|
3. KONFERANSA YEKÎTIYA GAZIYÊN KURDISTAN Ji bo Konseya Serokatiya Rêveberiya KKK’ê rapora derencamê Konferansa Yekitiya Gaziyên Kurdistan. Di navbera dîrokên 20-23 Kanun 2006’de pêkhatina Konferansa Yekitiya Gaziyên Kurdistan de, ji welatên cuda yên Ewrupa 60 hevalên gazî tevlîbûn nîşan daye. Di kombûnê de beşekê girîng ji kadroyên kû di nav xebatan de cih digrin pêkdihatin; hinek hevalên gazî yên kû jiyana wan tanzîm kirî lê belê bi tevgerê re di nava têkiliyan de tevlîbûna xwe ji bo konferansê nîşan dane. Li pêş konferansê di xebatên amadekariyê de nêzîkî 120 navên di listeyan de xwe gihandina gaziyan çêbûye, ji van navan beşek yê hevalên jiber karên bi rêve dibirin ne dikarîn tevlîbûn nîşan bikin, beşek heval tedawî, karên bîrokratîk û hwd. pirsgirêkan ne hatibûn, beşek jî tevbûnlî nebûn . Di konferansê de li gel perspektîfên serokatî yên sala 1998’an ji bo gaziyan hatî pêşkêş kirin, notê hevdîtinê yên dawî û peyama serokatî ya jibo konferansê rêkirî, mesaja KKK û YKB, rapora komîteya amadekar ya konferansê, rapora hevalên gazî ya BDT, rapora rêveberiya CDK, mesaja PAJK, dîsa belgeya sosyal komîteya ji welat hatî hatin xwendin. Nivîskî, rapora 2 hevalên kû tevlî konferansê ne bûyîn hatine xwendin. Ji bo konferansê komîta sosyal ya KKK û kordînasyona CDK’ê jî tevilbûn nîşan daye. Rojeva Konferansê wiha pêkhatiye: 1- Xwendina belgeyên konferansê. - Mesaja Serokatî, nota hevdîtinê. - Rapora komîta amadekar. - Rapora CDK - Peyama KKK - Rapora saziya gaziyan ya ji welat hatî. 2- Nirxandina xebatan. 3- Plankirin. 4- Hilbijartin. 5- Biryar . 6- Girtin.
Piştî xwendina belgeyan, raporên ji bo konferansê hatî pêşkêş kirin û rewşa xebatên gaziyan hatiye nirxandin û ev xalane anîne ziman. Tekoşîna azadî kû ji despêkê ve bi çêkera gaziyan tê naskirin, piştî salên 1990’an li gel zêdebûna şer di wateya nîcel de tê zanîn kombûnek girîng ya gaziyan derketiya holê. Ji vê kombûnê beşekê girîng bi derfetên hatîn afrandin tedavî bûne û piştre dîsa li nav tekoşînê cihekê aktîf girtine. Dîsa bi gazîbûyîna xwe di sahayên aktîf de cih girtin. Hem pêkanîna hêjmarek mezin ya gaziyan di sahayên aktîf de şehît ketî, rastiyeke kû bi baldarî anîne ziman. Hêj ta bi gazîbûyîna xwe di sahayên aktîf de beşek ji heyîna hevalên girîng hatiye dest nîşa kirin. Li ruxmê vê di nava tekoşînê de ji bedena xwe perçeyek dayî, birîndarbûyî, lê belê kesî (bireyse) jiyana xwe tanzîm dikin heyîna wan bi awayê têkilî bal kêşaye.
Yek ji xalên din yê di konferansê de hatî ziman bûye wate gazîtî. Gazîyê tenê di aliyê wate dayînê de hiştin “Şehîdên kû jiyan dikin” diyar kirin û tenê di aliyê rewanî de destgirtin gelek şaşe. Di sîstema rêxistinî de û lingê civakî yê vê sîstemê de divê çêkera gazî û gazîtî cihê xwe bigri. Li aliyê hilgirtina nirxekê manewî yê gazîtîyê lê di heman demê de di berpirsyartîyê hilberînên somût yên rêxistinê de cihê xwe bigri. Pirsgirêkên somut yên kû çavkaniya xwe ji rewşên objektîf digrin jiyan dikin. Di nîqaşên kû di konferansêde hatîn kirin de derbazkirina van pirsgirêkan û bi cih anîna pêdiviya weke tişta pêşî girtina vê mijarê weke tarz û nêzîkbûn bal hatiye kêşana li ser vê çêbûyînê. Nêzîkbûnên teng û doxmatîk yên ji bo gaziyan, ji bo rastiya gazîtiyê (weke pîskolojî û fîzîkî) ne rast nêzîkbûn û bi cih ne fêm kirina pîskolojiya wan bi her kesê re di heman astê de ji wan hêvî kirina performansa xebitînek asayî, ya herî girîng jî polîtîkaya rêxistina me ya ji bo gaziyan û di vê rastekê de perspektîfa ne bûyîna rêxistinî weke xalekê girîng derketiye pêş. Yek ji nêzîkbûnên kû mora xwe li vê pêvajoyê dayî; dema kû pirsgirêk derdikevin bi bîranîna gaziyan, nîqaşkirina li ser pêdiviyên tenê bingehê rêvebirina wê hatiye sekinîn. Li gel derbaz kirina vê weke heyîna pirsgirêkên civakî, siyasî û rêxistinî tedawiyên çavkaniya xwe ji pirsgirêkên fîzîkî yên mevcut û yên hevdû digrin. Derbaskirina kêmasiyên kû tên jiyan kirin weke xala girîng lê hatiye. Pêşdedayînek duwemîn ji girtina desteya çêkera gazîtî ya îdolojî, siyasî, rêxistinî, di hindirê berpirsyartiyê de di vê mijarê de girtina dest ya kêm û xelet kû çavkaniya xwe ji hevalên gazî digrin derketiye pêş. Di nîqaşên kû hatîn kirin de, pêşxistina tekoşînê di aliyê bîrdozî, siyasî û rêxistinî de û li beramberî êrîşan yên kû herî li hember rawestîn weke pêwîstî gazî hatine dîtin. Erkê herî girîng yê vê saziyê bûye tekoşer û parêzvanê xeta şehîdan. Divê xalê de li gel kû sekinînek diyar çêbûye ji aliyên kû kêm mayîn derbazkirina wan weke pêwîstî hatiye dîtin. Di her dû xalan de jî kêmasiyên kû di girtina dest de hatiye jiyan kirin derbazkirina vane weke xwestekek giştî hatiye ziman. Di aliyê vê pêvajoyê de di çêkera giştî ya rêxistinî de bi hêzkirina girêyên rewanî yên kû di navbera rêxistin û gaziyan de giringiya wê di nîqaşên hatîn kirin de hatiye fêm kirin. Weke hevalên gazî di hindirê sîstema rêxistinê de çiqas çûyîna hindir di hindirê vê sîstemê de xwedî derketina li rêxistinê, bûyîna rêxistin, kurbûna di bîrdoziyê de û hevdû kêşana sîstemê bûyîna hêza çavdêriyê di aliyê xwe dîtina berpirsyar de hebûna lewaziyan hatiye diyar kirin û di bingehê rexnedanê de rexnekirina sekinîna hevalên gazî çêbûye. Di vê xalê de destpêkê hevalên gazî di nava sîstema rêxistinê de pêwîste rêxistinek bihêz nîşan bidin. Dîsa hêvî kirina tenê ya ji derve na, li gorî rewşa çêker xwe di çiqên diyar de pêşxistin armanckirin, ji derfetan sûd girtin û divê rastekê de xwedî derketina erkên rêxistinê berpirsyartiya gaziyan tê dîtin. Di rasteka tekoşîna azadiyê de firehbûyîna asta kûrbûyînê di aliyê bicihkirinê de sahayên Ewrupa û welat di aliyê hêjmarî de dû sahayên kû herî zêde hevalên gazî heyîne. Rêxistina gaziyan yên kû di sahaya welat de avantajake girînge kû rêvebirina hemû xebatan kû lewaziyên wan heyîne, lê belê hemû hevalên gazî di asta pêwîst de kirina bi sûd û hilberînkar dîsa di sahayên ji derveyî Ewrupa de anîna rewşek hin baş ya derfetên tedawiyê xebatên holekê em têde dimînin pêwîstiya berpirsyariyên sazî bûyîna pêwîst di bingehê xebata rêxistinbûyînê de pêwistiya vana di konferansê de hatiye ziman. Di xebatên Ewrupayê de gelek hevalên gazî yên kû xebatê bi rêve dibin hene. Di vê xalê de berpirsyarî û hwd. ji vane zêdetir ji hevalên me yên kû ji ber pirsgirêkên xwe yên fîzîkî kû qasî têr bikin ne karîne aktîf bibin lê di nava sîstema me de kijan zêdetir pêwîste nûnertiya gazîtiyê bikin hene. Sekna hevalên gazî di rewşa girîng deye kû bi karibin piştgiriyê bidin xebatên demê. Di aliyê gaziyan de sekna rêxistinî pêşketina di fikir de aliyê fîzîkî, di asta exlaqî de jî di rêyek qasî bikari biki de xwe tevilkirin û armanc girtina zêdekirinê li gel vane jî pêwîste rêxistina me giştî jî pêwîste ji xwere bike bingeh hevalên gazî bîne rewşek hêjan hilberînkartir. Hemû hevalên me yên gazî yên kû di saha meya Ewrupa de û di navbera rêxistinê de hêjan girêyek xurt ne hatiye bi destxistin. Ji derveyî hevalên kû xebatê birêve dibin, di hêjmarek girîng de hevalên gazî yên kû mayîn di rewşek ne aktîf de mevcudin. Hindek ji vane bi awayek fîzîkî ne di nava kar de ne, hindek jî na kevin nav xebatê. Ji derveyî vane jî yên kû ji derveyî sîstema me mayîn û dijminiyê dikin hene. Di bingehê nêzîkatiya di konferansê de derket holê kû rêxistina CDK’ê ya Ewrupa’yê xebatên gaziyan weke xebatên esas girtin û di vê bingehê de rêxistin bûyîn, rêvebirî, sazîbûyîn, kar û barên xebatê û ev xebatane anîna rewşek bi kar û bar û eleqeya pêwîst nîşan dayîn hatiye xistina holê. Di pêvajoya derbazbûyî de ji derveyî civînên qismî yên kû di navberan de hatîn çêkirin, nêzîkatiyek ciddî ya rêxistinî ne hatiye nîşandayîn, vê jî rê li ber şkestinek ciddî ya baweriyê vekiriye. Di nirxandinan de pêwîstiya bi lez derbaz kirina vê rewşê hatiye diyar kirin. Di heman demê de ji ber sedemên cuda kesên kû mesafe ketin navbera wê û rêxistinê de yên kû jiyana xwe ya civakî rêxistin kirin mutlaqa di cihekê tekoşînê de girtin di têkilî û xebata sîstemê de hêlana ( hiştina) cihgirtin, nêzîkatiyên di konferansê de derketin holêne. Ji bo hindek gaziyên me hindek karên kû nikarin bi awayê fîzîkî û ruhî rakin yan jî van erkane pêdana kirin, li şûna vane di asta herî goncaw de ya rastiya wan bi cihkirin dîsa xwe di aliyê îdolojîk, siyasî û ziman û teknîk û di mijarên hwd. de xwe bandor kirin rakirina asteng li pêşiya wan divê bê armanc kirin. Di heman demê de avakirina têkiliyên xurt bi gaziyên kû li holên din, çûyîna sazîbûyînê ya kû li cihên sazî ne yên pêkanîn, bûyîna alîkar ji hevdûre, hem di aliyê heyberî û hem jî aliyê rewanî de bûye xalek ya nirxandin û biryar girtinê. Mijarek din ya kû di konferansê de nîqaş li ser hatî kirin, ji gelek nîqaş û biryaran zêdetir, biryarên kû hatîn girtin xistina jiyanê, di vê mijarê de nîşan dayîna îradeyek bihêze. Mînak li gel girîngiya avakirina saziya gaziyan li Ewrupa’yê li gel vê avakirinê rêveberiyek xurt ya kû bi karibi vê saziyê bi tendurustî rêvebibi girîng hatiye dîtin. Dîsa divê sahayê de derfetên zagonî yên heyî bên lêkolîn kirin û mûtlaqa bên nirxandin. Yek ji armancên somût ya vê xebatê jî ciddî girtina dest ya xebatê pêwîste. Rêvebir hem di aliyê fermî û hem di aliyê rêxistinî de weke muhatab di rewşa xebatên xwe rêve bibin de, bê armanc girtin. Ji ber vê armanca sazîbûyînê, di qonaxên kurt, navîn û dem dirêj de xwe plankirina bi awayek tendurist û despêkirina xebatê. Hem rêvebirina giştî ya rêxistinê hem yekitiya gaziyan girtina wê ya berpirsyarî û çavdêriyê girînge. Tevilbûna hevalên gazî yên li welat ji bo konferansê bi pêşkêşkirina raporek bi navê kirina civînek, danîna holê ya pêvajoya tavsiyekariyê ya ji berê hatî jiyan kirin li gel vê destgirtina hêjan atmosfera wê pîskolojiyê bi hebûna raporek hatiye ziman. Mîsyona xebatê ya gazîyan di hindirê sîstema KKK’ê de, bi watekirina wê û armancên wan bi awayek perspektîfek xurt bê kêmasî hatiye xistina holê. Dîsa divê sahê de çêkera gaziyan kû heyîn ne pêşkêşkirina perspektîfek somut ya wan ji hatiye rexnekirin. Nirxandina giştî yên rêxistinî, rexne û mînaka dema tînin ziman, gazî û xebatên gaziyan yên di vê demê de rewşa hatî jiyan kirin, bi aliyê xwe yê erênî, nerênî di van belgeyan de ne hatiye ziman. Bi taybet “yên çûyîn çû, yên mayî çêkirin” tespîtên weke vane wek nirxandin hatiye danîna holê. Bi vî awayî belge, di konferansê de bi qasî kû dihat xwestin bes ne hatiye dîtin û hatiye rexnekirin. Di encam de konferansa hatî kirin bi hejmarek bihêz ya hevalan hatiye kirin, nîqaşên OLGUN û bi ast hatine rêvebirin. Di vê çerçovê de encama nîqaşên hatîn rêvebirin, biryarên hatîn girtin ketina pratîkê gelek girînge. Weke tevayî konferans, bi rêvebirina nîqaşan astek girîng ya biryar bûyînê girtiye, ev ast di hêle kû xwe bispêrin girtina van biryaran. Dawî di konferansê de rêvebirek ji 5 kesan û 2 kes jî jibo desteya disiplînê hatiye hilbijartin.
1- Yekitiya Gaziyên Kurdistan, weke navend di sahaya welat de bicih kirin û li Ewrupa’yê jî bi awayê şube bê bi rêxistin kirin. 2- Di Ewrupa de ber bi sazîbûyînê ve çûyîn. 3- Di bingehê saziyê de rêxistina komîsyonek ya jinan. 4- Bi tevlîbûna hevalên gazî di her sahê de her şeş meh carek çêkirina civînan. 5- Rêxistin kirina navendek arşîvê ya sicîlan. 6- Kesên zerer ne dayîn ji partî qutbûyîn dîsa ji bo qezençkirina wan nîşandana xebatek taybet. 7- Çêkirina yekînek taybet ji 5 kesan, birêvebirina xebatek şirîk li gel rêxistina wê sahayê. 8- Pêkhatina rêvebirina yekitiyê ji 15 kesan, li welat 7, li Ewrupa 5, li Rusya’yê jî 3 kes di rêveberîde cih bigri. 9- Rewşa hevalên gaziyên di zindanê de li ber çav girtin û li gorî wan tedbîran xurtkirin, hevalan wek gazî qebulkirin, heyberî û manewî alîkarî dayîn. 10-Birojane kirina malpera internetê. 11- Saziya kû bê avakirin girêdayî sosyal Komîta KKK’ê bi. 12- Di dîtin de liser hevalên gazî heyvê carek bername bê çêkirin, pêşniyar kirin. DESTEYA DÎSÎPLÎNÊ Ji sê kesan hatine hilbijartin. Rêziknameya Yekitiya Gaziyên Kurdistan: Bingehê Xebatê: 1- Navê Saziyê: Yekitiya Gaziyên Kurdistan (Kürdistan Gaziler Birliği) 2- Amblema Saziyê: Liser zemînek kesk roj û li derdorê jî 4 lib stêrkên sor li derdorê vane jî wê navê saziyê bê nivîsîn. 3- Armanca Saziyê: Di bin banekê de komkirin û rêxistin kirina kesên liser xatirê tekoşîna paradîgmaya civaka demokratîk, bîrdozî, azadiya zayendî de birîndar bûyîn di pêvajoya vê tekoşînê de bi awayek fîzîkî rastî texrîbatên mezin hatîn yan jî perçeyek ji laşê xwe dayîn. Ji bo kirina tekoşînê di aliyê sîyasî, rêxistinî, pêşxistin xebitîn û di alîyê heyberî û rewanî de bûyîna alîkar. 4- Endamtî: Yên kû rêziknameya saziyê pejirandî îradeya xwe bi îradeya saziyê re kirin yek di vê bingehê de xwe ji bo armancên azadiyê rêxistinkirin, di şerê demokratîk yê Rizgariya Netewa Kurdistan lebetek yê xwe winda kirî, di tekoşînê de cih digri lê birîndar yan jî ne di asta sahaya aktîf de cih digri her kesek wisa endamê saziyêye. Endamê saziya pêdiviyên saziyê li gel vê jî xwe li gorî daxwazên tekoşîna xwe ya giştî rêxistin diki û piştgirî diki. Mafê her endamekê heye tevlî pêvajoyên biryarê bibi û erk bigri. A- Erkên Endaman: a- Weke şehîdên kû jiyan dikin di derbazkirina jiyanê ya paradîgmeya nû de cih girtin, nûnertiya wê kirin û bûyîna parêzvanê wê. b- Yetkiyên kû saziyê dayî bi awayekê goncaw bi dem û cihê wê de karanîna, ne bi armanca berjewendiyê kesî karanîn. c- Nirxên kû tekoşîn û gel derxistin holê dibin her mercî de parastin,dayîna kirin û mezin kirin. d- Xebitîna rêxistina jiyanê ya şoreşa demokratîk û di bingehê kur kirinê de rêxistinkirina civaka sifîl bi awayê bihêzkirin û însiyatîf kirina gel pêşxistin û bibandor bûyîn. B- Taybetmendiyên Endaman: a- Kriterên demokratîk yên hemdem azadî û mafê mirovan yên bingeh û serdegirtina dadê bingeh digri. b- Ji exlaqê zanîstê bawer diki, li gorî exlaqê zanîstê pirsgirêkan digri dest. Li gorî bingehê zanîstê fikra azad civakî diki ronakbûyîna demokratîk pêştêxi, li hemberî her curê doxmatîzm û paşverûtiya nêzîkatî û fikra azad diparêzi. c- Kedê weke nirxê herî mezin û pîroz di pejirîni, di xebatên xwe de keda xuluqkar bingeh digri, rêz didi keda yekê din. d- Bi têgeha berpirsyariya şoreşgerî nekû pişt vede yetkiyê,tevger diki, bi têgeheke xwediyê hûnerê îknakariyê tevger diki. e- Xwedi li nasnameya gazîtiyê derdikevi û ji hêza xwe ya cewher bawer diki. f- Arîşeya (olgu) gazîtiyê weke mergek, nêzîkatî şêweyê jiyanê û weke şehîdên kû jiyan dikin digri dest,divî bingehî de di hindirê jiyanekê kû goncawê vê tiştê de cih digri. g- Li gorî rastiya bedelê kû di xatira ji bo gehana dahatûyên azad ji holê rakirina şer dayî dibi xwedî taybetmendiyên aştîxwaz û homînîst. h- Yekitiya demokratîk û azad ya çand, ol û zimanên gelan diparêzi. i- Di gihana armanca xwede; biplane, xuluqkare, parverînkar, bisebir, ciddî û xwedî îradeye,di girtina encam de dikevi lêgerîna maf û heta dawiyê temaşekirina xwe weke mafekê parastin dîtin, têgeh û sekinên tepkîwarî, gazîtiyê weke pîvanek biçûk xistinê dibîni, li gorî wateya wê ji bo beravajî kirina xalên kû hatin winda kirin xebat nîşan diki. j- Ji xwezaya kû hevgirtina herî bingehîn ya civaka ekolojîk û demokratîk hez diki û diparêzi. k- Dibe xwediyê hemdemtiya rexnedana li beramberî kêmasî û xetayan. C- Mafê Endaman: a- Di her astê de bijartin û hilbijartin. b- Di her mijarê de pêşkêşkirina pêşniyar û fikran, tevilbuna nîqaşan, piştgirî dayîna biryarên saziyê pêkanîn. c- Rexne kirin, li beramberî rexne û sezayan xwe parastin. d- Di derbarê xebatên saziyê de agehî girtin, di derheqê sazî û bûyeran de pêşniyar pirs dayîn, xwestina daxuyanî. e- Di her astê de sûd girtina ji derfetên tenduristî û perwerde, akademîk, çandî û siyasî. f- Pêşkêşkirina egeran jibo çiqên eleqedar û bi şertên ji çiqên jor erê (onay) girtin, ji erkê kû ji saziyê girtî bi navê saziyê dest jê berdan. 5- Çêkera Saziyê: a- Desteya Giştî: Konferansa Yekitiya Gaziyên Kurdistanê ya kû çiqê herî bilind ya saziyê ya her 2 sal carek çêdibi. Eger rewşên awarte nebin bi awayek sererast konferansên xwe çêdikin. Konferans bi tevilbuna herî kêm 3/2’yê endamên saziyê pêktê. Konferans esasên xebatê yên saziyê di pejirîne yan jî di guhere. Endamên desteya disiplîn û kordînasyona saziyê ji aliyê endamên konferansê ve tên hilbijartin. Biryarên kû ji aliyê konferansê ve tên girtin ji aliyê çiqek jor ve tê erê kirin. b- Kordinasyona Giştî: Di pêvajoya di navbera dû konferansa de çiqê herî bilind yê rêvebirinê kordinasyone. Ev kordînasyon ji 15 kesan pêktê. Di vê çêkerê de di hêjmarek diyar de nunertiya xwe di kongra gel de dibîni. Kordînasyon ji her holên xebatê rapor digri giştînameyan rêdiki hemû çiqên eleqeder, kordinasyon li beranberî desteya giştî berpirsyare. Bi tevilbuna piraniya endaman civîna xwe ya asayî çêdibi. 6- Kar û bar: a- Kar û barên hindir yê sazî li gorî tevilbûna demokratîk tê sererast kirin. b- Hemû çiqên rêveberiyê saziyê bi hilbijartinê tên li ser kar, bi hilbijartinê tên guhertin. c- Ji jêr rapor, ji jor jî giştîname tên pêşkêş kirin. d- Bi piraniya komdibi û biryaran digri. e- Endamên kû ne di rewşa tevilbuna civînê de ne, sedemên xwe yên derbazker radigihîni lebet (organ) eleqeder. f- Di hilbijartina lebetên rêveberîyê de rêbaza dengên veşartî, jimartina vekirî tê karanîn. 7- Desteya Dîsîplînê: Ji 5 kesan pêktê. Di konferansa kû dû sal carek tê çêkirin de tê hilbijartin. Li beranberî desteya giştî berpirsyare. Endamên desteya disîplînê, di rêveberîya sazîyê de cih nagri. Biryarên xwe bi piraniya dengan digrin. Dozên kû ji endamên desteya giştî û kordînasyonê tên, dinirxînin û dikin biryar. 8-Binpêkirinên Dîsîplînê: a- Xebatên saziyê asteng kirin li dijî xeta azadî û demokrasiyê propaxanda kirin, ne li gora hukmên rêziknameyê çûyîn, ne pêkanîna biryarên sazîyê, beravajî esasên endamtî nêzîkbûn, xirab karanîna yetkîyan, derfet û nirxê sazîyê di berjewendiyê kesî de karanîn. b- Li gorî nîtelîka guneha kû hatî kirin, bi sînûr kirina erk, ji erk girtin, sekinandina ji endamtî û sezayên îxraç kirina ji endamtî tên dayîn. c - Lebeta biryarê yê binpêkirinên dîsîplînî, desteya dîsîplînêye. Dîwana îdarî ya Adaletê cihê îtirazêye. Silav û Rêzên Şoreşgerî 29 Kanun 2006 Delegeyên Konferansa 3. ya Gaziyan
|