|
|
YA
KU Dİ XETA RÊBERTÎ DE TÊDİKOŞE Û SERDİKEVE, GAZİ
YE”
BİRYARÊN 4.KONFERANSA PKK A GAZİYAN
RÊZİKNAMEYÊ YEKİTİYA
GAZİYÊN KURDİSTAN
Ger Kû Partîbûn Nebe Li
Kurdistanê Pelek Jî Nalive
Di vekirina
konferansa 4. ya Gaziyan kû vekirina wê em dikin
di serîde ji bo bîranîna şehîdan ez we deqekê
vedixînim rêz girtinê.
4. konferansa Gaziyan di
dîroka azadiya Kurd de di pêvajoyeke kûr ojên
pir hestewar û krîtik tên jiyankirin de tê li
darxistin. Têkoşîna azadiya Kurd li hember hemû
êrişên di hûdir û devrede berxwedanek pir mezin
nîşan kir. Komploya navneteweyî di serî de di
sala 92’yan de êrîşî ser gerîla kir. Dema ev
êşîşa mezin encam negirt di 9’ê cotmeha 1998’an
de Rêbertiya me hedef girt. Komplo raste rast
Rêbertiya me hedef girt. Wek tê zanîn komployê
di 15’ê sibata 1999’an de Rêbertiya me dîl girt.
Rêbertî dema hat dîl gitin dijmin got kû; “ev
şoreş tefsiye bû” hinekan şeş meh, hinekan
salekê emir çand. Yê herî zêde emir çand dû
salbû. Piştî dîl girtina Rêbertiyê, êrişên
leşkerî, siyasî, dîplomatîk, bîrdûzî û rêxistinê
berdewam kirin. Rêbertiya me di tewara
paradîgmaya nû de kû şer rawestant, ji bo
çareseriya siyasî û demûkratîk bi pêşbikeve kû
pîvan anîna asteke pir hişwer, di vî bingehî de
kû hêz kişandin dervey duxuban ji êrişên dijmin
ne rawestiyan. Ev êrişane ne tenê ji aliyê hêzên
herêmî ve hatin pêşxistin, ji aliyê hêzên
navnetewî bi çalek hatin rêvebirin. Heta di sala
2002’an de kû li Kurdistanê yek fîşek jî ne
teqiya jî em kirin listeya terorê. Yeketiya
Ewropa di sala 2002’yan de em kirin lîsteya
terorê. Di vê mijarê de armanca esasî şer kirin
an jî ne şer kirina te ye, armanca esasî xeta
Kurdê azad kû di pêşengiya Rêber APO de bi
pêşdikeve tesfiyekirin bû. Di vir armanc Kurde
kî Kurdekî nûker, Kurdê xwe çêkirine. Wekî hemû
heval jî dizanin piştre dest werdana hindirîn bi
pêşxistin. Destwerdana hindirîn bi rastî jî
kevne. Ji 97’an destpêkiribû. Dijmin di sala
97’an de hêvî bi tefsiya hindirîn ve girêdabû û
di vê bingehê de çûbû pîlansazîyeke berfireh. Di
sala 1999’an de çûbû pîlaneke berfirehtir û ev
di hindir de dixwast pêş bixe. Di 2002’an de
balkêşe hem rêxistin dikeve listeya terorê hem
jî tesfiyecî jî xwe bi fermî îlan kir. Hîn bi
pîlan, hîn bi rêxistinî xwebat destpêkirin. Di
2003’an de destordana Emerîkayê ya îraqê de xwe
derxist holê. Pîlan bi esasî desfiyekirina
tevgera azadiyê bû. Ev jî di 1990’î de
destpêkiribû. Ji xwe dema tesfiyeya hindirîn
kirin dewrê îda dikirin kû bi serkeftine. Di vê
bingehî de di hindirîn û dervede êriş pêşxistin.
Ji ber Rêbertiya me di sala 2004’an de di
bingeha ji nûve avakirina PKK’ê de, Paradigmaya
me ya nû a Demokratîk, Ekolojîk û di bingeha
Paradigmaya şoreşa azadîxwaza zayendî de dest
werdan çêbû. Di vî bingehî de di sala 2004’an de
biryara 1’ê Hezîranê hate standin û tewra
zelalbûna perspektîfên demê û navînga hindirde
ji nûve avakirina PKK’ê hat pêşxistin. Li ser vê
pêvajoyê re pênc sal derbaz bûn û di vê navberê
de pir pêşkeftin hatin jiyankirin. Ev pênç salên
çûyîn di tekûşîna azadiya Kurdistanê de
pêvajoyeke giring îfade dike. Dijmin herî dawî
piştî perçiqandina serhildana Dêrsim û Agirî kû
digot; “ Kurdistana muhayyal li vir raketiye” li
hember vê gotinê Rêbertiya me derket, wekî kû
erd qelîşî û Kurdê azad dîsan serê xwe rakir
îsyan kir. Çewa kû di dîrokê de ev hat jiyandin,
wana wêcarê rêbertî li Îmralî bi dîlgirtinê li
ser tevgera Rêbertiyê de di qadên bîrdozî,
rêxistin, sîyasî, dîplomatîk û leşkerî de êriş
bi pêşxistin. Vê carê dîsan gotin kû; “
Kurdistana muhayyel li vir raketiye” di be kû
tam wisan ne gotibin. Lê hûn hemû şahidin pir
saziyên ramanê yên roj ava, yê kû li îngîlîstan
û Emerîkanê, navenda Tîng-Tang kû salê carekê
raporê derdixwe ev li gora xwe cîhanê bi
rêvedibin û hema xwe xwediyê cîhanê di hesibînin
ev nirxandin dikir. Bi rastî jî cîhanê ber alî
dikin. Wana piştî dîl girtina Rêberiyê zen
dikirin kû tevger tesviye bûye. Wezîrê karê
derve yê Emerîkayê di sala 2004’ê de raporek
derxist û got kû; “PKK’e êdî ji hêz ketiye, êdî
hêza wê kû şer bike tûneye”. Digot ev misogere.
Ev rapor, li ser her tevger û dewletan li ser
rewşa wan ya dawî dahûrîn dike û Pêşkêşî cîhanê
dikir. Li ser tevgera me jî di rapora kû 15
sibata 2004’an de ragehand ev dinivîsandin. An
kû te digot qey carek din Kurdistan defin kirin.
Bi gotina “ Kurdê azad me kûşt, ne ma”. Di vê
wateyê de dûbare xwe dispartin fresata
“Kurdistan li vir meftune”. Lê bi destwerdana
Rêbertiya me di bingeha ji nûve avakirina PKK’ê
de û bi pêngava 1’ê Hezîranê, di tekûşîna
azadiya Kurdistanê de merhelek nû pêşket û di vê
merhelê de di Rêbertiya Rêber APO de Kurdê azad
dîsan serhildan kir. Li hember vê dîsan di van
pênc salên çûyîn de ji bo encam bigirin pir
rêbaz bi kar anîn. Teknolojiya dawî bi kar anîn.
Bi karanîna keşif, îstixbarat û teknîkê tefsiye
kirina tevgerê armanc digirtin. Lê li gel van
êrişan jî di bingeha biryara 1’ê Hezîranê de
berxwedanek pir mezin bi pêşket. Di serî de bi
biryar standinê nû tecrîda li hember Rêbertiya
me hin zêdetir kirin. Vê rewşek wisa girt kû êdî
êşkenca psîkolojîk, veguherî êşkenceya fîzîkî.
Armanca wa li îmralî teslimiyetê pêşxistin, bş
rawestandina Rêbertiyê heta gevger bi paşkeve vê
na domandin bû. Lê Rêbertiya me bi berxwedanek
mezin, dîrokî û bi wate li îmralî 11 sale bi
tena serê xwe li berxwe dide.
Di heman demê de li hember
êşkenceyê derûnî, êrişên fîzîkî li hember her
cûre pêkanîna nûnertiya şoreşê, şehîdên şoreşê û
gaziya di asteke pir bilind de birêvedibe. Bi
rastî ji vîna li îmralî de pêşdikeve, vîna
mirovên serdemê ye.
Ev berxwedanek kû di dîrokê
de pir kêm tê dîtine. Li hember evqas êrişa 11’e
sale berxwedanek pir mezin hatiye pêşxistin. Bi
xwezahî ev pir bi wateye ji bo me jî pir bi
wateye, ji bo hemû mirovahiyê pir bi wate ye.
Hat dîtin kû mirovek tenê çawa rûmeta
mirovahiyê, şeref û rêza wê diparêze, li berxe
di de. Waye helwesta Rêber APO a Îmralî pir
vekirî dest nîşana wê ye. Di heman demê de li
ser gerîla û tevgerê kû hey eli ser rêveberiya
rêxistinê jî êriş hebûn. Gef, êriş û bi her
cûreyî gelacî, bi pêşxistina her cûre rêbaz
hebûn. Gerîlayê Kurdistan bi performansek mezin
û bi taktikên nû ev pêvajo jî di nav de, jî 1’ê
Hezîrana 2004’a û şûnde di kesayeta şehîdên
qehreman de berxwedanek mezin bi pêşxist. Disa
çû heta Derya Reş, bi heta çûyîna Derya Spî di
van pênc salan de cihek nehişt kû lingê Gerilayê
azadiya Kurdistan ne gihayê. Xwe berfireh kir
xwe ji Şaho re vekir, ji Kirmanşah heta Derya
Reş di van pênc salan de tevger pêşxist û bi cih
bû li hember gel jî êriş çêbûn, bi rastî gelê me
di vê pêvajoyê de berxwedanek mezin û fedakarî
bi pêşxist. Li çiyê şehadet çêbûn, destan hatin
nivîsîn. Bi heman rihî di kolenên Kurdistan de
di serhildanê kû bilind bûn de şehadet çêbûn.
Serhildanên kû bi dehan mirov maku mînakê vê ne.
Bi dehan mirov şehîd ketin. Lê gelê me gavek jî
ji şûnde ne avêt. Herî dawî di 29’ê Adara vê
salê de li Bakûrê Kurdistanê de di hilbijartina
de gelê me vîna xwe destnîşan kir û hemû êrişên
dijmin vala derxist.
HEMÛ ÊRİŞÊN DİJMİN Bİ
BERXWEDANA MEZİN VALA HATİYE DERXİSTİN
Gelê Kurdistan fedakariyek
mezin kir. Di serhildana de bû qehreman, şehîd
bû. Di encama wê de em hatin vê astê. Berxwedana
Îmralî, berxwedana Gerîla û berxwedana gelê me
şoreşa me anî merheleyeke nû. Ev merhala nû
pêvajoya çareseriyê ye, pêvajoya nû pêvajoya
serkevtinê ye. Em niha li rawestgehek wisa ne,
hemû êrişên dijmin vala derketine. Bê goman
şoreşa me ji berê hin bi hêztire, di her alîde
wisaye. Nimûne em li gelê bakur meyze kin. Em di
1999’ê de ketin hilbijartinan, me 29 şaredarî
standin. Di 2004’ê de em kentê 53 şaredarî me
stand, îsal li gel kû dijmin evqas pere-pul
rijandin jî, evqas gef jî kirin, dewlet kû hemû
derfetên xe bi kar jî anîn me di vê hilbijartinê
de 99 şaredarî stand. Her diçe pêşketina çêdike,
ev bê gumane. Berî vê bi pênc salan li
Kurdistana Rojhila li ser navê PJAK kû tiştek
tune bû îro em meyze dikin kû tevgerek muezem li
ser lingaye. Bi gelê xwe, bi gerîlayê xwe, bi
xebata xwe, jî dilbûyîna xwe tevgerek hatiye
avakirin.
Dijmin evqasî dişopîne û li
ser radiwestê. Lê ev berê tune bû. Ango li her
cihî tevger di rewşeke pêşketî deye, girseya wê
di rewşeke mezinbûnê deye. Vê destnîşankiye kû
êrişên komploger encam ne girtine. Bîrdoziya
Rêber APO, helwesta bi biryar a Rêber APO,
qehremaniya şehîda, fedakariya gelê me, vina
Gelê Kurd di 2009’an de temsîla xwe di asta herî
bilind de dibîne. Bi xwezahî me fetura wê da. Ev
qas wundahiyê me çêbûn, gaziyê me çêbûn. Heval
dizanin, hejmara hevalên gazî hîn zêdetir bûn.
Divan pênc salên çûyî de m enêzî hezar şehîd da.
Fermandarê mezin yê wek Adil, Nudayan, Ferhadan,
Kurtayan, Gulbuharan, Sîdaran, Serxwebûnan wekî
van pir şehadet me dan. Pir fermandarên eyaleta
me şehîd dan, fedayî yên Kurdistanê bi rihekî
Apocî destan nivîsandin. Dibe kû wandahiyên me
yê divan pênc salên dawîde wek çendanî li gorî
berê kêmin. Lê bi rastî wekî çawaniyê di asteke
pir bilind de ye. Bi qasî vê jî me gazî dan,
ango me jî aliyê xwe de me fetura wê daye. Ev
gel, di şoreşa Kurdistanê de fedakariya kû
pêwist bû destnîşankir. Lê îro, li hember hemû
cîhanê jî helwesteke vîna mezine. Waye em jî tam
di vê xalêde ne. Niha cara yekê gotinê Rêbertî û
tevgerê, ji aliyê dagirkerî û komplogerên
navnetewe yî ve cîdî tên girtin. Wek mînak em
dikarin encamên kû di hilbijartinên 29’ê Adarê
de derketine holê nîşan bidin. Ev ne encame ke
hindike. Ev encameke mezine. Rêbertiya me di
asta şoreşek demokratîk de nirxand. Me j îli ser
vî esasî xwest pêvajoyeke nû pêşxin. Ji bo vê me
jî heta 1’ê Hezîranê biryara bê çalakiyê stand.
Piştî wê perspektifa çareseriya demokratik me
weşand, piştî vê vêvajoyê me hink hevpeyvîn
çêkirin. Ji bo tirkiyê tenê yek nêzî bîst
hevpeyvîn me çêkir. Gelek ajansên herêmî û
navneteweyî, televizyon û rojname bi hinek
saziyên çapemeniyê re jî rêberiya me her
hevalekî hevpeyvîn çêkirin. Me ev wek pêngavekê
bi pêşxist, pêngavek siyasî û diplomatîk, wek
pêngavek propagandayê me bi pêşxist, li hember
vê dagirkerî pir zêde teng bû, lewa planê wan jî
hebûn. Gelê me yê Kurdistan li bakur, encamên kû
di hilbijartinên 29’ê adarê de standin xwe lê
negirtin. Ya rast armanca wan li ser encamên
hilbijartina tevger tesfiyekirin bû. Ji ber vê
Erdogan digot; “ Amed, Şirnak û Dersimê
dixwazim” wan dixwest pêşî me di qada siyasî de
bi tefsiye kirinê re piştre di qada leşkerî de
konsepta tefsiyê texine jiyanê, di hilbijartinan
de encamên kû hevî dikirin bi dest ne xistin.
Gelê Kurd vîna xwe hîn zêdetir bilind kir. Li
gel vê me jî got kû emê pêvajoyê kurbikin. Wek
tevger jî 13’ê Nîsanê heta 1’ê Hezîranê me
biryara bê çalekiyê îlan kir. Me di 13’ê Nîsanê
de ev biryar girt, wana piştî me bi yek rojê
dest bi girtinê kirin, vê carê hêviyên kû di
hilbijartinan de ne dîtin. Li hember qadroyên li
qada siyasî bi operesyona girtinê xwestin encam
bigrin. Wa ye di 14’ê Nîsanê de li ser DTP’ê
êriş pêşxistin. Tenê ne li ser DTP’ê li ser
saziyên welatparêz demokratik yên kurd êriş
pêşxistin, heta niha 250 qadro û siyasetmedarên
kurd kirine girtîgehê. Heka meha şûnde evqas
qadro hatin girtin, be îfade û wek rehineyekî
têne girtin. Îfadeya pirek ji wan nehatiye
girtin, ji bol i ser me çewisandinê bikin rehîn
têne hiştin. Bi îhtîmal mezin encamên kû di
hilbijartina de bi dest ne girtin bi van
girtinan xwestin bi dest xin. Em dikarin bêjin
kû em jî wan gavekê li pêşin. Piştre bi navê
hevpeyvîna bi dest pêkirina pêngavekê me
deklarasyona çareseriyê weşand li gor van emê bi
van girtinan geng bibûna û me yê refleks nîşanda
ba, bi rastî em jî ketin teredûta bi qasî
hefteyekê li ser vê me niqaşkir, ji bo em çi
bikin.
An bi çêkirina derketinek
nû me yê gotiba kû; “biryara li ser 1’ê Hezîranê
kû me girtiye emê şûnde vekişînîn û gavên
leşkerî bavêjîn” an jî “ pêvajoya siyasî emê
kûrbikin” li ser vê hefteyekê me nîqaş kir. Em
hinekî rawestiyan daxuyaniya kûm e amade kiribû
bi qasî hefteyekê me rawestand û ne weşand.
Piştre rêveberiya nîqaş kir û biryara kûr kirina
pêvajoya siyasî me girt. Li ser van esasan me
hevpeyvîn çêkirin û daxuyanî weşand. Bi vî rengî
me dijmin carekedin vala derxist. Li ser wê
dijmin xwe di rewşek heyînî de dît. Bi hatina
çareseriyê ya rojevê ji neçarî dest bi nîqaşê
kir. Serok-komar û serokwezîr jî neçarî
bersivdan. Hemû wezaretan neçar man kû bersivê
bidin. Wezirên karê derve û yê hundir neçar man
kû bersivê bidin, bi gotina; “em dixwazin
pirsgirêka Kurd çareserbikin, wê tiştê baş
çêbibin, waye fersende” peyamên me dan ret ne
kirin, hineka got; “PKK ne ji dile” tenê dikari
bûn vê bêjin. Lê peyamên kû tevgera me da raya
giştî nikarîbûn ret bikin. Pîvanên kû tevgera me
dan, çarçoveya kû Rêbertiya me zelal kiribû ji
neditî ditin nikaribûn jê birevin. Niha ji ber
vê pir teng dibin û em vêna ji bo aşitiyê
dixwazin hin jî dijwartir bikin.
EM ALÎGİRÊN ÇARESERİYA
DEMOKRATÎKİN, HEMAN DEMÊ Jİ ŞEREKÎ MEZİN YÊ
PARASTİNA REWA RE JÎ AMADENE
Di vê pêvajoyê de gelek
rêhevalên me şehîd ketin, niha têne dibêjin kû “
li Licê deh leşkerên mirin, hûn ji vê re çi
dibêjin”. Başe, li Besta 5 hevalên me şehîd
ketin, wê demê hûn ji vê re çidibêjin? Di van
rojên dawî de li Gabar-Çiravê 6 hevalên me şehîd
ketin, vê demê hûn ji vê re çidibêjin? Bi
xwezahî leşker biçin gir gir bigerin wê bimirin.
Ê kû ew şandine wir, ji mirina wan berpirsiyare.
Rêveberên Tirkiyê yên niha gotinê kevin nayînin
ser ziman. Zimane kî nerm bi kartînin. Lê di
pratîkêde tû guhertin tûne û hin jî wekî berê
ye. Ji ber vê em dibêjin kû divê ew di pêvajoya
van deh rojan de gava bavêjin.
Em aligirên çareseriya
demokratîkin, heman demê jî şerekî mezin yê
parastina rewa re jî amadene. Em çima wisa
daxivin, lewre em bi hêzin. Hinekan li ser
hevpeyvîna me de nirxandinên kû me kirine
dibêjin kû; “Gotinên PKK’ê gitinên berêne”.
Raste bi rastî ev gotinan ji 1999’de têne ziman.
Raste lê pirsgirêka bingehîn ne pirsgirêka
gotina tiştên nû an jî kevinin. Pirsgirêk ewe,
piştî pêngavek siyasî û leşkerî bi serkevtî
qedand em van dibêjin. Ango wisa di demeke asayî
de em vana destnîşan nakin, piştî pengavek
serkevtî ya siyasî û leşkerî em vana destîşan
dikin. Ya esas jî eve. Ne xwe em di çareseriya
demokratik de pir cîdîne. Di vê çarçovê de di
qada siyasî, dîplomatîk de dewleta Tirk biriye
tengasiyê. Em li bendê ne, di pêvajoya pêşiya me
de wê ew çibikin.
Di vê pêvajoyê de
konferansa we jî berdewam dike. Hûnê ji di
pêvajoya konferansê de pêşketinan bişopînin. Ji
xwe deh roj mane, di hundirê wan deh rojan de
zelaliyek diyar de wê çêbibe. Bi her cueyî
îhtîmal heye, em ji her cure îhtimalî re
amadene. Lê ev pêvajo êdî pêvajoya çareseriyê
ye. Çi dibe bila bibe êdî tu kes nikarê vê
pêvajoyê paş de bikşîne û ev tiştekî misogere.
Ango ew gavê bavêjin jî navêjin jî wê ev
pêvajoya çareseriye bi pêşkeve û êdî pirsgirêka
Kurd ketiye rojevê, ketiyê rojeva Tirkiyê,
rojeva herêmê, rojeva cîhanê. Me cîhan xweyî
leşkerî, siyasî, rexistinî û diplomatîk li derve
û hundir de li pêşxistiye. Li welat û li devreyî
welat êdî ew nikarin pêşiya wê bigrin vê jî ew
nişan dike kûm e şehîd dan, me gazî dan raste
fedakarî hatin kirin, lê encamên wê jî mezinin.
Şoreşa me giran dixebite lê ev şoreş ji ne
şoreşeke kû tenê li hember dewletekê tê kirin,
lewre pergala navneteweyî Kurdistan çar parçe
kiriye û înkariye. Li ser înkara Kurdistanê li
herêmê pergalek cîhanî a serdest çêbûye. Hem
pergala modernîte ya kapîtalîst hem jî
sosyalizme reel înkara Kurdistanê pêjirandiye.
Li ser vê înkarê tixub xêz bûne û pergal
sazbuye. Ji ber vê em dixwazin pergalê
biguherînin. Bi rastî vê jî mercên şoreşa me
giran kirin. Raste dirêj ajot lê Kurdistan jî
wisa ne welatek hêsane. Li çar parçeya perve
bûye û hatiye înkarkirin. Em di serîde înkarê
radikin û dibêjin kû bila çar parçe mîna xwe
bîmîne berî her tiştî me vînek netewî
bipejirînin. Niha ev înkar li tersê vê zivirî.
KURD PÊNGAVÊN MEZİN
PÊŞNEXİN A BÊ JİYANKİRİN KOMKUJİYE
Gelê me asta moralek bilind
dijî û vîna xwe li her cîhî derxistiye holê. Ev
vîn jî vîneke kû êdî nayê guhertin. Li herêmê ev
rastî dîtin beshkirina aramiyeke ne gengaze. Ev
rasti neyê dîtin demokrasî pêşnakeve. Li
Rojhilata navîn jî pirsgirêkên herî gihgehîn yek
jî pirsgirêka Kurd de. Berê tenê behsa
pirsgirêka Filistin dikirin. Lê belê niha dû
pirsgirêkên bingehîn hene, yek Filistin yek jî
pirsgirêka Kurdistane. Niha ev derketiye holê lê
ji aliyekî din em dinerîn kû , herêm ji nûve tê
nexşekirin. Emerika wek lêşkerî dixwaze vekişe.
Dibe kû bi tevahî venekişe lêb i piranî wê
vekişe. Terazên herêmê jî nûve tên niqaşkirin û
tên pêşxistin. Em dinêrin kû dewletên serdest
yên herêmê jî vê îrade bûyîna Gelê Kurd
ditirsin. Li gor xwe dinav hesabên kû dibên emê
pêşiya vê çawa bigrin. Li aliyê din jî bi
hevdîtinên veşartî dibêjin kû ji xwe bandora
Emerika her diçê lewaz dibe. Dibê qey Emerika
Kurdan destek dike bi vî awayî tevdigêrin. Lê
belê bi koploya navneteweyî li hember me evqasî
êriş çêkirin. Ew li gor zen dikin kû fersendek
çêbuye. Ev dewletan Tirkiye, Êran, Suriyê di vê
dema dawî de li Îraqê hikumeta Arab xwe dide
serhev û tê dîtin kû ev rejiman hinekî din
bipêşkeve îhtimala çêbuna sedemê duwemîn heye.
Li vir jî hat dîtin kû li Kerkûk û li cîhên din
jî sedam bûnê ne dûrin. Waye li gor xwe dibêjin
wê Emerika lewaz bibe û emê hêzên xwe bikin yek,
PKK’ê û başur tefsiye bikin. Başûr jî dorpêç
bikin bifetisînin ango hemû destkevtiyên Kurdan
bidin wundakrin. Eger em Kurd divan çend salên
pêşiya me de kû em derketinekê nekin, em plana
xeranekin tişte bê serê me eve a bi pêşkevê
komkujiye, di serî de ji w êli başûr komkujî be
çêkirin. Li Bakur, li Rojhilat, li Başurê biçûk
ji wê komkûjî bê çêkirin. Tu kes nabêji di vê
serdemê de ne gengaze, gengaze. Waye binêrin li
Tamilê komkujî çênebû?
Ji xwe
hinek jî dixwazin me bişîbînin wan. Li Tirkiyê
hinek dinivîsînin û dibêjin kû; “ Srîlanka çawa
bi serketibe em jî dikarin wisa bi serkevin”
serokwezîrê Srîlankayê jî Ebduleh Gul re
telephone vedike û dibêje kû; “ Hun dikarin
ezmûnên me bigirin” ya rast li wir komkujiyek
hatiye jiyankirin. Yek ji em qet naşibin wan,
yên kû dixwazin bişapînin teşwîqî komkujiyê
dikin. Dixwazin bêjin kû; “Srîlanka li hember
tamiiyan biserxist, em jî dikarin li hember
Kurdan bi serkevin” lê belê em û ew naşibin hev.
Berî her tiştî wana şoreş giredayî hêzên derve
yên wek Hîndistan birêvedibirin, Hindîstan niha
desteka xwe kişand. Cîhana konjektûrel jî
hikumeta Srîlanka destek kir, deqet bikin, tu
kes li hember dernakeve. Lewre konjektora siyasî
û konjektora cîhanê û Hindistanê dema desteka
xwe kişand ew jî şaş man bê çêbikin. Ew wekî me
ne gerîlane wana herî zêde arazî girtine.
Araziyên wan ne çiyayî ne, herî zêde li qadên
daristanî xwe wekî dewlet bi rêxistin kriye,
dibin navê herêmên rizgarkirî jiyan avakirine.
Bi rastî di hindirê wan de xetişî pêşketiye. Ji
xwe, Srîlanka bi navbeyinkariya Norvêçê bi qasî
dû salî peyman çêkiribû. Srîlanka fehimkir kû
êdî ew nikarin şer bikin. Peyman heman xerakir û
agirbest rakir. Êşiş kir û ew xistin. Ji ber vê
rewşa me û wan jî hev pir cudaye. Bi rastî qet
naşibe hev. Ji bo komkujiyek wisa bipêşkeve
hinek vê na wek mînak dixwazin nîşan bikin. Ango
bi kinasî hevalno serkevtin heye, pêşketin heye,
vînek mezin derketibe hole lê tahlûke jî
muhtemele. Di pêvajoyên pêşde li ser hemû Gelê
Kurd tahlûkeyek wisa heye. Eger em gavên mezin
navêjin, em ji vê re nebin bersiv ev tahlukeya
mezin wê têkeve rojevê.
Hevalno,
konferansa me di pêjajoyek wisa de bi pêşdikeve.
Ev diyardeyan di rojevê de bi piranî tên
nîqaşkirin. Bi taybet div ê pêvajoya deh rojên
pêşiya me de wê hin tişt zelal bibin. Rojev bi
taybet li Bakurê Kurdistan de kû tê kirin wê
cîhên din jî bi bandor bike. Pêvajo bizivire çi
rengî û alî wê zelalbibe. Pêvajo wê bizivie şerê
parastina rewa an jî pêvajoyek siyasî wê ev
zelal bibe. Pêşketina pêvajoya siyasî nayê
wateya kû wê çareserî çêbibe. Ev jî têkoşînek
siyasî ye. Di bin her derfetî de dive em ji her
tiştî re amade bin. Pêvajoya siyasî çêbibê ji
pêwiste em amadebin. Lewre niha dibe kû pêvajo
siyasî be lê piştî şeş meha bi xwere dikare
pêvajoyek cuda bine. Ev ne diyare. Xeta me xeta
parastina reva ye. Pêwiste em di vê bingehê de
ji pêvajoya siyasî re amade bin. Hem ji dive ji
êrişên leşkerî jî amadebin. Di bin her derfetî
de dive em ji van re amadebin.
GAZİYÊN
ME ŞEHÎDÊN ME JİYAN DİKİNE
Konferansa we dive pêvajoya giring de pêşdikeve.
Du erkên bingehîn yên konferansê heye:
Erka
yêkemîn kû min ji daxoyakirin bi vê pêvajoyê re
tekil dar partîbûyîn pêşket, berxwedana gerîla û
gel û bi hewldanên hevalan li hember
îxanetperestiyê û tesfiyekirinê têkoşîna
bîrdoziyê hat kirin û her cure berxwedana li
hember dijmin hat pêşxistin, di partîbûnê de
zelalbûn û pêşketin afirand li ser vî esasî di
Tebaxa sala 2008’an de jî nûve avakirina duyemîn
û wek kevneşopî di rîska têkoşîna me 10.
kongreya PKK’ê hat li darxistin. 10. kongre, xwe
li hember komployê de wek lûtke dît. PKK’ya nû
li ser vî esasî çû zelalbûnekê kongrê got kû;
“Divê hemû endamên PKK’ê jî nûve partîbûnê û ji
nûve tevlîbûnê esas bigrin”. Di kongrê de
pêvajoya rexnedayîn pêşket, wana ji nûve
tevlîbun xwest. Kongrê li ser esasê kû her
hevalek rexnedayinê bide. Ji nûve tevlîbûna
PKK’ya nû xwest esas bigrin. PKK’ya berê li ser
paradigmaya berê saz bibû. Lê niha paradigmaya
PKK’ê paradigmayek nû ye. PKK li hember pêvajoya
komployê zelal bûnek jiyan kir. Yên rizîbûn û
kufîk girti bûn ji nav veqetiyan. Di pratikê de
zelalbûn çêbu. Ji ber vê her hevalek kû girêdayî
vê têkoşînê maye, di pêvajoyên borî de çiqas
kemasiyên wî/wê çêbûne, bi paradigmaya nû, xet
çiqas parast, li hember tasfiyê û dijmin
helwesta wî çi bû? Her kes li ser vî
esasî rexnedayîna xwe bide. Ji nûve tevlîbuna
PKK’ê daxwaz bike.
Eve kongrê van kirin
biryar. Biryar de kû her hevalek di platformê re
derbas bibe. Li qada lêşkerî de derfeta
konfransê tunebe platform bicivin û ev bibin
konferans. Wekî nimûne deh platform çêbibin
piştre ev platforman, bi konferansan bibin
navserkirin. Konferans an jî platforman bibin
heval rexnedayînê bidin. Li ser vî esasî ji nûve
tevlî bûnê wê çêkin. Biryara kongreya 10. eve û
ev ji bo salekê hat plankirin. Hin heta tebaxê
dem heye. Li ser vî esasî li her qadê xebat bir
êve diçin. Dikare bê gotin kû ev konferans û
pêvajoya rexnedayînê beşek wê yên mezin qediya
ye. Pêvajoyên vê konfransê wek pêngavek
rêxistinî û bîrdozî bi pêşket. Diqet bikin
pêngavek siyasî û rêxistinî di rojevê de ye.
Rojevek siyasî hey elê belê li gel vê pêngavek
partîbûyînek birdozî hat pêşxistin. Pêngavek
partîbûnê hat pêşxistin û bandorek wê yî mezin
çêbû. Wek nimûne li her cihî moral, zelal bûn û
ji her alî ve pêvajoyek xwe amade kirinê hat
jiyankirin. Di vê de jî bandorek mezin a
konferansê çêbû. Pêvajoya rexnedayînê li hevalan
de zelalbûnek û pêşketin afirand. Gelek ne
rehetî hebûn û ev ne rehetîyan derbas bûn. Me
perspektifên birdozî yên Rêbertî, vê zivistanê
bi perwerdeyên bîrdozî bi platforman bi
konferansan heman demê bi pêngava partîbûyînek
bîrdozî bi pêşxist. Ev pêvajo berdewam dike,
encamên tên dîtin erênî ye. Li her cihî di
rêxistinê de helwestek bi hêz, coşî, zelal bûn û
moral xuya dike. Ev encam di encama vî xebatî de
derket holê. Bi rastî bandorên pêşketinên siyasî
jî hene. Ev jî moralîzasyonê çêdike. Encamên kûl
i qada siyasî û leşkerî hatine standin jî hene.
Ev di heman demê de rastiyek bîrdozî jî derdixe
holê. Divê her kes li vê miqur bê, yên li
devreyî me jî ji vê re neçarin.
YÊ DİŞKÊ NE GERÎLAYÊN
AZADİYÊ ARTÊŞA TİRKE
Konfederalizma Demokratîk a
Rêber APO raste, diqet bikin bi hêz kirina gel
şoreş li ser linga hişt, eger ev pêvajoya
guhertin û veguherînê tuneba, di encama êrişên
koploger de tesfiya tevgerê gengaz bû. Eger bi
paradigmaya berê hin j îme berdewam kiriba, wê
berxwedan pir dijwar ba. Lê guhertin-veguherîn û
nûbûn û paradigmaya nû em nû kirin. Giyan û
jiyan da, dibe kû di pêvajoya guhertinê de
hilweşîn çêbûn, hejandinek mezin çêbû, yên
ketinê bûn, lê belê zelalbûn çêbû. Bi rastî
bingeha hêz bûnê ava bû, wek tevger jî nijve
bingeha pêşxistina pêngavê çêbû. Lewra heta niha
pirsgirêka me yî pêşengtiyê hebû. Lê belê pêşeng
jî li ser vê esasê zelal bû. Ev pêşketinan li
gel hemû kêmasiyan hat jiyankirin. Ji ber vê
eger hevalan li naveroka axaftinê binêrin em
nabêjin bi tevahî em bi serketin, kemasiyên
pêşeng û qadro heye. Li gel hemû kêmasiyan me
hinek fedakarî kirin, eger kêmasî tuneba, debe
kû pêşketinan hîn mezintir bûna. Di qada siyasî
û leşkerî kêmasî hene. Eger ne wisa ba wê encam
dibe kû muezem bûna. Me li gel kû qadro de
helwestek lewaz, nîvco û kêm jî hebû ev encam
girtin. Li gel vê encamêk giring hetiye bi
destxistin. Bê guman eger ev kêmasîyan nebûna bi
rastî wê encam mezin û bi serkevtinê wê encam
bûna. Îro kû em dibêjin ne gihaştin serkevtinê
disa jî kêmasiyên meye. Ev ji bo me hemûyan
derbaz dibe, bi taybet ev ji bo saziya gaziyan
hîn zêde derbas dibe, li gel hemû kêmasiyan em
gihaştin vê astê wek rastiya xeta me, rastiya
xeta Rêbertî, rastiya şehîdan û fedakariya gelê
me. Em gihandin vê xalê, an kû ne ji bo em wisa
li ser hev bûn, ji bo em bi serkevtin bûn, an jî
ji bo dibin her derfetîde me xebat kir, ev encam
me ne girtin. Em nikarin tiştekî wisa îda bikin.
Em rastbin, kêmasiyên me hene, em şaş nabin,
serxwe nebin, em nebêjin wa ye di qada siyasî û
leşkerîde bi serkevtine. Duh ji rojnameya Times
re axivîm, min ji wan re jî got; eger li Zapê me
derbe xwariba dijmin bi serketiba di pêşengiya
şehîd heval Adil de li Gabarê destpêkir bi Zapê
berdewam kir, di tevahî pêvajoyê de me derbe
xwariba, di 29’ê adarê de têkoşîna azadiya
Kurdistan şkestiba, wekî Erdogan digot; Amed
standibo îro ev rewşan wê cuda bana. Wê demê hûn
nikaribûn bêne vir bi minre baxivîbana. Lê îro
rewş cuda ne û divê her kes vê bipêjirîne. Yên
dişên gerilayên azadiya Kurdistan û tevgera me,
artêşa Tirke. Yên dişkê ne saziyên demokratîk ê
Gelê Kurd, saziyên dewleta tirke. Em ne şkestin,
yên li hember şkestiye. Bi rastî rewş cuda ne,
li holê serkevtinek mijara gotinê ye. Em nikarin
vê biçûk bibînin, tû kes nikarê vê biçûk bibîne.
DEM DEMA Bİ DESTXİSTİNA
SERKEFTİNÊ YE
Em niha di nav xwe de nîqaş
dikin, ev serkevtin, li gel ev qas kêmasiyên me
jî hatine afirandin. Li gelek qada kêmasiyên me
hene. Lê belê li gel vê xeta me rast bû, li holê
fedakarî heye û qehremaniya şehîdan em gihandin
vê astê. Em wek rêveberî dibêjin em xwe şaş
nekin. Hemû hevalan bi taybet hevalên gazî wisa
nêzîkbuna an em hêvî dikin. Raste hevalên me
duristiya van kû ji PKK’ê tê heye, li vir di her
hevalî de durîstî heye. Ev hevalan di pêvajoyên
dijwarde deerbasbûn, bi ketin û rabûnê hatin vê
pêvajoyê. Di mercên başur de û di hemû mercên
têkoşîna me de, di encama di her cureyên zorî û
nezikatiyên paşverû re bi destnîşan kirina
vînekê em hatin heta vir. Ev ji bo her hevalekî
derbaz dibe, li gel ev qas duristiyan ev qas
kêmasî hene. Ji ber vê em jî di vê platformê de
dixwazin vana derxin holê. Ne ji bo darizandinê
ji b ovan kêmasiyan derxin holê em di vê
platformê de ne. Ji bo derketin baş çêbibe em
bingehê pêşkeşdikin. Armanca me yî bingehîn vê
derketina nû avakirine. Wek encamên pêşketinên
siyasî di rastiya zelalbûna bîrdozî de bi
afirandina partibûnê em dixwazin pêngavek
serkeftinê bafirînîn. Êdî dema desxistina
serkeftinê ye, em bi vê pêngava rexne û
rexnedayînê dixwazin wê bafirînîn. Êdî dema
bûyîna mîlîtanê serkeftinê û birêveçûyîna
serkeftinê ye. Armanc ne darizandina tu kesî ye,
ji xwe em xwe bi xwe didarizînîn. Ev rexnedayîn
ji rastiyek berbi çave. Armanca platformên giştî
eve û peywiren van platforman hene. Ji bo her
hevalekî dikare biryara bigire lewre ev wekî ji
nûve tevlûbûnê ye. Wekî nimûne hevalek
rexnedayinê dide, hevalên din jî wê şahidiyên
bikin, heval hem wekîl hem jî şahidin. Wê
şahidiyek çawa çêbibe, hevalê li vir rexnedayînê
ne tenê dide 50 kesî. Li hember 15 hezar şehîd û
40 milyon gel, li hember Rêbertiyê rexne dayîne
dide. Lê 50 hevalên li vir şahidiya wê dikin û
şahidê vê ne. Em tenê bi van hevalan naxivîn. Em
bi nirxan û dîrokê re daxivîn. Platform
platformek bi gîşti ye. Lê pencî heval li vir
şahidiyê dikin. Lê di heman demê de hîn erkên
van yê din heye. Ev j îli vir wê şahidiyê bikin.
Ango ew li vir wekîlên gel, nirxan û Rêbertiyê
ne. Li ser navên wan li vir peywira biryarên van
heye. Wekî nimûne hevalekî soz da lê soza wî/wê
ji dil nehat dîtin, wê wekîl bêje kû; “em vê
napejirînin, em vê sozê ji dil nabînîn”. Ew erka
wî heye. Çiye wê soza xwe dubare bike, wekî
mînak divê hinek mijar zelal bibin ji hin
mijarên ximamî de hîn dabaşên kû lêpirsin bên
xwestin hene. Hûne li bendê bin, lêpirsîn dibe
kû 3 meh, 6 meh bajo. Di bin peywira platformê
de ye. Dibe kû ji nûve tevlûbûna hin kesan bê
xwestin. Ji hineka re dem bê dayîn di nava
salekê an jî demeke hîn zêdetir derfetên diyar
de derxe pêş piştî salekê nirxandina wê bike.
Dibe kû ji nûve tevlûbûna hîn kesan ne pejîrîne
û dikare bêje kû; “Em te di partîbûnê de
napejîrînîn”. Ev platform dikare vê biryarê
bitsîne û platform wek xwedî vê peywirê hem
şahid hem jî wekîle. Wekîl dikare biryarên
bitsîne. Hem j îli hember dîrokê şahidiya wê
bike. Her heval di hizura wê platformê de ji bo
ji Rêbertiyê re, ji şehîda re, ji gel û dîrokê
re rexnedayîn têkirin hatiye nîvîsandin. Pîştî
deh salan ji kû bê meyze kirin wê bê dîtin kû
“filan heval di filan mijarê de li hember dîrokê
ev rexnedayîn daye û ji bo ji nûve tevlî bie
filan daxwaz kiriye”. Wê bê gotin. Ji bo wê bibe
malê giştî divê nîvîsandi be. Dibe kû nîqaşên
dev kî jî bê kirin lê ev jî bê qeyd kirin. Divê
girte name bê girtin kû bi fermî be. Ve ev hemû
wê derbasî sicîla ocaxa PKK’ê ya nû. Yekîneyek
arşiv- sicîla nû hatiye avakirin heye. Bi taybet
belgeyên PKK’ê arşîv dike. Arşîva giştî nagie jî
xwe ê din hene. Bi taybet arîva qadroya arşîva
PKK’ê digire. Ev hemû qeydan derbazî qeyda giştî
dibe. Ji ber vê divê malê dîrokê. Erka yekemîn a
platforman eve û her heval divê vî erkî bîne
cih.
Niha konferasa gaziyan tê
li darxistin bi rastî ev hemû konferansan
konferansên qadroyên PKK’ê ne. Niha em jî di
konferansa gazî PKK’ê de ne. PKK û gazîtî yeke
ji hev nayê veqetin. Du erkên bingehîn yên
konferansê hene, yekemîn partîbûyînê pêşxistin,
di partîbûnê de biryar stansin û zelal kirin,
erka duyemî jî di şoreşa me de li diyardeya
gazit3ıyê nirxandinên Rêberiya me hene, di vê
mijarê de niqaşên rêxistinê hene. Ne diyardeyek
kû nû bê îfade kirine. Pirsgirêkên gaziyan çine?
Wek mînak çima saziya gaziya li her qadê
sazîbûnê çênake? Di vê mijarê de kîjan kêmasî
hatin jiyankirin? Di kîjan mijarê de kîjan
biryar emê bitsînin kûr rast bûn çêbibe? Di
şoreşa giştî de cihê gaziyan, li ser pirsgirêkên
giştî yê saziya gaziyan û gazî wê çawa rista xwe
bileyîz eli ser vê pirsê emê çewa biryara
bîtsînin? Her çiqas pirsgirêk hebin jî gazî di
şoreşê de çawa dikare rist bileyîze, çawa dikare
li rista xwe xwedî derkeve? Ji bo wê pêwendî bi
çi hene? Li ser vê mijarê wê heval nîqaş bikin,
ji xwe rapor, şirove û mesaj hene.
Heval di vê çarçovêde wê
bigihijin hîn biryara. Ez bawerim komiteye
amaderaiyê ji aliyê ewlehiyê de hejmarek bi
sînor daye lê piştre ji wê hîn hevalên din jî
tevlî bibin. Pişte jî hîn qadên din wê heval jî
tevlî bibin. Eger bigihejin jî Ewripa tevlî bûna
hevalan we erênî be. Hin astengiyên teknîkî
derketine. Ev konferas ji aliyê tevgera
konferansa gaziyan wê biçe biryarên pêwîst.
Duyemîn erka konferansê jî eve. Ev erk jî ji bo
giringe. Divê hinek pîvanên gazitiyê em vekin.
Wekî mimûne ez ji çend caran bîrindar bûm lê
seqetî çênebû. Texmîn dikim kû gelek hevalên kû
dinav şerde men ne hene. Bi rastî we a me
gazît3ı bê hesapkirin nizanim hevalên di nav
şerde mane pir kêm jî wan birindar nebûne. Ez jî
heta îro sê carî bîrindar bûm. Ango xwe bi xwe
di konferensa gaziyan de em rabin pensê gazitiyê
bidin nabe her hal gazîtî ne eve. Lê divê
pîvanek objektîf em deynîn. Rêbertî di demên
borî de têkildarî gazîtiyê şirove pêşxistine, ji
bo gaziyan destnîşana “Şehêdên meyî jiyan dikin”
kiriye. Piştî şehîdî yê nirxa me yî herîm ezin
gazîtiye û asteke bilind îfade dike. Şehadet
mertebeyek bilinde û heman li pişt vê gazîtî tê.
Pir zêde ne sembolkirin jî di xebatekê de, di
şoreşekê de cih bileyîze dibe kû li wir hebûnek
heye. Eger rist neleyîze li wir xetîşbûn heye.
Gazî li misyona xwe xwedî derkeve bi wateye û
divê watê di pratîkê de bide jiyankirin. Ji bo
bibe mînek ev pêwîste. Niha li ber çavên min du
heval hene. Şehîd Eşref di ewlekariya min de ma,
di şerê 92’ê de û gelek car em bi hev re man, a
herî bi wate gazî bûna wî û carekêdîn
himbêzkirina wî a têkoşînê disa di têkoşînê de
şehîd ketina wû bû. Her hal ev bûyerek herî
pîroz û baweriyê dipeyîtine. Ango hem gazî hem
jî carekedin di baskê leşkerî de cih digre
digihijê şehadetê. Ango ji vê hin bi wate û
xweşî tiştek tune. Ji bo bi wî şewazî nirx bê
dayîn îleh divê şehîd bikeve? Bê guman na, dibin
her merc û derfetî de yê kû têkoşîn bike û bi
şewazekî fedayî xwe bide wê têkoşînê hevalên
gazî nirx bi xwe ne. Ev tenê ji bo me ne wisa ye
di heman demê de ji bo civakê ji wisa ye. Ji bo
tevgera tevgera me yî APO’cî jî ev wisa ye, ji
bo gel ji ev wisa ye. Îro hevalek gazî di van
xebatan de xebatek baş bike wateya wê mezine.
GAZÎTÎ, DİVÊ Lİ GİYAN Û
ERKÊN DEMÊ XWEDÎ DERKEVE
Bi kinasî dibe kû hevalên
gazî hindik bin, ango ji hevalên kû niha di
statuya gazîtîyê de ne ez dibêjim. Eger em xwe
nehesibînîn, lê rista wan mezine. Hejmar biçûk
lê belê rista wan mezine. Berî her kesî divê
hevalên gazî di hişmendî û îdraqa wê de bin. Di
bin her merc û derfetî de hemû tiştî jî
rêveberiya tevgerê hêvî neke. Di vê astê de dibe
kû her dem nêzîkahî rabe û ev gengaze. Lê divê
heval di hişmendiya wê debin, hevalên gazî hîn
kûrtir divê di hişmendiya wê debin. Wekî min got
dibe kû hejmaran van biçûke lê xebatek mezine.
Di wateya birdozîde rêxistinî de, derûnîde û
manewî de mezine.
Helwesta gaziyan ne tenê li
qadekê bi her aliyên xwe divê bê dest girtin.
Madem kû wiha bi wateye wê demê her hevalek li
vir divê li gor vê wate tevbigere. Ango her hal
em ranabin wê nabêjin, “ Em di rewşeke pir bi
wate de ne û her kes li gor wê nezî me bibe”. Di
çanda me de tiştekî wiha tune û wiha jî em
nikarin nêz bibin. Madem em di pozîsyonek wiha
de ne wê demê fedakarî û tevlîbûna tê xwestin
hîn zêde em bipêşxin. Lewre jî PKK’ê em wiha
ferbûn. Di exlaq û çanda PKK’ê de tu çiqas
fedakariyê bikê divê zêdetir tu bike, wekî
nimûne şehîdên me, şêhîdên me mînakên vê ê herî
mezinin. Heval Zîlan çi dibêje, di nameya kû
Rêbertiyê re nîvîsandiy, dibêje; “Xwezî tiştek
ji can êmin hîn bi nirxtir hebûya min daba”.
Ango dibêje; “canekî min heye ez wê ji didim
we”, piştre hevalên fedaî ev hevok anîn ziman
dibêje xwezî tiştek ji bilî can êmin hebûya kûm
in daba. Ev helwestek pir mezine. Heval Xeyrî
Dûrmûş jî dibêje; “li ser kevirê gora min
deyîndare binîvîsinin”. Dibêje “ ne berî girtinê
ne jî piştî girtinê min erka xwe bi serkeftî ne
anî cih û deyndarim”. Heval dizanin, ne xwe
pîvan û çite pir bilinde û ji ber wê xwe şareza
nabîne. Dibêje kû; “min bi temamî erka xwe bicih
ne anî”. Bi rastî em dizanin fedakariya di
dîroka me de û hundirê me de kiriye, bi her alî
ve hevalek herî zêde tevlîbûn û pratîk nîşan
kiriye. Wekî nimûne bijîşk bû û bijîşkî kiribû
lê şev û rojê xwe kiribû yek tevlî xebata bibû.
Piştî di zindanê de tê girtin jî bo diqetê
bikşîne û yên din jî êşkencê biparêzê, bi caran
li pêşiya hevala got kû yê herî kevne û van
hemûyan wî bi xwe tevlî kiriye. Dibêje; “Eger
hesabeke kû hûn pirs bikin hebe werin j îmin
pirsbikin”. Yekî wiha fedakarî kiribe kû bêje ez
deyndarim wê demê em çiqas deyndarin? Meyze
dikin ev mirovê xwe di pratik dibêje em
deyîndarin. Temam em gazîne lê deyne me hîn jî
heye. Dibe kûl i derve em xwedinê misyonek û
helwestek bi wate ne lê di hundire xwe de divê
em wisa nezî xwe nebin. Em deyîndarê şehîdan,
Rêbertiyê û gelê xwe ne. Gelê me evqasî li
têkoşîna me xwedî derdikeve û dişopîne.
Bi qehremanî tevlî bûnê
nîşan dide. Li hember wan berpirsiyarî yên me
hene. Em deyîndarê wane şehîdên me di tenaseya
xwe yî dawî de bi diruşmeyên “Bijî Serok APO”
şehîd ketin. Ji bo baweriya wan b ime hebû bi
diruşmeyan şehîd ketin. Îro jî yê me mayî re
erka mirovahîyê ya dikeve, têkoşîna wan berdewam
kirin û bi wî şêwazî wana bêmirin kirine. Erka
me eve. Berî wêb i sê rojan me roja şehîdan bi
rîranî. Bi wesileya vê rojê me nîqaşkir. Bi
rastî giran bû, ji xwe roj bi xwe pir giran bû.
Ev meh ji meha şehîda ye me li wir jî anî ziman.
Em vêna çawa pêşwazî dikin? Bi salan hevalên kû
em li gel hev bûn. Niha şehîd dikevin. Lê mirov
dema pirsa çima ez jiyan dikim ji xwe dipirse,
ez ji bo têkoşîna şehîdan jiyandikim dide. Erka
me şehîdên me bê mirin kirine. Çeka wan rakirin
û ala wan bilind kirine. Dema em wisa dibêjin
giyan tê me û nefesê distînîn. Ji bo biranîna
şehîdan divê em bi moral, bi heyecan, bi coşî,
bi tempo bîn. Îro dive em ne wekî mirovên
xeyîdibin. Madem erka me eve wê demê çi pêwist
bê emê bikin. Heyecan pêwist be wê demê bi moral
bi heyecan û wek evîndarekî tê li ser karê xwe
bê. Soza kûm e daye şehîdan encax wiha em bînîn
cih. Dema em vê bibîrtînin û vana ji xwe re
dibêjin jiyan bi wate dibe. Bi tû şêwazekî din
dibîn barê gran ê evqas şehîdan mirov nikare
jiyan bike. Lê peyama şehîdan daye me û kar ji
jiyana me bi watekirinê ye. Bi rastî divê bi
îsrareke mezin em jiyan bikin Rêbertî heta niha
çend caran digot kû; “Ez ji bo têkoşîna şehîdan
û gel jiyan dikim ji bilî wê jiyan ji bom in ne
bi wateye lê ez ji bo têkoşînê jiyanê pêwist
dibînim”. Tiştê kû Rêbertî dibêje ji bom e jî
derbas dibe. Ji bom e hemûyan ev derbasdibe. Ji
bo di şopa şehîdan de em biçin. Pêwîstiya me bi
jiyanê heye.
An na piştî evqas şehîdan
em dikarin jiyan jî nekin, lê peyama kû şehîdan
daye me û berpirsiyariyên hiştine dema tê pêşiya
me, wê demê em dibêjin kû pêwiste kû em jiyan
bikin.
Tekoşîna şehîdan têkoşîna
gaziyane jî. Dema yek tevlî têkoşîna gaziyan
bibe divê bi evînê nêzî wan bibe. Dema yekî nû
tevlî jiyana wan bibe divê we n ana ji xwe re
wek serkeftin bibînin. Ciwanek tê tevlî têkoşîna
me dibe. Carna heval tên, em nabînin lê
pasaportên xwe dişînin. Ez li pasaportê wa
dinêrim. Li Ewropa çêbûye mezin bûye. Bi rastî
ji bol i Ewropa jiyna bike hemû derfetên wan
hene, kompiter dixwîne û gelek ziman dizane û
hatiye bibe gerîla wekî mînak min ev qedemeya
komûta re got. Ev çiqas bi wateye, çiqas mirovek
pak, carna ji bakur tên. Tu meyze dike zanîngehê
dixwîne û ji bo heval nikarin bişînin bi
pasportê dişînin. Bi serê xwe tê hevala dibîne
te şervanê nû. Dev ji zaningehê berdide tê wekî
mînak jine ke, dikare bixwîne û ji xwere
pêşerojek takekes bi afîrîne l êtê tevlî gerîla
dibe. Ez hemûyan nabînim lê pasaportê wan
dibînim dema ez van dîbînim bi bandor dibim.
Ango wiwanek Kurd ta ji Berlîn tê dixwaze bibe
fedaî. Hem ji diwaze tevlî hêzên taybet bibe.
Min yek dît wiha digot. Min jêre got hele biçe
şervanên nû piştî wê serî lêx, dibe kût e ji wir
jî negirin piştî tû çû te hînek ked da dibe kû
wê demê te bigirin. Bi fedayî tî hatine. Ev
giyaneke gazî dibe wî giyanî temsil bikin û bi
fedayîya ne hemû tiştê xwe bidin. Eger PKK’ê yî
ne mirovên hêsan û ji rêzê bin ji wî giyanî ye
îro erka gaziyan ya bingehîn bi xwezahî vî
giyanî temsîl kirine. Ji ber vê di konferansa
gaziyan de hevalan vê watê bigrin berçav ji niha
û şûnde gazî çi ne û ne çine li ser vê mijarê
rawestin. Ango divê mijarê de erka vê konferansê
pir cidiye, wekî mînak pirsgirêkên pratîkî û
rêxistînî çine? Bi rastî divê di şopa şehîdên me
yî qehreman de bibine mîlîtanek. Derfetên fîzîkî
çi bin bila bibin li gor derfetên heyî çawa
dikarin wî giyanî temsîl bikin? Di xwaze mehkumî
sendelî bin. Gaziyên me yî wiha jî hene lê a
giring giyane an jî giyan hey elê rêxistin wê
çibike, çawa bike, kîjan biryara wê bitsîne,
heval dikarin li ser vê nîqaş bikin. Mijarek
esasî a konferansê jî eve. Konferans di mercên
der asayî de tê çêkirin. Ji bo vê dibe kû em
zêde tevlî ne bûn lê wê hevalên jî rêveberiya
tevlî bibin hene. Em dixwazin konferans bi
serkeftî be wekî rêveberî me xwestî konferans li
vir çêbibe wekî nimûne hevalên li başûr kû hemû
qadro jî bûn li başur çêkirin. Di bû wan j îli
vir çêkririba l ême ev pir pêwist nedît.
Giringiyek pir mezin a konferansa gaziyan heye.
Em bawer dikin serkeftina konferanse di têkoşîna
me de wê cihe kî wê yê giring hebe ji bo wê
risteke wê hebe me bi komîta civakî re nîqaş kir
û em bi rêveberiya gaziyan re jî axivîn me xwest
di mercên mûsaîd de li vir çêbibe. Tabî di
serîde konferans êli hemû hevaln pîroz dikim. Em
bawerin wêb i serkeftibe û wê hemû heval xwe
berpissiyar bikin. Helbet hûnê diwanê
hilbijêrin. Divê ew dîwan jî wê xebatê re
pêşengiyê bike. Konferas di partîbûnê de hem jî
ji bo gazî hîn zêde rist bileyîzin divê bi
serkeftî derbaz bibe. Ji bo wê divê her heval
xwe berpirsiyar bibîne. Divê li ewlekariyê
baldarî bê kirin. Ev bi esasî pêngaveke bîrdozî
felsefîke. Pirsgirêka partîbûyînê ji bom e pir
giringe. Di kongra PKK’ê de hat gotin kû li
Kurdistanê bê partîbûn pelek jî nalive. Di
pêşxistina partiyê de ristek cîdî yê hevalên
gaz3ı heye. Ristê gaziyan yê rêxistinî, bîrdozî
û nîşanî heye. Ji bo konferansa çaremîn bi
serkeftî be divê gazî lê xwedî derkevin.
Divê biryarên pêwîst bigrin
konferansê zelal bikin. Ji bo konferans di vê
xalê de bi serkeft3ı be wekî rêveberî em amadene
tiştê ji destê me bê bikin. Hem ji qada siyasî
hem ji qadên din wê tevlîbûn çêbibe, lê
tevlîbûna esil hûnê bikin. Serkevtian partiyê bê
guman serkeftina şoreşê ye. Em di vê pêvajoyê de
ji hemû qadroyan re dibêjin kû eger em rista xwe
bileyîzin serkeftin wê a me be û hatiye
peyîtandin. Bi rastî kû pêşengtî rîsta xwe
bileyîze di xeta Rêbertiyê serkeftin heye. Ji bo
vê em partîbûnê wek serkeftinekê giştî dibînin.
Ji ber wê 4. konferansa gaziyên PKK’ê bi daxaza
kû di serkeftina demê de rist bigre ji herkesê
kût evlî vê konferansê bû ye re serkevtinê
dixwazin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê
Murad KARAYILAN
22 Gulan 2009
|