* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


 

 

 

 

 

    

Armanca Komploya 9 ê Cotmehê Şinadina Vîna Gelê Kurd e  

Di dîroka her gelî de bi tevê rojên cejn û şahiyan, rojên bi êş û reş jî hene. Ji bo gelê Kurd jî 9 ê Cotmehê weke rojeke lanet, bi êş û tarî derbasê dîroka wê ya nêzîk bûye. Her çiqas bi tevahî aliyên xwe ve nehatibe zelalkirin jî lê îro bi awayek berfereh rastiya pişt perdeya pêvajoya 9 ê Cotmeha 1998 an ji aliyê Rêber Apo, Tevgera Azadiya Gelê Kurd û ji aliyê gelê me ve hatiye deşîfrekirin û eşkerekirin.

Nûnerên pergala desiladar û mêhtîngeriya navnetewî ji bo ji nûve Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe sererastbikin, ji salên 1990 î pêve gelek mudaxale li heremê kirin. Ji bo vê jî konseptên cûrbecûr pêşxistin û pêkanîn. Destpêka yek jê ji van konseptan di 9 ê Cotmeha sala 1998 bû ku bi awayê planek qrêj kete meriyetê. Di serî de DYA, İngîltere û İsraîl, hêzên pergala serdest bi awayek dij-huqûqî Rêberê gelê me Rêber Apo û Tevgera Azadiya gelê Kurd kirin hedef. Li gel vê dihate plankirin ku hevsengiya li heremê ji nûve were sererastkirin. Armanca komplogeran şkînandin û teslîmgirtina vîna gelê Kurd bû.

Ji 9 ê Cotmeha sala 1998 an heya 15 ê Sibata sala 1999 an di warê gelê Kurd de pêvajoyek mîna kabûsê hate jiyankirin. Di nava vê pêvajoyê de rûyê rast ê tevahî hêzên ku di vê konseptê de cîh digirtin eşkere bû. Bêyî ku ti qanûn, prensîb û axlêqê mirovahiyê bê berçav girtin Rêberê gelê me hate hedef girtin. Li her deverê hate vederkirin, derî jê re hatin girtin. Van hêzan xwestin bêrûmetiyê bisepînin. Di encam de pêvajoya komploya 9 ê Cotmehê bi bûyera 15 ê Sibatê encam bû ku di wê demê de Rêberê me bi awayek korsanî hate revandin û ew radestê dewleta Tirkiyê kirin. Îro her kesek baş dizane ka ev lîstok gavbigav çawa hate lîstin, kîjan hêzan ji bo kîjan berjewendiyên xwe di nava vê lîstokê de cîh girtin.

Ev 13 salin di serî de Rêberê me û gelê me û her wiha Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji bo vala derxistina vê komployê tekoşînek bê hempa dimeşîne. Hêzên komploger di seranserê van 13 salan de, di serî de bi avakirina sîstema İmraliyê re polîtîkayek gelekî sostret, ketî û qrêj meşandin. Ji bo gehiştina hedefên xwe serî li her awayê kiryarên dij hûqûqî dan. Êrîşên xwe yên heralî domandin. Lê em dikarin bi rehetî bêjin ku komploger mîna roja yekem bûye, îro jî ji gehiştina hedefên xwe dûr in. Ji lewra Rêberê me di Sibata 2010 an de mizginî da gelê Kurd û got “ez mizgînî didim gelê xwe ku komplo bi ser neketiye.” Ji îro pêde jî wê gelê me bi tevahî hêza xwe ve li dijê her awayê komplogeriyê tekoşîna xwe bi israrek mezîn bimeşîne û xwedî li rûmetên xwe, nirxên xwe, azadiya xwe û vîna xwe derbikeve. Gelê me dizane ku rêber Apo nûnerê rûmet, azadî vîn û nirxê wê ye.     

Bi boneya 13. salvegera 9 ê Cotmehê em cardin weke Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê, tevahî hêz û dewletên ku di nava komploya navnetewi de cîh girtine şermezar dikin. Em dibêjin ku em ê ji her demê zêdetir bi xwedî derketina erkên xwe bersiva pêwîst bidin xwedanên plangeriya 9 ê Cotmehê. Ti kes nikare me bê vîn bike û ti kes nikare me ji Rêber Apo dûr bixe.

Herî dawî de em weke Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê êrîşên li dijê deng, çav û zimanê gelê me Roj tv ku ji aliyê komplogeran ve tên lidarxistin şermezar dikin. Divê herkes baş bizane ku Roj Tv yek jê nirxê herî pîroz ê gelê Kurd e û wê gelê me jî vê nirxê xwe bi her awayî biparêze.

-Bijî Rêber Apo

-Lanet li komplogeran.   

Yekitiya Gaziyên Kurdistanê