|
Bi
dehemîn salvegera qomploya navnetewî re,em
carekî dîn rûreşî ,bê bextî û xayîntiya
navnetewî lenet û şermezar dikin.15’ê Sibatê
weke rojekî reş ketiye nav dîroka gelê.15’ê
Sibatê weke rojekî reş derbasî dîroka gelê me û
mirovatiye bûye. Di dîrokê de emê hertim vê rojê
weke rojekî reş bi bîr bînin.
Raya
gîştî û gelê me pêwîste vê yekê baş bizanin.wekî
kû qomploya navnetewî negihîştiye armanca xwe,
ji niha û şûn ve jî ti carî wê negehîji ermanca
xwe.Li ser 15’ê Sibatê re 10 sal derbas bû,ji
xwe qomploya navnetewî bê navber behemberê gelê
kurd û Rêbertî berdewam kir,lê encamên kû
dixwestin bi dest nexistin.Rêber APO bi sekna
xwe ya li îmraliyê ve hemû lîstok û planên hêzên
qomploger vale derxist. Îro weke gel û tevger
erkên meyên sereke ne tenê qomplo vala
derxistin, bi armanca azadiya Rêber APO bê. Bi
tevahî qomplo ji holê rakirine .Dîrok vê yekê ji
bo me emir dike.
Ji xwe di
serî de em vê yekê baş dizanin,hêzên
qomploger;Rêber APO li dijî sîstama xwe wekî
alternatîf didîtin.Rêber APO hêzekî serbixwe
bû,li hemberî ez ezîtî,sermayedarî,desthilatdarî
û madiyetê,hêzekî azadî xwaz bû. Ji ber vê yekê
jî sîstema qapîtalîst ev rastî ji bo xwe xeter
didîtin.Bi serkêşiya hêzên emperyalîst yên sûper
û bi tevlîkirina gelek hêzên din re bi
nêzîkatiyên dijî hiqûqê Rêber APO dîl girtin û
radestê dewleta Tirk kirin. Radestkirina Rêber
APO sedema wê ya bingehîn ji tekoşîna gelê me a
li hember dewleta Tirk zêdetir ramanên wî yên di
derbarê şaristaniyekî nû û qirîza sîstema
qapîtalîst, sedemê qomployê ya bingehîne.
Em
wekî Netew baş dizanin;Rêber APO dîroka me ya
ber bi jêrve diçû sekinand û ev paşve çûyîna
dîroka me rawestand û xetekî nû dayê,ev rastiya
gelê me ya kû ji xwe direve,ew rastiya ji xwe
ditirsî,ew rastiya ji xwe bê bawer berovajî kir
û anî astekî canfedayî.Di navbeyna wan herdû
rastiyan da cûdahiyekî pir mezin heye,Rêber APO
ev cûdahî ji holê rakir û di navbera herdû
rastiyanda xwe kir weke pirekê.RêberAPO ji bo
gelê me di navbera mirin û jiyanê da bû weke
pirekî .Rêber APO gelê me di navenda mirinêde
şiyar kir û derbasî jiyanekî nû kir.
Lê îro
em wekî gel ji 7 salî heya 70 salî vê yekê baş
dizanin,gelê me Rêber APO wekî ROJ, vîn û rûmeta
xwe pejirandiye.
Di
roja meya îro de li îmraliyê zextên li ser Rêber
APO tên meşandin ew bi vî awayî şîrove dikin;”ev
gelê kû di destê meda bû,ev gelê me digot
bimeşe,dimeşiya,ew gelê kû me digot bisekine
disekinî,ew gelê kû me digot rabe,radibû,ew gelê
kû me digot rûnê,rûdinişt,îro li me gûhdar
nake”.têgeha dewleta Tirk eve;û dibêje “yê kû ev
gel ji destê me derxist,APO’ye,berpirsiyarê vê
yekê ewe”û hêrsê xwe ji Rêber APO derdixin.
Di
dawîde em careke din weke saziya gaziyen
Kurdistanê qomploya navnetewî a rûreş û
şermezar dikin û bangawazi li tevayî gelê Kurd
dikin dibêjin dem dema xwedî derketina hebûna
xweyê.
Bijî Rêber APO
Bijî PKK
Bijî
Komfederalîzma Demokratîk
Yekîtiya Gaziyên Kurdistan
Y.G.K
|