  gelên cîhanê, taybet jî  jibo jinên Rojhilata navîn û Kurdistan’ê erkên kû dikeve li ser milê me amadene bi cîh bînin.

    Wekî Saziya Yekîtiya Gaziyên Kurdistan banga me ewe kû erkên dikevin li ser milê jinên Kurd ê azadî xwaz û tevahî jinên birçiyê azadiyêne li gorî ramanên Rêberê jiyana Azad tevbigerin, azadiya kû di cevherê jinêde veşartî bi karibin di demekî pir nêzîkda derbixînine holê. Evyek û berpirsartiya bi wate û girîng; pêwîste usa neyê fêmkirin kû ev bar bi tenê karê jinêye, ev barê kû bi ber çaw tê dîtin, di serîda barê tevahî mirovên demokrat, mirovên azadî xwaz û taybetî  jî barê zilamên Kurd ê xeta Rêber APO’va girêdayîne. Ji ber vê yekê ev banga me ji bo tevahî mirovên demoqrat û azdî  xwaze.

     Li ser vî esasî em wekî sazî cardin roja jinên azadî xwaz û jinên kû jibo azadiya xwe û azadiya ciwakê tevdigerin; roja 8’tê adarê a bi wate tevahî jinan pîroz dikin û herî davî em dibêjin kû jibo azadiya kû Rêber APO tîne li ser ziman em bigêhîjin wê astê, pêwîste gîştî mirovên bi vê xeta zelal û paqijva girêdayî hemû biçin li ser kar. Azadiya Rêber APO azadiya jin û civakêye...

 

SİLAV Û RÊZ
YEKÎTIYA GAZÎYÊN KURDİSTAN

YGK
8/3/2009