* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


EGER KU PARTİBÛYİN NEBE,  ZELAL BÛYİN NEBE PİRSGİRÊK ÇARESER NABİN

 

 

     YA KU Dİ XETA RÊBERTÎ DE TÊDİKOŞE Û SERDİKEVE, GAZİ YE”
BİRYARÊN 4.KONFERANSA PKK A GAZİYAN

    RÊZİKNAMEYÊ YEKİTİYA GAZİYÊN KURDİSTAN     

   AXAFTİNA VEKİRİNÊ
 

Hevalîno!

Bê guman partîbûyîn beriya her tîş ti tê. Pirsgirêkê me  yê rêxîstînî, pisgirêkên hevalên gazî û hemû pirsgirêk bi partîbûyînê  ve girêdayîne. Eger di partîbûyînê de zelalî çêbibe û herkes bi rihê Apoyî nêzik bibe pirsgîrêk çibin bila bibin dê çareserbibin. Lewre di me de rê hevaltî, ji dilbûyîn û duristî heye. Di me  de hewldana çareserkirinê, fedekarî û nêzîkahiya zanistî heye. Ev hemû di partîbûyînê de heye. Ji ber vê partî çareseriyeke. Pirsgirêkên di nav tevgera me de û dinav gaziyan de yên hene mîsoger girêdana wan bi pirsgirêkên din re hene. Heta pirsgirêkên di demên borî de hatin jiyan kirin bi partîbûyînê re girêdayî hatîn jiyankirin. Di helwesta partîbûyîn û bîrduzîde kêmasî hebûn û jîber helwest lewazbûn pirsgirêk derketîn holê. Ango derî jî radest kirinê re ji tesfiyê re ji ketîbûne rê hat vekirin. Eger li cihekê partîbûyîn lewaz bê ji mirovên wisan re derî tê vekirin. Divê em wisan bigîrin dest. Çavkaniya pirsgirêkan ne  em in lê sedema bingeha van pirsgirêkan partîbûyîne. Ez jî demeke dirêje saziya gaziyan di şopînîm. Ev pirsgirêk hene û ev çavkaniya pirsgirêkên din çêdike. Herî zede wisa ye divê heval vê bibinin . eger bi van pilatforman ve, bi civîna re, bi pêvejoyê re hinek pêşketin hebin pirsgirêkên wekî din hindikin. Bi taybetî dinav du salên dawidî bi taybet ji di dawiya salekê de asta ku 10. Kongira PKK’ê gihaştiyê û bi vê ve girêdayî di helwesta kêm ku  saziya gaziyan girtiye, bi xwezayî mijara rexnêye. Divê em vê bibinin. Em nikarin sê sal bêrîvê bi roja me re hember bikin. Em berî sê salan cûdabûn niha em cûdatirin. Ji nûve avakirina PKK’ê, di bingeha ji nûve partîbûyînê de û di pêngava yekê hezîranê de û di heman pişt vê bi pêngava êdi bese em gahaştin encamê. Encam çi bû? Encam paradigmaya demokratik ekolojik e. Ev jî rastiya xeta Rêbertiya me ye. Ango serkevtina rastiya xeta Rêbertiya me carekedin hat peyîtandin. Di gel de bû hêz û sazî. Niha dijmin dadgeh vekirine darizandina dike. Çima?  Ji bû KCK’ê ! lewre KCK êdî li bakur bû hêzek û êdî nikarin vê hêzê asteng bikin. Carekê ku avabû tu kes nikare hilweşîne. Çiqas darizandina bikin bila bikin, hem li qada bîrdozî de hem jî di rêxistina pergalî û stratejiya parastina rewa de xeta Rêbertiyê serkeftin da qezenc kirin. Ev hemû hatin peyîtandin û liser van hîma van karan îro bi milîtanî em bi rêve dibin. Berî niha di çar salan de ev tîşt me nikaribû em bêjin. Berî vê bi çar salan pêngava yêkê heziranê nû hatibû destêkirin û KCK nû hatibû îlankirin. Ji xwe navê wê jî tam ne KCK bû. Em liserê pêvejoyê de bûn lê niha em li lûtkeyê ne. Ji ber vê di me de zelalbûyîn avabû. Zelalbûyîna ku em behs dikin zelalbûyina ku pêvejoyê bi pêşxistiye. Pêvejo, xet û strajiya Rêbertiya me pîştrastkir. Îro hemû cihan vê nîqaş dike, Tirkiye vê niqaşdike. Tirkiye dibêje ‘ tiştên ku PKK’e  dibêje beriya wê jî herkesî gotibû’ madem hatibû gotin çima kesê berî vê negirt diqatê  lê niha digirin diqatê. Niha her axavtina Rêbertiya û ya tevgera me rojeva Tirkiyê destnîşandîke. Çima? Lewre bû hêz, lewre rastiya wê hat peyitandin û zelal bû. Evana girîngin ji ber vê dibêjin em cûdatiyê nexin nav. Ez ne diji wê me lê ji konferansa 3. Ve cewazî mezîne û ev rastiyeke. Lê ez dibêjim em şaşitiyan  nekin. Pêwist bû em niha hîn li pêş bûna. Pêşketinên hene ku ne bes bin jî rastiya xeta Rêbertî û pêşveçûyîna şoreşê derket holê. Dibe ku berê em wekî qadroyan me bawerdikir lê niha tevahiya civakê ji rastiya xetê bawere. Ji ber vê dinavbera niha û beriya sê çar salan pir ferq heye. Pêwist bû tempoya saziya gaziyan hin baştir bûya. Van mijaran mirov dikare rexne bike. Di raporêde ev mijarna kêmin. Pêşketinên tên jiyan kirin û bi van ve girêdayî di mijarên helwesta gaziyan çawa û divê çawa be bên vekirin û pêwistbû hatiba rexnekirin. Xalek ku divê liser bê rawestandin ev e. Xaleke duyemîn, di tevgera me de  û felsefa me de keda cihê şehîdên me zêdeye. Çima lewre em tevgereke kedêne, ji me tu kesî bi tiştên daringî cih negirtiye.di vê tevgerê de her kesî bi kedê cih girtiye. Ev tevger ji roja çêbûye heta niha bi ked dayinê bi derfetên tune derketiye rê dema yek derfetên daringî tunebû derketiye rê. Di serîde tangasî hatin kişandin heta bi ked dayinê xebat hatinkirin. Hevalên yêkemîn bi xwe çûne xebitîne xebat bi rê ve birine. Heval Heqî Qarer ku alîkarê Rêbertiyê jî bû diçû dixebitî û xebat bi rê ve dibirin. Ji bo biçe karê rojane diçû li bazara tiştên kevin  radiwestiya. Ev tevgerek wisa ye, ji roja hatiye avakirin heta niha bi ked dayinê ava bûye û wisan jî berdewam dike. Di van pêşketinên tên jiyan kirin de xwîn û şahadeta  bi hezaran qehremanan  heye. Hema hema  bi qasî wê jî hevalên gazî hene. Me ked daye, xwîn rijandiye û qehremanê wekî Adilan wekî Nudayan me bedel dane. Ev pêşketin wisa hatin jiyandin. Hemû tişt wekî bi derziyê bîr bê kolandin çêbûn,   hemû tişt bi kedê çêbû. Kî herî zêde li pêş be divê herî zêde ew kedê bide, em vêna ji ê me re jî dibêjin.  Kî derkeve pêş divê herî zêde ew kedê bide. Li cem me ked pir giringe û bi nirxe gazîtî çiye? Kedeke, ango kedek kiryariyê ye. Rûmeta gazîtiyê heye. Rêbertî ji hevalên gazî re gotibû şehîdên  ku jiyan dikin. Tevgera me wekî nirxekî dibîne û rûmetê dide. Sedema wê ji bo kedê dide. Ev di gel de jî wisaye. Di vê tevgerê de cihê kedê mezin e. Çiqas kedê jî bide naveroka saziya gaziyan heye. Kedek daye, xwîn daye ji ber vê ji divê hîn zêdetir bixebite. Yên ku ev tevger avakirin wisan avakirin. Nimune Mehemed Xeyrî Dûrmûş ev qasî ked daye ev qasî xebitiye lê beriya ku şehîd bikeve dibêje  li ser kevirê gora min deyndare binivîsînin. Ango li gel ev qasî xebitiye xwe deyndar dibîne. Aliyê din yê felsafa vê tevgerê ev e. Ji ber vê hevalek gazî an jî hevalek ku pir zêde xebitiye wisan derkeve ku bêje “ez pir zêde xebitim û xwedî kedim” ev li derveyî xetê ye. Tiştê ku dibêje dibe ku rast be lê ev gotin li derveyî xetê ye. Ev felsefe wisa ye. Divê ku  ew hîn zêdetir kedê bide. Exlaq û perwerdeya vê felsefê ev e. Bilindbûna vê di virde ye. Di PKK’ê de gazîtî pileyeke û rûmeta vê ji vir tê. Lewre di vê de xizmet nirxeke mezine. Ne ji xwe re ji civakê re xizmetê dike. Canê xwe dide lê hîn zêde dixwaze bide. Mezinbûna PKK’ê ji vir tê. Dixwaze hîn zêdetir bide. Ev bûyereke felsefîk e.  Gazîtî  rûmete ke  lê  tej derjeve  derkeve bêje’  Ez nirxê kim, her kes li gor vê wê nêzî min bibe’ wê demê ew dibe li dijî xetê. Ez nabêjim hûn wisa ne, şaş fêmm nekin lê hinek rêzîkahiyên wisa hene . rewşek e xwe weke hewcedar dîtî heye, xwe bi maf dibîne. Dema tu xwe bi maf bibinî tu nikarî xizmetê bikî xwe êoreza dibîne. Tu xwe êereza bibînî tê biqedî. Tê çawa biqedî? Tê bê kilît kirin. Di taktîkên şerde  pir caran ji xwe şereza ditînê ( ji bo xwe ji dibêjim) tu xwe berdideç. Lewre pîştî hinek çalekî me kirin me got temam û me got encex em dikarin vê biine. Pêwendî yê di hin zêdetir pêşveçûnê de rabine. Ji bo hin baştir pêngava çêke kedê xerc nake. Di gaziyan de ji bi renge kî veşartî xwe şereza ditin heye. Ji ber vê ji pir aramin lê ya rast milîtanek ku dinav xebata de ne çalak be divê feryad bike. Lê di hevalên gazî de bi renge kî veşartî xwe şareza ditin heye. Ango dibêje ji xwe ez gozî me û dibêje  ji xwe tîştên min ê kiriba min kir û dibêje encax  bese. Ev li gor felsefa me vekirina deriyê tesfiyê ye. Di vê tu wisa nebêj e. Divê tu her dem ji bo hin pêşdetir bixete. Rawestandin nîşaneya xirabûnê ye. Çewe ? sistbûn û ji xetê dûrketîne dibê qûtbûnê. Dibi ku herkes qûtnabe lê dûrdikeve. Divê xwe deyndar bibine ango kedeke rast hate dayin lê divê hin zêdetir ked bê dayin. Dibê ku ji bo mirovek asayî ji bo pîvanên asayî teraz bê lê ji bo gaziyan pir bedel dane, divê hin zêdetir bidin. PKK partiya Zîlana ye. Zilan çidibêje? Dibêje ‘xwezî tiştek ji bilî canê min heba ku min daba’ ev partiyek wisaye ev partî em çiqas bidin ji me hin zêdetir dixwaze. Lewre mezinbûna vê partiye ji virtê. Partiya mirovahiyê û partiya bilinbûnêye . ji ber vê ku em gazî jî bin ku  me ked jî dabe ku bi salan jî me xebat dabî meşandin divê hin zêdetir em bidin. Wateya rast û bi rûmet ji virtê. Divê her hevalek gazî wisan nîzik bibe. Di demên borî de di rêxistinê de hinek kêmasî hatin jiyan kirin. Bi taybet di demên tesfiyecitiyê de rojev çebûn. Temam mirov dikare ji derfetên heyî sûd bigire. Di vê xalê de em rehet bin. Ev derûnî di min de ji heye. Lê divê her hevalek di vê pozîsyon de nehizire. Her kes ji bo hin zêdetir bixebite divê xwe lêpirsin bike. Wê demê dê hin zêdetir pêşketinê bike. Ez di vê xalê de digirim dest. Wek nûmûne di hevalên  gazîde di xala rêxistinîde zêde pêngav nayên jiyan kirin. Hûn hin zêdetir dikarin bipêşkevin. Çima hûn evqas qelsin? Ez di rexnedayinê de ne amadebûm lê pêwistbû we hin zêdetir li ser rawestiya bûna. Rewşek navîncî heye. Heval xwe hin zêdetir bidin mîsoger wê bigîhêjên encamên baş. Li ser vê zêde nayê rawastandin. Ev bi rengekî objektîf wisa ye. Ev mijarek rexnê ye. Lê ya rast divê heval ji min bêtir bêjin em dixwazin kar bikin. Divê bêjin hin bêtir karê vê rexistinê divê ez rakim. Divê xwe hin zêdetir berpirsiyar bibine. Lewre te ked daye, mirovekî ked dabe wicdanê wî têşe. Carna hinkes pir bê wicdaniya bi vê rêxistinê dike. Li ber çavên wan çi texribat bên kirin dengê xwe dernaxe. Anjî helwesta wî/wê zararê dide anjî hin heval dema şehîd û gazî dibine, bi hayfa xwe lê anînê dibêje felan kesbû. Çima ji bo ked nedaye. Ê ked ne dabe nirxê wê jî nizane. Lê berbiçave gaziyan ked daye. Di vê tevgerê de ji herkesê zêdetir divê gazî li xeta rêxistinê xwedî derkevin. Hinek hene jî ji xwe ked nedane lê em dizanin ku ev tevger li ser milê yên kedê didine. Hinek hene ku heta di asta rêveberiye de jî yên erzan dijin hene. Yên wisan jî hene; PKK tevgerek gerduni ye  û tevgerek e mezin e. Jiber vê herkesê em nikarin mîna hev bibinin. Lê em baş dizanin ku destanên vê tevgerê bi  keda kedkar a çêbû. Wisa li ser milên yên ku fentezî kirine çênebû. An jî dibe ku kesên meqam jî girtibin  liser milên van jî çenebû. Liser milên yên ku ked dane çêbû. Jiber vê felankesan ku ked nedane û hatine mêzenekin. Dibe ku pêwistiya tevgerê bi tiştên wisan jî hebe. Dibe ku hin kes bê ku kedê bidin jî bên hin cihan, ev gengaz e. Lewre tevgerek bi giştiye. Lê divê her kes wê bizanibe ku ev tevger tevgera kedkar a ye û wê liser milên wan bi rêve biçe. Ji ber vê divê kedkar  lê  xwedî derbikevin û xwedantiyê ji xetêre bike. Divê xwe li hember tebgerê berpirsiyar bibinin. Lê divê berî her kesî hevalên gazî bi berpirsiyar nêzik bibin. Ez nabêjim hemû tişt kême li qadên lê diman hevalan  derketinek çêkir. Ev berpirsiyariyek bû. Ev derketinek başbû. Ez nabêjim hemû nebaşin lê hinzêde xwe berpirsiyar   ditin divê bi pêşkeve. Lewre ev tevger a kedkara ye. Bi kedê hat vê astê û bi kedê dê biçe serkeftinê.

            Niha ev konferans bingehê  amade  dike û dê biryara pirojeyên nû bide. Hemû hevalên gazî dikarin cih bigirin. Divê em xwe li gor mercên niha amade nekin. Eger di me de ev  zelalbûyin çêbibe nûbûn  jiyan nabe. Dibe ku hevalên ku nih birindar bûne ji bo tedawiyê heta têrbike biminin. Divê ew lez nekin. Ez piraniya wan hevalan nasdikim û bi cidî rexne dikim, bi pêşnakevin. Bi salane di heman pozîsyon dene çima? Dibêje ji xwe tiştê min kiriye min kir. Ev şaş e. Divê lêpirsîn rast bê kirin. Ev mijar berê ji min rexne kiribû. Di hevalan de pêşketin çênabe. Pêşketinê birdozî û rêxistinî çênabe. Di rewşeke navîn de dixebite diruste ji lê her tim heman tişte. Tê perwerdê disa heman tişt. Lewre di bîr û baweriyê de çi  pêwiste kiriye . Divê ku hevalek rabe bêje ez xwe wisan nabinim. Vê demê wekî zanistî ev wisa ye, dibin hiş de ev wisan dibe. Ez vê îda dikim. Divê heval xwe jivê rizgar bikin. Divê binhiş derbas bikin. Di vê ji xwe re bêje ez ê vî karî rakim. Divê veje lingê min çûye lê ez dikarim her kari bikim. Temam dibê ku  li çiyan ez nikarim ji gerila  re serkêşiyê bikim. Lê barê din yê vê tevgerê ez dikarim rakim. Divê wisan bêje û zorê bide xwe. Ez wekî sempatîzanekî tev lî vê tevgerê bûm. Min kuryetî kir pişt re min şervantî kir û ez ji wir hatim. Lê min her dem  ji xwe re got ku divê ez hinek barê din rakim. Kes ji jorde nayê. Ji ber vê ji divê hûn hinek î zorê bidin xwe. Çima, lewre tempo kêm e. Mantiq di şêwazê min tişta pêwist kirî deye. Dibêje di pêşiya min de astengî hene. Gazîtiya xwe wek kêmasiyekê dibine. Ji ber vê asayî dibîne li pêşiya xwe astengî dibine. Vê astengiyê rakin. Hûn di vê tevgerê de dikarin her karî bikin. Rêveberiya leşkerî, pîlansazî, piroje û taktik e. Lê li pêşiya xwe asteng nebinin. Berî her tiştî divê hevalên gazî li pêşiya xwe nebin asteng. Berî her tiştî gazîtiyê ji astengiyê derxin. Yek jî di aliyê derûnî de gazîtiyê ji pêşiya xwe derxin. Wê demê hûnê pêşbikevin. Xala duyemîn, tê xwe bide kar û bixebite. Di vê mijarê de şehîd û gazî evana şehîd in. Ev mînakê me ne. Heval şehîd Eşref hat ji min re got ku êdî dixwaze were çiya got ‘ mercên şoreşê diyar bûn dê şer çêbibe û ku şer çêbibe ez nikarim li cihekî din debar bikim’ min jê re got ‘ tu bi vî lingî nikarî li Behdînan li wan aliyan bikî’ wî ji min re got ‘ dikare li her cihî bike û wê çentê xwe rake biçe’ min jî jê re got ‘ baş e wê demê niha li Qandil bimîne piştre bi HPG’ê re nîqaş bikî tu bixwazî tê biçî wir. Hinekî jî demek dirêje tu ji HPG’ê dûr e, hinekî nasbike, yek jî hemû şervanên nûne, hinekî derûniya wan fêr bibe’ û çû piştre şehîd ket.  Ez nabêjim pîvanên wan tam in, ji xwe hûn jî hemû nas dikin. Me jî rexne dikir. Lê rih hebû. Ango digot ‘ şer heye û ez nikarim li derveyî vê bimînim. Nexwe berpirsiyarî hebû. Heval divê bêjin ‘ ez gazî  me û berpirsiyariyên şoreşê hene, ez nikarim rawestim. Divê berpirsiyariyê bigire bêje û xwe berpirsiyar bibîne. Divê nebejin ‘ ji xwe em gazî ne ji ber vê partî zêde berpirsiyariyê na de ji ber wê ne pêwiste em  zêde israr bikin’ xwe li pêşiya xwe neke asteng ev giring e. Di vê rewşa ku hata niha heye em rexne dayinê didine, kêmasî hebûn. Niyeta me ne ev bû lê piratîk wisa derket holê û hevalan rêveberî rexnekir ev rexne di cihê xwe dene. Hem rexneyên li ser qada siyasî hem ji yên li ser rêveberiyê ne yek bi yek bê jî bi giştî rast in. Wekî hatiye xwestin rê nehatiye dayin, ku hevalan mînakên berbiçav dan û rexnekirin. Evana rastin. Niha hin tiştên din hene divê ew jî zelal bibin.

            Gazîtiyê û qadrotiyê pêwiste em ji hev qûtnekin. Qadroyên vê tevgerê ye lê gaziye. Gazî jî qadroyê  vê tevgerêye. Gaziyê PKK’ê ye. Hin hene weke heval dibêjin qûtbûne. Eger girêdayî van nirxanbe  îxanetê nake. Raste ku qûtbûnek hebe divê em li terza xwe meyze bikin. Pêwiste li nezîkahiyên rêveberiyê mêze bikin. Heta li hin cihan divên rêxistin bê lêpirsin kirin. Eger hinek ketibin ji bo rizgar kirina wî/wê em dibêjin lêpirsîn an na ne ji bo çûye îxanetê. Hinceta îxanetê tuneye. Divê van mijaran em rast bigrin dest. Dibe ku bingeh cûdaba  û rêveberî ristek baş lehîstiba evqas çênedibû. Rêveberî hîn baştir liser rawestiyaba dibe ku hinek qûtne bana. Ev heqiqeteke. Pêwiste ev 2003- 2004 û heta 2005` ê yên qût bûne nirxandin bikin. Divê gazî qût ne bin. Qût bû na  gaziyan pir kur û bê rûmetî ye ke xwe bê rûmet kirine. Li keda xwe xwe dî dernekevtin e. Wê demê jir keti ye. Bila bê bi tevgerê re niqiş bike û tiştê dixwaz e bike bêje lê nake û diçe. Lê disa bi me ne ma ye û yekî zarar diti ye. Gazî û qadro yek e. Lê yekî qût bûyî divê wek gazî neyê ditin, wekî gazî yê kî kevn û ji şer zerar dîtiye û divî xwe dî lê bê derketin wekî gaiyên kevn û wek mexdûrên şer ku ji êer zarar ditin ye divê bê dest girtin. Di şerê me de û li cem me kê zarar ditîbe. Eger dijmînahiyê nake  em ê niha lê xwedî drkevin. Ango li kijan ciê cihanê bê bila bê em xedî derkevin. Lewre deh sal berê bê ji ku ji şerê me zarar ditibe divê wekî zagî yê kî kevn xwedî lê bê derketin lê em wî/wê wekî hevalekî gazî yê bi rûmet em nabin in. Lê em ê xwe dî derkevin. Ev erka meye. Di felsefa me de ev heye heta ku malbab van ji hebe emê xwedî derbikevin. Bûyerk hat jiyan kirin. Hûn hemû nasdikin qût bibû ew ji di 2003 qût bibû û dema kar dikir jiyana xwe ji dest dabû malbata wî serlê dan kiri bû jixwest şehîd bê îlan kirin. Şehîd bûn mertebe ye ke, ev ji bo wî kesî nabe. Lê em dikarin li malbata wî meyze bikin wekî zarokên şehîdan em ê nêzî zarokên wî bibin. Lê em nikarin wî na niha şehîd îlan bikin. Ev bi wate ye. Lê em asta şehîdên xwe bixinin ji nabe. Em dikarin li malbata wî meyze bikinç. Me wisa bersiv da. Ango gazî diyare. Çewa jiyan kirriye û çi kiriye li holê ye. Lê divê li yên devre jî xwedî bê derketin û bên rexistin kirin. Heta kul i derveyî me ji be bi şerte ku zararêk e cidî nede mirov carekedin dikare xwedî lê derkeve yek ji her kesêî em nikarin gazî bihesibînin. Heta di vê mijarê de divê hinek biryar bên standin. Dibe ku hinek bên xwe carekedin ji nûve bixwazin têxin statuya gazitiyê û ji bo wê kedê bide helwestê nişan jî bide û dibe ku bê pejirandin jî. Yek xwe bi saziyê bide gejirandin dikare ji nûve wek gazî ye kî bê pejirandin, meşa hevalên gazî ê di partiyê de ji behin germtir be. Divê di jiyanê de li pêş bin. Divê li ser van neyê axaftin, bi xwezayî carna tê axavtin. Bi xwezahî  îmaja gaziyan xerab dibe. Divê nebe, ji xwe jiyana PKK’ê fdakarî ye, ji ber vê divê hîn fedakar bin. Ne tenê li her qadê jiyanê divê pêşengiyê bikin.

         Heman demê li kurditiyê li  Dibistana divê hin xwedî derketvin, ji ber vê divê her kes xwe berpirsiyar bibine. Ango tiştêa dixazim bêjim divê herkes  xwe berpirsiyar bibin e. Hemû rapur bi tirkî hatine nivîsîn wisa nabe. Divê gazî di netewe bûnê de jî pêşengiyê bike. Derfetê we ji hene û heta van derfetên xwe hîn bi giştî ji hûn dikarin bi kar bînin. Di jiyanê de ji divê mijarê de hûn dikarin bibin mînak. Pêşengî di vê mijarê de dibe. Li ku avetin hebe biçe ji rêveberiyê  hesap bizwaz û sedema vê bipirs. Hevala bahsa akademiya kir. Navenda van heye lê ez baweim ne daîmî ye . ji xwe wê pir heval biçe pratikê lê dem dem dibe ku werin . lê divê tim cihên bîrdozî û felsefîk bin divê ev esas bê girtin. Dem dem di mehên zivistnê de akademî dikarin ben vekirin. Em dibêjin xebat. Şaxek wê ji wê li qada din be. Lewre hevalên ku biçin tedewiyê wê hebin. Hevalekî got rêveberî  nakişine cem xwe. Temam ev  qebûl lê sazî û rêveberiya wê heye. Ez kê li kul ê ya esas rêveriya wa ye lê hûn dikarin wein bêjîn hevalekî wasa heye dixwazin hûn jîi wisa nêzîk bibin. Ji vê rexnê re temam lê rêveberiya we ji heye. Dîvê hin tiştên mecbûrî bê dîtin. Heval divê rewşên xwe yî fîzîkî ji  pêşiya xwe rakin. min li pêşnûma biryara meyze kir hinekî teng bû ji ber vê divê hinekî din berfîreh bê girtin. Ji bo xebatê divê proje hebîn. Divê saziyan armanc bîgre ji xwe hin armancê me yî  demî hene û divê gazî di wan xebatan de hin zêde rist bigrin. Nimûne hevala  anîn zunab. Ez hu pêşniyarek di cihê xwede dibînim ji niha û pê de ji bo azadiya Rêbertiyê hem li hundir hem li dere dikare kanpanya bê dest pê kirin. Eger gazî bi rengekî çalek tê de cih bigrin wê bendora vê hîn zêdetir be. Mînak ji bo xebata dikarin li pêşiya xwe hedefa deynin. Wana  kontrol kirin, şûpandîn karê rêxîstîne ye. Temam karê sazîyê ne ev tinêye. Biryarê berê hatibûn standin pêk nehatin. Yek ji rêveberî divê ne tinê a gaziya be divê heman demê rêvereriya  kar kirinê be. Divê di xebatên giştî de projeyên gaziya hebin. Ma ne hevala got ku divê daxuyaniyê bidin. Erê ne her dem lê dem dem dikarin daxuyaniya bidin. Divê çalek bin. Saziyek ku di pratîkê de ye. Di me de teqawidî tune. Rist wê deidome. Ez hinekî rastiya bibine merceên xwe te li ber çavan derbaske lê tê xebatê xwe berdewam bike. Divê saziya gaziya bibe qadek protîkî. Li ku be bila be di kamiteya Rêbertiyê de û divê kampanya ya azadi ji bo Rêber tiyê birêve bibe û serkeşiyê bike. Tîkoêîna aştiyê tê dayin. Em netewê ji nuve  diafirinin. Ji ber vê devê heval çalek bin. Komên ku berê xwe ji bo Rêbertiyê feda kirinbûn niha xebatên aştiyê dikin. Hûn dizan in komek ji çiyê komek ji ewropa ûbû. Li tirkiyê meclisa aştiyê ava kirin. Ristê wan hevalan esas e. Vê ne gazi ji dikarin bikin. Nimûne dikarin di xwbatên têtildari Aşti, ekolojî û felsefa Rêbertî de dikarin cîh bigrin. Rêbertiyê digot. Daristanên 60. Salê biçînin. Bibin şopdarên ji bo şaristaniy a hûn cikarin porje ya çêkin . hûn dikrin li Ewrupa çêbike wê bibe. Di vê mijarê de ku alikariya komelayê Ewrupa yê Ewropa ji projeya çêjin. Di vê mijarê de dikrin rsit bileyzin. Di mijara azadiya rêbertiyê de dikarin xebatên. Diplomasiyê bikin.

         Ev kemasiyek cidî ye. Divê di serî de hevalên li wir fêrî ziman bibin. Disa divê di çapemeniyê de çalek bin. Di têtêkiliyên gel, rêxistinkirin û  di kompiter de divê xwe bipêşxin. Nimûne li Ewropa ne fêrî ziman dibe ne fêrî bi kar anîna kompîter dibe ne siyasetê bipêşdixe ne ji( carekê xwestin bikin)  çandê  bipêşdixin  li vir rawesti ya ye dibe je em gazî ne nav gazî ye, temem, tu gazî yî lê tu rist naleyîzî li wir hema  bi kêmasî progaqgan   de bi pêşbuxe. Gerî jln ty dujare bube propgandist. An hu rlxustubl bu pêşbuxe. Duvl gazî wl bujub. Gevak qet xwe pêşnax in. Bi xweza yî ev kemasî ye ke bi seê xwe ye, wa ye heval dibej in hevalên ku ziman dizan in pêwîst in. Ya rast devê ev hevokin hemû zimana baş bizanibin. Heta nihahevalên gazî dive ku di hemû zimana de bibina wergervan. Dibe kul i vir derfet tunebin lê li Ewropa derfet hene pêwist bû her hevalek fêrî ziman e kî biba. Niha di saziyên me de pêwiste bi wergerwana heye pêwist bû ku her hevalek  gazî bûba wergervanek. Nimûne di çapemenî yeê de pewist bû hevalên gazî çakek bin, di van deran pêwist bû rist bibûna. Kêmaî pir zêdene ji ber vê divê projeyên van hebin û li vir jî divê em bikin biryarê. Yekemîn divê di prtibûnê de rist bileyize, divê di jiyana partiyê de bibe xwedî erk. Disa li Rêbertiyê xwe di derketin û di vê kampanya yê de bi çalek rist bileyîze. Disa divê di batên aştiyê de rist bileyize. Di xebatên ekolojiyê de û ji bo kesên di şer  zarar ditinê de ji van xwbatan de bi çalek rsit bileyize xebatên mey î wisa ji hene. Di vê bihgehê de divê projeên me hebin û em biryar bigrin. Li gor vê divê li ser bê rawestandin. Lewre di vê mijarê de projeya me hebû lê çi fêde ez nikarim bejim heta niha çêbûye. Lê eger gavên pratîkî  aveti bûna men ê weqf vekirba. Vê niha hm mey ê setsek kiraba hem ji mey ê ji cihên cûda  alikarî xwestiba û bi vî rengî em dihizirin ku malbatên zarokên êehidan bidin xwedin wê xwedî li malbatên kurdistanê hetiba derketin. Ne tinê ew mey ê zarokên li kolana ji dabana xwend in, wê xwe d ili mirovaên xizan hatiba derketin. Lewre ew ji hewcedarên alikariyê ne. Ew haval ne hatibana girtin, karên hûquqî yê heyî ku çêkiribana wê ev çêbûya.me bi xwe nedikir lê li her cihî ji bo vê xebatê em ê hatibana teşwiq kirin. Di sîstemek wisa de me dixwest gaî rist bileyizin. 35 sal e şer dibome bi xwezahî ne tenê gazî, yên hu nalên xwe bûne û yêb mexdûr hene. Êdî em dixwazin hinek projeyên civakî bipêşxin. Misoger pêwistî bi vê heye. Ji bo şoreşa gel ji projeyê wisa ne hem daringî hem manevî divê em piştgiriyê bidin. Bi kinasî tiştê ez bêj im ev in. Hevalên gazî divê tinê xwe di saziya xwe de nehelê. Niha di qada siyasî de cih digrin. Li qadên siyasî de irz ê de xebatên me hene. Jin, ciwan û li gel kedkaran pir zêde xebatên me hene. Di nav vê de malbatên şehidan ji hene. Di van xebatan de hevalên gazî dibe bi çalak rsit bileyizin. Ev xebat ne tenê bi pirsgirekê henek hevalên gazî ne têdildar bin di heman demê de divê xwbatek ku armanc û projeyên wê hebin. Pêşketina hevalên gazî divê esas bê girtin û bi qasî rist dileyize di xebatên giştî de erk bigrin van mijara di xwe de nû bike û çarçoveya pêşnûmeya biryarê hinekî din berfireh bigre . di serî de her hevalek ji xwe de dest pê bike. Ango her hevalek gazî pêşî bibêje’ divê ez xwe, li pêşiya xwe nekim asteng’ û di meşa serkevtinê de astengiya nasnekê. Divê bibêje. ‘Ez ê bi vîn û felsefeya Apocî biserkev im’ Sazî ji di endamê xwe de dibe vî rûhî bi afirine. Ev konferans, di endamê saziya gaziyan de vê hêviyê wê baweriyê devê biafirin e. Eger plansaziyek wisa hebe misoger wê bi serkev in û wê hin baştir rist bileyizin.

 

 

1 Hezîran 2009-09-27

Silav û Rêzên şoreşgerî

Serokatiya konseya Rêveber  KCK’ ê

MURAR Karayilan.