|
Em disa bi 30. Sal
vegera damezrandina partiya me PKK, bi 27’ê
mijdarê zindibûna dîroka
me kû tê wateya vejînê, li tevayî gelê me
pirozdikin û silav dikin.
Tevayî gelê me îro baş
dizane kû ev çend sed salin em di pêvajoyên
dîrokî yên çaware derbasbûyene. Em weke gel, di
dîroka mirovahiye de xwedî nirxên pir bi watene,
lê belê ji aliyê hêzên dagirker ve ev dîroka me
hate dagirkirin û rewşa welatê me bi tevahî ser
bi jêr ve çû. Tişta herî bi êş û nayê pejirandin
jî, ev rastî weke qederê li ser gelê me hatibû
ferzkirin.
Lê mixabin gelê me jî ev yek weke qederê
pejirandibû. Ev rastî gelek dirêj berdewamkir û
tevayî nirxên me yên netewî hate berevajîkirin.
Gihaşt astekî êdî gelê me ji xwe şermbike û ji
Kurdbûna xwe bireve.
27 mijdarê 1978
damezrandina partiya me PKK di dîroka gelê me de
weke çiruskekî ji agir pêket û ev nerastiya bi
tevayî sererastkir. Ji bo ew kurdê ji xwe
şermdikir, ew kurdê xwe bi tiştekî nedihesiband,
ew kurdê kole re bû mizginiyek jiyanî. Rêber APO
ew rastiya gelê me ya civaka xwezayî di kesayeta
xwe de zindikir û toven vê zindibûnê li ser xaka
mezopotamya çand. Ji nûve xwîn, ji nûve kesayet,
ji nûve mejî, ji nûve vîn û ruh çand. Bêguman
ev yek tê wateya kû ji qada mirinê derbasbûna
qada vejînbûyine. Lewma kû îro ji raste rast
êrîşan li ser afirenere ve tekoşîne Rêber APO
dikin.
P.K.K’ê îro ew rastî di tevayî bi dawîkir. Îro
Kurd li cîhanê de gelêkî xwedî siyaset û
politiqaye. Îro bi her awayî ji bo rûmeta xwe û
serfiraziya xwe têdikoşe. Gelê me gihiştiye
astekî êdî carek dîn nayê şkinandin. Her weha
bi awayekî misoger ji bo azadiya xwe tekoşinek nêzî
serkeftinebûye. Ji ber ve sedeme 27 mijdarê di
dîroka gelê me de weke roja ji nûve vegera
mirovbûna xwe û jiyana xwe ya bi rûmete. Em weke
Saziya Yekitiya Gaziyên Kurdistanê roja 27
mıjdarê li serî de Rêber APO, Şehîdin tekoşîna
azadiye, tevayî gelê me û mirovahiya bi rûmet
pirozdikin.
Bijî Rêber APO
Bijî P.K.K
Bijî H.P.G
Silav u rêzên şoreşgeri
27/ 11/ 2008
Saziya Gaziya
|