* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


RÊZİKNAMEYÊ YEKİTİYA GAZİYÊN KURDİSTAN
 

 

 

          YA KU Dİ XETA RÊBERTÎ DE TÊDİKOŞE Û SERDİKEVE, GAZİ YE”
BİRYARÊN 4.KONFERANSA PKK A GAZİYAN
  

        EGER KU PARTİBÛYİN NEBE,  ZELAL BÛYİN NEBE PİRSGİRÊK ÇARESER NABİN

       AXAFTİNA VEKİRİNÊ
 

1-Navê Saziyê   :  Yekitiya Gaziyên Kurdistan

2-Remza Saziyê:  Li ser zeminê kesk rojeki zer û dorê ji 4 stêrkên sor, li dorê ji navê saziyê tê nivisandin.

3-Armancê Saziyê: Kesên ku, di tekoşina azadiyê Kurdistan da birîndar bune, di milê fizikî de bi rengeki giran bandor bune an ji parçek laşê xwe wunda kirine, di bin banêki de rêxistinkirin, di dora yekitiyê de têkoşineki bi azadiya Rêber Apo ve giredayi meşandin, ji bo peşketinê ramyarî û rêxistinî ya tevgera azadiyê tekoşin meşandin, li ser esasê perspektifên Rêberti  pêşxistinê yekbunê neteva demokratik û ji bo pêkaninê paradigma civakî ku demokratik, ekolojik û azadiya zayendî  têkoşin meşandin.

Yekitiya Gaziyên Kurdistan, Rêberê Koma Civakên Kurdistan Abdullah Öcalan, weki Rêberê xwe dipejirine.

Yekitiya Gaziyên Kurdistan, peymana KCK esas digire û li gor vê xwe rêdixe. 

4-Endamtî

A-Danasînê Endamtî:

Her keseki ku, di têkoşina azadiyê demokratik a Kurdistan da parçek laşê xwe wunda kiriye, birîndare û bi rengekî aktif dixebite yan ji nikari bi rengekî aktif bixebite, rêziknameya saziyê dipejirine, vîna xwe bi vîna saziyê ve yek dike, xwe ji bo armancên azadî rêdixe, endamê saziyê ye. Endamê saziyê, xwe li ser esasê pêdiviyê sazî û rêxistinê tevli dike. Her hevalekî endamê saziyê ye, heman demê de, endamê PKK û PAJKê ye, pêşengtiyê bîrdozî a PKK û PAJKê dipejirine. Her hevalekî endamê saziyê, heman demê de endamê HPG û YJA STARê.

B-Taybetmendiyê Endamtî:

Her hevalekî ku endamê  Yekitiya Gaziyên Kurdistanê ye;

a-Felsefa Rêbertiyê, dike felsefa bingehîn a jiyanê, pîvanên azadî û têkoşinê jiyanî dike,

b-Di jiyan û têkiliyan de, bîrdoziya azadiya jin a Rêbertî  esas digire,

c-Senteza têginên welatparezî û navneteviyetê di jiyana xwe de pêktîne,

ç-Li hember gelê meyi welatparez û nirxên demokratik û hevbeş a gelê me rêzdar nêzik dibe û parastina wan nirxan esas digire,

d-Pîvanên demokratik a nûjen, axlaqê civakî,  azadî û mafê mirovan a bingehin esas digire,

e-Baweriya xwe bi axlaqê zanistî tîne û pirsgirekan di milê axlaqê zanistî de dest digire,

f-Civakîkirine fikre azad a ku bingeheki zanistî ve giredayiye, ronahîbûyinê demokratik pêşdixe,

g-Li hember her rengê ezeziyet, paşverutî û dogmatizmê parastina nirxên demokratik a hevbeş, fikir û kirinên  azad dike,

h-Kedê wekî nirxên heri bilind dipejirine, di xebatên xwe da keda afirenêr esas digire, keda ya din ra rêzdar dibe,

i-Bi feraseteki, berpirsiyartiyê şoreşgerî ve tevdigere û xwe bi rayê ve girdenade,li ser esasê bi rayedarî tevnagere,

j-Têginê gazibunê wekî bîrdozî, bi rengekî rastiya şehidên zindî, felsefa jiyanê û wekî  rihekî dest digire, li ser vê yekê jiyan dike, xwedî li nasname gazibunê derdikeve û hêza xwe cewherî bawer dike,

k-Di gihiştina armancê de bi plan, afirenêr, bi sabr, ciddî û xwedî vîn e,

l-Feraset û sekinandinên bi tepkî , mafan digere û nêzikatiyên ku heya dawî benda partiyê ku lê mêzebike,  wekî pîvanên piçukxistinê gazibunê dibine,

m-Xwedî berpirsiyartiyê li hember feraset û sekinandinên dijî jiyanê azad rexne kirine ye û li hember kemasiyên xwe ji rexne li xwe girtinê ve berpirsiyare,

n-Li gor pêdiviyê, bedelê ku ji bo gihiştina peşerojekî azad, biratiya gelan û aşitiyê civakî daye, xwedî taybetmendiyên aşitîxwaz û mirovpereste,

o-Yekbuna demokratik û azad a netevan, zimanan, olan û çandan dipareze,

p-Xwezayê ku bingeha civaka ekolojike, hezdike û dipareze.

C-Mafê Endaman:

Mafê her hevalekî ku endamê Yekitiya Gaziyen Kurdistanê ye;

a-Di her astê de bijartin û hilbijartin,

b-Di her mijarê de fikir û pêşniyar pêşxistin, bi tevlibune guftûgoyan tevli amadekirina biryaran buyin,

c-Rexne kirin û li hember tawanbarkirinan xwe parastin,

d-Di derhaqê saziyê de agahî girtin û daxuyanî xwestin,

e-Di qadên bîrdozî, ramyarî, çandî û akademik de, di her astê de ji derfetên tenduristî û perwerdehi sud vergirtin,

f-Bi şertên ku, pêwistiyê xwe qadê giredayî re gihandin û ji qadê jor erêkirin girtinê ve, erkekî bi navê saziyê girtiyê xwe cuda kirin heye. 

D-Erkên Endamê:

Her hevalekî ku endamê Yekitiya Gaziyen Kurdistanê ye;

a-Paradigma azadîxwaziya zayendî, civaka demokratik û ekolojik xistinê jiyanê de wekî şehidên zindî rol girtin, parastin û rast nunertiya ve yekê kirin,

b-Di pêkanina şoreşa demokratik û avakirina konfederalizma demokratik de, ji bo xurtkirina inisiyatif û hêza gel xebat kirin,

c-Di bir her şert û mercê de nirxên demokratik û hevbeş, a ku têkoşin û gelê me derxistiya holê, parastin, jiyandan û mezinkirin,

ç-Bi ferasetên ku nêzikatiya gel li hember gaziyan istismar dike re têkoşin meşandin,

d-Di her qadekî cîh digire de feraseta parastina reva parastin û li gor rewşên ku dest dide, di vê qadê de têkoşin meşandin,

e-Yetkiyê ku sazî dide, li gor armanc, cîh û demê xwe de bikaranin, bi armancên ji bo berjewendiyên kesayetiya xwe, li ser esasekî nebaş bikarneanin, li hember nêzikatiyên bi vî rengî istismarî li ser esasê xeta parti têkoşin meşandin,

f-Her 6 mehê careki  rapora xweyî kesayetî ji saziyê re nivisandinê re berpirsiyar e.

5- Avahiyê  Saziyê:

a-Konferans:  Yekitiya Gaziyên Kurdistan, bi giredayî pergala KCK re qada civakî de cîh digire û di bin banê qada civakî de nunertiya xwe dibine. Herî qada bilind ya saziyê Konferansa Yekitiya Gaziyên Kurdistane. Konferansa Yekitiya Gaziyên Kurdistan du sal carekî tê kirin. Li derveyî rewşên awartê, konferans dema xwe de tê pêkanin. Konferans, qasî ku nunertiya qadan bên kirin, bi tevlibune hejmarekî bes ve tê kirin. Konferans, bingeha xebata saziyê dide nişandan, koordinasyona saziyê hildibijêre. Biryarên ku konferansê de tên girtin ji aliyê qada civakî tê erêkirin.

b-Koordinasyona Giştî: Di navberî du konferansê de heri qada bilind a saziyê koordinasyona saziyê ye. Koordinasyona Giştî, biryar û planên konferansê pêkaninê ve berpirsiyare.  Koordinasyona Giştî, di Avrupa da 3 û di qada welat da 6 heval, bi giştî ji 9 kesî pêk tê. Koordinasyon, ji hem qadên xebatê rapor digire û qadên giredayî re genelge peşkeş dike. Koordinasyon li hember konferansa berpirsiyare. Bi kombuyinê ji nivî yek zêdetîr a endaman ve civinên xweyî asayî pêşdixe. Li gor şert û merc û pêdiviyan 6 meh careki civina saziyê a berfireh lidardixe. 

6-Esasên  Meşandinê:

a-Di saziyê de meşandinê hundirîn, li gor tevlibunê demokratik tê lidarxistin.

b-Hemu rêvebirên saziyê bi hilbijartinê ve tê li ser erkê, bi hilbijartinê ve tê guhartin. Lê belê rewşên xweser de koordinasyona giştî xwedî yetkî ye.

c-Meşandinê rêxistinî tê esas girtin, pergala rapor-talimat tê pêkanin.

d-Di hemu hilbijartinan de % 40 kota zayend tê pêkanin.

e-Hemu qadên ku sazî rêxistin dibe hêza jin, rêxistina xweyî xweser lidardixe.

f-Endamên ku nikaribin tevli civinan bibin, hêceta xwe ragihinin qada giredayî. Di derhaqê endamên ku du car bê hêcet tevli civinan nebin de biryar tên girtin.

g-Di hilbijartinê rêvebiran da rêbazê dengên veşartî, jimartinên vekirî tê pêkanin.  

7-Tawanên Disiplinê:

a-Xebatê saziyê astengkirin, li diji azadî û demokrasi propaganda kirin, li gor rêzikname tevnegerin, biryarê saziyê pêkneanin, li dijî pîvanê endamtî tevgerkirin, erkên xwe nebaş bikaranin, nirx û derfetên saziyê ji bo berjewendiyê kesayetê xwe bikaranin, nêzikatiyên dijî prestijê saziyê pêşxistin û reşkirina saziyê tawan e.

b-Li gor tawanên, cezayên erk bi sinorkirin, ji erk girtin, endamtî sekinandın û ji endamtî derxistin tê dayin.

c-Tawanên disiplinê, di saziyê de bi tevlibunê piranî re tên nirxandin û biryar ser tên girtin, biryarên ku ev rastî derbas dike de serî li dadgeriyên KCK û KJB tê dayin.