|
Ev roja dîrokî ya kû pêşeroj û
paşeroja me aniye gel hev. Di nav tarîbûna
Mezepotamya de wek çirîskek biçûk pêket û hêdî
hêdî mezinbû. Îro roja 15’dê Tebaxê em wek
tîrêjên rojê gerim û geş carekdî wê rojê jiyan
dikin.
Berî her tiştî pêngava 15’dê
Tebaxê jibona gelê Kurd tê çi wate? Bi lez
famkirina wê emirdike. Heta kû 15’dê Tebaxê neyê
famkirin em nikarin bi şeklekî rast ne pêşeroja
xwe ne jî paşeroja xwe fêm bikin.
Ji ber vê yekê jî 15’dê Tebaxê
famkirin ji xwe famkirine, ew roj jibo me tê
çiwateyê her rojekî derbazdibe hîn baştir tê fêm
kirinê. Ji ber kû em îro hîn baştir xwe fêm
dikin, ji wê rojê û virde herkû sal derbaz dibin
û sal veger xwe nû dike 15’dê Tebaxê jî bi pir
wate û girîngiyên nûve kûr dibe.
Weke tê zanîn berî dîroka PKK’ê
dema em li dîroka Kurdistanê dinêrin rastiya
walatekî navê vî hatiye ji bîrkirin miletekî kû
ji xwe şerim dike, çandawî tûne tê hesibandin,
zimanê wî hatîye qedexekirin, ji rastiya xwe
rev, ji rastiya xwe bi tirs jiyankirin, ji
rastiya xwe biyanî bûyin, her wûha bi rastiyek
wûha ve rû bi rû mabû. Di rastî de ev gel di
koka xwe de bi qehremantiya xwe dîrok
nivîsandiye, lêbelê mirovên wî gelî ketibû
rewşeke kû ji siya xwe bitirse bê goman ev yek
tirajediyek mezin jiyan dike. 15’dê Tebaxê navê
berû vajîkirina wê û bi dawikirina vê rastiye
ye. Bi kurtasî ji vê qederê re gotiye bisekine.
Fişeka despêkê ya 15’dê Tebaxê di vê wateyê de
beriya hertiştî li koletiya Kurdan hatiye
xistin. Yani despêkê li koletiya Kurdan, paşêjî
li dagirkeriyê hatiye xistin.
Di cewherê 15’dê Tebaxê de
berxwedan, hêvî, bi biryarbûn, wûrekî û bawerî
têde heye. Ji ber kû tişta 15’dê Tebaxê kiriye
15’dê Tebaxê ev taybetmendine û ev wateya xwe ya
dîrokiye. Miletekî mirî rakirina ser piyan
rolekî weke pirê leyîstiye. Bûye navê ji mirinê
derbazi jiyanê bibe û navê vegera ser mirovatiya
xwe. Di kesayeta fermandarê mezin Mehsum Kormaz
(Agit) gelek rê hevalên weke wî
Adil,Kurtay,Ferhat,Nuda,Gulbihar,Sîdar û her
wûha di rastiya pir qehremanên me yên dinde
xwînek nûye.
Li ser wî bingehî cejna 15’dê
Tebaxê ya pîroz, di serîde afrênerê vejîna nû
RÊBER APO û gelê me piroz dikin. Em hêvî dikin
bibe temînata serkeftinê û ji dilde silav û
rêzên xwe pêşkêşdikin.
BİJİ RÊBER APO
BİJİ 15 TEBAXÊ
BİJİ HÊZÊN PARASTİNA GEL
(HPG)
Silav û rêzên şoreşgerî
Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê
15.08.2008
|