* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

   

Ropora hevalen gazı jibo Konferansa 3.

 

 

JI BO KONFERANSA SAZIYA DEMOKRATÎK YA GAZIYAN

RAPORA GIŞTÎ YA NIRXANDINÊN HEVALÊN GAZÎ

 

       Cîhana me despêkirina li gel sedsala 21’an di şaxek nû de derbazî şaristaniya demokratîka û hemdem bûye. Yê kû bingehê vî çaxî pêkdine ji saya serê şoreşê teknîka zanistî, aborî, civakbûn, ramyarî û di bernama çandî de guhertin di asta jor de tên jiyankirin. Li milê zanîst û di ragihandinê de  pêşketinên kû nayên texmînkirin (hêvikirin) û derfetên derketine holê, gihiştina her corê zanistê feyengaz kiriye. Li gel vê ferd û civak, hêza kû di destê  serdestan de tê dîtin, sinor û qalibên daynayî derketine ji dervey wana û gihiştina asta zanîstîbûn û rewşembîriyê. Ji bo derbazbûyi roja îro dahatoyê gihiştinekî  asta nerînekî zanistî. Giştî di gilobaliyê de, astên derketine pêşgotinên nû, li gorî vana çareseriya çînan, qalibên fikrî sistemên şêwe girtî di sedsala 20’an de û pêş  20’an bifêrbûnan rûbirû hiştine. Weke encama vê demokrasî û nirxên mirovahiya gerdonî giştî ber çavan çareserbûna sosyalizma reel jiyan kirine. Di dîrokê de cara yekemîn, di navbera hêzên beramberî sistema hegoman mafê mirovan, di mijarên ekolojîk û demokrasiyê de konsensûrekê berfireh pêkhatiye.

DYE û Îngilistan  mûdexeleya kesayetiya di Iraqê de li ser Rojhilata-Navin pêkaniye, helqeyek ya vê pêvajoyê ya herî girînge. Sistemên di Rojhilata-Navînde weke teokratîk, sistema oligarşik, netew perestiya teng û çêkera zihniyeta genetik li hemberi mafên mirovan yên demokratîk û pêvajoyên azadiyê, astengiyên mezin didin afirandin. Di heman demê de li hember maldariya navnetewî û deshilatdariya emperyalistan astengên mezinin û divê werin rakirin.

Ev rewşane, di navbera hêzên aligirên veguherînê û hêzên statûya heyî di parêzin de, tekoşînek mezin daye çêkirin. Weke tê zanîn yek ji pirsgirêkên herêmê kû nayên çareser kirin, pirsgirêka Kurde. Di vê rê de tekoşîna demokratîk ya netewa Kurd rastiyekê ya tekoşîna  salan derxistiye  holê. Di heman demî de jî  ji vê rewşê bandor bûye. Heman  demê di nava wê de xwedî rolekî mezine, di despêka dema şaristaniya demokratîk ya hemdem de, li zanebûna sistema kevin û derbazkirin, lêgerên paradîkmaya nû bi şêweyekî heri bibandor û vekirî xwe di kesayatiya Serok APO de daye diyarkirin. Serok APO sîstema kû îflaskirî, dîroka wê û aliyên wî yên bibandor lêpirsînekê kûr, bi pêkirinekê zanistî û awarte, sentezên nû û xebata xwe di aliyê civaka demokratîk û ekolojîk de bikilitkiriye. Tevgera azadiya Kurdistanê, xwe bi şêweyê KADEK rêxistin kir. Li gori vê guhertinên  demokratîk çêkirine, li beramberi vê ev guhertinane, bi awayekî erêni derbaz nebûna çêkera hindirîn, cardîn rastiya Rêveberiya PKK’ê û qadroyan wekî heyî derbazkirina KADEK’ê ev rewş li hemberî derbazkirina siyaseta navnetewî û hemberî berjewendiyên kû pêvajoya demokratîk bûyinê de derketî, astengiyên mezin çêkir. Mûdexeleya Emerîka ya li ser Iraqê û hilweşandina rejima Saddam (BAAS), li hemberî kesayetiyên hegomanik û di aliyê rêvekirina li pêş demokratîk encamên erênî derxistiye holê. Ji bo parastina statûkayên ji bo xwe bidin jiyankirin xebitîne. Di serî de Îran, Sûrye û Tirkiye rejimên herêmê rewşa jiyankirine bigiştî tengkirine. Ji der ve jî DYE, di hindir de hêzên kû serde diçin û demokrasiyê dixwazin van dewletan xistine di pozisyonek rewşa xwe parastinê de. Ji bo vê berjewendiyên xwe li gel Tirkiye pêkanine. Îtîfaqa paşverûtiya dijberî Kurd ne serkeftina vê tê dîtin. Ji bo berjewendiyên DYE, li ser me bi Tirkiye re pêkhatine, ev weke îhtîmaleke biçûk paşçav bikin. Ji ber kû bazar û hevdîtinên di navbera wan de, ji aliyên heyetên pispor û veşarti ve berdewam dikin. Di Tirkiye de artêş “hema berpirsyarî li ser milê xwermendanê (hûkmet)”­? viya gotin me bi AKP’ê re dayîna şerkirin hem me hem jî AKP’ê lewaz xistin armanç diken. AKP jî, ji bo me û artêşê bêne beramberî hev, hemû endamên xwe yên di nava dewletê de pêşdebirina wan armanç diki.
Di başûrê Kurdistanê, hemû pêkhatiyên Kurd di serî de Şiî, Sûnnî, Ereb û berpirsyarên grûbên cûda weke endamê Konseya ne herdemî amedekariyên zagonên bingehin yên nû berdewam dikin, şêwekirina sistemê wê çêbibe ne diyare.
Girêdayî Saziya Gaziyan rewşa rêxistinbûnê;

Di tekoşîna azadî û rizgariyê ya tevahiya gelan de, weke berdêlên rastiyê û encama rastiyên gazîtiye derketiye holê. Di tekoşîna azadiya Kurdan de jî di vê rêyê de gelê me bihezaran şehid dane, sedan gazî weke encam û bedelên vê tekoşînêne. Bitaybet jî pîştî salên notî (90) yên tekoşîna me de pêşketinin  di her  aliyan  de û bi girseyî şerkirin gihiştiye astên herî bilind, dayîna  bedelên giran encam girtiye. Di nav şertên şer de weke fîzîkî lebet (endamên) xwe yên cûda winda kirin bi sedan heval di nava kamp, bajêr û weke van de, di nava saziyan de kombûyin û  neçariyekê hatine gelhev. Ji dervey qada  (saha) Serokatî, di herêmên cûda de mayîna hevalan demekê dirêj, mayîna wan di bêkarî ji xwe tengbûn û acizbûnê de rêvekirin. Di aliyê fîzîkî  giyani (rûhî) û derûnî de (pîskolojîk) zorî kişandine.
Nêrinên Rêber APO, ev nêrîna wî ya rewanî (manevi) ji bo hevalên gazî,  hêja dîtina xwe pêwîstî seknek ya wan di jiyanê de hebe derxistiye holê. Serokatî, nirxê dayî gazibûnê, di tekoşîne de  û jiyanê de erkê wan evbe, vê ya dana têgehandin û fêhmkirina her gaziyek weke taybetmendiyek bingehîne. Hevalên gazî rewşa xwe girtine dest, dema me ev rastiye nirxandî kêm û lewaz hatiye hiştin. Sekna xapandin û xeletiya bingehîn jî eve. Di qada siyasi, bîrdozî û rêxistinî de, xwe ji nû ve  avakirin û  dayîna serast kirin, di weke rûhî û derûni de (psîkolojîk)  asta kû tê xwestin de,  ji pêşkeftin bi dest nexistin de, tê xwestin kû bê dernexistina holê. Di vê wateyê de pêkhatinek û sazîbûnek ji ber çênebûye, di kirdarî de qasî kû tê xwestin bi berhem encam ne girtiye. Bi kurtasî, di derbarê rastiya xwe de ji ber çareseriyek rast çênekirine, rastiyên xwe jî, yên xwe rewşên  kû tê de bi giranî bi hêsanî vane ne dîtine. Taybetmendiyek giring ya din jî, eleqederiya bi xwe ve weke pêdîviyek dîtin, van nêzîkatî yan wisan kiriye kû di asta azadiyê de vînek xurt dernexêne. Di jorde yan jî, ji der ve de ketiye rewşekî li bendê mayînê. Di wateyek berçav de şoreşgerek li beramber nêzîkatiya azadiyê mezinbûyin û bê bawerbûna bixwe bûye kelema herî mezin. Evane hemû wek seknekê sivik û di nav meşekê de hatîne hêlan. Ger nêzîkatiyên hevalên gazî ji saziyên xwe re ev bi, nêzîkatiya wan ya rêxistine  û dema me nêrinên  wan nirxand pirsgirêkên kû gaziyan jiyan kirin wê hîn kûrtir bibin, li şûna çareserî wê bê çareserî pêşde bibe ferzkirin û nêzikatiyên kesî di bin navê rexistinê de, jiyana rexistinî û disîplîna kû zor tê dîtin. Saziya gaziyan yan jî rewşa gaziyan li şona saziyekê rewanî girtina dest wêdetir weke zêde pêzevî (maddî) û bar hatiye dîtin.
Di rewşa fîzîkî de hatine nirxandin û ji der ve hatiye hiştin. Nezîkatiyên kesî yên bivî awayî, bi nêzikatîyên Serokatiyê re ketine dijberiyekê ji çi pêrsgirêkan re çareserî ne anîne bi encamên xelet rê jêre vekirine. Bi taybet saziyên kû gazî têde kombûyîn tim û daim xistine rojev, di wateya pirsgirêk de derxistina plana pêş şeweyê rêvebiriyek derketiye holê. Di rastiyê de ev rewş di mijarên din yên rêxistinî de, weke şêwazekê xelet hatî jiyan kirin di xizmeta nêzikatiyên siyasî û weke amêrekê hatiye karanîn. Bi van nêzikatiyên xirabker bê baweriyê, şikestina hêviyan, acizî (tepkî) ji xwe girtin, hêrsbûn û her kû diçe weke fizîkî ji tekoşînê qutbûyîn heta berbi şêweyên din yên jiyanê ve hatiye dehfdan. Minak: Şehîd Ezîz Botî, rewşên bivî awayî dafrênin, bivî awayî bûye sedema kû demekê dirêj gelek heval bikevîn rewşekê şkestîde û bûye sedema berdewamkirina psîkolojiyek bivî rawayî. Rêveberî zehmetî û êşên van hevalan yên fîzîkî bi şêweyekê li gorî pêwîstiyan ne  fikirine. Ji bê ber pirsyartî û ji ne fikirinekê bivi awayî, hevalên gazî ketine seknekê belav û parçebûyî de. Weke babeta kû ji zêde ne girtine dest. Ji bo kû hevalên gazî cewherê  xwe derxin zanabûnê, derfetên   maddî ne hatine dayîn. Bi vê ve girêdayî; nêzîkatiyên bê zanabûn û serekî kû bûye sedema şehadetên bi komî êşek ya wê ya trajîk û bi êş derketiye. Tevkujiyên Hewlêr û avaşîn encama van bê berpirsyartiyaneye, piştî van xeteyan û tecrûbeyên bi êş liser rastiya perspektifên Serokatî yekemîn konferansa gaziyan çêbûye. Dive Konferansê de pirsên weke gazîtên çi wateyê û gazî kine? Yekemîn konferansa gaziyan di sala 1998’an de hatiye nîqaşkirin encamên baş hatine girtin û li ser van encaman biryarên giring  hatine girtin,  Serok APO dibêje; “Saziya Gaziyan, Saziya Serokatiye” wate û rewşa wê diyar kiriye, lê belê berdewamiya vê konferansê çênebûye, rêxistinekî ciddî ber bi sazibûyînê ve neçûye. Girêdayî wî xebatek ya rêveberî jî çênebûye. Karê kû were kirin û girêdayî sazûmankarî rêxistinek çênebûye. Girêdayî wana jî, xebatek ya rêveberî jî çênebûye. Di herêmên weke Ewrûpa, Sûriye, Lubnan, Îraq, Qafkasya û Balkanan de havalên gazî di saziyên cûda de xebat kirine. Lê belê dibin sêwana xebatên giştî de ev xebat hatine meşandin, weke şêwazekî yê saziya gaziyan  xebat pêşneketine. Piştî salên 2000’an  pêwîst hat dîtin  kû hinek proje werin pêşxistin. Belê berbî sazibûyinekê ve pêşneketiye, lê belê perwerdeyên weke; Computer, teknîk û perwerdeyên ziman hatinê despêkirin. Lê mixabin ji ber kû rastiyek ya sazibûyinê nebû, encamek ya kû tê xwestin ne hat dest girtîn. Ev bi şêweyekê pisporî çênebûye. Bi kûrtahî bi berêxistina heyî, bû sedem kû berhemên dihat xwestin bi dest neyên girtin.
Girêdayî sazîbûnê;

Serokatiya me di ss.21’ an de bingehên rêxistinbûnê bi şêweyekê ber bi çav, rastiya  paradikmaya demokratîk daxist holê,  ev yek tiştêke kû neyê dest jê berdan. Li ser vî bingehî di gelek herêmên cûda de nirxên me yên maddî û manewî, ji bo wê xizmet kirin, pêşxistin, ber bi sazîbûn û rêxistin bûyinê ve birin, weke tiştekî pêwistî û neçarî xwe daye pêş. Li ser kiryarên derbazbûyî kû dengiya wan kêmbûn û nêzikatiyên wan yên kevnî bi şêweyekê giştî hatîne şirove kirin û li ser vî bingehî ji nû ve xwe  avakirin û rêxistin kirin  hatiye bername kirin. Weke kû tê zanîn kiryarên borî ji tecrûbe û dersên bi êş tejîne, Serok APO, tim û dayîm gazî tê çi wateyê û li ser mijarên weke berpirsyartî kû rolê wana bi şêweyekê vekirî û diyar daye  nîşandan.
Weke rewşekê berbiçav ev 5 sale Serok APO di bin rewşekî giran ya tecrît û esaretê de ye û gelek mafên wî yên jiyanê ji dest hatine girtin. Eger gazî  rastî jî piştî Şehîdan tê, te  wateyê kû sazî  kesên herî nêzîkê Serokatîne. Bi taybet jî esareta li ser Serokatî, ji beriya hemû partî û Saziyan, saziya gaziyan eleqeder dike. Girêdayî jiyana Serokatî û girêdayî vê parelel xebat û şêweyê xebata me li ser bingehekî pêwîste bivî awayîbe. Di konferansa me ya, sazîbûyîn berbî demokratikbûyinê ve, di bin bane Kongra- Gel de girêdayî hêza xwe ya cewher berbi bername û xetekê ber bi sazibûyinê ve armanc girtiye. Di nava vê de rêveberiya xwe çêkirin ji bo saziyê rêvebirname derxistin û cihekê navend avakirin hatiye armanç kirin.

 

 

Girêdayi Perwerdê;

Perwerde di diroka mirovahî de li gel qezençkirinê cewherê mirovan hîn bêhtir cewherekî di nava jiyanê de xwe îfadekirin û dana pêş heye. Di vê wateyê de  zanakirina mirovan, pîvan dayîn û şekil qezenç kirin. Bi wateyekê din jî ji xwe terbiye û dîsîplînkirine. Bi vê wateyê ve girêdayî ji bo bizavên şoreşgerî û zanistî ragîhiştina armanca xwe pêwiste li ser hîmê zanabûn û hemdembûnê weke çavkaniyekê perwerdê bigrin û bi vê yekê ve civakê ji pileyekê ketî ber bi pileyekê modern û hemdem ve birin girtine dest. Serok APO jî bê perwerdeyî weke cehaletekê dîtiye. Liser perwerde bi giringiyê ki mezin vekiriye. Ji bizava demokratîk û azadî de perwerdê weke korekê giring dîtiye. Lê perwerde evqas girînge û çavkaniya çareserkirina pirsgirêkên me ne, di serî de nêzîkatiyên navendê û heta digihî pileyên jêr yên çêkera me giringiya kû dihat xwestin nehatiye dayîn yan jî weke pêwistiyekê ne dîtin ketine nava nêzikatiyekê de ev mijar heri zêde hevalên gazî eleqeder dike. Vê wateyê ve girêdayî belavbûna hevalên gazî li herêmên cûda pêwistiyek ya vê yekêye. Bi kêmbe jî  kombûn û cewherê wî yekê li hinek herêman hatiye dîtin. Li herêmên weke Sûrye û Libnan di pêvajoya Serokatî de perwerde û kar bişêweyekê berçav hatiye jiyan kirin. Piştî esereta Serokatî ev pêvajo bişêweyekî bê hevsengî hat berdewam kirin, carnan perwerdeyekî bê bername hatiye dîtin. Wek tê famkirin giringiyek nehatiye dayîn. Li herêmên kû çiyayî û cihên kar ev ji bo hevalên gazî hîn bêhtîr avantajekê çêbûye, ji ber kû bi rawestandina şer re hêza me tevahî di perwedeyekê xurt re derbazbûye, tevlîbûna hevalên gazî ji bo vêyekê hîn bêhtir kûrbûnekê daye çêkirin. Bi vê herêmê ve girêdayî li gel nêzîkatiyên perwerdeyî, rê li nêzîkatiyên din vekiriye. Perwerdeya vê herêmê bi şêweyekê dûbarebûn û her rêveberiya kû hatî li gorî xwe şêweyekî perwerdê daye perwerdê weke armancekê ne dîtin, dema valê tejikirin weke pêşgirtina pirsgirêkên heyî hatiye dîtin. Li aliyê din ji perwerdeyên ziman û computer jiber kû bişêweyekî akademik û bûyina meslek nehatiye dayîn encama kû dihat xwestin nehatiye girtin. Yekemîn perwedeyekî bilind û nêzîkatiyên li gaziyan yê din jî li gel imkanên hevalên gazî heyî bê xwastekiya li hember perwerdê heyî xwe pêşxistin û gihiştina pileyekê ya meslek girtin pir kêm hatiye dîtin.
Girêdayî Tenduristî;

Ji bo kesek bi tenduristî bifikire jiberiya hertiştî pêwistiya wî bi pîskolojî û rûhekî zîndî heye. Aramiya rûhî ji bo kû kes xwe di nava hewengiyên xwe de, yan xwe li ser xwe bigri pêwistî bi cihekî aram heye. Di vê wateyê de ger kesek pirsgirêkekî ya fîzîkî û rûhî ya neçare serkiri hebe, birêvebirina xebatek bi tenduristî ji wî mirovî nayê hêvikirin. Ji bo vê tê jî ev yek sekna kes ya rûhî ji bandor dike. Herî zêde jî êşen jiyan kirî û lebetekê yê xwe windakirî di nava tevgerê de pirsgirêka herî pêş ya hevalên gazîne.
Ji dervey şer mayîn, çareser kirina pirsgirêkên hevalên gazî di despêkê de çareserkirina tenduristiya wane. Li ser vî bingehî partiyê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan derfet pêşkêşkiriye. Di vê herêmê de hevalên kû pirsgirekên wan yên tenduristiya çareser nebûye rêkirine herêmên din. Li gorî derfetên heyî pêwiste li ser van pirsgirêkan were sekinandin. Bicihkirin û bername kirina van hevalan jî bi şêweyekî herî baş.

Silav û Rêzên Şoreşgerî.