|
|
Em
zarokên Agir û Rojê bi hêviya Azadiyê hefteya
qehremaniyê pêşwazî dikin. Newroza 2011 li hemû
qehremanên meha Adarê û Mazlum, Sema, Rehşan û
Fermandarê mezin Egit piroz be. Vîna gel careke
din nîşan daye ku xwedî li berxwedana qehremanên
xwe derdikevin û ji bilî Azadiyê ti tiştî
nafikirin. Em hatine qonaxeke ku şiara me bûye
“An Azadî, An Azadî”. Agirê ku di bedena van
qehremanan de pê ketiye û şerê ku bi
fermandariya Egit dest pê kiriye em anîne vê
qonaxê. Ger ku îro bi milyonan mirov bi yek
dengî dibêje “An Azadî, An Azadî”, bi biryar
qadan dadigre û Azadiya Rêber APO azadiya xwe
dibîne, vî rihê berxwedanê ji van qehremanan
girtiye. Ger ku bi hezaran militan di çiyayan de
ji bo azadiya xwe her fedakarî dike, sonda xwe
bi van qehremanan dide. Em jî weke Gaziyên
Kurdistanê careke din sonda xwe li hemberî
qehremanên meha Adarê nû dikin û dibêjin ku
Azadî nêz e.
Bijî AZADÎ
Bijî Qehremanên Adarê
Bijî Rêber APO
Yêkîtiya Gaziyên Kurdistanê
|