* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


PKK NASNAMEYA KURDÊ AZAD E
 

 

              
Bi boneya 32. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kûrdistanê PKK’ê em weke Yêkîtiya Gaziyên Kûrdistanê vê rojê weke cejna vejîn û azadiyê di destpêke de li Rêber APO, şehîdên leheng û gelê xwe yê fedakar pîroz dikin.

PKK perpitîna dawî ya hêviya gelê Kûrd derket holê kû ev gel ji kokên xwe yên dîrokî û civakî hatibû qûtkirin û ji tûnebûnê re hatibû mehkûmkirin. PKK’ê di 32 salên tekoşîna xwe de serkeftin û pêşketinên mezin pêkanî bû vîn, hizir û rûhê nû yê azad yê gelê Kûrd û tevahî mirovahiyê. Dîroka têkoşîna me li hember tevahî êrîşên deshilatdarî, mêhtîngerî û îxanetkar bi berxwedana xwe da nîşanî tevahî cîhanê da kû PKK vînek e û nikare were tûnekirin.”.

Di seranserê 32 salên têkoşîna PKK’ê de gelek encamên girîng derketine holê. Yek ji van encaman ya herî girîng jî rastiya civaka kû bi berxwedanê hatiye afirandin e. Gelê Kûrd bi PKK’ê re xwe ji nû ve nas kiriye, azadiya xwe û dahatûya xwe di PKK’ê de dîtiye. Bi PKK’ê re bûye xwedî felsefeya jiyanek nû.   

Roja îro gelek hêz û derdor eşkere diyar dikin kû ji bilî rêyên demokratîk û aştiyane ne mûmkûn e kû pirsgirêka Kûrd bi rêyên din bên çareserkirin û divê êdî tevahî derdorên pêwendîdar vê yekê bibînin. Helbet heya gehişte vê qonaxê gelê me di pêşengiya PKK’ê de berxwedanek mezin kir û berdêlên mezin da. Gelê me di her qadê de bi biryardarî û girêdana Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Egît, Bêrîtan, Zîlan, Viyan û Adilan, bi şiyara “PKK gel e, gel li vir e” xwedî li nasnameya xwe derketiye. Ev nasname nasnameya Kûrdê nû yê azad e.             

Em soz û biryardariya xwe ya di xeta PKK’ê de jî tê destnîşan dikin em ê ji her demê zêdetir xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî derbikevin. 


BIJÎ PARTIYA KARKERÊN KURDİSTANÊ PKK

BIJÎ RÊBER APO

BIJÎ XWESERIYA DEMOKRATÎK

BIJÎ VEJÎNA ME YA AZAD 27’Ê MIJDARÊ