* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


HEBÛNA KEDA BÊ MİRİN BÛYINE EGÎDÎ

 
 

      Di diroka hemû gelan de roj û demên awarte hene û divan demû dirokên giring de yê dirokê derdixine rastiyê egîdên wan gelane. Di dirokê de civak û gelên hatine qedandin sersebeke ewe ku ji ber egdên wan gelan kêmin. Di vê wateyêde  yê ku dirok rast daye nivîsandin û berê daye dirokê  egidên rastîne. Ji bo gelan egîdî  îdia, bawerî û azadiye.            

            Diroka gelê Kurd ji berya mîladê 550 virve diroka serberjêr çûyinê ta ku heta piştî miladê 1970 bi vî awayî serberjêr çûyiye kaosa ku di Kurdistanê de hatiye jiyan kirin di pêşengiya qadrûyên PKK’ê û di bin pêşengiya Rêber APO de ev diroka serbijêr hatiye sekinandin û diroka Kurdistan ji nûve hatiye ser rastekirin bi hevuka serok APO( a ku Kurdistan welate û hatiye dagirkirin). Bi vê duruşmeyê cara ewil bi cesaret û egidî tekoşina  azadiya kurdistanê destpê kir. Di vê dirokê rûpela egidî di kurdistanê de hatiye destpêkirin. Di sala 1984’ande cara despêkê di diroka Kurde di bin fermandariya Heval EGÎD de di cara yekêm tekoşîna profesyonel a gêrilla daye destpêkirin. Di despêkê li Herêma Botanê piş re jî  li herçar parçê Kurdistanê belav bûye bawerî cesaret û hêvî daye gel û gel rakiriye serhildanê. Mirovek ger bixwaze  Egîdiya îro di nava PKK’ê de tê jiyan kirin pêwiste destpêkê li jiyan û tekoşîna hevalê EGÎD baş binirxîne û rast fambike. Nizîkatiya Hevalê EGÎD ji şer re ji Artêşê re ji îdiolojiyê re, ji felsefê re û jî  rêhevaltiyê re  fambike dikare gurî egîdiyên PKK ê jiyan bikin. Li gorî min tiştê ku mirov dike egîd girêdayin, bawerî, biryardarî  nêzîkatiyên rêhevaltî û hiskirîna serokatî û gele. Dema mirov li jiyana hevalê Egîd dinerî   têkiliyên wî yên bi mirovan re bi zarokek 7 salî re û pîrekî 70 salî re dikare têkiliyên pir germ dayne û dikare pirsgirêkên wan guhdar beke jî van pirsgirêkan re çareseriyên herî rast bi afirine, ji bû gel ti carî zarerê nebîne hertîş ji destê wî tê ti carî texsîr nake. Heval EGÎD fermandarek wisane ku ketkare, fedakare, dilnizme, perwerdekare, dawistandina û tevgera xwe   fêrkirênê asas dîgre ji ber van taybetmendiyên wî di nava hevalan de hem dihat hiskirin û rêzek mezin digirt. Rojekê dema ku Hevalê Egîd  hişyedarê  şevê bû dibîne hevalekî razayî bû hewa jî pir sarbû radibe çakêtê xwe dertîne diavêje ser wî hevalî. Her çen wî sar bû jî  lê hizrandîna wî ya heval tî  hemû mercên zor tehmûl dikir. Dema dibe sibe hevalê wî dibîne ku heval EGÎD dirêjiya şevê bê çakêt derbas kiriye rûxmî dijwariya sermayê, bi vê yêkê pir bandûr dibe rastiya didilî jiyan dike hişt ku vê rastiyê ji heval re rave bike- min ev çend nizanîbû heval tî evqas giran bûhaye ji bona wê ez biryara xwe ji nûde Didim û dilek rast tevlî dibim.

Rêgezê hevalê EGÎD ê jiyanê bi vî rengî bû.

            Di pêvejoya cûnta a 12 îlonê de ewqas rewşeke di kurdistanê de zor û zahmet, înkarkirina vîna gelê kurd dihat kirin; dijmin ewqas ji xwe bawer bû ku digot pelek darê jî bê me nikare bihêje. Di nava van şert û mercande rastiya tekoşîna rizgariya gelê kurd ya ku di bin fermandariya heval EGÎD de bi grubek biçûk di kurdistanê de çalekiya yekemîn li hemberî qerqulên dijmîn hat destpêkirin. Ev rastî dest nîşan kir ku di kurdistanê de rastiya egîdî  nehatiye tûnekirin. Ev hişt ku dijmin têkeve nava telaşekê mezinde û bêzar bebe.

            Qahremantiya ku bi hevevalê EGÎD re bi destpê kir di kurdistanê de û li ser şûpa wî berdewam kirina xeta  qehremantiyê destpê dike bi zilanan, erdalan, semayan, harunan, bêrîtanan, îbrahiman, adilan, gulbaharan, ferhatan nûdayan, kurtayan şervanan, celalan, canxurtan, kuçeran, hebûnan û yên ku em navên wan  bi nivîsandinê nikarin xilas bikin bi hezaran ev xeta derxist asta lotka herî bilind û em li ber wan  bi minet û bir rêz bejna xwe ditewinin û hefteya qahremantiyê di serêde li Rêber APO, li gelê me û ji bo hemû tekuşerên azadiyê tekoşînê dikine, em piroz dikin.