* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 

YA KU Dİ XETA RÊBERTÎ DE TÊDİKOŞE Û SERDİKEVE, GAZİ YE”
BİRYARÊN 4.KONFERANSA PKK A GAZİYAN

 


   
             RÊZİKNAMEYÊ YEKİTİYA GAZİYÊN KURDİSTAN    

             EGER KU PARTİBÛYİN NEBE,  ZELAL BÛYİN NEBE PİRSGİRÊK ÇARESER NABİN

               AXAFTİNA VEKİRİNÊ
 

 

 A-Bi Rêbertî ve giredayî 

1-Navendê hemu xebatan da azadiya Rêbertî dane runişkandin,

2- Di saziya gaziyan da, ku wekî saziya Rêbertî tê dest girtin, li ser esasê Rêbertî xistina nav gel, xebatên propaganda û perwerdeyî pêşxistin,

3-Hevalên gazi a ku perwerde Rêbertî dîtine, bîranînên wan bi Rêbertî re berhevkirin û pirtuk çêkirin,

B-Bi giredayî hevalên gazi a ku di têkoşina xeta Rêbertî de gihiştîn şehadetê,

 1-Ji bo Heval Şehit Mervan Reşo a ku di Esendere de şehit ket, unvanê militanbuyinê de xeta Rêber Apo da fedaibuyin û nunertiya gazibuyinê rast kirin dayin,

2-Ji bo Heval Şehit Resul Sefin a ku di Herekolê de şehit ket, unvanê militanê li hember xeta teslimkarî berxwedanî bilindkirin û buyine militanê parastina reva dayin,

3-Ji bo Heval Şehit Koçerin Bingol û Şehit Lokman Qamişlo a ku Amedê şehit ketin, unvanê şehidên pêşeng a ku di xeta Rêbertî de berxwedanî bilindkirin dayin,

4-Ji bo Heval Şehit Çekdar Mardin a ku di Gabarê de şehit ket, unvanê giredanê hevaltî û nunertiya rihê fedaî dayin,

5-Ji bo Heval Şehit Sozdar Mardin a ku di Kerboranê de şehit ket, unvanê, pêkaninvanê diruşmê “Di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî” dayin,

6-Ji bo Heval Şehit Ahmet Rapo a ku di Besta da şehit ket, unvanê di şervantiya Agit de militanê bi iddia û ısrar dayin,

7-Ji bo Heval Şehit Ciger Uludere a ku di Haftaninê de şehit ket, unvanê pêkaninvanê fedakarî û rêhevaltiya xurt dayin,

8-Ji bo Heval Şehit Reşit Silopi a ku di komkujiya Hewlerê de şehit ket, unvanê militanê bibiryar a giredanê Rêbertî û hevaltî dayin,  

C-Bi partibuyin, têkoşina bîrdozî û perwerde ve giradayî,  

1-Li ser esasê biryarên ku kongre PKKê 10. û PAJKê 7.de hatin girtin, wekî saziya gaziyan ji bo pêngava partibuyinê, bi rengekî çalak û di asta pêşeng de tevlibuyin,

2-Li hember ferasetên derveyî xetê û tasfiyeger pêşxistina têkoşinekî herdaim,

3-Li hember sekinandin û ferasetên liberal,ezezî, maddiyatperest, a ku ferasetên moderniteyê kapitalist in, têkoşinên bi bandor meşandin û wan ferasetên derbaskirin,

4-Wekî kesên ku di saziyê de cih digirîn, her tişt ji rêxistin hêvî kirin, berpirsiyartî negirtin, li gor xwe tevlibuyin, gazincok nêzikbuyin, di aliyekî de rewşa xwe nepejirandin li aliyekî de ji rewşa heyi re teslimbuyin, kêmbuyinên fizikî kirinê hêceta xebat nekirinê û hwd. li hember nêzikatiyên bi wî rengî a şaş, bi biryar têkoşin meşandin,
5-Li hember ferasetên ku xwe pasif û bê rol dihele, di qada xwe da bi demî yan ji demsalî tevlidibe, sekinandinekî bi hêcet li pêşiya xebatan wekî astengiyeki pêşdixe, têkoşin meşandin,

6- Li ser esasê, kesên ku erkê kadrotî pêknayne, jiyana xweyî kesayetî birêdixe ji asta kadrotî qut dibe, ev kes bi şertekî ku, rewşekî diji têkoşinê jiyan nekin, di bin banê saziyê de xebatên komalan da xebitandina wana,  

7-Li hember sekinandin û şêwêyê jiyanê ku di têkiliyên gel de rêzdariya PKK û pîvana kadroyê diruxinîn, têkoşineke çalak meşandin,

8-Paraznameyan Rêbertî wekî materyalên bingehin a perwerdehi dest girtin,

9-Hevalên saziyê li ser esasê pêdiviyan, ji perwerdeyên bîrdozî derbaskirin,

10-Di saziyê de li gor derfetên perwerdeyên giştî lidarxistin,

11-Li ser esasê biryara kongre PKK, rojê herî kem 2 demjimer, her hevalekî saziyê perwerdeya xweyi kesayeti pêkanin,

12-Bi armancê hevalên gazi re kar fêrkirin û pisportî pêşxistin, di ziman, tenduristî, teknik, çapemeni û hwd qadan da perwerdeyan pêşxistin,

13-Ji bo çêkirina protez karxaneyeki avakirin,  

D-Bi giredayî avabuyinê rêxistinî û sazibuyinê, 

1-Saziya gaziyan herema parastina medya da weki navend birêxistin, qadên cîh dide de şube avakirin, sazibuyin û rêxistina Avrupa kurkirin, di Suriye û Rusya’da xebatên rêxistinî meşandin,

2-Bi cih kirinên hevalên gazi a ku HPG ve giredayî de qada civakî û komita parastina reva muhatap girtin, bi giştî rêxistinê de erkdayin û bi cihkirinan de hevalên gazi ra pêşengî dayin,

3-Ji bo sazibuyin pêşbikeve û kur bibe xebatên komala, navendê fizyo-terapî û çapemenî, hem di milê teknikî de hem ji milê kadro (hejmar û pisportî) da xurtkirin,

4-Di qadên çapemenî û ragihandinê de, bi hevalên gazi ve giredayî bernameye, bîranîn û portre amadekirin û di qadên nivisî, radyo û televizyonê de wan berheman nirxandin,

5-Wekî saziya gaziyan, saziyên ku malbatê şehidan ve giredayî ne piştgirî dayin,

6-Di derheqa hevalên gazi a ku şehit ketine de, xebatên nivisî û televizyonê lidarxistin,

7-Ji bo bilançoya hevalên gazi derxistinê xebateki meşandin,

8-Ji bo pêdiviyên hevalên gazi (tenduristî, perwerdeyi û xebat) pêkaninê, li ser rêka komalên heyî, projeyên cur be cur amadekirin û saziyên pêwendîdar ra pêşkeşkirin,

9-Di bakurê Kurdistanê de, bi armancê ku pirsgirekên kemendam û maxdurên şer a tenduristî, derunî, aborî û hwd. çareserî pêşbikeve xebatên komalan pêşxistin,

10-Hevalên gazi a ku zindanan da jiyan dikin, têkiliyên rêxistinî pêşxistin,

E-Bi giredayî Parastina Reva 

1-Li ser esasê parastina reva, rêxistinên parastina cewherî de bi rengekî çalak rol girtin, di wê mijarê da wekî saziya gaziyan erkên xweyi pêşengti bicîhanin, wekî xebatêki ku Rêbertiya me erkên dem direj û dem kurtî daniyê pêşiya me, di wê xebatê de rasterast cih girtin,

2-Di herema parastina medya da di nav xebatên gerilla da, cihgirtina gaziyan, bi armancê tecrubeyên xwe bi rengekî çalak tevlikirinê ve, di nav Hêzên Parastina Gel de, di herema parastina medya da tevlibuyina xebatan,

3-Weki hevalên gazi di tevlibun û perwerdeya şervanên nu da bi rengekî çalak cih girtin,  

F-Bi giredayî çalakiyan,  

1-Hemu xebatên ku bi armanca azadiya Rêbertî hatiye destpêkirin, bi rengekî çalak cihgirtin,

2-Wekî saziya gaziyan, di pêngava Êdî Bese de pêvajoya seyemin a ku bi diruşmê “Rêbertiya azad, nasnameya azad, xweseriya demokratik” hatiye destpêkirin, bi rengekî çalak tevlibuyin û çalakiyên xweser pêşxistin,

3-Bi armancê azadiya Rêbertî û çareserkirina pirsgireka Kurd, di qada Avrupa da, di saziyê de çalakiyan pêşxistin,

4-Li hember binpêkirinên şer a ku Türkiye de pêşdikeve, ji bo politikayên tunekirinên reşkirin û li ser vê esasê têkoşina hukukî meşandin, tên biryar girtin.