|
Di
dîroka şaristaniya server de li hemberî gelan
komkujiyên trajedîk pêk hatine di civaka
seretayî û xwezayî de komkujiya mirova li
hemberî hevdu bê mafiyekî herî biçuk nedihizrîn.
wê demê mirov li hember hev û xwezayê bi
hezkirin û rêz tevdigiriyan,
hevdu êşandin û keda hev xwarin weke şerm û
gunehê herî mezin dihat hisibandin ,jiber
kû ehlaq baş hatibu hunandin û runiştandin û
serwer bu,bi
derketina behremên zêde û desteserkirinê re ji
aliye henek kesên fêrbazve di ehlaqê cicakê de
xirabûn dest pêkir le pêy wê pêşketinê di şuna
kêde kole û koledar derketin û di civakêde çîna
ketî bi peşket,
mirov li hember hevdu û xwezayê biyanîbun
mitîngerî û koletî destpêdikê li ser jinê
afrînerê civaka çandiniyê û gûnd avakirina
dayîka xwedawend dayîk bû jin bi ked û behremê
xwe ya jiyane bibu hêzekî pêşeng ya civakê li
derdora jinê jiyan birêk û pêk bi pêşdiket.
Civak rêzdariyek pir mezin nîşanî jinê dida
jiber kû jinê bi ked û behremê xwe ew rêz heq
kiribû di encama peymana di navbera şaman
fermandar û ciwanan de li dijî jinê rastiya jinê
a dîrokî tine hate hesibandin,cihê
pergala dayîksalarî ji pergala bavik salarî
berda her ku çû li ser jinê koletî û mêtîngerî
şidandin.
Li pê wê kolêtî û mêtîngeriya civakî bi lezbu ji
bo berjewendî û deselatdariyê hemû rê û rêbaz ji
aliye mirovê serwerve hatin ceribandin.xerabiyên
kû di xwezaya mirovande tinebun di mijî û heşê
mirovande rudan liser bingeha wê pêşketina çanda
tundî kuştin û komkujiyê despekir,bê
guman komkujî gunehekî mirovatiyeyê.
Li keleka komkujiyê fîzîkî komkujiyên çandî û
siyasî jî kem nebune,komkujiyê
herî xeternak yên çandiniyê ye ger hinek gel ji
dîrokê hatibin rakirin sedema wê komkujiya
çandiye komkujiya Hîroşîma nakazakî yên şerê
cîhanê ên yekemîn û duyemîn helebçe şirnax zîlan
û enfal çend mînakin’belkî jî di dîrokê de gelê
ku herî zêde rastî komkujiyên fîzîkî hatiyê gelê
kurde, gelê herî kevnar ê herêmeye û derguşa
mirovahiyê hejandiye û pirek amurên şaristaniyê
bi destê xwe afirandiyê lê xelata kurda bûye
komkujî, metîngerî, çewisandin û tine hisibandin.
Bê guman kurda li beranber van zextan tim û tim
serî rakiriye û li berxwedaye.
Emerîka
ji bo berjewendî û deselatdariya xwe çekên kû
girseyan tine bikê afirand û da destê dîktatoran
û ji bo serweriya xwe di navbêra îran û iraqe de
şer derxist û di encama wî şerî de ji alıyê
Sedam ve çekên kîmyewî li hemberî Helepçe hatin
bikaranîn’jin zarok û îxtiyar
,5000
mirovên be guneh û bê parastin di nav çend
deqeyan de li peş çavên hemu cîhane de bi
avayekî dij mirovî û hovane hatin qetil kirin û
bi hezaran mirov seqet man, cîhan hemû di
rewşêkî temaşevan de ma ji ber kû hevparê wê
gunehê bûn dîsa gelê kurd bixwe birînên xwe
pêçan. Êw eşa mezin parvekir û êw komkujî
şermezar kir.
Di dîroka kurda de yek ji komkujiyê herî mezin
komkujiyê helebçêye, kurd her sal wê komkujiyê
bi hêrs û nêfretekî mezin şermezar dikin herî
dawî di 12 adara 2004 an de ji aliyê rejîma surî
ve komkujiya Qamîşloyê pek hat
di encamê de 30 kurd jiyanê xwe ji dest da.
Ez va her du komkujiyan
û hemu komkujiya li ser mirovahiyê şermezar
dikim û ji buna kû komkujî nema rubidin pêwîstî
bi yeketiya demokratîk ya rojhilata navîn heyê.
Cîger mardîn
|