|
JI BO
YEKEMÎN KONFERANSA GAZIYÊN ŞER
YA
SALA 1998’AN
Ez
îro bi vekirina têgeha gazîbûnê ya kû qasî
şehîdbûnê xwedî wateye, dixwazim sûd bidim
Konferansa we. Bersiva kû me dayî şehîdbûnê û
bîranîna wan, di bingehê xwe de teybetmendiya
bingehîn ya kû hebûna me pêktineye. Weke kû bi
navê Hakî Karer me Partî damezirand, bi
bersivdayîna bîranînên şehadetên ji wir şûnde
em heta îro hatin û ji niha û pêde jî emê li ser
vî bingehî biçîn serkeftinê.
Dema gazîtî bû mijara gotinê, ji helwestekî kû
dinûme vî bingehî, Gazî divê wateyê de (sekin)
rawestanek nêzî şehîdbûnêye, di heman demê de
lewaziyek wê jî heye. Her şehîdbûna kû di cih de
çawa kû encama şaşitiyekêye, lêbelê şehîdbûn
eger vê dinixumîne , di gazîbûnê de rewşekî
berevajî heye. Encamê şaşitiyekê bi jiyanekî kêm
re bi encam nabe. Eger mafê gazîbûnê neyê dayîn
bi xwe re rewşekî xeter tîne. Li gorî min
gazîbûn tenê bi yek şertî dikare were
pejirandin.
Mînak;
karê kû bi dû lingan nekariye bike; bi lingekî,
tişta kû bi dû çavan nekariye bike; bi çavekî
kirine. Tişta kû bi dû destan nekariye bike; bi
destekê kirine. Heta destê kû mayî, lingê kû
mayî û çavê kû mayî çar qat kirin ji bo gazîbûnê
neçare bibe armancek. Ji ber çi? Ji ber kû bi
dû çavan, dest û lingan nekirin, hindek sedemên
wê yên kêm hene. Ji ber vê gazîbûn berjengê
derbazkirina van kêmasiyane. Nîşana gazîbûnê
vale vale ji bo kesekî nayê dayîn. Pêwîste hûn
vê baş bizanibin. Gazî dema kû bû gazî, xalên kû
têde winda kiriye navê berevajî zivirandina wê
ye.
Ez bal dikişînim çi dibe bila bibe, divê hûn vê
derbixin zanabûnê; yan wê demê “ez gazîme partî
neçare heta dawî li min binêre” ez wekû Serokê
tevgerê divê kû ez bêjim belkî xala kû herî
zêde, ez pê hêrs dibim, yek jî bi daxwazî bi vî
rengê kû gazîbûnê biçûk diki, hindek weke maf ji
xwe re dibînin û diparêzin. Ez vekirî dibêjim!
Eger kû lingek mabe wî lingî jî, ezê bibirim.
Eger kû çavek mabe wî çavî jî ezê derxînim. Ji
ber kû ji bo şan û şerefa bingehîn ya gazîbûnê û
ji bo nasname û kesayetiya wî ya bi qasî vê
têgihiştinê xeter
tê
gihiştineke din nîne. Ev rewşeke dinûme
rehabilitasyona zindanan. Berxwedana dirokî
ya Mazlûm’an jî ya Kemal’an û ya Xeyrî’yan heye
û ewan ji me re digot: “Tenê şerefa partîbûnê
bidin me, em weke endamê partî bimînîn û em
tiştek din naxwazin”
Bi
tenê ji bo şeref û nasnama partî ya netewî winda
nekin, dema kû vê berxwedana dîrokî didin
meşandin, ew kesên kû di rehabilitasyonê re
derbaz dibin, ewan digotin: Bila mafên me yên
kesayetî zêde bibin û bikevin rewşekî mîna ya
zarokan. Evî dijminî, ewan her wekû kûçikê
Pavlov terbiyekirin. Ango tenê bi pariyek nan û
bi terbiyeyekî, wan cûda lêkirin. Lê ev kesane
niha pirsgirêkin.
Ev
nayê wê wateyê kû em berxwedana zindanan biçûk
dibînin. Na ne wisa ye!. Tam berevajî, ev
qehremanî û berxwedaniya mezin ji bo me fermana
“Vegera welat” “fermana pêşxistina” “şer”. Em di
sala 82’ an de vegeriyan welat. Di sala 84’an de
li hemberî bîranîna wan me şerekî mezin da
despêkirin. Niha rabûn û li ser vê ketina
rehabilitasyonê gotina heta dawî bila partî li
me binêre. Na! Partî li te na nêre û wê canê te
bistîne. Başe mafê wan şehîdên mezin wê kî bide.
Kemal Pîr digot; 10 sal jî derbazbibe, 20 sal jî
derbazbibe, di dawiyê de şerê rizgariya netewî
despêbike û wê serkeftinê pêkbîne. Hûnê ji wan
gotinên Xeyrî’yan re ewên digotin “li hemberî
rêxistinê deynê min heye” hûnê çi bêjin?
Ji bo
çalakiyên Ferhat Kurtay’iyên mezin hûnê çi
bêjin? Û yên hezaran weke wan. Niha emê van
bingeh bigrîn. Ji bo gazîbûnê jî eve bi heman
şêweyiye. Herî dawî dema kû Sema Yüce bû gazî ez
gotinek ya wê bînim bîra we. Weke kû tiştek ne
dixwest û her çend kû canê wê hemû şewitî jî bû,
bi tenê digot: “Ez wekû firîşteyekê difirim
ezmanan”. Ango wateya wê eve: Her çendî di nav
êş û jan de jî be, bi tenê wekû firîşteyekê xwe
hêjayî partiyê dibine. Dema kû rastî ev be, bê
gûman hûn ji gaziyên me yên bi rumet jî, ango
diyare kû hûnê ji derveyî vê ne kevin nava çi
rol û çi rastiya jiyanekî dinde. Ev vekîriye.
Heta bi qasî berxwedanvanên me yên mezin yên
binirx di zindanan de, weke berxwedanvanên me
yên qehreman yên çeperê şer, di nava hemû jiyan
û tekoşinê de partîzanê resen çi ye? Hêza
serkeftina vê hûnê bidin diyar kirin. Li ser vî
bingehî serkeftinê ji we re dixwazim, silav û
heskirinên xwe pêşkêş dikim.
SEROK
APO
|